06 Mayıs 2011 Cuma Saat 08:52
Mihrîcana Filman a Mafên Miroan a Dêrsim ku wê di navbera 20-29 Gulanê de cara yekem bê organîzekirin, amedekariya pêkanîna girîngiyeke yekem a li Tirkiyê û Dersim dike. Mihrîcana ku bi naveroka xwe û temaya xwe ya “Mafên Mirovan li Tirkiye û cîhanê xwediyê taybetiyekê ye, bi bijarteya xwe ya fîlman, di armanca pêşxistina sînemaya hûnerî de ye. Mirov bi yek gotin dikare wisa jî bi nav bike ew mihrîcan, wê bi çav û dîtina sînemayê deriyên Dêrsimê ji bo cîhanê veke.
Bajarê Dêrsim ku ji dîroka xwe vir ve weke navendeke fişarê, binpêkirinên mafan û pêvçûnan derketiye pêş, bi destpêkirineke bi meseleyên xwe û rastiyên xwe, bi vê mihrîcanê malovaniyê ji binpêkirinên mafan ên cîhanê re dike. Mihrîcan di despêkê de, bi beşdariya, fîlm, çêker, lîstikvan û derhênerên Tirkiye, Asya, Ewropa û Rojhilata Navîn, di heman demê de xeyaleke hevpar jî bi cih tîne. Tevî ku salona sînemayê jî nîn e, li bajarakî wisa, di 3 salonan de nîşandan fîlman di armanceke wisa de ye ku, xeyal gotina weke, “dibe ku fîlmek bê bajêr , bi temaşevan û mevanên xwe re pêk bîne.
Mihrîcana ku di armancake wisa de ye ku bi nîşandana 15 fîlmên dirêj ên ku di salên 2010 û 2011’ê de hatine kişandin, ne tenê li Dêrsim, li bajêrên derdorê jî beşdarî naveroka xwe bike dixwaze ku bêhna sînemayê bi hewaya biharê re bigihîne hev û bi rê ya lîstikvan, derhêner, nivîskarên sînemayê û fîlmên ku neketine vîzyonê, balê bikêşe ser bipêkirînên ku bi salanê didomin.
Bêşa belgefîlman a mihrîcanê di armanca ku bi fîlmên ku cara yekem wê bêne nîşandan, bi belgefîlmên navneteweyî yên ku bi mijarên xwê bal kişandine ser mijarên ku ji doh heta îro qewimîne û derhênerên ciwan ku ji nava xwe derxistine bi temaşevanan re bîne cem hev.
BEŞÊN MIHRÎCANÊ
Dîsa bi beşa “Zarokên Xwezayê baweriya civaka xwezayê û mînakên cîhanê yên bi vî rengî yên heyî wê bêne temaşekirin. Herwiha bi riya bêşa “Yên Ku Li Rastiyê Digerin jî wê bal bê kişandin ser binpêbûna mafên cîhan û Tirkiye yên ku bi aliyê vîzorê ve bi awayekî cûda derketine holê. Bi riya bêşa bi navê “Ji Me pêşdatiriyên sînemagerên Dêrsimî, bi riya beşa bi navê “Bîranîn jî wê bîranînên Hrant Dink, Kazim Koyuncu û Ahmet Kaya têne bibîranîn.
MIHRÎCAN ZAROKAN JÎ JI BÎR NAKE
Mihrîcan zarokan jî ji bîr nake û bi fîlmên ku hatine hilbijartin, wan jî dawetî salonên sînemayê dike. Bi start dayîna xêzefîlmên derhênerên hoste, 5 roja zarok di cîhana xeyalan a sînemayê de têne hewandin.
Dîsa mihrîcan malovaniya kurtefîlman û derhênerên ciwan dike, lê mêzekirina sînemaya sêwiriyê jî ji bîr nake û di 3 salonan de malovaniya van dike.
Mihrîcana Fîlman a Mafên Mirovan a Dêrsim, bi gotina, “Sînema her tim şahî ye û di nava çar çiyan de tê temaşekirin mevanên xwe bi merhebaya yekem ku wê salên dirêj bidome û meşeke dirêj bide meşandin silav dike.-ANF
Rawîn Stêrk
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info