31 Temmuz 2018 Salı Saat 12:45
Asayişa PDK’ê li navçeyên Berdereş,
Daretu û gundê Bawan xwendekar û hemû ciwanên alîgirên YNK, Komel û Yekgirtû
Îslamî, bi riya mixtaran tespîd dike û derbasbûna wan a zanîngehê asteng dike.
Hat diyarkirin armanca vê astengiyê ewe ku ciwan an bibin endam an jî alîgirên
PDK’ê.
Asayişa PDK’ê bi riya muxtaran li
navçeyên bajarê Hewlêr, Berdereş, Daretu û gundê Bawan dest bi çavdêrî û
komkirina agahîyan li ser ciwanên nêzî YNK, Komel û Yekgirtu İslamî kiriye.
Muxtar piranî agahîyan di derbarê ciwanên dibistana Amadeyî (Lîse) xilas kirine
û tevlî ezmunên zanîngeh û peymangehê bune kom dikin. Ji bo ku navên wan li
zanîngeh û peymangehan derkeve rêgirîyê dikin û ciwanan neçar dikin ku an bibin
endam an jî alîgirên PDK’ê.
Ji rêveberên Komeleya Xwendekarên
YNK’ê ku nexwest navê wî were diyarkirin ji rojnameya bi navê “Jiyan ku li
Başurê Kurdistanê weşanê dike re, axiviye û ev tişt gotin: “PDK her sal vê
rêbazê ji bo tirsê bixe nava xwendekaran belav dike û pêk tîne. Lê belê ji ber
hebuna sistemekî diyar a wergirtina xwendekaran li zanîngehên Herêma Kurdistanê
heye, PDK’e nikare vê daxwaza xwe tam bi cih bîne.’’
Çavkanîyekî cuda ji Komeleya
Xwendekaran ku nexwest navê xwe aşkere bike, got PDK ew beşên hilbijartî û pile
bilind ên li zanîngeh û peymangehan wek e beşên hiqûq, siyaset, aborî,
tenduristî hwd, dest datîne ser û xwendekarên alîgirên xwe têde bi cih dike.’’
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html