12 Ağustos 2010 Perşembe Saat 13:11
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji AF’ê re axivî û got ku gelê kurd bi Xweseriya Demokratîk wê xwe birêxistin bike, birêve bibe û destûra bingehîn biguherîne. Bayik, got ku divê gelê kurd tevli referandûmê nebe û wê rojê li mala xwe rûnê
*15’ê Tebaxê îsal 26’emîn salvegera wê tê pîrozkirin di nav civaka kurd de kîjan aliyê wê kuşt û kîjan aliyê civakê bi pêş xist?
15’ê Tebaxê di dîroka PKK’ê û gelê kurd de cihekî xwe yê taybet û bi rûmet heye. Ji ber ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê kurd mîladekê îfade dike. Bi 15’ê Tebaxê gelê kurd li dijî hemû lawaziyên xwe rawestiya, tiştê ku dagirkeran li Kurdistanê bi pêş xist hemû da aliyekî, hest, raman, ruhê azadiyê, kesayeta azad, xwe rêxistin kirin û ketina çalakiyê ji bo xwe esas wergirt û di azadiyê de israr kir. Beriya 15’ê Tebaxê li Kurdistanê jiyan cuda ye û piştî wê cuda ye. Beriya 15’ê Tebaxê dagirkeriyê ji her alî ve li Kurdistanê xwe birêxistin kiribû û xwe dida meşandin. Bi navê kurd û Kurdistanê zêde tiştek nehiştibû û her tişt helandibû. Kêm mabû ku kurd û Kurdistanê ji holê rakin. Neteweya xwe û netewe-dewleta xwe li ser qirkirina gelê kurd, li ser asîmîlasyonê bi pêş dixistin. Wisa fêm dikirin ku encam digirin. Bi navê kurd û Kurdistanê tiştek nehiştibûn, bi rastî jî ger Rêber APO û PKK’ê mudaxele nekiribûna wê encam jî wergirtibûna. Lê Rêber Apo got ku mirov nikare wisa bijî got ku rewşa civaka kurd û mirovên kurd ku tê de ne ji bo me şermeke mezin e. Ji ber vê yekê 15’ê Tebaxê li Kurdistanê her tişt guhert. Di civak û mirovên kurd de guhertinek mezin çêkir. Di zihniyet, exlaq, pîvan, çand û di her tiştê wî de nûbûnek bi pêş xist. Kurdê ku teslîm bûbû û bi xwe bawer nedikir, ketibû xizmeta dagirkeran ku her roj xwe dikuşt û xwe diheland. Rêber Apo ew rakir ser piyan.
Ji ber vê kurdek nû ava bû, civakeke nû ava bû. Her kesî berê kurd nas nedikir, rêz jê re nedigirt. Ji ber ku kurdan bi xwe dest ji her tiştên xwe berdabû û ketibû xizmeta dagirkeran. Piştî 15’ê Tebaxê kurd bi her awayî xwe ji bin nîrê dagirkeriyê derxist û ji bo xwe jiya û têkoşîn esas girt. Li ser vî esasî gav avêt ji ber vê bû xwedî nasname, îrade û bû xwedî nirx.
Lê îro kurd bi Rêber Apo û PKK’ê ve her tiştên xwe wergirtiye destê xwe ji bo azadiyê dimeşe û hemû bedelan dide ber çavên xwe û bi vê sekna xwe baweriyê dide mirovahiyê û gelan. Dibe baweriyeke mezin. Ev bi pêngava 15’ê Tebaxê re çêbû.
*Pêngava 15’ê Tebaxê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn kir?
15’ê Tebaxê destpêkê her çiqas li bakurê Kurdistanê bi pêş ketibe jî tenê ne pêngavek ji bo bakurê Kurdistanê ye. Ne ji bo Tirkiyeyê tenê ye jî. Dibe ku destpêkê wisa dest pê kiribe lê, ev pêngav pêngaveke azadiyê, edaletê, wek- heviyê û demokrasiyê ye. Vê pêngavê çawa li Bakur kurd rakirin ser piyan û bingehek da avakirin di heman demê de bandor li ser kurdên din û li ser beşên din jî çêkir. Ew kurd jî zana kirin, hişyar kirin û ew bi tevger kirin.
