11 Ağustos 2018 Cumartesi Saat 11:22
IDLIB – Di ser Idlibê de ku di demên dawî de welatekî
wek e Çîn ku heta niha di mijara Sûriyê de navê wê nedihat xwendin, ew jî bi
daxuyaniyekê xwest tevlî bibe, nîqaş, alozî, nakokî û pêvçûn her çiqas diçe geş
dibe û ewqas jî tevlîhev dibe. Ev rewş jî bi xwe re nirxandina “Li Idlibê destê
kî di berîka kê de ye derdikeve pêş. Bi daxuyaniya Balyozgerê Çînî ya daxwaza
tevlîbûna operasyona Idlibê bûyînê, gotina wekî “Jixwe tu kêm mabûyî şîrove
tên kirin.
Ev demek dirêje li ser çarenûsa Idlibê û heremên
derdorê alozî, gengeşî, pêvçûn û nîqaşên ya ji aliyê hêzên navneteweyî û heremî
de derketiye asta herî jor. Ji aliyekê ve pêvajoya civîna Asîtana û biryarên
derketine, ji aliyê din ve komên çete yên ji aliyê Rûsya û Tirkiye ve “Bi
delalî hatine mezinkirin dê wan di bin navekê din ’Artêş’ de ser piyan bigirin
an jî di encama lihevkirinekê de li cihekê din bicih bikin. Dîsa ku tu hêz
nemaye tevlî nîqaşên li ser vê heremî nebûye. Ev hemû nîqaş û pêşketinên di vê
heremî de çêdibin bandora xwe li ser rastiya qadê çewa dike, weke pirsên sereke
di rojevê de ne.
Li gor pisporan, hemû komên çete yên biçûk û mezin ên
di Idlibê û gundewarên wê de, ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve xistine heremê û wek
e ‘zarokên bi delalî’ (şumîtî) hatine mezinkirin, niha jî bûne bela serê wan.
Rusya ya ku di demên dawî de bi îdeaya qaşo çareseriyekê ji qrîza Sûriyê re
bîne ketiye rê, ji ber van komên çete yên ku ji aliyê wê û Tirkiyê ve hatine
mezinkirin, rê ji pirsgirêk û nakokiyên cuda re vedike. Hate ragihandin ku
Rûsya ji bo çareserkirina rewşa Idlibê dem daye Tirkiyê û derbarê Idlibê de
nîqaş û plansazî pêşxistine. Ji bo ku Erdogan êrîşên ser Idlibê bide sekinandin
neçare hin tawîzan dide. Her wiha perspektîfên ku van êrîşan bide sekinandin
dide çeteyên girêdayên wê yên di Idlibê de. Yek ji pilansaziya bingehîn rewşa
çeteyên El-Nusra ye. Her wiha komkirina çeteyan û dibin navekî qaşo bibe “artêş di qonaxa xwe ya dawî de ye.
Rewşa Idlib çi bû çewa kete vê halê bêmirêz!
Parêzgeha Idlibê ya ku li Bakurê Sûriyê dikeve, di
destpêka sala 2011’an de serjimêriya wê gihişte 2 milyon kesî, lê di 7 salên ji
şerê Sûriyê de ji ber rewşa bi hezaran koçberiyê her weha bicihbûna penaberan
ev hejmar hate guhertin. Idlib yek ji parêzgehên Sûriyê yên ku di sala 2011’an
de li dijî Rêjîma Sûriyê derkete xwepêşandanan e û parêzgeha duyemîne ya piştî Reqayê ku ji bin
kontrola Rêjîma Sûriyê derketiye ye.
Parêzgeha Idlibê li gorî itîfaqa Asatana-6, di 15’ê îlona
2017’an de kete nava 4 heremên ‘Kêmpêvçûn’.
