KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Xwediyê mirî kor e

15 March 2020
Kategori: Politik Analiz
261 11
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

05 Eylül 2017 Salı Saat 05:03

Di Kurdî de gotineke pêşîniyan heye ku dibêje “Xwediyê mirî kor e . Ev gotin niha ji bo Barzanî bi tevahî derbasdar e

Di esas de tê wateya
ku mirov bixwe di nav tiştekê de be, herkes pê haydar be, lê agahiya mirov
bixwe jê tune be, ji rastiyê xafil be. Jixwe Barzanî jî di pozîsyona xwediyê
mirî de ye, ruxmî vê jî pê nizane, an jî bi tevahî xwe dixîne rewşeke nezan de.

Di van rojan behseke germ li ser referandûma Başûrê
Kurdistanê tê kirin, ango mixabin ku çarenûsa gelê Kurd ku jixwe têra xwe pê
hatiye lîstin, niha ji hêla Barzanî û PDK’ê ve bi şeklekî herî xirab dîsa tê
bikar anîn û birastî ev cihê xemgînî û şermezarkirinê ye. divê gelê Kurd vê
bipirse ku “kê/kî ev destûr jê re daye li ser qedera wan wiha bileyîze? bike
amrazek ji bo berjewendiyên xwe û di dawiyê de jî yên ku dijî vê rewşê
derdikevin tewanbar dike.

Bêguman mafê serxwebûnê wek ji bo her gelekê, yek ji mafê
herî rewa û pir derengxistî ya gelê Kurd e. Kurdistan di navbera çar dewletan
de hatiye dagirkirin û vê yekê zerbeyên giran li gelê Kurd xistiye. Tişta ku
nayê pejirandin û divê tevahiya gelê me li dijî wê bisekine jî nêzîkatiyên ku
vî mafî bikar tînin û wiha jî bêwate dikin e. Barzanî û PDK tucar siyaseteke
Kurdistanî û li gor daxwaz û berjewendiyên gelê Kurd pêş nexistine. Barzanî reçeteya
Kurd bi taybet jî li dijî tevger û têkoşerên Kurdistanê şuxilandiye û ji
dewletên desthilat di vî alî de tewîzên pir zêde girtiye. Ger dîroka siyasî ya
vê partiyê were mêzandin bi dijbertiya rêxistinên Kurd re dagirtiye. Bi Rûsya,
Emerîka, Îran, Rejîma Bees ya Sedam û Tirkiyê re pêwendiyên wî ji bo
linavbirina rêxistinên Kurd bûye. Lewre darbeyên mezin li netewa Kurd xistiye.
Şerên 92, 95, 97 yên ku bi leşkerên Tirkiyê re êrîş anîn ser gerîlayên PKK’ê,
herwiha rola nayînî ya di pêkhatina komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo de
leyîst, yek ji sersebebê esasyî yê astengkirina Kongreya Netewî ya Kurdan jî
dîsa esereke Barzanî û PDK’ê ye. Di salên dawî de êrîşa ku ji Musulê destpêkir
û xwe gihande Mexmûr û Şengalê jî berhemeke hevkariya Barzanî bi çeteyên DAIŞ’ê
re bû. Dîsa êrîşa ku çeteyên PDK’ê bi ser Xanesora Şengalê de anîn û bû sedema
şehadeta şervanên HPG, YBŞ û nûçegihan Nûjiyan Erhan jî bi telîmata
Barzanî-Erdoxan pêk hat.

Birastî dîroka Barzanî û PDK’ê bi xiyanet û neyariyên wiha
pir e û divê ji hêla gelê Kurd ve tucar jî neyê jibîr kirin. Herî zêde jî jinên
Kurd ku êşa parçebûn û dagirkeriya li ser Kurdistanê bêtir bûye para wan, qet û
qet vê yekê jibîr nekin. Ji ber hebûna vê partiyê û vê zihniyeta ku xwe bi
tevahî radestê siyasetên dewletên dagirker û dijminên Kurdan dike, ji bilî
xirabî û zirarê tiştekê ji bo Kurdan nayîne.

Niha ku referandûm pêk tê, ev mafê hemû gelê Kurd, herî kêm
gelê me yê Başûrê Kurdistanê ye bi hemû beşên xwe yên civakî ve ku derbarê vê
biryara çarenûsaz de, nêrîn û biryara xwe diyar bikirana. Di rewşa heyî de
Barzanî wek karîkatûrê Erdoxan, bi heman rê û rêbazî, her tişta ku dixwaze li
ser gelê Başûr ferz dike. Di esil de ev ne biryareke gelemperî ya gel e, ev
ferzkirina vîna partiyeke serdest li ser gel e. Tenê ji gel re jî hilbijarteka
‘erê’ an jî ‘Na’ hatiye hiştin. Gel ger ku bêje erê jî nabe, bêje na jî nabe.
Herdu jî bikêr nayên, îhtîmala xeteriyan bixwere tînin.

Barzanî dibêje ku armanca me netew-dewlet nîne. Dê dewletek
ku ji hemû pêkhateyan pêk bê, ava bibe, demokratîk bibe(!). Di holê de bi sedan
nakokî û dijbertî derdikevin. Mirov qet nikare pîne jî bike, ji ber rewşa
Barzanî û zihniyeta wî di cewher de bi vê rastiyê nakok e.

Demokrastî têgeheke ewçend berfireh e ku pênasekirina wê
mijara vê nivîsê nîne, lê em tenê têghiştina Demokrasiyê ya bi gelemperî esas
bigirin, dîsa jî Barzanî bi pratîka xwe ya ku ji sala 2003’ê heya niha li
Başûrê Kurdistanê daye meşandin, di sinifê de dimîne. Tu elaqeya PDK û
demokrasiyê bi hev re nîne. Zagona herêma başûrê Kurdistanê li ser şerîetê ava
bûye. Wiha jî nikare were îdeakirin ku mafên civak, takekes, pir-rengî û bi
taybet jî jinê tê de heye. Jixwe bêtirî du sal e bi ser erka Barzanî re derbas
dibe, lê belê kursiya desthilatiyê bernade. Parlemento bi şêweyeke ne rewa
hatiye betalkirin. Parlementer bi astengiyan re rûbirû dibin. Sazî û dezgehên
jin û ciwanan li cihê ku PDK serdest e, hatine girtin. Rojane jin an têne
kuştin, an jî xwe dikujin û li berameberê vê tu helwestek nayê nîşandayîn.
Înfazkirina rojnamevan û kesayetên muxalîf ku rexne li siyasetên PDK’ê digirin,
rûyê herî reş ê vê partiyê ye. jixwe Barzanî di aliyê polîtîkaya ji bo parçeyên
din ên Kurdistanê jî ji bilî neyînîbûnê karîgeriyeke din nekiriye. PDK ji
destpêkê ve bi şêweyeke eşkere dijîtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kiriye û
dike. Ji bo têkbirina destkeftiyên gelê Rojava, herwiha li beramberî têkoşîna
Kurdan ya li Bakûrê Kurdistanê, bêyî ku veşêre hevkariya Tirkiyê dike. Bi
tepisandin û marjînalkirina rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê re jî pêwendî bi
Îran ango rejîma sêdareyê dide çêkirin. Radestkirina bi sedan jinên Êzidî ji
çeteyên DAIŞ’ê jî êdî dilopa herî dawî ya lîwanê ye ku bi ser de dirije.

Lê tişta ku sosrete Barzanî diyar dike ku ew netew-dewlet
pêş naxin. Di vir de jixwe mirov wiha dikare bêje ku Barzanî heta nekariye
bigihîje asta Netew-dewletê jî. Ji ber di zihniyeta ku netew-dewletê ava dike
de herî kêm nasnameya yek netewî zêde derdikeve pêş, aborî, siyaset û
berjewendiyên netewî esas tê wergirtin. Lê PDK ji vê jî mehrûm e. Ango
aboriyeke berbend (vabeste), siyaseteke berbend dimeşîne û bi navê netew tiştek
di holê de nîne. Barzanî nikare û nekariye xwe bigihîne sînorê zihniyeta
netew-dewletê jî. Jixwe di xeyala Barzanî de eşîre-dewlet heye, heke ji vê
kêmekê pêşdetir biçe jî partî-dewlet heye. Dewleta Kurdî (!) ji bo partiya PDK
tê çêkirin. 

Niha li başûrê Kurdistanê civak hatiye birçî hiştin. Siyaset
û birêvebirin bi xwe re dane girêdan. Rojane bi dehan ciwanên başûrê Kurdistanê
ji bêhîvîtiyê xwe li peravê deryayan didin ji bo ku herin Ewrûpa û li wir
jiyaneke din biafirin. Mamoste, karmend, peşmerge di nav xîzanî de dijîn û
nikarin heta heqdestên xwe jî wergirin. Çandinî bi tevahî ji holê rabûye û ger
rojekê deriyên sînorê Xabûr an jî yên Rohilat ji hêla Îranê ve werin girtin
başûrê Kurdistanê dê birçî bimîne. Herwiha di van 15 sal desthilatiya PDK’ê de
yek karxane, kargeh û fabrîqe nehatiye çêkirin. Bajarên başûrê Kurdistanê
kirine navendên bînayên bi çîmento ku ekolojiyê ji holê radikin. Petrola başûrê
Kurdistanê ji Tirkiye û welatên Ewrûpî re diçe, gel di nav xîzanî de digevize.
Jixwe gendelî û diziyên têne kirin bê hed û hesab in. Di haleke wiha de başûrê
Kurdistanê çawa dikare serbixwe bibe. Bibe dewlet? Bibe dewleteke demokratîk!?

Birastî jî Barzanî xwediyê mirî ye, polîtîkayên partiya wî,
rê û rêbazên wî bi tevahî vala ne û ew bixwe ji vê yekê bê agah e, an jî
naxwaze bawer bike.  

Berfîn Tara

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Paylaş212Paylaş132
Önceki yazı

Son Başarısızlık: Afrin

Sonraki Haber

İdlib Başlangıcı ve Türk Devletinin İflası

Son HABERLER

Politik Analiz

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Yayınlayan Lêkolîn
19 July 2026
0
1.4k

Kürt halkı, özellikle son yüzyılda...

Daha fazla okuDetails

Hazreti İbrahim’in Mirası, Kürtler, Yahudiler ve Ortadoğu’da Demokratik Barış Arayışı

15 July 2026
1.6k

Temmuz Sıcağında Özgürlük

14 July 2026
1.5k

İbrahimi Anlaşma, NATO ve Entegrasyon: Ortadoğu’da Yeni Dönemin Kırılma Hatları-EDİTÖRDEN

2 July 2026
1.6k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    847 Paylaşım
    Paylaş 339 Paylaş 212
  • ‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    570 Paylaşım
    Paylaş 228 Paylaş 143
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12870 Paylaşım
    Paylaş 5148 Paylaş 3218
  • TC Savaş Suçu İşlemeye Devam Ediyor!- ÖZEL DOSYA

    12808 Paylaşım
    Paylaş 5123 Paylaş 3202

Bir Devrimin Sessiz Gücü

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

Kalkan: Barışın Kilit Noktası İmralı, Siyasetin Önü Açılmalı

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç