• Latest
  • All
  • Haberler
  • Editörden
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Politik Analiz
  • Dizi Yazı

Dewleta Tirk Dixwaze Di Ser Azeriyan de Îranê Tevlîhev Bike!

11 Ekim 2020

TC ve HTŞ Dünyanın Gözü Önünde Alevileri Katletmeye Devam Ediyor-HABER ANALİZ

2 Temmuz 2025

Demokratik Toplum Sosyalizmi ve Öz Savunma

1 Temmuz 2025

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

30 Haziran 2025

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

30 Haziran 2025

MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

28 Haziran 2025

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

27 Haziran 2025

Emperyalist Savaşlar Ve Devrim İmkânları

26 Haziran 2025

Efrin’de El Emşat Çeteleri Yeniden Aktifleşiyor- ÖZEL HABER

25 Haziran 2025

‘Niyeti İyi Olan Bir Devlet, Kongre Sonrası İkinci Gün Komisyon Kurardı’

25 Haziran 2025

‘Doğu Kürdistan’da Alternatifi Olan Tek Güç PJAK’tır’

24 Haziran 2025

Şam’daki Kiliseye Yapılan Saldırı HTŞ Üyeleri Tarafından Yapıldı-ÖZEL HABER

23 Haziran 2025

Demokratik Ulusta Demokratik Komün Yaşamı

23 Haziran 2025
No Result
View All Result

Dewleta Tirk Dixwaze Di Ser Azeriyan de Îranê Tevlîhev Bike!

Lekolin by Lekolin
11 Ekim 2020
in Editörden, Politik Analiz
Reading Time: 3 mins read
A A
Home Bölümler Editörden

NAVENDA NÛÇEYAN-Dewleta tirk, bi pêngava Karabaxê re dixwaze hem di bakurê Îranê de eniyekê veke, hem jî nifûsa Azerî ya di Îranê de bixe nav tevgerê.

Herêma bi nîqaş Karabax a di navbêra Ermenîstan û Azerbaycanê de ku di 27’ê îlonê de bi israra dewleta tirk pêvçûn destpê kiribû, bi hemû dijwariya xwe didom e.

Ev pirsgirêka Karabax ku di navbêra her du welatan de ji salên 1980’an ve destpê kir û piştî belavbûna Sowyeta Rûsya re jî her du welatan li ser vê heremî dawa maf dikirin, her çiqas ne nû be jî, piştî demek dirêj hê tiştek li holê tunebû bi israr û davdana dewleta tirk an go hikumeta AKP-MHP’ê re careke din pêvçûn destpê kir.

Tirkiyeya ku bi îdeaya Turanîzmê ye ji ber pirsgirêkên di Sûriyê de bi Rusya re ketiye nav nakokiyan dixwaze berê wê bide Qafkasyayê û pê bide mijûlkirin û jibilî vê ji ber ku ev herêm li ser xeta enerjiyê ango petrol û xazê ye. Ev pirsgirêk li cihekê mijara Îranê jî wek pirsgirêka bingehîn li holê disekine.

BI ÎDEAYA TURANÎZMÊ DEWLETA TIRK Û GELÊ AZERÎ

Li pişt perdeya mijara Karabaxê dibe ku îdeaya Turanîzmê, dijminatiya Ermenî, xwesteka li ser xetên enerjiyê serwer bibin an jî bala Rûsyayê ji ser Rojhilata Navîn bide ser herêma Qafkasyayê. Lê di sereke armancê de dewleta tirk dixwaze di ser Azeriyan ên ku piranî di Bakurê Îranê de ne hem di bakurê Îranê de eniyek veke hem jî nifûsa Azerî ya di Îranê de bixe nav tevgerê.

Sedema vê jî ew e ku dewleta tirk dizane ku Amerîka dê zêde dengê xwe dernexe û dewletên navneteweyî yên din ku dengê xwe jî derbixin dê di ser Amerîka de wan bêdeng bike. Jixwe ji roja 27’ê îlonê ku êrîşên li ser Karabaxê hatî destpêkirin û şûnde ne Amerîka, ne Yekîtiya Ewropa û ne jî Neteweyên Yekbûyî bertekek cidî raber nekirin.

Gelê Ermen ên ku di arefeya Yekemîn Şerê Cîhanê di sala 1915’an de ji aliyê tirkan ve bi qirkirinê re rû bi rû mabû, niha dewleta tirk bi hemû sazî û tezgehên girêdayên artêşa xwe, balafirên şer, balafirên keşfê û bi komên çete yên cîhadkar ên ji Sûriyê hatine şandin, êrîşek dijwar daye destpêkirin û dinya li hember vê dîsa bêdeng e.

DI ÊRÎŞA DEWLETA TIRK DE HEYIYA ÎRANÊ ÇI YE? 

Karabax cîranê sînorê bakûrê Îranê ye, li Îranê jî nifûsa Azeriyan li gor serjimêriya 2015’an nêzî 13 milyon kes in. Hem li Baku ya Azerbaycanê baregehên îstîxbaratî yên CIA û MOSSAD hene, ji aliyekê ve jî dewleta tirk ji Sûriyeyê gelek endamên çete yên cîhadkar aniye sînorê sifir a bakurê Îranê. Gelo Amerîka û Îsraîl ji nêz ve vî heremî naşopîn e? Her du dewlet jî armanca dewleta tirk a dixwaze çi bike dizanin. Yanî dewleta tirk dixwaze nifusa Azeriyan bi ser rejîma Îranê ve sor bike.

Bêguman ev hewildan heya niha kêm be jî di nav Azeriyên Îranê de reaksiyonek çêkir. Îran a ku ji başûrê rojhilat ve ji Pakîstan a Belûcîstanê, ji aliyê kendavê ve jî Erebên Sûnî yên li Ahwazê û di rojava de jî bi Iraqê bi hin pêkateyên cuda ve tê xwestin were dorpêçkirin. Di bakur de jî dewleta tirk li ser hişmendiya Turancitiyê ya Azeriyan bixe tevgerê.

Dema mirov li vê reaksiyona Azeriyan binêre ne bi pêngava Karabaxê destpê kiriye, xuyaye ku di encama xebatek û rêxistinkirinek demdirêjî de derketiye.

Ev xebat û rêxistinkirinê ya li qadê ji dewleta tirk ne bi serbixwe ye, bêguman di dîrokê de dewleta tirk di nav welatên cîran de pêkateyên mezhebî û kêman xistina nav tevgerê pir heye.  Li Sûriyeyê Birayên Misliman, li Iraqê Tirkmenan, eşîrên sûnî û hin pêkateyên cuda razemeniyê dike û xuyaye ku niha jî di bakurê Îranê Urmiye, Erdebîl, Zencan û Tebrîzê jî ya Azeriyan dixwaze bixe nav tevgerê.

Jixwe çewa êrîşa Karabaxê destpê kir, li ser navê miliyetperestiyê li gelek herêmên Îranê Azerî daketin kolanan û li dijî rejîma Îranê xwepêşandan lidarxistin. Rejîma Îranê ku heya niha bi dizî be jî piştevaniya Ermenîstanê dikir, ji bo neyê leyistika sorkirina dewleta tirk, bi daxuyaniyên cur be cûr xwest van xwepêşandanan aş bike. Di serî de serokê ruhanî ya Îranê Elî Hamaney, nûnerên rojhilat û rojavayê Azerbaycanê, Zencanê û Erdebîlê daxuyaniyan dan û gotin “Li gor qeneata Îranê, Karabax aîdê Azerbaycanê ye, di bin dagirkeriyê de ye û divê radestê Azerbaycanê were kirin”.

Ev alozî her wê wisa dom bike an na nayê zanîn lê, hewildana dewleta tirk a ku rola “Darikê gebolê” girtiye ser xwe, ji bo tevlîheviya di Îranê dê bidomîn e.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Share211Tweet132
Previous Post

PDK Kurdistana Mezin Dixeniqîne!

Next Post

Uluslararası Komplo Küresel Mücadeleyle Parçalanacaktır

Lekolin

Lekolin

Related Posts

Haberler

TC ve HTŞ Dünyanın Gözü Önünde Alevileri Katletmeye Devam Ediyor-HABER ANALİZ

by Fırat Ali
2 Temmuz 2025
0

22 Haziran Pazar günü akşam ayini sırasında, Şam’daki Mar Elyas Kilisesine düzenlenen menfur saldırıda 25 kişi yaşamını yitirdi, 63 kişi...

Read more

Demokratik Toplum Sosyalizmi ve Öz Savunma

1 Temmuz 2025

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

27 Haziran 2025

‘Niyeti İyi Olan Bir Devlet, Kongre Sonrası İkinci Gün Komisyon Kurardı’

25 Haziran 2025

Demokratik Ulusta Demokratik Komün Yaşamı

23 Haziran 2025
Next Post

Uluslararası Komplo Küresel Mücadeleyle Parçalanacaktır

  • Anasayfa
  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi