KURDÎ
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Politik Analiz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Serbest Yazılar
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
KURDÎ
No Result
View All Result

AVAKİRİNA CEYÎŞ EL ŞÎMAL-ARTÊŞA BAKUR

by Lekolin
15 Mart 2020
in Okuyucudan

04 Temmuz 2016 Pazartesi Saat 08:45

Wekî ku tê zanîn piştî ku Hêzên Suriya Demokratîk gelek cihên stratijîk rizgarkirin û pêşketinên cur be cur pêkanîn, ji bo xwedî roleke mezin û bi dehan tugay cihê xwe tê de girtin û wekî hêzek sereke tê dîtin. Ji ber ku nunertiya hemu pêkhateyên di Suriyê de dikin, gelên sivîl bangewazî ji Hêzên Suriya Demokratîk da ku xeta Cerablus, Ezaz rizgar bikin û ji çeteyan xelas bikin, bi taybet cihên wekî Cerablus, Mênbic, Elbab, Mari, Ezaz û Halep

0

21

Wekî ku tê zanîn
piştî  ku Hêzên Suriya Demokratîk gelek
cihên stratijîk rizgarkirin û pêşketinên cur be cur pêkanîn, ji bo xwedî roleke
mezin û bi dehan tugay cihê xwe tê de girtin û wekî hêzek sereke tê dîtin. Ji ber
ku nunertiya hemu pêkhateyên di Suriyê de dikin, gelên sivîl bangewazî ji Hêzên
Suriya Demokratîk da ku xeta Cerablus, Ezaz rizgar bikin û ji çeteyan xelas
bikin, bi taybet cihên wekî Cerablus, Mênbic, Elbab, Mari, Ezaz û Halep.

Hevkariya Dewleta Tirk
û Hewldanên di Xeta Cerablus û Ezaz de

Ji ber ku dewleta Tirkî
yek ji dewletên faşîst yên ku naxwazin ku Kurd bibin xwedî nasnameyeke azad û
bi rengekî wekhev jiyan bikin, bi hemu rengan qirkirinên civakî, siyasî, çandî,
fîzîkî û hwd pêk tîne. Herdem dewleta Tirkî destwerdan welatên din dike li gorî
berjewendî û daxwaziyê xwe di herêmên din de. 

Li ser xeta sînor êrîşên
cur be cur dike, gelek caran topan davêje nava sivîlan hem di Qamişlo û hem de
jî di mile Efrîn de bi hinceta ku DAÎŞ metirsiyekê li ser wan dike, lê li
gorî  gelek agahiyan û rastiyên  ku derdikevin holê, hevkariya di navber wan
de di asteke jor de ye ji ber ku DAÎŞ gelek caran hemu petrol didizî  û difirot dewleta Tirkî, bi taybet ev alîkarî
di milê leşkerî di pêşe. Li kêleka wê gelek tugayî bi navê ku qaşo muxalifên
rejîma Surî ne avakir wekî Sultan Murad, Sultan Muhemed El Fatih, di demê dawî
de xwest  artêşa şoreşê avabike. Bi
taybet di demên dawî de nêzî 1000 leşker derbasî Cerablus kir û nêzî 500 leşker
derbasî Ezaz kir bi tevî 25 endamên MÎT’ê ji bo ku  agahiyên berfireh bigirin û bikaribin  di xeta Cerablus Ezaz xwe bi cih bikin li ser
navê parastina Tirkmenên di herêm de dijîn û herêmeke ewleh avabikin  ji ber wê Erdoxan got ku  xeta Cerablus Ezaz xeta sor e.

Di dema dawî de dewleta
Tirkî DAÎŞ tehdît dike da ku Marî bigira, armanca Tirkî ewe ku dema bixwaze
derbasî herêma Mari bibe û wekî navendeke êrîşkirinê  bikarbîne da ku êrîş Kantona Efrînê bike.