Ji komên çete yên di herêma Idlibê de yên girîngtirîn û koma Heyet Tahrîr El
Şam a pêşengtiya wan Cebhet El Nûsra ya El-Qaîde ya radîkal tê zanîn e. Ev kom
êdî hemû cîhan dizane ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê werdigire û ji xwe di serî
de Serokê Giştî ya AKP’ê û Serok komarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ve dema
Deriyê Sînor a Idlibê ser Hatayê de vedibe xistin bin serweriya wan, vekirî
anîbû ziman ku ew dê hêzên xwe yên leşkerî di ser El Nusra de derbasî Idlibê
bikin, dabû. Jixwe dema Idlib di 2015’an de di encama lihevkirinekê de El Nusra
piraniya heremê radestê komên bi navê Artêşa Sûriya Azad (OSO) ku ji aliyê
Erdogan ve wan wek e “Artêşa min a taybet, Kuvay-î Millî pênase dikir, kir.
Di 23’ê adara 2015’an de bi serkêşiya Ceyş El-Fetih
ku niha parçe bûye operasyonekê li dijî rêjîma Sûriyê hate kirin û di nava 5
rojan de bajar bi giştî ji bin kontrola Rêjîma Sûriyê derxist.
Di dawiya sala 2015 an de Ceyş El-Fetih ku ji gelek
koman pêk dihat rastî parçebûnê hat û ev bi destpêkirina vekişandina Cund El-Eqsa
bû.
Ceyş El-Fetih bi ragihandina Heyet Tehrîr E-lŞam ve û
avakirina rêvberiyeke sivîl ji wê heremê re hate helandin. Li gorî zanyariyan
pevçûnên parvekirinê di navbera komên çekdar li wê heremê de dest pê kir ku
pevçûn di navbera Cebhet Fetîh ElŞam (El-Nusra û Heyet Tehrîr El-Şam) û komên
opozisyonê û her wiha herî zêde jî Ehrar El-Şam de rû dan. Piştî demeke ji
pevçûn û nakokiyên li wê heremê, ji bo hin plansaziyên xwe yên di Bakûrê Sûriyê
de pêk bînin, Tirkiye Dergeha Bab el Hewa careke din radestê El Nûsra kir û
hişt ku ev kom bikaribe di heremê de serbest tevbigere. Piştre jî di 17’ê îlona
2017’an de di çerçoveya îtîfaqa Astana de Tirkiye bi awayek vekirî karwanek
wesayîtên leşkerê xwe li pêş çavên hemû cîhanê di nav komên El-Nûsra ya Deriyê
Sînor Bab El-Hewa kontrol dikir de derbas kir û di kampa kevin a bi navê El
Muxeym El Qedîm de bicih kir.
Ji ber kurbûna qrîza Idlibê metirsî ketiye nava Rûs û
Tirkiyê
Piştî ku artêşa Sûriyê ragihand wê li ser Idlibê
operasyonekê pêş bixe, Tirkiye kete nava metirsiyan. Hat destnîşankirin ku
sedema Rûsya bi riya hêzên rejîmê re şande çeperên şer ên li Idlibê, ji bo çews
deyine ser Tirkiyê da ku têkiliyên xwe yên bi çeteyan re zelal bike. Hate
ragihandin ku Rûsya ji bo çareser kirina rewşa Idlibê beriya êrîşên leşkerî dem
heyanî meha îlonê daye dewleta tirk. Di hefteyên dawî de jî ji bo rewşa Idlibê
û gundewarên wê di navbera Tirkiyê û Rûsya de nîqaş bi pêşketin. Di encamê vê
nîqaşê de tê gotin li bendê ne dewleta tirk derheqê Idlib û çeteyên ku di wir de
bi cih bûne de biryarek bide.
Ceyş El Fetîh deşifre bû guherî bû Cebhe El-Wetaniye
lîl Tehrîr?
Piştî rejîm biryara operasyona ser Idlibê da Tirkiye
jî kete nava hewildana ji bo kamuflekirina komên çete yên ku di nava wan de El
Nûsra ya girêdayê El-Qaîdê jî heyî di bin navekî Ceyş El-Fetîh a di sala
2015’an de ji bo yedek hatibû avakirin û ligel wê navê wê di gelek bûyerên
kuştina sivîlan de derbas dibû, xwest kom bike. Lê hat destnîşankirin ku yek ji
van navên hatibûn pêşniyarkirin El Fetîh bû, ji ber hatiye deşifrekirin, niha
li ser naveke din a Cebhe El-Wetanî lîlTehrîr (Cebheya
Rizgarkirina Netewî) tê sekinandin. Lê çavkaniyeke din destnîşan kir ku nîqaşên
derbarê avakirina artêşekî ji çeteyan di qonaxa xwe ya dawî de ye. Hat gotin ku
her çiqas ji bo tevlîbûna vê ‘artêşî’ de gelek kom bê dilê xwe bin û ji ber
nakokiyên di navbêra wan de nîqaş derdikevin, heta niha navê 11 koman zelal
bûye. Ji van yên sereke Cebhet Tehrîr Sûriye bi her du baskên xwe ve (Hereket
Ehrar El Şam el-Îslamiye û Hereket Nûreddîn El Zinkî), her wiha Elwiyet Siqûr
El Şam, Ceyiş El-Ehrar, Feyleq El Şam û Tecemoe Dimaşq ku weke terorîstên herî
radîkal tên pênasekirin in.
Berpirsiyar û fermandarên yekemîn û duyemîn a giştî
ya Cebhe El-Wetanî lîlTehrîr jî hatine aşkerekirin. Tê gotin ku sedema nakokî û
tevlînebûna komên din a vê artêşî ew e ku hin navên wek e berpirsiyar û fermandar
hatine diyarkirin, nayên pejirandin û dîsa mijara wê kî bibe desthiladar
derketiye pêş. Hat destnîşankirin ku ligel vê yekê jî navên hatine diyarkirin
wiha ne Fermandarê Giştî ya Feyleq El Şam Fedîlelah El-Hecî yak u berê serbendê
rejîmê bû, weke fermandarê giştî ya cebheyê hatiye erkdarkirin. Hat zanîn ku
El-Hecî rasterast bi Enqereyê ve girêdayî ye. Çeteyê bi navê Ehmed el- Serhan jî weke cigirê yekemîn a El-Hecî hatiye
erkdarkirin û cigirê duyemîn jî çeteyê bi nave Welîd El-Mişê’êl ê ku çeteyê
herî xwedî tecrûbeyeke leşkerî ya di nava Hereket Ehrar El Şam de ye.
Biryara Tirkiyê
ji bo tesfiyekirina El-Nusra şiklî ye
Tirkiyê ji bo li hemberê zextên derve xwe wek e dijî
terorê bide nîşandan bi awayek şiklî û tenê guherandina nav hewil dide El-Nûsra
biguherîne. Pisporên Rojhilata Navîn jî vê yekê piştrast dikin ku Tirkiye ji bo
pêşî li operasyon an jî êrîşekê dijwar ser komên çete yên di Idlib û derdorê wê
asteng bike bi şiklî be jî dest bi guherandina navên komên di Idlibê de dike.
Pispor, destnîşan dikin ku ji bo di pêşerojê de li hemberê hêzên derve çewa ya
çeteyên DAIŞ’ê weke tehdît bikar tanî niha jî dixwaze El-Nûsra û komên di bin
banê Heyat Tehrîr El Şam de bikar bîne, ji bo vê jî Tirkiye wisa zû bi zû dev
ji El-Nûsra bernade.
Heta li gor agahiyan Tirkiye di hefteyên dawî de bi
fermandarên El-Nûsra vexwendiye Enqereyê û civînekê bi wan re çêkiriye. Li gor
çavkaniyekê ji Idlibê ragihand, ev civîna ku nêzî 15 roj dom kir de bi awayek
perwerdehî derbas bûye û ev agahî dan: “Rayedarên dewlet tirk di vê civînî de
ji El Nûsra xwestiye ku di bin nave Cebhe el Wetaniye lîlTehrîr de kom bibin.
Lê fermandarên El-Nûsra vê pêşniyarî red kiriye. Sedema bingehîn a redkirinê,
rewşa çeteyên El Nûsra yên biyanî ku vedigerin welatên xwe ji aliyê dewletan ve
tên zivirandin û ji vê jî armanca tasfiyekirina wan tê kirin. Ez bawerim ev
nîqaşa wan hêj jî berdewam dike. Lê Tirkiye li hember vê helwestî di nava
metirsiyekê de ye.
