KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

‘Em Roja Dayîkan Pîroz Nakin, Ji Ber Ku…

15 March 2020
Kategori: Kadın
260 6
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

07 Mayıs 2011 Cumartesi Saat 17:55

Dayîkên Şemiyê di 319’emîn çalakiya xwe de diyar kirin ku ji ben ku “bersivê nadin lêgerîna wan a edaletê” û “gorên ku ew gulan daynîn nîn in” Roja Dayîkan pîroz nakin.

Dayîkên Şemiyê di 319’emîn çalakiya xwe de diyar kirin ku ji ben ku “bersivê nadin lêgerîna wan a edaletê” û “gorên ku ew gulan daynîn nîn in” Roja Dayîkan pîroz nakin. Dayîkan ji ber ku êdî gotin nemaye bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê dest bi çalakiya xwe ya vê hefteyê kirin.

Sibehê Roja Dayîkan e lê ew ne kulîlkan zarokên xwe yên ku hatine windakirin dixwazin. Dayîkên Şemiyê yên ku ji bo zarok û xizmên xwe yên ku hatine windakirin bên dîtin û hebas bê pirsîn bi salan e li ber Lîseya Galatasarayê qêrînên xwe didominîn. Dayîkên Şemiyê di hefteya 319’emîn de jî çalakiya xwe li dar xistin. Dayîkên ku pankarta “kiryar diyar in lê winda li kû ne” û wêneyên windayan rakirin careke din dê Roja Dayîkan bi xemgînî pîroz bikin. Dayîkan beriya çalakiyê anîn ziman ku “sibehê Roja Dayîkan e û êdî gotina ku em bikin jî nemaye” û 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre jî dest bi çalakiya vê hefteyê kirin. Dayîkan dilar kirin ku ev 16 sal in bersivê nadin lêgerînên wan û ji ber ku goreke ku kulîlkan daynin nîn e ewê Roja Dayîkan pîroz nekin. Piştî çalakiya rûniştinê li ser navê dayîkan Songul Oktar axivî û got ku ji ber Roja Dayîkan dê rayedar sibehê jî qala pîrozbûna dayîkan bikin lê ew ê daxwazên dayîkên ku ev 16 sal in aqûbeta zarokên xwe dipirsin nebînin. Otar wiha got: “16 sal in em li vê derê ji ber ku guh nadin daxwazên me, aqûbeta zarok û xizmên me yên ku hatine windakirin nayê ronîkirin, ji ber ku goreke ku em kulîlkan daynîn nîn e, ji ber edalet bi cih nayê em ê Roja Dayîkan pîroz nekin.”

Piştî Oktar, kurê keyayê gundê Akçayurtê ya Henê ya Amedê Mustafa Mehmet Gunkan ê ku di 18’ê tebaxa 1994’an de hate binçavkirin û piştre jî hate windakirin Mehmet Alî Gunkan çiroka windakirina bavê xwe vegot. Gunkan got ku di 13’ê hezîrena 1994’an de li gundê wan pevçûn qewimiye û gund ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin, piştre jî cendirmeyan hemû gundî le qada gund kom kirine û heqeret li wan kirine û piştre jî bavê wî bin çav kirine. Gunkan anî ziman ku bavê wî piştî hefteyeke tê berdan û careke din ji aliyê hevsarê bi navê Hakan ê li Qereqola Cendirmeyan a Topçularê ve hatiye binçavkirin. Gunkan wiha berdewam kir: “Bavê min piştî ku tê binçavkirin û wî dibin qereqolê li ber çavên hemû gundiyan ve wî li helîkopterê tê siwarkirin. Wî dibin ciheke din. Piştre jî êdi min bavê xwe nedît. Her tiştê hevsarê bi navê Hakan dizane.”

Gunkan da zanîn ku piştî ku bavê wî hat windakirin wan serî li Serokomar, Wezareta Karên Hundir û gelek cihan daye lê li gel vê yekê jî tu bersiv negirtine. Gunkan destnîşan kir ku bersiva “bavê we nehat binçavkirin, tenê qazê qereqolê kirin û piştî nîv saetan hate berdan” didin wan. Gunkan bilêv kir ku ew baş dizanin mu bavê wî hatiye kuştin ji ber ku her tişt ber çavên wan qewimî ye. Gunkan di dawiya axaftina xwe de got ku dewlet weke bi hezaran kesên ku di bin çavan de hatine windakirin ji hesabdayînê ditirse.

Piştî axaftinan dayîkan çalakiya xwe bi dawî kirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş206Paylaş129
Önceki yazı

7 Gerilla İçin Yürüyen Kadınlar Beyaz Tülbentlerini Yaktı

Sonraki Haber

Komalên Ciwan: Dönem AKP Polisini Kürdistan’dan Silme Dönemidir!

Son HABERLER

Haberler

Önder Apo’dan Kadın Hareketine Mektup

Yayınlayan Lêkolîn
7 March 2026
0
1.5k

PAJK Koordinasyonu, 8 Mart Dünya...

Daha fazla okuDetails

Kürt Kadının Saçı, Rojava Başarısının Anahtarıdır!

25 January 2026
1.6k

YJA Star: Tek Kurtuluş Yolu Direniştir!

22 January 2026
1.5k

Kastik Zihniyet Bir Kez Daha Şêxmeqsûd ve Eşrefiye’de Kendini Gösterdi

13 January 2026
1.6k

Öne Çıkan Yazılar

  • ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

    553 Paylaşım
    Paylaş 221 Paylaş 138
  • Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

    539 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • Sanatçı Mem Ararat Ne Yapmak İstiyor?

    729 Paylaşım
    Paylaş 292 Paylaş 182
  • BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

    540 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • MİT ve Parastin’ın Kirli Planını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    919 Paylaşım
    Paylaş 368 Paylaş 230

ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

Rojhilat İttifakı: Uluslararası Toplum, İran’ın İdam Suçlarına Karşı Tutum Almalıdır

HPG: Önderliğimizin Özgürlüğünü Sağlama Hedefinden Sapmayacağız

Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

Rusya-Türkiye-Çin İş birliği: İran’a Drone ve Hizbullah’a Silah Desteği- HABER ANALİZ

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç