24 Şubat 2011 Perşembe Saat 09:19
Yekemîn gêrîlaya jin a Kurd Besê Anuş, netenê ji bo tekoşîna azadiya Kurd, ji bo dîroka Kurdistanê xwedî cihekî hêja ye û nayê ji bîrkirin. Di demek Kurdînî qedexe bû û behsa tu mafê jinan nedihat kirin, jina Kurd a yekem xwe bi rêk xist, di pevçûna sala 1981’ê ya bi leşkerên Tirk re pêk hat de jiyana xwe ji dest da. Hevalên wê, piştî salan ew vegotin…
Besê Anûş sala 1961 li gundê Esmapûrû ya navçeya Bazarcixa Mereşê ji dayîk bûye. Rewşa aborî ya malbatê asayî bû. Gava Besê hîn zarok bû, malbata wan koçî Bazarcixê bûn. Ji ber wê demê zêde şensê xwendinê yê zarokên keç tune bû, Besê heta refa yekem a dibistana navîn xwend.
Di temenê biçûk de dizewice, lê dest ji berpirsyartiyan bernade. Piştî li gelek cihan xebitî, vê carê dest karê terzîxaneyan kir. Salên ciwantiya Besê, li rastî salên ku ba û bahoz li cîhanê diherikîn hat. Besê Anûş, wek jinek, Kurdek û Elewiyek, nakokiyên wê pir zêdetir bûn. Di salên 1970’yan de, cihek ku yekemîn car malovanî ji Tevgera Azadiya Kurd kir Bazacix bû. Li wir nakokiyên Kurd-Tikr û Elewî-Sunnî di asta herî jor de bûn.
Van nakokiyan di demek nêzîk de Besê bi tevgera ciwanên Kurd a li Kurdistanê PKK’ê da naskirin. Ev ciwan di nava gel de wekî ‘Apocî’ dihatin nasîn. Di dema avakirina PKK’ê de, Besê jî wek hemû kadroya gund bi gund digere û ji wana re behsa nasnameya wan a rast dike û dest bi rêxistinkirinê dike.
DESTPÊKÊ WÊ JINAN BI RÊXISTIN KIR
Di demek kin de Besê Anuş ji ber xebatên xwe yên bi taybet di nava jinan de dimeşand hat naskirin. Fedekariya di dema xebatê de dikir, ji aliyê herkesê ve hat dîtin. Vê yekê jî Besê Anuş navdartir dikir. Apocu jî di demek kurt de li Bazarcix û Kurdistanê bi bandor dibin. Zextên piştî derbeya 12’ê îlonê dest pê kirin, berê xwe dan tevgera Apocu jî.
Di nava kesên ji aliyê leşkeran ve dihatin lêgerîn Besê Anuş jî hebû û ji ber wê jî ber xwe dide herêmên bejahî. Besê jî li çiyayan qet ne biyanî ye, li wir jî xebata bi fedekarî dike. Besê ji ber ku bi temen ji hevalên xwe ji hevalên xwe mezintir bû, tecrûbeyên xwe ji wana re dibêje.
Gêrîlayek ku wê demê bi Besê re jiyayî wiha behsa roja destpêkê ya naskirina wê dike “Min rojek serê sibê, demjimêr 04.00 min besê dît. Bi temen ji min mezintir bû. Hat û ez himbêz kirim. Meznahiya çavên wê bala min kişand. Pir xweşik bû. Wê demê min ji xwe re got ku pir xwîngerm e.
‘EM ÇIYAYAN XWEŞIK BIKIN…’
Besê weke di jiyana bajaran de, li çiyayan, di nava gêrîlayan de xwedî disîplîn û bername bû. Bi taybet di warê nobetê de pir baldar bû. Dema diçû gundan, tu carî bê nobedar nedibû û ev bibû wek rêgezekê. Hevalek vê taybetmendiya wê wiha behs dike:
“Ez ji serdestiya Besê ya li jiyanê pir bandor bûm. Her çendî nû bû jî, lê têkiliya wê bi jiyanê re danîbir Kevin bû. Hertim ji hevalan re digot ku divê em li çiyayan jiyanê xweş bikin.
Besê Anuş di heman demê de yek ji fermandarên jin bû û digot divê ji bi xwe, xwe li ser lingan bigirin. Anûş pir girîngî dida perwerdeya gêrîlayan, jixwe hertim digot yek ji xeyalên wê ew e ku piştî azadbûna Kurdistanê perwerdekirina jinan bû. Besê di bihara sala 1981 de di pevçûna li gundê Musolar ê Bazarcixê de jiyana xwe ji dest da.
Besê Anûş yekemîn jina Kurd a ku di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dayî, bû nîşana gêrîlayên jin ên Kurd. Zîlan, Nûda, Zekiye, Ronahî, Bêritan, Bêrîvan, Şîlan, Viyan, Sorxwîn, Zeynep, Nûcan û bi sedan jinên Kurd ên gêrîla li ser şopa wê çûn…–ANF
Demhat Tolhıldan
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info