Baş e bi pêşketinan re pêşbiniyên li ser Idlibê çi
ne?
Tirkiye her çiqas di Idlibê de navbêra wê û Rûsya de
îtîfaq û lihevkirinên veşartî û weke xeteke zirav hebe jî, lê ji ber Tirkiye
dixwaze ji bo parastina komên çeteyan wek roleke “Mertalê bilîze û ji ber 12
noqteyên (baregehên leşkerî) yên çavdêriyê xeteriya serweriya li Sûriyê de bide
jiyankirin jî, lê li hember lihevkirina Amerîka û Rûsya ya tê xwestin Idlibê bi
rêveberiya Şamê ve girêbidin de têrê neke.
Rejîma Suriyê diyare ku ev buyerên dawî li Sûriyê û
bi taybet piştî Lizet û Zewqa ku rêjîma Sûriyê piştî derbasbûna wê ji Derayê
girt rehetiyek da avakirin. Di heman demî de ev rehetî li hemberê Îranê ji
Îsraîl û Amerîkayê re jî çêkiriye. Balkêş e piştî hevdîtina Trump û Pûtîn a li
Helsinkî, Rûsya bi Îran û Tirkiyê re rûnişt û di encama lihevkirinê de du
heremên el Fua û Kefreya ku di bin serweriya Hizbûllahê de bû radestê rejîmê
hatin kirin. Ev jî nîşaneya ku yek mijarê sereke ya hevdîtina Pûtîn û Trump,
nîqaşên li ser İdlib bû. Her çiqas asta wê nehat zelalkirin jî xuyaye mijara
Idlibê wê hineke din jî dem bixwaze ango wekî aveke bê deng biherike.
Lê
rastiyek jî heye, ligel hemû îtîfaq û hevdîtinên veşartî yên bi hemû hêzên di
Sûriyê de xwedî gotinin re jî, rêveberiya Moskova wê her tim qarta mudaxeleya
leşkerî bikar bîne. Daxuyaniya Esad vê nêrînî teqez dike û got piştî operasyona
Derayê dê operasyona Idlibê dest pê bikin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku bê
destura hewayî ya Rûsyayê rejîm operasyon dê nikaribe bike. Di 26’ê Tîrmehê de artêşa Sûriye sewqiyata
leşkerî ber bi gundewarê Idlibê ve bi taybet aliyê belafirgeha Ebû ElZehûr û
gundewarê bakurê Hemayê de bir. Rêjîma Sûriyê jî da ku vê operasyonê tekez bike
û metirsiyê çêbike, ragihand ku tenê ji bo destpêkirina operasyonê mijara dem e.
Sererkanê Hêza Rejîmê El-Ceferî herî
dawî mesajek da û got, Osmaniyan beriya niha 400 sal welatê wan dagirkirine, lê
niha ew ê rê nedin ku 4 salan bimînin. Ev jî li dijî Tirkiyeyê gefek dijwar
hate nirxandin.
Amerîka li gor nirxandinan Amerîka derbarê mijarê de
polîtîkaya “bisekine û temaşe bike-di xeteriyekê de mudaxele bike dimeşîne.
Lewra niha di çerçoveya lihevkirina di hevdîtina li Helsinkî de, hinekê dixwaze
li ser rojhilat û başûrê Sûriyê lêhûrbûnê bike û eger maseyek bê danîn helwesta
û şertên xwe ya esasî deyine ser masê. Lê Amerîka bi riya nûnerê xwe yê di
Neteweyên Yekbûyî Nike Helî de ya got “Raste wê operasyonek li ser Idlibê bê
kirin lê dive tedbîrên hebûna sivîlan li wan herêman divê ji aliyê meclisa
ewlekriyê ve bi lez werin girtin. Ji ber jiyana bi hezaran mirov di xeteriyê de
ye. Bi vê daxuyaniyê jî derdikeve holê ku Amerîka li ser vê bingehî ya qaşo
parastina sivîlan wê li ser Rûsya, rejîm, Îran û Tirkiyê her tim wek e tehdîdek
bide şixûlandin.
Îran jî
aktorekî bi bandor di krîza Sûriyê de ye, lê li gorî rewşa dawî ya Îranê hin
zextên navdewletî, wekî mecbûriyeta xwe vekişandina ji Sûriyê, rewşa wê ya
aborî û kelecana hundirê Îranê de, dihêle ku ew jî li gor îtîfaqên demên dawî
de pêş ketine lingê xwe dirêj bike. Lewra ji aliyê Îranê ve zextek a
destpêkirina operasyona rêjîma Sûriyê ya li ser Idlibê heye. Qet nebe ew ji bo
xatirê berê ku di gelek herêman de xwedî gotin û xwedî hêzekî ku dikare
tevlîheviyê derbixe ye. Vê qartî jî li hemberê ambargoya aborî ya Amerîkayê bi
Rûsya re projeyên bazirganiyê û aboriyê pêş bixe, dixwaze bide şixûlandin.
Rêveberiya Bakûrê Sûriye wek hêza leşkerî-siyasî,
her wiha ji bo tevahiya Sûriyê yê herî xwedî proje ku yekbûna Sûriyê diparêze,
rêveberiya Bakurê Suriyê ye. Ji bo vê yekê jî ligel di encama îtîfaqa
navneteweyî û heremî de Efrînê pêşkeşê Tirkiye hatibe kirin jî lê di demên dawî
de neçar man her hêz careke din berê xwe bidin vê hêzî. Lewra hevdîtinan
şandeya ku weke ser navê hemû gel û pêkhateyên Bakurê Sûriyê MSD û QSD li Şamê
bi rêveberiya rejîma Sûriyê re hate kirin, ji bo destpêk rê li ber çareseriya qrîza
Sûriyê hat vekirin. Pê ve girêdayî hem di hêla leşkerî û hem jî avakirina
hiqûqa welat de bê rêveberiya Bakurê Sûriyê tê neyê kirin. Daxuyaniya Hevserokê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ku got ew ji bo operasyona
Idlibê amade ne, nîşaneya vê yekî ye.
Jixwe tenê Çîn kêm bû!
Di pêvajoya mijara operasyona li ser Idlibê de, yê
herî balkêş jî hewildana tevlîbûna Çînê ya qada Sûriyê bi taybetî jî Idlibê ye.
Balyozgerê Çînî Tişî Tşiyanjîn derbarê operasyona Idlibê de daxuyaniyekî da û
got: “Artêşa welatê me amadeye ku bi awayekî bi artêşa Sûriyê re di operasyona
Idlibê de cih bigire. Ne tenê di Idlibê de ema madene li her cihê ku terrorist
di Sûriyê de bi cih bûne şer bikin. Lê ji bo tevlîbûna me ya operasyonê pêwîstî
bi biryarek siyasî heye. Yek ji armancên me ya bingehîn a vê daxwazî heye ku li
hemberê terorîstan-el-Ayxor ku bi eslê xwe Çînî ne û di ser Tirkiyê de tevlî
çeteyên El-Nûsra bibûn- şer bikin e. Ev terorîstên ku eslê xwe Çînî ne ji bo me
cihê şermê ye ku li hemberê sivîlan şer dikin, ji bo wê jî em dixwazin wan di
Sûriyê de tasfiye bikin. Bi vê daxuyaniyê re tê meraqkirin, Çîn ji nimêj ve bi
piştgiriya xwe ya ji Rûsya re di nava vê meseleyî de bû an, tenê di hêla riya
giştî ya bazirganî û aborî ya li hemû welatan belav bibe, bikar bîne.
Ji vê daxuyaniya Çînê armanc çi ye hê baş nehatiye
zelalkirin lê ji nişka ve daxuyaniyek wisa hişt ku nirxandina “Jixwe hûn kêm
bûn! pêş bikeve.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda
Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
BiryaraTirkiyê
ji bo tesfiyekirina El-Nusra şiklî yeJixwe tenê Çîn kêm bû! Navenda
Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê