28 Aralık 2010 Salı Saat 09:08
Endamê Konseya Serokatiya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik daxuyaniyên girîng derbarê Kongreya PDK’ê de da û diyar kir ku ew bixwe jî anîn ziman ku ev kongre dereng darxistine û got “Tiştên ku di kongrê de dan diyarkirin tiştên girîng û baş in. Lê belê kêm in. Van tiştana hîn zûtir dibû ku pêşbixistana. Divêjin ku, me ev kongrê li ser jiyenek bihevrebûn, dad û nûbûnê pêş xist.
Endamê Konseya Serokatiya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê 13. Kongreya PDK’ê û daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî yên derbarê “çarenûsa Kurdan de ji ANF’ê re axivî. Bayik diyar kir ku ev yek dereng pêk hat û diviyabû zûtir pêk bihata û got “Wisa di şerên di navxweyî darazxwarkirin, malbatên kesên ku di vê şerî de jiyana xwe ji dest dane lêborîn xwestin tiştên girîng in. Dereng ma lê baş in. Ya girîng jî ev e ew rastî di pratîkê de çawa pêk werin.
EM BAWER DIKIN KU PDK VANA DI MERIYETÊ DE PÊK BÎNE
Bayik got “Bi vê jî didin diyarkirin ku di PDK’ê de nûbûnek çêdikin. Dadê pêş dixînin û neheqiyê ku hene ji holê radikin, bi Kurdan û hemû cîranên wan bi pêk ve jiyankirin bingeh werdigirin. Ev pir dereng pêk hat. Diviya ku hîn zûtir ev bihatiba. Dîsa hewce dikir ku hîn bi xurtir ev pêş biketa. Ev gava baş e, lê li gor dîtinên min kêm e. Diveya hîn kûrtir bihatiba pêşxistin. Wisa di şerên di navxweyî darazxwarkirin, malbatên kesên ku di vê şerî de jiyana xwe ji dest dane lêborîn xwestin tiştên girîng in. Dereng ma lê baş in. Ya girîng jî ev e ew rastî di meriyetê de çawa pêk werin. Tiştên ku di axaftinê de hatin diyarkirin çiqas erênî bin jî, eger di meriyetê de vana di demê xwe de pêk neyên tu qîmeta wan jî namîne. Em bawer dikin ku PDK’ê vana di meriyetê de pêk bîne û wiha berdewam kir “Çiqas kêm be jî dema vana di pratîkê de pêk bînin, ev ê bikeve di bin xizmeta PDK’ê û Kurdan.
DAGIRKERAN JI ŞERÊ NAVXWEYÎ SÛD WERGIRTIN
Bayik bal kişand li ser şerê navxweyî yê Kurdan û destnîşan kir ku Kurdan ji şerê navxweyî pir zirar dîtin bi bîr xistin ku dagirkeran vê ji şerê navxweyî gelek sûd wergirtin. Bayik derbarê vê yekê de got “. Heke heya îro hîn pirsgirêka Kurd çareser nebûye sedemek jî ev e şerê navxweyî ket di bin xizmeta dagirkeran de, dagirker bi vê şerî dest avêtin Kurdan. Wan şeran hîn mezintir û kûrtir kirin. Ziyanek mezin dan Kurdan. Divê ku Kurd careke din vê riyê venekin. PDK’ê him li Başûrê Mezin yekîtiya Kurdan divê bê pêşxistin, ew parçebûnên ku heyî, nakokiyên ku heyî ji holê rake. Ne ku hemû partî û saziyên ku hene ji holê rabe û wisa yekbûyîn pêş bikeve. Na, ne wisa. Divê ku hemû partî hebin, cudabûna partiyan hebin, ev partiyana hemû jî bi azad kar û barê xwe bikin. Divê di nav cûdabûnan de yekitiya xwe ava bikin
DIVÊ YEKITÎ NETENÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÇÊBIBE
Bayik bal kişand ku ger wisa bê kirin, wê Başûrê Kurdistanê bibe xwedî pergalek demokratîk û azad û got “ Ev pergal him wê bikeve di bin xizmeta Başûrê Kurdistan him jî xizmetê parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Di heman demê de divê ku yekîtî netenê di Başûrê Kurdistanê de çêbibe, di navbeyna Başûrê Kurdistanê û beşên Kurdistanê ên din de jî çêbibe. Xebatek ji bo çareserkirina pirsgirêka beşên din jî divê were kirin. Divê ku Başûrê Kurdistanê hemû derfetên xwe li ser vê esasî bixe di nava tevgerê de. Derfetên xwe yên navneteweyî jî bi kar bîne. Ji ber ku beşên Kurdistanê yên din dema bikevin di nava çareseriyê de wê demê Başûrê Kurdistanê dikare xwe biparêze. Heke beşên din pirsgirêk nekevin di riya çareseriyê wê demê, Başûrê Kurdistan jî nikare bi aramî bijî.. Ew ê herdem di bin xeteriyek mezin de bijî. Ji bo vê ger di nav xwe de demokratîkbûyînî bingeh werbigirin wê ji bo beşên din jî pêş bixin.
DIVÊ KONGREYA NETEWÎ DI DEMEK ZÛDE PÊK BÊ
Bayik wiha berdewam kir:
“Divê ku kongreya Netewî pêk bînin. Divê vê pir bi lêz û zûtir bikin. Ji bo vê xebatek girîng ji niha ve bê pêşxistin. Ji bo ku pirsgirêka Kurd di her çar beşan de bikeve di nava çareseriyê, ev kongra girîng e. Di kongreya xwe de jî balkişandina li ser nûbûnê, û hêviyên gel ji bo me hebûn me ew hêviyana pêk neanî. Lê niha em dixwazin ew bertekên gel çêbûne ji holê rakin, şaşitiyên ku me berê jiyankirin ji holê rakin, di xwe de demokratîkbûyînî ava bikin. Di vê kongreyê bal kişandine li ser van xalan. Di meriyetê de divê li gorî vê rastiyê gavan biavêjin. Yên ku dibêjin em dadê pêşbixin, pêwîste dadê pêk bînin. Ji ber ku gelek bêdadî hebû. Ev bêdadî di serî de hemberî gel û partiyan hate pêşxistin. Rûxandinên gelek mezin bi xwe re anî, gemariyên mezin derxist. Hewce dike ku ev ji holê rabin.
GUHERTIN ÇÊNEBIN WÊ ZIYANÊN MEZIN BIDIN BAŞÛR
Yekîtiya Kurdan û gelên din divê bingeh were girtin. Heke ev gotin û biryarana di pratîke de pêk neyên, li Başûrê Kurdistanê ti guhartin wê çênebin. Dema guhartin çênebin wê demê ew zerara herî mezin bide Başûr û beşên din jî. Divê ev rastî mirov baş bibîne. PDK’ê bi van axaftin û kongreya xwe dixwaze hin gavan biavêje. Vê him li Başûrê Kurdistanê him ji li beşên din ên Kurdistanê jî biavêje. Heke weke ku min bi nav kir tevbigerin wê demê ew hemla wan baş e û dikeve di bin xizmeta tevahiya Kurdan. Heke ev hemla wan tenê ji bo wan be, wê demê navê vê nabe hemle, dibe tiştek din. Divê ev nûbûn ne li ser helandina beşên din be.
Dibe ku hinek bejin me gog da di destê te û tu dikarî êdî gol biavêjî. Dibe hin bixwazin vê hemlê li dijî Kurdên azad pêşbixin, an jî li dijî beşên din vê peş bixin. Lê divê PDK’ê nekeve di nava van şaşitiyan de. Ez di wê baweriyê de me PDK’ê vê neke. PDK’ê ew hemla ku dixwaze biavêje bixe di bin xizmeta Kurdan. Heke vê gavê biavêje, di bin xizmeta Kurdan de wê ew jî qezenc bike. Lê wisa nebe, wê demê zerara herî mezin ew bixwe bibîne.
EM NE LI DIJÎ TÊKILIYÊN PDK’Ê Û TIKRIYEYÊ NE LÊ…
Bayik bal kişand li ser têkiliyên Tirkiye û PDK’ê û got “Em ne dijî pêşketina têkiliyên PDK’ê û Tirkiyê ne, an jî AKP’ê ne. Bila têkiliyên xwe pêş bixin, lê divê ev têkiliyana ji bo xizmetkirina Kurdan be û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan be. Divê têkiliya li dijî Kurdan pêş nekeve. Ji ber ku AKP’ê hemû têkiliyên ku pêşdixe li ser bingeha li dijî Kurdan e. Bi taybetî li dijî Kurdên Bakur û PKK’ê. Têkiliyên ku xizmeta tasfiyekirina Kurdên Bakur neke pêşnaxe. Divê PDK’ê vê baş fêm bike. Divê têkiliyên li ser vî bingehî pêş nexe.
TUNEKIRINA PKK’Ê TUNEKIRINA KURDAN PDK’Ê YE
Ger têkiliyên wisa pêşbixin wê zerarek mezin bide xwe jî. Ne tenê dide PKK’ê. Ji ber ku tunekirina PKK’ê di heman demê de tunekirina Kurdan û PDK’ê ye jî. Ev rastiyek e. Yên ku dixwazin li Bakur Tevgera Kurd tesfiyê bike, beşeke din bi Kurdan re têkiliyeke li ser pêşketina biratiyê çênake. Heke bi PDK’ê re têkiliyeke biratî, azadî, demokratîkbûyîn, li ser nasname û vîna Kurd naskirinê pêş dixin û nas dike, wê demê ew ê Kurdên Bakur jî nas bike û tasfiyê bingeh wernagire. Lê pir bi eşkere dibêjin, em tasfiyeyê bingeh werdigirin. Yên ku li Bakur tasfiye pêşxistî, li Başûrê Kurdistanê têkiliyek li ser nasname û vînê nameşîne. Heke bi Başûrê Kurdistanê re têkiliyê xwe pêş dixin, wê demê dixwazin vê têkiliyê bikin di bin xizmeta ji holê rakirina Kurd. Divê PDK’e vê fêm bike.
Ez bawerim vê fêm dikin û neyên vê lîstîkê jî. Eger neyên vê lîstike wê demê hikimata AKP’ê nikare tasfiye ango ji holê rakirinê çêbike. Wê demê pirsgirêk çareser dibe ev çareserî dikeve di bin xizmeta PDK’ê de jî. Eger têkili di navbeyna AKP û PDK’ê de pêş dikeve, ev li gorî stratejiyek pêş dikeve.
STRATEJÎ Û YEKGIRTINEK XETER JI BO KURDAN
Niha sîstema modernîta kapîtalîzm saziya wê NATO, stratejiyek pêş dixine. Ev jî ev e îslama siyasî. Bi vê statêjiyê dixwaze di Rojhilata Navîn de guhartinan çêbike û encam werbigire. Ji bo vê jî yekitiyê DYE, Tirkiye û Iraq pêş dikeve di nav de PDK û YNK jî heye. dixwazin vê yekitiyê pêş bixin û bi vê yekgirtinê stratejiya îslama siyasî pêk bînin. Eger PDK û AKP têkiliyan pêş dixin ev encamên vê yegirtin û stratêjiyê ne. Ji bo ku vê stratêjiyê pêk bînin, Tirkiye ji alîkî ve alîkariya Îran, Surî û hikumeta navendî ya Iraqê dike, ku bikaribe hikimeta navendî ya Iraqê xurt bikin û ew zordestiye li Başûrê Kurdistanê li ser PDK û YNK çêbike, û ew jî têliliyên xwe û Tirkiye pêş bixin. Hemû kes jî dizane ku di vê stratejî û yekgirtin de Kurdên azad tasfiyekirin heye. tasfiyekirina bakur tasfiyekirina PKK’ê heye. li şûna Kurdên azad, li Bakur dixwazin Kurdên ku zerarê nadin sîstem û NATO ye serwer bikin. Dixwazin di Rojhilata Navîn de tevahiya Kurdan bixin di bin xizmeta sîstemê. Kurdên ku PKK’ê derxistiye holê ji ber ku nakevin di bin xizmeta sîstemê dixwazin van Kurdana tasfiyê bikin. PDK û YNK jî vê baş dizanin.
DIVÊ PDK Û YNK DI VÊ YEKGIRTINÊ DE CIH NEGIRIN
Pêwîste ku di vê yekgirtinê de cih negirin, vê yekgirtinê nexin di bin xizmeta tasfiyekirina Kurdên azad û PKK’ê. Heke vê nekin wê demê Kurd qezenc dikin. yê ku ji başûr PDK û YNK tê xwestin jî ev e. Çi îttîfaq û stratejî li dijî Kurdên bakur û PKK’ê tê pêşxistin pêwist dike ki tê de cih negirin. Derveyê tasfiyekirina Kurdan û PKK’ê yekgirtinê bi cîranên xwe re û hêzên navnetewî re wê pêk bînin, wê demê zerarek nadin Kurdan û dikarin jî pêş bixin. Lê dibe yekgirtin li ser tasfiyekirina Kurdên azad û PKK’ê neyê pêşxistin, yekgirtin û têkilî li ser bingeha berjewendiyê Kurdan were pêşxistin.
Li Başûrê Kurdistanê tiştê ku em PDK û YNK dixwazin û tê xwestin jî ev in. Têkilî û yekgirtina xwe de li ku cih digirin bila bigirin pêwiste gomana çênekin. Ji bo Kurdan jî hewceye aşkere û vekirî bin. Ji bo PKK’ê jî divê wisa bin. Heke aşkere bin, neyên lîstokan û xizmeta tasfiyê nekin, vê çi di alî siyasî û dîplomatîk de dibe çi jî di alî paratîk de dibe. Wê demê pirsgirêka Kurd wê çareser bibe. Madem ku kongra xwe li ser biratî, dad û xwe nûve avakirinê li darxistin, û Mesud Barzanî jî wisa got ‘ di nava Kurdan de careke din şer nabe, Kurd bixwe êdî çarenûsa xwe diyar bikin’ wê demê gavavêtina pratîke jî dibe li gorî van axaftinan xwe biavêjin. Di navbeyna Kurdan de divê yekbûn çêbibe. Jiyanek hevpar û bi arîkarî divê bê avakirin. Kurd bikaribin bi nasnameya xwe jiyana xwe saz bikin û bijîn. Pirsgirêkn xwe jî li ser hîmê demokrasî û azadiyê çareser bikin. Yekitiya di navbeyna xwe de dema avakirin vê yekîtiyê di navbeyna xwe û gelên din de jî avabikin. Tişta ku tê xwestin, tiştên ku gemarî û xirabiyan çêdike û ev xirabiyên ku zerarê dide gelê Kurd ji holê rakirin e. Daxwaziyên xwe jî dibe ku li ser azadiyê pêş bixin.-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info