Pêngava 15’ê Tebaxê, ne tenê kurd rakirin ser piyan, ruhekî nû da gelê Rojhilata Navîn jî. Gelê ji Rojhilata Navîn dît ku gelê kurd li ber xwe didin û têdikoşin. Gelê kurd ku di Rojhilata Navîn de yê herî lawaz bû û dîtin ku gelê kurd xwe ji vê rewşê derxistiye û baweriyekê pêş dixe ji ber vê gelê Rojhilata Navîn, ji têkoşîna gelê kurd encam derxist û dîtin ku têkoşîn li Rojhilata Navîn bi awayekî rêxistinî encam digire. 15’ê Tebaxê ji bo gelan hêviyek e, pêngaveke dîrokî ye. Ji ber vê yekê em dibêjin Rêber Apo û PKK ev têkoşîn ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelan daye. Lewra jî pêngava 15’ê Tebaxê, pêşengiya têkoşîna hemû gelan dide ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê.
*Dema 15’ê Tebaxê tê gotin serhildan tê hişê mirov, îsal gelê kurd 15’ê Tebaxê wê bi kîjan perspektîfê pêşwazî bikin?
Ruhê 15’ê Tebaxê ne tenê ji bo vê rojê pêwîst bû. Îro jî pêwîst e, sibe jî pêwîst e. 15’ê Tebaxê, ruhek e, ruhekî ku tu bizanibî çawa bijî. Gelê kurd bi wî ruhî qezenc kir û dimeşe. 15’ê Tebaxê ji bo ku li dijî dagirkeriyê, sîstema kapîtalîst û xayinên kurd derket. Me bi pêngava 15’ê Tebaxê şoreşa vejînê pêk anî û pirsgireka kurd ji her alî ve derxist holê ku pirsgirekek wisa heye û divê çareser bibe kurd nemiriye û naxwaze bimire. Hêzên dagirker, pergala kapîtalist modernîte û xayinên kurd bi hev re xwestin ku tasfiyê çêbikin. Her çiqas me polîtikayên wan ên klasîk pûç kirin jî dixwazin siyasetek nû ya kurd çêbikin bi vê jî kurdan bixapînin. Gelê kurd, Rêbertî û PKK’ê ku bikaribin ji hev qut bikin ku îmhayê çêbikin. Ne ku dixwazin gelê kurd qebûl bikin, di destûra bingehîn de mafên wan mîsoger bikin. Dixwazin wê destûra bingehîn biparêzin siyaseta îmha û înkarê berdewam bikin. Rêber Apo dît ku nayên çareseriyê. PKK li ser vê pêngava çaremîn a stratejîk gav avet ku pêşiya îmhayê bigire, xwe bipareze, pêşeroja xwe li ser bingeha Xweseriya Demokratîk qezenc bike. Dijmin dixwaze îmhayê çêbike. Di aliyê dîplomasiyê de bi Amerîka, Ewropa, Israîl, Sûriye Îran, Iraq bi hikûmeta başûrê Kurdistanê re têkiliyan datîne, ji bo tasfiyekirina PKK’ê wan dixe nav liv û tevgerê. Tirkiye ji bo îmhayê çêbike hemû îmkanên xwe dide wan dewletan di hundir de jî, li ser vê siyaseta xwe birêxistin dike. Eger di CHP’ê de Baykal di şevekê de çû û Kiliçdaroglu hate şûna wî ji ber vê ye. Ji bo PKK’ê tasfiye bikin Tirkiye siyaseta xwe ji nû ve bi rêxistin dike. AKP û yên li gel cih digirin Fetûlahî, bi îslama siyasî dixwazin PKK’ê û gelê kurd ji holê rakin. Ji bo ku tevahiya Tirkiye bikin desten xwe, bi awayekî stratejîk nêzî PKK’ê dibin û dijminahiya PKK’ê dikin. Propogandayên xwe, derfetên Tirkiye ji bo vê pêş dixin . Ji ber vê li Înegol û Dortyolê komên faşîst li kurdan zêrandin. Hikûmet bi xwe vê dike. Dibêjin ku MHP ye, dibe ku MHP jî di nav de be, lê yên ku dikin dewlet e, hikûmet bi xwe ye. Bi vê dixwazin li aliyê Tirkiye kurdan bi temamî bişikînin û teslîm bigirin ku kurd li xwe xwedî dernekevin li PKK’ê xwedî dernekevin, têkoşîn nekeve aliye Tirkiyeyê. Bi van êrîşan lîncan bi pêş dixin ku gel li Tirkiye û Kurdistanê teslîm bigirin. Bi vê mebestê dixwazin ku li Tirkiyeyê tu kes li hemberî dewletê nesekine.
