11 Mayıs 2010 Salı Saat 15:31
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
Ziman ji bo hebûna civakekê yek ji sereketirîn şertan e. Bi
boneya vê yekê, em îro li çiyayên Kurdistanê, li ser rewşa zimanê Kurdî, li gel
Endamê Komîteya Ziman û Perwerdeye ya Koma Civakên Kurdistanê, Dildar Satî re,
li ser bişaftin, pirrzaravayî û polîtikayên dewletên dagirker û 15’ê Gulanê,
Cejna Zimanê Kurdî axivîn.
* Birêz Dildar Satî, hûn ê wekî Komîteya Ziman û
Perwerdeyê ya Koma Civakên Kurdistanê, salroja zimanê Kurdî bi kîjan diruşmê
pîroz bikin?
Durişma me ya îsal, gotina Rêber Apo ye, ku dibêje “Ziman
beden e, li bedena xwe xwedî derkeve . Ziman ji bo civakan hêmaneke sereke ye.
Ne çerm, ne xwîn, ne jî tiştine din, nabin nasnav. Çi dibe nasnav? Ziman dibe
nasnav. Nasnava me bedena me ye, em ê li bedena xwe xwedî derkevin. Em ê îsal
bi vê durişmê dest bi kar û xebatên xwe bikin.
* Ji bo îsal hedefên we çi ne?
Em ê îsal, ji bo ku yekîtiya zimanê Kurdî çêbe, bi kar û
xebatên xwe berdewam bib. Dîsa, ji bo ku zimanê Kurdî têkeve binê ewlehiya
makezagonên dewletan, em ê tê bikoşin. Bi taybetî ji bo ku li Tirkiyeyê, zimanê
Kurdî di makezagonê de misoger bibe, em ê piştî cejnê rêzeçalakiyan bidin
destpêkirin.
* Li gorî hinek lêkolînan, di encama asîmîlasyona
dewletan de, li bajarên Kurdan axaftina bi Kurdî axaftin di rêza duyem de ye.
Gelo sedemên vê yekê çi ne? Û ji bo ku bê derbaskirin, çi pêwîst e bê kirin?
Pirseke pirr girînge û dibe ku mirov hinekî bi berfirehî
binirxîne. Çandeke bingehîn tu çaran pêwîstiya nabîne, ku çandeke din ji navê
bibe, tune bike. Li cîhanê, dewletên ku li ser çandan asîmîlasyonê dikin ew
dewlet in, ku ji çandan ditirsin. Ev çand li beramberî çandên din xwe bê hêz
dibînin. Ji ber vê jî, dest davêjin zorê û asîmîlasyonê. Misogeriya çanda xwe
di vê de dibînin.
* Asîmîlasyona li ser Kurdan kingê dest pê kir?
Asîmîlasyona li ser Kurdan di heyna Ereban de dest pê kir.
Vê yekê ji navan dest pê kir. Destpêkê gotin, navên Ereban navên axretî ne û
kesê ku navê wî bi Erebî nebe, ew nikare biçe bihuştê. Bi taybetî li nava
bajaran zimanê deshilatdaran bi hinek tiştên pîroz, wekî zimanê Pêxember Erebî
ye, dibe her kes bi zimanê Pêxember biaxive. Ev asîmîlasyona bi navê olê bû.
Lêbelê ev ne bi darê zorê bû.
* Heta dema Komara Tirkiyeyê, gelo mirov dikare bibêje
bişavtin heye?
Beriya wê jî heye, lêbelê bi sazûman nebû. Lê di dema Komara
Tirkiyeyê de, bişaftin bi sazûmanî pêk hat. Zimanê Împaratoriya Osmanî ji Tirkî
pirr cuda bû. Li Komara Tirkiyeyê, saziyek ji bo zimên hate damezirandin û
zimanekî bi Tirkî hate çêkirin. Ev yek li ser felsefeya yek dewlet, yek ziman,
yek al û yek welat hate avakirin. Ji bo ku zimanê Tirkî bikin zimanê fermî û bi
her kesî bidin axaftin, bişaftin dane destpêkirin. Zimanekî ku li saziyekê
hatibe çêkirin, ew dikare xwe bi darê zorê bide pejirandin. Ji ber vê yekê jî,
kevnartirîn ziman û çand, ziman û çanda Kurdan kirin hedefa bişaftinê.
* Bişaftin bi kîjan amûran hate kirin?
Qedexekirin gava yekem bû. Li vê yekê têr nekir, serê gotinê
5 quriş ceza hate birrîn. Wê dema ku 5 quriş bi miyekê bû. Li gel qedexekirinê,
ji awirê aborî ve Kurd birçî hiştin û yek rê ji Kurdan re vekirî hiştin, ew jî
xweînkarkirin, Tirkbûn bû. Hûn lê temaşe bikin, ji bo ku bi bişaftinê berdewam
bin, YİBO, dibistanên şevînî (leylî) vekirin, ku niha bi tecawizan, bi
destdirêjiya li zarokan di rojevê de ye. Di van dibistanên şevînî de, bişaftina
herî dijwar li ser zarokên Kurdan kirin. Pirraniya kesên ku li van dibistanan
perwerde bûn, di encamê de bûn destikên bişaftinê. Divê em vê demê, ji bo ku ev
dibistan bêne girtin, helmetê bidin destpêkirin. Kurdan jî, an serhildan kirin
û bi komkujiyan re rû bi rû man, an jî ji bo ku têr bin, bi hêminî bijîn, bûn
karmendên dewletan. Rêberiya me jî dibêje, “Kurd bi birçîtiyê têne
terbiyekirin . Kurdan birçî dihêlin û her riyekê ji Kurdan re dihêlin, ku bibin
Tirk, Ereb û Ecem. Ji aliyê din ve jî, kesên ku ev rewş nepejirandin, kuştin,
şikence, zindan ji bo wan rewa hate dîtin.
*Ji bo ku polîtîkaya bişaftinê bê derbaskirin, divê çi bê
kirin?
Kurd divê li çanda xwe vegerin. Armanca bişaftinê ew e mirov
li xwe bike biyanî. Divê gelê me li rastiya xwe vegere û dewlemendiya çanda xwe
nas bike. Tekane armanca bişaftinê heye, ew jî bike, ku mirov ji zimanê xwe, ji
çanda xwe, ji cil û bergên xwe şerm bike. Van wekî sembolên biçûkbûnê nîşan
didin û zimanê desthilatan wekî sembola bilindbûnê, mirovbûnê nîşan didin. Lê
niha di nava Kurdan de jî hinek kes hene, ku dibêjin bi zimanê Kurdî siyaset
nabe, xwendin û nivîsandin nabe, dawîroja wê tune. Ji ber wê, zimanê Tirkî,
Erebî, Farisî dawîroja xwe heye, dibe her kes fêrî van zimanan bibe. Divê em pêşî
li dijî vê feraseta tê bikoşin. Em wisa bikin, ku em li kuçe û kolanan bi Kurdî
biaxivin, navên firoşgehan, kuçe û kolanan, bajar, navçe û gundên xwe bi Kurdî
bibêjin. Dibe ku ev fermî nebe. Lêbelê pêwîstiya Kurdan bi fermiyeta dewletan
nîne. Gelê me dema ku zimanê Kurdî bike axaftina rojane, pêwîstiya Kurdan bi
fermiyeta dewletan çênabe.
Di rastiyê de, bi Kurdî hin tişt nabin. Ew jî, bi Kurdi
perwerdeya derewkariyê, felsefeya derewkariyê, exlaqê derewkariyê û siyaseta
derewkariyê tune.
* Rola kesên siyasetmedar di vê mijarê de çi ye?
Rola van kesan pirr e. Çima ku gelê me li van kesan temaşe
dike û hinekî jî zarî wan dike. Ji ber vê jî, divê hemû kesên ku ji bo Kurdan
siyasetê dikin, bi Kurdî biaxivin û gel han bidin.
* Gel rexne digire, ku li saziyên Kurdan zimanê Kurdî
nayê axaftin. Hûn vê yekê bi çi ve girêdidin? Divê çi bê kirin?
Em cudatiyê naxin navbera zimanan. Em dibêjin, her zimanek
mirovek e. Mirovek bi çend zimanan bizanibe, baş e. Ji bo ku çand û
dewlemendiyên wan bizanibe û xwe dewlemend bike. Dema ku em behsa vê metirsiyê
dikin, ji me re dibêjin, neteweperest. Em zimanê tu kesî biçûk nakin, em zimanê
tu kesî nabişivînin. Neteweperestî bişaftinkirin e. Divê kesên ku di van
saziyan de xebat û têkoşînê dikin bizanibin, ku ziman nasnameya wan e. Çemê
mirov, erdnîgariya mirov nabe nasname. Divê giran be, heta niha jî em têkoşînê
dikin, em giyanê xwe didin, lêbelê em nikarin rastiya civakbûnê, zimanê xwe
biparêzin. Gelê me di vê mijarê de gelek gilî û gazinan dike û dibêjin, di
saziyan de, bi Kurdî axaftin kêm e. Em dubare dibêjin, ziman beden e û heke
ziman tunebe, ev beden nikare bijî. Divê rêveberên saziyan pêşî li mala xwe bi
Kurdî biaxivin. Çima ku ziman di nava malan de bi pêş dikeve û bila her malekê
bikin dibistanek. Saziyên Kurdan divê bibin ciyê perwerdeya zimanê Kurdî.
* Em dixwazin hinek mijarê rojane gotûbêj bikin.
Serokwezîrê Tirkan, Erdoğan TRT 6 û qursan wekî diyarî dide nîşandan û ji
Kurdan re got, “nankor . Hûn vê gotin û siyaseta AKP’yê ya li ser Kurdan çawa
dibînin?
Mirov dikare bibêje, ku di dîroka Komara Tirk de,
polîtîkayên herî xeternak bi destên AKP’yê têne birêvebirin. AKP hem olê bi kar
tîne, hem jî di gotinê de demokrasiyê bi kar tîne. Baş nas dike, ku Kurd
dilsozên ola xwe ne. Wekî gelên din, ji bo ku ji bo berjewendiyên xwe bi kar
bine, nêzîk nabe. AKP ji aliyekî ve Tirkbûnê bilind dike, ji aliyê din ve jî,
ji Kurdan re dibêje, em birayên Misilman in û Kurdbûnê tune dike. Ramyariyên
AKP’yê yên xapandinê di kû de xuya dibin? Di vê pakêta makezagonê de. Heke
AKP’yê bi rastî biratî û Îslam esas bigirta, wê çend xal ji bo Kurdan jî di
nava vê pakêtê de bi cî bikirana. Niha bişaftina klasîk êdî nema dikare
bimeşînin, ji ber vê jî, dest bi hinek rêbazên din kirine. Ew jî, bi zimanê
Kurdan bidûrxistina Kurdan ji çanda wan xistin rojevê. Dîsa, ev gavên ku têne
avêtin encamên vê têkoşînê ne. Dîsa, ev gavên ku hatine avêtin, bingehên wan ên
makezagonî nînin. Ji ber vê jî, AKP bişaftina Komara Tirk a heştê salî temîr
dike û wê bi rengekî din pêk tîne.
Naveroka TRT 6’ê ji bo ziman rolekê dilîze gelo?
Mirov dikare bibêje, ku tu têkiliya vê bi rastiya Kurdî re
tune. Ji bo ku dîroka Kurdî rast bê zanîn, heta niha kîjan bername çêkirine? Ji
bo fêrbûna zimên kîjan bername çêkirine? Çi motîfên Kurdî di TRT 6’ê de hene
gelo? Me hete niha tiştek tê de peyda nekir. Çanda Kurdî tê de tune, bi
devokinan dide axaftin, ew jî Kurdiya resen xerab dike. Mirov dikare bibêje,
TRT 6 amûreke xerakirina zimanê Kurdî ye. Rista vê TRT 6’ê siyasî ye û armanca
wê ew e bi rengekî nû bişaftina Kurdan bidomîne. Çima ku siyaseta dewlata
Tirkan a der barê Kurdan de nehatiye guhertin, heta ku armanca gaveke wiha
biguhere. Heta ku dewleta Tirk bibêje, “yek dewlet, yek ziman, yek al, yek
welat , ne wateya TRT 6’ê, ne jî wateya qursên Kurdî heye.
* Li gorî we, pirrzaravayîbûna zimanê Kurdî divê çawa bê
helsengandin?
Neteweyên cîhanê hemû pirrzaravayî ne. Pirr netew hene, heke
perwerdeyeke giştî tunebe, qet ji hev du tê nagihîjin. Bi dehan zaravayên
Ereban hene, dîsa yê Tirkan jî wisa. Ji ber vê, pirrzaravayîbûn ji bo
netewebûna Kurdan ne asteng e. Lêbelê dewletê dagirker vê wekî amûrekî
dabeşbûna Kurdan bi kar tîne. Ev dewlet ji Kurdan re dibêjin, “hûn nabin
netewe, hûn ji hev du tê nagihîjin û bi vî rengî di serê Kurdan de tevlîheviyan
divên çêkin. Divê li dijî vê siyasetê, konferansên zimanê Kurdî bicivînin û ji
bo ku Kurd baştir ji hev du tê bigihîjin, hewil bidin.
* Rola zimanzanên Kurd di vê mijarê de çi ye?
Mixabin kesekî ji Îngilistanê û Kurdistanê li ser zimanê
Kurdî lêkolînan dike û encamên wan bi cîhanê re parî hev dike, lê zimanzanekî
Kurd wiha nake. Li ciyê xwe rûdinê û li encamên van pirtûkan dikole. Ev şermeke
mezin e ji van kesan re. Divê zimanzanên Kurdan gund bi gund bigerin û li ser
zimanê Kurdî lêkolînan bikin. Niha jî, em çavkaniyên wan kesên biyanî esas
digirin. Divê ev bê derbaskirin.
* Ji bo vê salvegera Cejna Zimanê Kurdî peyama we dê çi
be?
15’ê Gulanê, roja derketina kovara Hawarê ye. Ev di heman
demê de roja hawara Kurdan e. Li dijî dagirkerî, mêtingerî, bişaftinê, hawar û
gotina, Êdî Bes e ye. Ev roj ji bo wê hate diyarkirin. Di heman demê de,
diyariyeke ji bo xebatên Celadet Elî Bedirxan bû. Bi boneya vê rojê, em dîsa
Celadet Elî Bedirxan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wî ditewînin. Ziman nasnav
e û divê gelê me wekî çawa li bedena xwe xwedî derdikeve, wisa jî li zimanê xwe
jî xwedî derkeve. Vê rojê, bi şahiyan, çalakiyan û bi giyanekî selhildanê pîroz
bike.
Ezîz Koyluoglu – ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com -www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info