09 Şubat 2011 Çarşamba Saat 11:21
Endamê Konseya Serokatiya Rêvebir Cemîl Bayik got “Di hedefa AKP’ ê de çareserkirina kêşe û pirsgirêka Kurd nîne, her wiha di hedefa wê de demokratîkbûna Tirkiyeyê jî nîne. Li Tirkiyeyê jiyanek, civakek û kesayetek demokratîk avakirin û pêşxistin di nav armancê AKP’ê de nîne. AKP bi xapandinan û bi bilîkirinê dixwaze demê qezenç bike, leyîstokan dihûne û dixwaze her kesî bi van lêstokên xwe bixapînin û bi vê desthilatdariya (îxtîdara) xwe berdewam bike. Bayik destnîşan kir ku nabe ku hêviyên Kurdan ji vê sîstemê hebin, zehmet e ji nûjeniya sermayeger alîkarî û sûd were.
ndamê Konseya Serokatiya Rêvebir Cemîl Bayik bersiv da pirsên ANF’ê yên derbarê komploya navnetewî de û got “Heta ku em li Kurdistanê vê stratejiyê vala dernexînin, hemû tevgerên wê vala dernexînin û hêviyên wan vala nehêlin tu caran çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl nakin û nayên muzekereyan û bal kişand ku hedefa AKP’ê de çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne.
*Ji bo di vê siyasetê de encam bigirin, çi dikin?
-Ji bo vê siyasetê li Başurê Kurdistanê dewleteke netewe ya Kurd çê dikin, dixwazên li beşê din jî hemû Kurdan neçarî vê bikin, ev dewleta ji bo Kurd bibe hêviyek û hemû Kurd bi temamî xwe bi vê dewletê ve bidin girêdan. Hemû beşên Kurdistanê bixin Başurê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Siyaseta ku rê ve dibin li ser vê bingehê ye. Ji ber ku neçar man li Başur siyaseteke wiha bimeşînin.
Ger Başurê Kurdistanê hikûmetek federal çê bibe, heta dewleteke biçûk ya Kurdan li ser nijadperestiyê çê bibe, wê demê dikarin di beşên Kurdistanê yên din de pêşiya tevgerên azadiyê bigirin. Her sê beşên din jî Başurê Kurdistanê ve bidin girêdan û bi vê jî hemû Kurdan bixin jêr xizmeta berjewendiyên xwe.
GER ÎRO Lİ SURİYE, ÎRAN Û TİRKİYEYÊ PİRSGİRÊKA KURD ÇARESER NABE, SEDEMA WÊ PERGALA NÛJENİYA SERMAYEGER E
Ger îro li Suriye, Îran û Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser nabe, sedema wê pergala nûjeniya sermayeger (modernîta kaptalîst) e. Ev pergala (sîstema) nahêle beşên Kurdistanê yên din pirsgirêka Kurd bigihêje çareseriyê. Ger dewletên dagirker yên weke Îran, Sûriye û Tirkiye bê sînor êrîş dibin ser Kurdan û pirsigirêkê ber bi çareseriyê ve nabin, siyaseta qirkirinê pêş dixin sedemê vê yekê pergal e û wêrektiya van kiryaran jî ji pergala nûjeniya sermayegeriyê werdigirin.
Berê serkêşê vê pergalê Îngilîz bûn, niha jî Emerîka ye. Dema ku Îngilîzan serkêşî û serpereştiya pergala nûjeniya sermayeger (modernîteya kapîtalîst) dikir, cih nedidan Kurdan, jinavbirin, îmha û înkara Kurdan esas û bingeh werdigirtin. Lê piştî ku serkêşiya pergala modernîteya kapîtalîst ket destê Emerîkayê hinek guhertin hatin çêkirin. Ew guhertin jî di encama têkoşîn û xebatên Kurdan de çê bûn, neçar man ku di siyaseta xwe ya Kurd de, di şêwaz û teşe de hinek guhertinan pêk bînin. Di siyaseta xwe ya nû de jî li hember Kurdan guhertina ku çê nekirine ew e ku nepejirandin û neqebûlkirina gelê Kurd ên azad, xwedî vîn û nasname.
Serkêşên pergalê, tenê Kurdên Başur qebûl dikin, ew jî ji neçariyê bû. Nûjeniya sermayeger a Emerîka niha serkêşiyê dike, pêdiviyên wê bi Kurdên Başur hebû û Kurdên Başur, li ser têkoşîna Kurd bûn hêzek siyasî. Niha jî dihizrin ku wê çawa li beşên Kurdistanê yên din nehelên tevgerên azadiyê pêş bikevin û serkeftinan bi dest bixin. Li gorî wan Kurd û Kurdistan tenê Başur e û li beşên din di warê takekesî de (tenê bi dayîna mafên takekesî) pirsgirêk dê were çareserkirin. Wiha dihizirin û wisa jî nêzîkî pirsgirêkê dibin, ji ber vê çendê derfet nadin ku li beşên din yên Kurdistanê de, pirsgirêk çareser bibe. Dewletên dagirker Tirkiye, Îran û Sûriye ji pergala nûjeniya sermayeger ya ku temsîla xwe di Emerîka, Îngîltere û Fransayê de dibîne, ji wan sûd werdigirin bi vî awayî qirkirina siyasî didomînin.
NABE KU HÊVIYÊN KURDAN JI VÊ SÎSTEMÊ HEBIN
Ev siyaseta hanê di gelek cihan de pêş xistin. Çawa ku pirsgirêka (kêşeya) Ermeniyan bi Ermenîstaneke biçûk sînordar kirin û girê dan, pirsgirêka Roman û Romayê bi Yûnanistaneke biçûk ve girê dan, niha jî dixwazin meseleya Kurd jî tenê bi Başur ve sînordar bikin û girê bidin. Bi vê yekê jî dixwazin Kurdan bifetisînin. Dixwazin hemû tiştî bikin qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û leşkerî. Siyaseta ku niha bi rê ve dibin li ser vê bingehê ye. Siyaseta wan ya berê jî û ya îro jî di rastî û cewhera xwe de heman siyaset e tu guhertin têde nîne, guhartineke pir biçûk e.
Ya ku Kurdistan parçe parçe kirin, a ku cih nedan Kurdan û siyaseta îmha û înkarê li ser Kurdan pêş xist, pergala nûjeniya sermayeger (modernîta kaptalîst) e. Nabe ku hêviyên Kurdan ji vê sîstemê hebin, zehmet e ji nûjeniya sermayeger alîkarî û sûd were. Bi taybet di mijara çareserkirina kêşeya Kurd de, pêwîst e Kurd bi xwe bawer bin, li ser hêza xwe rabibin, bi derfetên xwe têkoşînê pêş bixin û bi temamî çarseriyê di xwe de û di nav xwe de pêş bixin. Rêya têkoşînê jî ev e.
*Teşegirtina (formgirtina) polîtîkayên dewleta Tirk ya li ser Kurdan bandora raperîna Şêx Seîd çî ye? Birêz Ocalan vê rojê (15 Reşemiyê) weke ‘roj a nijadkujiya neteweya Kurd’ îlan kir, divê ev çawa were şîrovekirin?
‘EV DEWLET Û PARLEMENTO YA KURT Û TIKRAN E’
-Niha siyaseta qirkirina neteweya Kurd piştî sala 1924’ an û şûnde pêş dikeve. Çima piştî salên 1924’an pêş dikeve? Ji ber ku li Lozanê dewleta Tirk ya ku ava dikin -ya ku li ber avakirinê ye- bi nûnerên pergala nûjeniya sermayeger re li hev rûdinin û diçin tifaqê. Tirkiye vê pergalê qebûl dike û di nav de cih digire, ew pergal jî Tirkiyeya çê bûye, dipejirîne (qebûl dike). Piştî vê peyman û tifaqê netewe-dewleta Tirk êdî Kurdan ji bo xwe wek astengiyeke mezin dibîne ango ger Kurdan neçewisîne, nehelîne û bi her awayî ji nav nebe û ji holê raneke, wê demê dê nikare netewe-dewletê ava bike. Lewra di sala 1924’an de dema dewleta Tirk destûreke nû pêş dixe, di wir de cih nade Kurdan û Kurdan derveyî makezagonê (destûra bingehîn) dihêle. Beriya wê, her dem pêdiviya wan bi Kurdan hebûye, Tirk, bi vî awayî têkoşîn meşandine, lê piştî ku têkoşîna wan digîhêje encamê, di qadên navnetewî de pirsgirêkên xwe jî çareser dikin her wiha pirsgirêkên navxweyî jî çareser dike, tenê li pêşiya dewleta Tirk, Kurd wek asteng dimîne. Ger Kurdan ji holê rakin wê demê dikarin dewleteke netewe ango dewletek neteweya Tirk ava bikin. Yan jî weke salên 1921-22’an wiha nêzîk bibin û raber bikin ku ji bo Kurdan xweseriyê bipejirînin, an jî pêwîst e Kurdan ji holê rakin. Lê wan dewletek neteweyî pejirandibûn û ji bo vê jî çi pêwîst be, dikirin. Ji ber vê gotin ‘yek dewlet, yek netewe, yek ala, yek ziman’ û ev jî kirin daxwaziya xwe ya sereke.
Kurd bi gotina Mûstafa Kemal ya ‘Ev dewlet û parlemento ya Kurd û Tirkan e’, hatin xwapandin. Piştî hemû diyarde û nirxên Kurdan dihatin înkarkirin. Kurdan ev qebûl nekirin û li dijî vê yekê derketin. Ji ber gelê Kurd ev yek nepijirandin, dewleta Tirk çû ser Kurdan. Di sala 1925’an de siyaseta xwe ya nû ji bo Kurdan xistin dewrê.
Ji belavbûna Osmaniyan heta sala 1924’ an siyaseteke wan ji bo Kurdan hey e, piştî 1924’an siyasetek wan ya nû ji bo Kurdan hey e. Bi wê siyaseta xwe jî dixwazin Kurdan ji holê rakin. Hemû Kurd û Kurdistanê dixwazin bixin jêr xizmeta neteweya Tirk. Kurd li dijî wê siyasetê derdikevin, lê çiqas dixwazin li dijî vê siyasetê rawestin jî û li ber xwe bidin jî nikarin bigihêjin encamekê ku di xêra Kurdan de be. Li hemberî raperîna gelê Kurd û têkçûna raperînan, wan bi komkujî, koçberî, êşkence û talanên mezin bersiv dan û her tişt ji destê Kurdan girtin, hemû nirxên Kurdan û Kurdistanê qedexe kirin.