Niha li Tirkiye, referandûm jî heye. Ew destûra bingehîn ku di 12’ê Îlonê de çêbû, bi temamî destûreke bingehîn a faşîst e. Kurdan bi tevahî înkar dîke. Demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê naxwaze tasfiyekirina hemû gelan, ol û mezheban esas digire. Li gorî destûrê wê Tirkiye bibe neteweya tirk, dewletek tirk, her kes tirk e divê her kes jî têkeve bin xizmeta tirkbûnê. Ji xwe ew destûra bingehin yek dewlet, yek netewe, yek al, yek ol, ango her tiştî yek digire dest.
LI KURDISTANÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK
Têkoşînê Azadiya Kurd derxist holê ku divê ew destûra bingehîn bi temamî bê guhertin. Destûreke bingehîn a nû divê çebibe. Ew jî li ser vîn, nasname û nirxên kurdan ku kurd bikaribin xwe bi rêxistin bikin, xwe bi xwe azad îfade bikin. Li Kurdistanê bi Xweseriya Demokratîk xwe bi rêxistin bike, bi rêve bibe û ew di destûra bingehîn de cih bigire. Niha li Tirkiye her kes dixwaze ew destûra bingehîn bê guhertin, AKP û Fethulahî jî ji wê sûdê digirin. Dixwazin bi wî rengî her kesî bixapînin ku her kesî tevli referandûmê bibe, bêje erê û ew destûra bingehîn wisa berdewam bike. Dibînin ku kurdên azadiyê dixwazin li dijî wê disekinin, ne dibêjin erê ne dibêjin na. Lewre erê û na jî tevlibûna referandûmê ye û tê wateya parastin, qebûl kirina wê ango îmha û înkara gelê kurd qebûl kirine. Ew dixwazin kurdan bikişînin referandûmê lê divê gelê kurd tevli referandûmê nebe. Li mala xwe rûnê. Eger li Kurdistanê boykot bi serkeftî derbas bibe wê neçar bimînin ku destûreke nû çêbikin. Eger ev jî pêk neyê tê wê wateyê ku di siyaseta îmha û înkarê de wê israr bikin. Dewlet û hikûmet dixwazin destûra bingehîn bi kurdan bidin erêkirin. Referandûmê qezenc bikin di pey re jî hilbijartinê qezenc bikin piştî van jî tevgera azadiyê tasfiye bikin. Armanc ev e! Dewlet, hikûmet û Fetulahî ji bo serkeftina vê referandûmê li gel hevdû tevdigerin. Pêwîst e kurd vê bibînin hemû çalakî û propagandayên xwe li ser vî esasî bi pêş bixin.
Hinek xayinên kurdan jî ji bo ku hikûmeta AKP’ê di referandûmê de bi ser bikeve alîkariyê didin û hevkariyê çêdikin. Eger bi ser bikevin wê pêvajoyeke tunekirinê li ser hemû kurdan bidin ferzkirin.
*Hûn îsal kîjan wateyê li vê 15’ê Tebaxê dikin û ji yên din çi cudahiya wê heye?
EM LI SER RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ DIMEŞIN
Em li ser ruhê 15’ê Tebaxê dimeşin, em ê li ser wê bimeşin û em ê li ser wê jî qezenc bikin. Ku îro me pêngava stratejîk a çaremîn pêşxistiye ji bo em xwe li dijî imhayê biparêzin, em pêşeroja xwe li ser bingeha azadî û demokrasiyê qezenc bikin, ji bo ku em xweseriya demokratik di pratikê de pêş bixin me ev pêngav pêş xist. Divê di serî de gelê me dostên me û mirovên xwedî şeref û demokrat baş bizanibin ji ber ku îmha û tunekirin li ser me ferz dikirin me pêngava çaremîn bi pêş xist. Ancax bi vê pêngavê em dikarin pêşiyê li mirinê, tasfiyeyê bigirin xwe biparêzin û pêşeroja xwe qezenc bikin. Dewlet jî ji bilî îmhayê tiştekî din nafikire. Ji bo vê yekê heta çareserî çênebe di destûra bingehîn de mafên kurdan neyên misogerkirin kurd çekan danaynin. Ev hêz hêza azadiyê ye, ya demokrasiyê ye, ya nirxên kurdan e û ya hebûna kurdan e.
ŞER ŞERÊ ÎRADEYÊ YE
Şer şerê îradeyê ye. Ew dixwazin îradeya kurdan bişikînin. Em jî dixwazin bi îradeya xwe ya azad serfirazî û serkeftinê pêk bînin. Di heman demê de ev tê wateya şikestina îradeya dijmin. Dibe ku qetlîaman bikin, bikevin Başûr û hovîtiyê li ser me ferz bikin, lê me xwe mahkûmî azadiyê kiriye. Em tenê ne ji bo xwe têdikoşin, em ji bo gelê herêmê jî têkoşînê didin. Gelê kurd gelekî pêşeng e. Êdî ne gelekî şikestî ye ji bo azadiyê pêşengtiyê dike. Ji bo serkeftina vê şoreşê, çi bedel pêwîst bike em ê bidin ev ji bo me şeref e. Li ser vî esasî em dimeşin û em ê qezenc jî bikin. Ji bo her kesî serkeftinê dixwazim.
15 TEBAXÊ VÎNA DAGIRKERAN ŞKAND
*Ji 15’ê Tebaxa 1984’an heta niha Tevgêra Azadiya Gelê Kurd rastî gelek komployan û êrîşan hat. Lê hemû dek û dolab pûç kirin û îro bi milyonan dadikevin qadan û her ku diçe di qada neteweyî û navneteweyî de xurtir dibe hûn vê yekê bi çi ve girêdidin?
Kurd di dîrokê de gelek caran rabûne û têkoşiyane. Têkoşînên wan weke ku tê zanîn an şeş mehan an salekê ber dewam kiriye herî zêde jî du salan li ber xwe dane û têkoşînên wan bi komkujî, koçberî, talankirin û bi dardekirinan bi dawî bûne. Ji her alî ve şikestineke mezin hatiye jiyîn. Bi vê yekê re jî wisa li kurdan hati- bû kirin ku gihîştibû wê baweriya ku mirov nikare bi dagirkeran û ev yek mîna qederekê ji xwe re dîtibû. Yekemîn car Rêber Apo û PKK di nav kurdan de ev raman şikand û bi gelê kurd da qebûlkirin û ku bi têkoşînê mirov dikare li dijî dagirkeran ji bo azadiyê têbikoşe û encam jî bigire. PKK bi têkoşînê ev yek afirand.
Ger ku ev tevgêr mîna tevgêren din ên kurd li bin neket, nehat xapandin û ev demeke dirêj bi berxwedaneke mezin dimeşe bingeha xwe ji rêbaz û zihniyeta ku Rêber Apo bi pêş xistiye digire. Ji ber ku ji dîrokê ders derxist. Rêber Apo ji bo rastiya gelê kurd di aliyê civakî û dîrokî de baş lêkolîn kir Tevgêra Azadiya Kurd têk neçû û wê têk neçe.-ANF
Yekta Hêvî
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com -www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info