Lihevkirina Emrîkî,
Tirkî, Siudî, Qeterî

Piştî civîna ku li Tirkî
hat li darxistin di navbera Emrîka,Tirkî, Siudiyê, Qeter û hinek fermandarên
tugayên hêzên muxalif yên Suriyê lihevkirinek çêbu ji bo bakurî  Suriyê. Artêşeke nu bi navê Artêşa Bakur hate
ragihandin û damezrênerê artêşê kesê bi navê Reşîd Zemut e. Piraniya leşkerên
wê bi destekdayîna Siudiyê û Qeterê be, Emrîka alîkarî bi balafiran bike di
milê êrîşên hewayî de.

Lê hevkariya Tirkî di
milê cebxane û hesankirina riya sînor ji bo ku derbasî xeta Cerablus Ezaz û
bakurê Heleb ê bibin, ev hêz wê derbas bibe bi hejmareke nêzî 3000 hezar leşker
piraniya wan ji Siudiyê, Qeterê ye. Di avakirina Artêşa Şîmal û aktîfkirina wê
di çalakiyan de armanca Tirkî ewe ku bi rengekî veşartî û di bin sîwana Ceyş El
Şimal destwerdana bakurî Suriyê bike. Di çar rê yan wê derbasbibin, ya yêkemîn
di Tirkiyê wê derbasî Cerablusê bibin, ya duyemîn di Tirkiyê wê derbasî Raî
bibin, ya sêyemîn wê di Tirkiyê derbasî Ezaz bibin, ya çaremîn ber bi Mari ve
biçin.

Avakirina Artêşa Jinê
bi Navê: Herair El Şîmal

Di 20.05.2016 Artêşa
Bakur ragihand ku beşeke taybet ji bo jinan avakiriye bi navê Herair El Şimal,
piraniya jina ji bakurê Helebê ne nêzî 30 jinî hem Ereb û hem Kurd tê de cihê
xwe digirin, jinên Kurd perwerdê zimanê Kurdî didin jinên Ereb da ku bikaribin
li gorî  erka ku ji wan tê xwestin kar û
çalakiya xwe pêk bînin û bi rê ya jinê û zimanê Kurdî derbasî Efrîn bibin, bi
cilê jinên Efrîn yên sivîl û di hundirê bajêr wê xwe bi cih bikin û rêxistin
bikin, ji bo cebxanê dê bi alîkariya derve û hundir wê xwe bi rêve bibin lê
piraniya çekên ji bazirganên herêmê, armanca wan ku di rê ya jinan de çekan bikirin.

Li gorî ku tê xwuyakirin
ceyş el şimal bi rêbazên nu tevger dikin û bi taybet bi rê ya jinan dixwazin
endamê xwe zêde bikin ji ber wê li ser rêbazê şer perwerdeyên leşkerî dide wan.

Sema Şiyar

Kürdistan Stratejik
Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com

 

:” ”

:””

mso-bidi-
” “,” ”

Hevkariya Dewleta Tirk
û Hewldanên di Xeta Cerablus û Ezaz deLihevkirina Emrîkî,
Tirkî, Siudî, QeterîAvakirina Artêşa Jinê
bi Navê: Herair El ŞîmalSema ŞiyarKürdistan Stratejik
Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com 

Tags: araştırmaAVAKIRINABAKURCEYISElkurdiKurdishkurdistanLekolinSIMAL-ARTESATurkishTürkiye
Previous Post

Kürtçe Bilinmeyen Numaralar Servisi 11883 açıldı

Next Post

NATO Ve İngiliz Ordusuna Siber Saldırı

Son HABERLER

Okuyucudan

Batman Belediye işçilerinden AKP-Erdoğan rejimi ve kayyımına İslamiyet dersi

Gün geçmiyor AKP faşist rejiminin,...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.5k
Okuyucudan

Kapitalizm, fabrika ayarlarına mı dönüyor?

Sanayi devrimi ve sonrasında giderek...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.5k
Okuyucudan

Herkes AKP’li olmak zorunda mı? Tabi ki “Hayır!

Her gün bir vekil, bir...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.5k
Okuyucudan

Türkiye Suriyeleşmiyorsa nedeni Öcalan’ın paradigmasıdır

ABD başkanlık seçiminde Donald Trump...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.4k
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et