ŞARQ ÎSLAHAT
Di sala 1926’an de jî plana Şark Îslahat’ê (pakkirina rojhelat) pêş dikeve. Qirkirina Kurdan di bingeh û cewherê de bi vê plana Şark Îslahat pêk tê. Ev plana hanê, bi her alî ve plana qirkirinê ye. Di warê siyasî, civakî, abûrî û çandî de qirkirin e. Armanca plana pişaftinê di warê fîzîkî, madî û manevî de Kurd û Kurdistanê ji holê rabike. Qirkirina siyasî di wê demê de dixin pratîkê. Di serî de tevgera dagikerî ya leşgerî pêş dixin û li gel vê kuştuna fîzîkî dest bi dagirkeriya siyasî û aborî pêş dixînin, her wiha qirkirina çandî pêş dixin û di mejî, hest, giyan, raman û hişmendiyê de êrîşan dibin ser Kurdan. Di aliyê maddî û manewî de tunekirina Kurdan ji bo xwe dikin esas û bingeh. Ew siyaseta hanê li ser Kurdan siyaseteke hovane û siyaseteke nû ye. Bi navê Kurd û Kurdistanê çi hey e hemû ji holê radikirin û hemû dixistin xizmeta dagirkeriyê, dagirkerî û netewe-dewleta xwe li ser vê pêş xistin, ev jî bê sînor pêk anîn.
Qirkirina neteweya Kurd di sala 1925’an de dikeve meriyet û pratîkê, ango ev tenê bi serhildana Şêx Sêîd dest pê nake, beriya wê bi Peymana Lozanê û Makezagon (destûra bingehîn) a 1924’an re tê pêşxistin. Lê di sala 1925’ an de vê yekê dixin piratîkê.
Siyaseta qirkirina neteweya Kurd di 1925’ an de dest pê dike û heta roja me ya îro tê. Ji ber vê yekê Rêber Apo got “15’ê Reşemiyê roja qirkirina neteweya Kurd e û ev di sala 1925’an de bi tevgera Şêx Sêîd dest pê dike û heya îro berdewam dike. Di 1925’an de dest bi komkujiyan kirin çi li Bakurê Kurdistanê çi jî li qadên din ev komkujî domandin. Bi çavekî mirî li Kurdan dinêrîn û di wê siyaseta xwe de wisa bawer dikirin ku encam wergirtine, êdî tu kes nikare li hemberî vê siyaseta wan raweste. Eger PKK û Rêber APO mudaxeleyê vê siyasetê nekiribana, wê demê dê encam jî bi dest xwe bixistana. Sedemê encam negirtina wan jî mudaxeleya Rêber Apo ya vê siyasetê bû. Li dijî înkar, îmha, îxanet û teslîmkariyê têkoşînekê hat pêşxistin. Dîrok careke din vegeriya li ser pê û lingên xwe û têkoşîn pêş ket.
Dema mîrov berê xwe dide dîrokê, di kîjan rojê de êrîş birine ser Tevgera Şêx Seîd –Azadî- û di kîjan rojê de Şêx Seîd girtine û di kîjan rojê de darve kirine di heman rojê de êrîş birin ser Rêber APO. Roja girtina Serokatî 15 Reşemiyê ye, roja biryara dardekirina (îxdama) serokatî jî 29 Pûşperê (Hezîranê) dan. Bi vê jî xwestin dîrok dubare bike û vê bi Kurdan bidin qebûlkirin. Ji Kurdan re digotin dîroka we ev e û pêwîst e hûn vê yekê bipejirînin (qebûl bikin). Ji ber vê di heman rojê de Rêberê me darizandin û biryara îdamê danê. Di 15’ê Reşemiya (Sibata) 1999’an de ev kiryar careke din hat dubarekirin, lê vê carê bi awayekî hîn kûrtir bi rê ve birin, ji ber vê 15’ê Reşemiyê ji bo Kurdan roja qirkirina neteweyî ye. Pêwîst e hemû Kurd vê yekê baş têbigihên (fêm bikin). Ev ji sala 1925’an de dest pê dike. Divê gelê Kurd vê rojê weke şermeke mezin bibînin û ji vê rojê şerm bikin û di tarîtiya vê rojê de nejîn.
Çawa ku Rêber Apo û PKK ev dîrok weke şerm dîtin û nexwestin bi vê şermê bijîn, ji ber vê têkoşîn dan pêşxistin. Hêdî hêdî Kurdan jî ev rastî dîtin, li dijî vê şermê sekinîn. Pêwîst e hemû mirovên Kurd vê şermê bibînin û li dijî vê bisekinin.
Ji ber dewleta Tirk li ser bingehê netewedewletê ava bibû û xwe nûkiribû, li gel vê Kurdan di xwe de ew nûbûn çê nekiribûn. Kurd di aliyê rêxistinbûn û hişmendiyê de her wiha di aliyê şewazê têkoşînê de li paşde bûn lewma çiqas ber xwe dabin jî winda kiribûn. Ya din jî Kurdan hêvî nedikirin ku Tirk wan înkar û îmha bike. Di rojên teng de Tirk nêzî Kurdan bibûn û gotibûn ‘Em bira ne, em ê bi hev re vê têkoşînê pêş bixînin, her tiştê me wê bi hev re be û yeksan be’, Kurdan jî ji van sozan bawer kirin’. Sedema windakirina Kurdan a bingehîn jî ev bû sedemên komkujiyên mezin jî ev bû.
*Nirxandina Birêz Ocalan a der barê koployê de ku gotibû, “ Komplo di 12’ saliya xwe de vala derket divê çawa bê nirxandin? Dîsa birêz Ocalan dibêje “bi hukûmeta AKP ê ‘ Komploya kesk’ tê pêşxistin di vî warî de nêrînên we çi ye?
-Armanca komploya navneteweyî ew bû ku Rêbertî, gel û tevgerê ji hev qut bike. Rêbertî ji gel û tevgerê qutkirin û weke destgîrkirina kesek bû. Bi vê jî rewşa Rêbertî têde ye çê kirin û xwestin di warê siyasî de tune bikin. Dîsa gelê Kurd û tevgera azadiyê bêrêbertî bihêlin. Di dîrokê de tê zanîn, yên rêbertiyên xwe çê nekirine û yên çê kirîne lê neparastine, her dem winda kirine. Sedemê windakirina Kurdan ya dîrokî jî ev e Kurdan her dem Rêbertiya xwe winda kirine.
Îro di cîhanê de tu gel nîne ku weke Kurdan bêrêber mirov çi dijî û çi tê serê mirov, dema rêbertî hebe mirov çi dijî, çawa dijî fêm kiribin. Ji ber vê (lewre) di roja îroyîn de gelê Kurd dibêje “ Bê serok jiyan nabe û bê serok jiyan li me heram e . Ger gelê Kurd îro ji wê rewşê derketiye û li ser piyan ji bo azadiyê dimeşe, hemû bedelan dide berçavên xwe, xwe bi azadiyê ve qufil kiriyê û derveyî jiyaneke azad jiyaneke din qebûl nake ji ber vê yekê ye. Ji ber gelê Kurd dizane ku hemû tişt bi riya rêbertî û vê tevgerê bi dest xistiye, ger ev rêbertî û tevger winda bike ew ê her tiştî winda bike. Gelê Kurd ev yek baş fêm kiriye, ji ber vê çendê çarenûsa xwe û rêbertiya xwe kiriye yek. Dibe ku tu gelî ev rastî weke gelê Kurd fêm nekiriye, fêmkirin (têgihiştin) jî azadî ye.
Gelê Kurd di rastiya Rêbertiyê de rastiya xwe û rastiya neyarên xwe baş fêm kir. Gel dibêje “An jiyaneke azad an jî wê nebe Dema Rêber Apo got “komplo têk çûye ji ber hedefa ku komplogeran dabûn pêşiya xwe nikarîbûn pêk bînin. Dixwestin Rêbertî di warê fîzîkî de jî îmha bikin. Lê gelê Kurd û tevgera azadiyê rê nedan wan, ji ber vê nekarîn di warê fîzîkî de Rêberê me tine bikin. Rêber Apo hem li dijî îmhaya fîzîkî, hem jî li hember îmhaya siyasî, îdeolojîk pir tûnd sekinî. Gel û tevger jî Rêber Apo tenê nehîştin û komploger vala derketin. Rêber Apo, gel û tevgera azadiyê yekbûnek pir xurt bi hev re avakirin û nehîştin ti qutbûn bikeve navbera wan. Ji ber vê çendê Rêbertiyê got “Komplo têk çû.
Rêbertiyê, wê dema ku li Zapê gerîllayên Kurdistanê bi lehengî û qehremanî têkoşîyan û arteşa Tirk têk birin giramiya (pirestîja) artêşa Tirk di nav civaka Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê de jî weke berê nema wê demê vê anî ziman. Piştî vê bi rêbazên bîrdozîyî çûn ser Rêbertiyê û xwestin Rêbertiyê teslîm bigirin, bi rêya Rêbertiyê xwestin tevgerê û gelê Kurd teslîm wergirin, her çû êşkence zêde kirin. Li hember vê yekê Rêbertiyê têkoşîneke bîrdozîyî û vîneke (îradeke) bihêz û xurt bi pêş xist nikaribûn di vî şerî de encamek bi dest bixin û bi bin ketin. Wate, çawa li Zapê winda kirin, di vî şerî de jî wendakir. Her wiha xwestin ku di sala 2009’an de di helbijartinên şaredariyê de hinek encaman bi dest bixin, lê di wir de jî gelê me derbeyek mezin li wan da.
Kongreya 10’emîn ya PKK’ê bi awayeke serkeftî hat li darxistin, ji aliyê hişmendî û xetê ve serkeftî bû. Vê jî tevger komî hev kir û xist nava pêngavek (hemleyek) mezin. Komplo û şerê taybet bi kongreya PKK’ê ya 10’emîn derbeyeke mezin xwar. Tirkiyeyê di warê lêşkerî de ji Zapê, di warê rêbazê bîrdozî de ji Îmraliyê, di warê siyasî de jî ji hilbijartinên şaredariyan derbeyek mezin xwer / girt. Vê, ev rastî derxist holê di bin her şert û mercê de tevger û gelê Kurd ji bo azadiyê dê bi berdewamî têbikoşin. Ev hêza jî çêbûye. Ne gengaz e ku tevger û ev gel dest ji têkoşîna azadiyê berbide.
BÊ RÊBER APO, PKK, TEVGERA AZADÎ Û GELÊ KURD SIYASET BIRÊ VE NAÇE
Binketina komployê têkçûna siyaseta înkar û îmhayê ye, têkçûna siyaseta qirkirina neteweyî ye. Ji ber ku dixwestin bi komployê siyaseta înkar û îmhayê bi ser bixin. Her çiqas ji bo komplo bi ser bikeve kar jî kirin, lê belê nikaribûn bi ser kevin. Rêber Apo, tevgera azadiyê, gelê Kurd ev siyaset pûç kir û ev li ber çavên her kesî raxistin. Bê Rêber APO, PKK û gelê Kurd tu siyaset li Kurdistanê bi rê ve naçe û nabe. Dema ku bi Rêber Apo, tevger û gelê Kurd muhatab girtin û bi wan re runiştin, pirsgirêk li ser bingehê azadî û demokratîkbûnê çareserkirin, wê demê siyaset li Kurdistanê dibe. Heta ev pirsgirêk çareser nebe, ne ji bo Tirkiyeyê ne jî ji bo Rojhilata Navîn û pergala nûjeniya sermayeger (sîstema modernîteya kapîtalîst) rehetî çê nabe.
Îro di siyaseta xwe de guhertin çê kirine. Lê di hişmendiya dagirkeran de, guhertin nîne. Ev guhartin jî dîsa ji bo gelê Kurd bi rêbazên cûda îmha bikin, pêk anîn. Bi taybet di aliyê textîk de, di warê stratêjîk û hişmendî de guhertin nîne.
*Ev guhertin çi ne?
-Weke berê nabêjin Kurd nîne, dibêjin ‘Kurd hey e’, lê Kurdên çawa? Kurd weke gel napejirînin. Kurdan weke kes digirin dest û li gorî xwe dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Û dibêjin ‘Me pirsgirêka Kurd çareser kiriye, me TRT6 vekiriye, me hinek gav avêtine, di bingehê de me çareser kiriye, dibe ku hinek xalên biçûk mabin em ê wan jî çareser bikin tenê li holê terorîzm hey e’. Wê ‘terorîzm’ jî ji holê bê rakirin, siyaseta xwe ya berê ya xapandinê dixwazin bo careke din pêş bixin û encam bigirin.
Ger Kurd hebin, wê demê gelê Kurd hey e, ger miletek hebe wê demê neteweyek hey e ku ev gel hey e. Ev gel yeko yeko çawa hey e?! Gelek bê takekes nabe,takekes jî bê gel nabe (gel ji takekesan, takekes jî ji gel pêk tên). Eger Kurd hene wê demê mafê wan ê gelî hene (mafên kolektîf, mafên neteweyî), ne yên takekesî. Di vir de lîstokên pir zirav dilîzin û dihûnin, her wiha ev lêstokana pir sivik in. Wisa didin diyarkirin ku dest ji siyaseta înkar û îmhayê berdane, Kurd û vîna Kurdan qebûl dikin siyaseteke nû dane pêşiya xwe û bi vê siyaseta demokratîk bi temamî dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Dixwazin hemû kesî bi vê siyaseta xwe bixapînin. Tenê vê nahesibînin, Kurd, ne Kurdên berê ne, çiqas bi siyasetên xwe yên zirav bixwazin Kurdan bixapînin jî, nikarin wek berê Kurdan bixapînin.
DI HEDEFA AKP’Ê DE ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD NÎNE
Kurd êdî di azadiyê de pêdagir (bi israr) in û dest ji azadiyê jî bernadin. Pêwîst e hemû dewletên dagirker û pergala modernîteya kaptalîst û hemû hêzên ku nûnertiya vê pergalê dikin vê rastiyê baş bibînin. Îro AKP wiha dide diyarkirin ku Kurdan qebûl dike, di siyaseta xwe de qaşo dixwaze bi rêbazên siyasî û demokratîk vê pirsgirêkê çareser bike, li ser vê bingehê propaganda dike.
Di hedefa AKP’ ê de çareserkirina kêşe û pirsgirêka Kurd nîne, her wiha di hedefa wê de demokratîkbûna Tirkiyeyê jî nîne. Li Tirkiyeyê jiyanek, civakek û kesayetek demokratîk avakirin û pêşxistin di nav armancê AKP’ê de nîne. AKP bi xapandinan û bi bilîkirinê dixwaze demê qezenç bike, leyîstokan dihûne û dixwaze her kesî bi van lêstokên xwe bixapînin û bi vê desthilatdariya (îxtîdara) xwe berdewam bike.
AKP RÊXISTINEKE ERMÎKAYÊ YE
AKP rêxistineke Emerîkayê ye. AKP sîxûrê Emerîka û pergala nûjeniya sermayeger (modernîte kapîtalîst) e. Piştî ku Sovyet belav bû û şûnde stratêjiyek nû pêş ket, ew jî stratêjiya îslama siyasî ye. Ango îslama nerm. Dixwazin Rojhilata Navîn bi tevahî li ser vê stratêjiyê ji nû ve birêsin û rê bixin. Bi îslama nerm jî hemû herêmê bixin di bin xizmeta xwe.
Dewleta Tirk dewleteke NATO’yê ye. NATO jî saziyeke pergala sermayegeriyê ye û stratêjiya wê di pratîkê de pêk tîne. Berjewendiyên nûjeniya sermager diparêze. Di nav dewletên Rojhilata Navîn de dewleta ku di nav NATO yê de cih digire, dewleta Tirkiyeyê ye. Hîn di salên 1980’ an de bi înqîlaba leşgerî ya faşîst, Emerîka, Îngilîz û Îsraîl bingehê stratêjiya NATO’yê li Tirkiyeyê avêtin. Hetanî 2000’î ji bo bingeha wê, li Tirkiyeyê amedekarî kirin. Li ser vî bingehî operesyonek di warê aborî û siyasî de li ser hikûmeta Ecevît hat pêşxistin. Hikûmeta Ecevît xistin û partiyên heyî jî belav kirin. Di sala 2002’an de jî AKP anîn ser hikûmetê. Ev bi destê NATO’yê çê bû bi taybetî li ser bingehê derbeya 12’ê Îlonê hate pêşxistin. Lê yên ku bi Peymana Lozanê di 1924’ an de bi destûreke bingehîn Tirkiye avakirine û yên xwe xwediyê Tirkiyeyê didîtin, nedixwestin AKP were ser desthilatdariyê. AKP û îslama siyasî ya nerm nedipejirandin. Ev îslama nerm li dijî berjewendiyên xwe didîtin. Lewra heya sala 2005’an jî li dijî wê sekinîn û ber xwe dan. Lê belê bi bûyara Şemzînanê ew berxwedan hinek hate şikandin. Di sala 2007’an de jî hevdîtîna Erdoxan û Buyukanit ya Qesra Dolmabahçeyê çê bû tifaqek pêk hat. Bi vê tifaqê cih dan AKP’ê . Li ser vê bingehê hevdîtin di navbera Erdogan û Bush de pêk hat. Di vê hevdîtinê de biryar girtin ku PKK’ê ji holê rabikin, ji ber vê Bush got “PKK neyarê Tirkiye, Iraq, gelê Iraqê û neyarê Emerîkayê ye. Ev bi aşkera îlan kir.
Xwestin ku di 2008’an de PKK’ê tasfiye bikin û bi vê jî stratejiya xwe pêk bînin. Bi tasfiyekrina PKK’ê tifaq û stratêjiya xwe li heremê berfereh bikin, encam bi dest bixin. Piştî vê tifaqê êrîş anîn ser Zap’ê, êşkence birin ser Rêber Apo. Ger îro AKP li ser îxtîdarê ye ev hemû bi destê NATO, Emerîka, Îngilîz û Îsraîlê pêk hatiye. Bi vê Tirkiye amede kirin ku di herêmê de rola xwe pêk bîne û stratêjiya îslama siyasî pêş bixîne. Li gorî vê stratêjiyê Emerîkayê tifaq pêş dixistin, ew tifaq sê alî ne. Di nav vê tifaqa sê alî de Tirkiye, Iraq –digel Kurdên Başur jî- û Emerîka têde cih digire. Emerîka ji bo ku îslama sîyasî li Rojhilata Navîn serdest bike û bi riya vê siyaseta îslama nerm dixwazin hemû herêmê têxin jêr xizmeta xwe. Dixwazin wisa bikin ku bi vê siyasetê tu kes nikaribe li dijî vê stratêjiya wan raweste.
AKP SÎXÛRÊ PERAGALA NÛJENIYA SERMAYEGER E
Di demên Sovyetan de Emerîka û NATO Kimbera/xeta Kesk li dijî sosyalîzmê pêş xistin. Tevgerên îslamî li dijî sosyalîzmê bi kar anîn, bi vê jî sosyalîzm belav kirin. Wê demê jî Tirkiyeyê roleke mezin lîst. Di vê çarçoveyê de di Tirkiyeyê de înqilaba/derbeya lêşkerî pêk hat. Piştî hilweşandina Sovyetan îslama nerm pêş xistin. Li hemberî Sovyetan îslama hişk pêş xistibûn, lê niha îslama nerm pêş dixînin. Ev jî bi destê AKP’ê li Tirkiye û Rojhelata Navîn pêk tê. Lewre AKP, sîxurê pergala nûjeniya sermayeger (modernîteya kaptalîst) e. Her tişt bi destê AKP’ê tê pêşxistin. Divê hemû kes vê bizanibin û bibînin. Ev siyaseta wan hîn bi encam nebûye, lê dixwazin vê bi makezagonek (destûrek bingehîn) ya nû bi cih bikin, li gor wan ew guhertin wiha dê temam bibe. Ji ber vê çendê girîngî didin hilbijartinan. Ger serkeftî derkevin wê demê li gorî xwe dikarin PKK’ê tasfiye bikin.
AKP’ê hevkarî û tifaq bi Gladîo re çê kir. Li Tirkiyeyê, NATO’yê berê pergala Gladîo pêşxistibû, her tişt di bin xizmeta wê Gladîoyê de bû. Piştî tekçûna Sovyetan Gladîo belav kirin. Sedemê belavkirina Gladîoyê jî ew bû ku stratejiya NATO’yê li dijî Sovyetan bi ser ket ji ber vê li gelek weletan ew pergala Giladîo belav kirin û di hin aliyan de jî guhertin. Lê li Tirkiyeyê Gladîo belav nekirin. Ji ber têkoşîna PKK’ê li Tirkiyeyê hebû, ji ber vê belav nekirin. Desthilatdarên Tirk digotin ‘li Tirkiyeyê PKK hey e, em nikarin Gladîoyê belav bikin, ger em hilbiweşîne û belav bikin, wê demê em ê têk biçin û em ê nikaribin xwe û pergala NATO’yê biparêzin’.
Dema ku PKK’ê siyaseta dagirkeran û hevkarên wan a li Kurdistanê, da îflaskirin (milfiskirin), siyaseta wan kete nav xeteriyan, wê demê di siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan de guhertin çê kirin, di pergala xwe ya Gladîoyê de jî hinek guhertin çê kirin. Ew Gladîo ya kevn li Tirkiyeyê nîne, Gladîo nû hate pêşxistin, ew jî Gladîoya kesk e. Ji ber ku stratejiya kesk hate pêş xistin, sermaye, sazî, rêxistin, siyaset û polîtîkaya kesk hate pêşxistin. Di Gladîoyê de jî Giladîoya kesk pêş xistin. Niha ew Gladîo û AKP di nav tifaqekê de ne, bi hev re li hember PKK’ê di nava tifaqêkê de ne û siyaseta înkar û îmhayê li ser gelê Kurd dimeşînin.
*Gelê Kurd li hemberî vê helwest û têkoşîneke çawa bide raberkirin?
-Niha AKP dibêje, ‘Me li hemberî Ergenekonê darizandin da destpêkirin, derveyî dewletê çi hêz hene em derdixînin holê û ji wan hesab dipirsin û hêzên ne rewa bin, em hesab ji wan dipirsin, wan belav dikin û hesab ji wan dixwazin’. Bi vê darizandinê xwe wek demokrat û azadîxwaz didin nîşandin. Gelek kes jî ji wan bawer dikin.
Dadgeha Ergenekonê di encama operesyona Zapê de pêş ket. Ger li Zapê gerîlla bi ser neketana, darizandin û dadgehek wiha pêş nediket. Heta îhtîmal hebû AKP ji îxtîdarê biketa û endamên wan têketana zîndanê jî. Lê gerîlla derbek mezin li artêşê da, pirestîja artêşa Tirk xist û lewaz kir. Di encama vê de Emerîka û AKP’ê ji vê sûd wergirtin. Yên ku li Kurdistanê li dijî PKK’ê şerdikirin û digotin, ‘Em ê PKK’ê tasfiye bikin bê encam man û winda kiribûn, her wiha tasfiye pêk nehatibû, bi ser de jî giramiya artêşê nemabû, berovajî vê PKK serkevtî bû’. Lê Emerîka û AKP’ê ji vê binkeftinê artêşê li gor berjewendiyên xwe sûd girtin û di encamê vê binkeftinê de dadgeha Ergenekonê derxistin holê. Hin kesên ku pir eşkere bûne ku hin qetliyam pêk anîne hatin girtin û di dadgehan re derbas dibin. Lê ev kesana çi rêbazên şerê qirêj hene, li hember gelê Kurd li Kurdistanê pêk anîne. Hin kes jî hene, hê aşkera nebûne, lê di şerê xwe yê li dijî PKK’ê de bê encam mane. Yên ku nayên stratêjiya nû ya îslama nerm û îslama nerm qebûl nakin, hatine girtin. Di 2007’an de artêşa Tirk, Erdogan û Emerîkayê tifaq pêk anîn. Kesên ku ev tifaq nepejirand û bi ser neketin, hatin girtin.
LI TIRKIYEYÊ GLADIO JI BO STRATEJIYA EMERÎKA HAT PÊŞXISTIN
Li Tirkiyeyê Gladîo ji bo stratejiya Emerîkayê pêk bîne hate pêşxistin. Ev tifaqa bi destê pergalê pêk hat. Erka Gladîoyê ew e ku stratêjiya sîstema kapîtalîzmê ya NATO’yê daniye, bimeşîne. Sratêjiya îroyîn, îslama siyasî ye ango îslama nerm e. Gladîo û AKP ji bo vê kar dike. AKP îro li gorî vê stratêjiyê senteza îslam-tirk wek esas digire. Weke berê Tirkê reş, Tirkê spî esas nagire, li gorî stratejiya xwe ya nû Tirkê kesk esas digire. Di çarçoveya vê stratêjiyê de gelek gav avêtin ev gavana hîn jî temam nekirine. Tirkiyeyê di demek navberî (demek veguhertinê) de derbas dibe, dê bi hilbijartinan û destûrek bingehîn temam bike. Ger vê temam bike wê demê Tirkiye di bin xeteriyê de derbikeve. Ger Tirkiye û AKP’ê hilbijartin bi serkeftî bi dawî kir, wê li gorî xwe destûreke bingehîn pêş bixîne û wê destûrê bikin bingehê tasfiyekirina PKK’ê û gelê Kurd. Bi vî awayî, xwe ji pêvajoya xeter ya navberî derbixîne. Ger Tirkiye li gorî vê stratejiyê bimeşe rola ku pergala NATO’ ê daye wê di heremê de pêk bîne. Pêwîst e mirov fersendê nede wan. Dema AKP keys û fersend nebîne, nikare vê stratejiyê jî bimeşîne, her wiha pergala modernîteya kapîtalîst ya NATO’yê jî nikare vê stratejiyê bimeşîne. Ev stratêjiya wan pêk neyê wê demê dê derbeyek mezin bigirin, ev jî dê bikeve jêr xizmeta gelê Kurd û hemû gelên Rojhelata Navîn. Dema wisa be wê Rojhelata Navîn de riya azadî û demokarasiyê pêş bikeve.
Îro em dibînin li Rojhelata Navîn li Tûnis û gelek dewletan hinek tevger li gorî wê stratejiyê çê dibin û pêş dikevin. Sîstem û rejîm êdî îflas kirine, tiştekî bidin gelan nîne. Gel ji vê nerehet e lewra dest bi têkoşîn û berxwedanê dike. Pergal jî dixwaze ev rejîm tasfiye bibin û tevgerên ku hene têxe bin kontrol û xizmeta sîstema xwe. Bi vê jî gel nikaribe xeteke nû li herêmê pêş bixîne. Belkî xeta gelan ya azadiyê lewaz e, bê rêxistin e lê derfetên wan hey e ku pêş bikevin, ji ber hêviya gelan ne ji rêjîman ne jî ji pergalê maye. Pergal jî vê bi xeter dibîne û dixwaze bi stratejiya îslama nerm pêşiya vê bigire û di vir de jî roleke mezin jî dide Tirkiyeyê.
Ger em dixwazin komployê bi temamî pûç bikin û vala derxînin, qirkirina neteweya Kurd bi dawî bikin, azadî û demokrasiyê pêşve bibin pêwîst e em li dijî bilîkirin (mijûlkirin), xapandin û lêstokên AKP’ ê rawestin û em nehêlin weke ku ew dixwazin di hilbijartinan de serkevin û encam dest bixin. Em nehêlin ku ew destûrek bingehîn li gorî dilê xwe derxînin. Dema ev pêk were, wê demê ne tenê AKP, NATO û sîstema sermagerî jî dê ji vê encaman derbixîne. Ji ber ku dê sîstem û stratêjiya îslama siyasî îflas bike. Kengê ev stratêjî îflas kir, wê demê meseleya Kurd çareser dibe. Wê demê dê azadî û demokrasî pêş bikeve. Heta ku em li Kurdistanê vê stratejiyê vala dernexînin, hemû tevgerên wê vala dernexînin û hêviyên wan vala nehêlin tu caran çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl nakin û nayên muzekereyan. Pêwîst e hemû mirovên Kurd û aliyên demokrat û sosyalîst, lîberal û yên welatparêz vê rastiyê têbigihên.
Ger îro pirsgirêk çareser nabe sedemê vê astengiyê, nûnerên pergala kapîtalîst û saziyên wan e. Ji ber vê AKP nayê çareseriyê, ji ber hêviya wan hey e ku wê bi îslama siyasî Kurdistanê rêxistin bikin û bi ser kevin.
XWESTIN PKK’Ê TECRÎD BIKIN
Xwestin PKK’ê li hundir û derve tecrîd bikin. Ev rêbazên wan yên tecrîdê encam neda, AKP û fetullah têr nekir, ji ber vê hîzbûlah jî berdan û bi vê dixwazin hîzbûllahê rewa bikin. Dixwazin hîzbûllahê paqij bidin diyarkirin, ew şebekaya cîneyatan ya hîzbûllahê dê têxin nav liv û tevgerê tenê ji bo stratejiya xwe li Kurdistanê bi ser bixin. Pêwist e em xwediyê îslama rast û çanda wê derkevin. Ji ber ku Îslamiyet jiyanek e, wîjdanek e. Îslamiyet ne wisa siyaseta îxtîdar, aborî, xapandin, qetliyam û diziyê ye. Divê hemû kes bizanibin ku tu têkiliya AKP’ê, Fetulah (Gulen) û Hizbûllahan bi Îslamiyetê re nîne. Îslamiyetê ji bo îxtîdar, aborî û sextekariyê dimeşînin ji bo wan Îslamiyet, amêreke niximandinê ye. Dixwazin gel bi qilifê Îslamiyetê bixapînin. Gelê Kurd bi dînê xwe ve girêdayî ye. Gelê me Misilman e û Misilmantiyê ji dil ve dijîn. Ew dixwazin vî aliyê gelê me bi kar bînin. Qey/ heçko gelê me, ne Misilman e, ew ê gelê me bikin Misilman. Ji bo vî jî diyanet ketiye hereketê û komên îşraat çê dikin. Ew heqaretek mezin e ji bo Kurdan. Kurd divê li dijî Îslama siyasî derkevin.
Bi boneya roja qirkirina neteweyî pêwîst e hemû Kurdên xwedî şeref bêjin, êdî bes e, êdî em bi vê şermê najîn. Ji ber ku dîlgirtina Rêbertî dîlgirtina gelê Kurd, dîlgirtina mirovahiyê û Kurdistanê ye. Kesên ku dibêje em mirov in, Kurd in û ez naxwezim qirkirin û koletî wêndabûnê bijîm, ez dixwazim azad bijîm pêwîst e êdî bi vê şermê nejîn. Bi rastî ev şermeke mezin e, îro Rêberê me li Îmraliyê di bin hovîtiyê de dijî. Ji bo ku em xwe ji vê şermê xilasbikin pêwîste em li dijî stratejî û saziyên îslama siyasî bisekinin û vala derxînin. Pêwîste em li xwe xwedî derbikevin û xwe biparêzin. Em ji bo azadiya xwe têkoşîn û serhildanên mezin bikin, têkoşîna bîrdozî, siyasî, dîplomatîk, rêxistinî, civakî, çandî, exlaqî (rewiştî) di hemû qadên jiyanê de pêş bixînin. Li ser me, ne tenê qirkirineke leşkerî hey e, qirkirina hişmendî bigire heya qirkirina çandî, jiyanî, madî û manewî hey e. Pêwîst e em li dijî vê bi her awayî rawestin. Êdî em koletiyê nejîn, em bi şermê re nejîn. Ya azadî! Ya azadî! Ya azadî! Wê demê em ê bikarin encam werbigirin. Dibe ku em bedelan bidin, lê em ê encamê hêja bi dest bixin.-ANF
Şevîn Murad Bîngol- Medya Dêrsîm
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info