11 Ağustos 2018 Cumartesi Saat 11:05
KERKUK – Demekî dirêje encumena parêzgeha Kerkukê ji ber
tevlînebuna PDK’ê bi awayekî sererast civînên xwe pêknayînin. YNK û PDK hewil
didin ku kursîyên rêveberîya Kerkukê di navbera xwe de parve bikin.
Piştî dagirkeriya di 16’ê cotmeha 2017’an de pêk hatî, encûmena
parêzgeha Kerkûkê ji ber tevlînebuna Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK) bi
awayekî sererast civînên xwe pêknayînin. Hat destnîşankirin ku sedema ne
amadebuna PDK’ê ya di civînan de ji ber nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de ye.
Ji ber ku her du alî li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê bi hevre
nakokiyan jiyan dikin.
Berpirsê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) ya bajarê Kerkûkê
Aso Mamend diyar kir ku PDK heya niha
tevlî civînên encumena parêzgehê nebuye, ji ber vê yekê jî pirsgirêkên Kerkukê
heya niha ne hatine çareser kirin. Mamend, da zanîn ku hewildanên wan ji bo
çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Kerkukê bi PDK’ê re berdewam dikin û anî
ziman ku di hevditinên wan de pêşveçunên
baş çêbune, lê belê hêj jî biryara dawî ne hatîye dayîn.
Mamend, wiha got: “Eger di qonaxa yekem de em li ser
diyarkirina walîtiya nû negihijin tu biryaran jî, em dikarin li ser civîna encûmena
parêzgehê li hev bikin.’’
Hat destnîşankirin ku li gorî PDK’ê divê erka berpirsyartîya parêzgeriya
(walîtî) Kerkuk û erka Serokkomariya
İraqê para Kurdan û bi taybetî jî ya PDK’ê be. Ji ber wê sedemê PDK dixwaze van
herdu erkan di navbera xwe û YNK’ê de sabît bike.
Piştî ku Necmedîn Kerîm ji parêzgartiya Kerkûkê hat
durxistin, Rêkan Ciburî ku ji pêkhateya Erebe bi wekalet erka parêzgartiyê hat
bi cih kirin.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
:” ”
:””
” “,” ”