08 Haziran 2019 Cumartesi Saat 13:25
Êrişên
dewleta Tirk ya dagirker li ser xaka başurê Kurdistanê bi her awayî berdewam
dikin. Hat diyarkirin ku balafirên şer yên dewleta Tirk weke her car di cejna
remezanê de jî bê navber di ser gund û çiyayên herêma Kurdistanê re firiyan û
cihên nêzî deverên sivîl topbaran kirin. Li aliyê din balafirên keşfê bê navber
digerin.
Di nava
heftiyekî de êrişên li ser herêma Kurdistanê pêk hatîn wiha ne
-Balafirên
şer ên dewleta Tirk di 30’ê Gulanê de derdora gundê Sigrê ya ser bi navçeya
Amêdî ya Dihokê bombebaran kirin.
-Di 31’ê Gulanê de balafirên şer ên artêşa
Tirk a dagirker Qada Çemço ya Zapê û qada Deşta Kafya ya Garê yên Herêmên
Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.
-Di 1’ê Hezîranê de saet di navbera
07.00’an de balefirên şer qada Sîda ya Zamê bombebaran kirin.
-Balafirên artêşa Tirk di 1’ê Hezîranê de, gundê
Xelîfan yê dikeve ser herêma Bradostê bi helîkopteran dijwarî topbaran kir. Di encama êrîşan de bi dehan sewalên gundiyan
telef bûn.
-Balafirên şer yên Tirkiyê di 5’ê Hezîranê
de gundên Xelîfan, Çiya Dêl, Sîran ên herêma Biradost a ser bi Hewlêrê bombebaran
kirin û gelek ziyan li bax û baxçeyên welatiyan ket.
-Balafiran di heman rojê de gundên Mêrgereş
ya li Geliyê Şêx Zadanî ya dikeve ser herêma Bradostê bombebaran kirin. Di
encama bombebaranê de agir bi deşta Hêrt ya herêma Bradostê ket.
-Balafirên
artêşa Tirk a dagirker di 7’ê hezîranê de gundê Xelîfan
û Sîran yên ser herêma Soran a ser bi Hewlêrê ve bomebaran kirin. Di encama bombebaranê de ziyanek mezin gihişt
bax û baxçeyê gundiyan.
Balafirên
şer ên dewleta Tirk îro danê sibehê careke din gundên Sîran û Xelîfan ên
Biradostê bombebaran kirin. Balafirên şer bê navber di ser herêmê re digerin.
Di
êrişan de 3 pêşmerge birîndar bûn
Balafirên artêşa Tirk a dagirker di 5’ê
hezîranê de gundên Mêrgereş ya li Geliyê Şêx Zadanî ya dikeve ser herêma
Biradost bi dijwarî bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 3 pêşmergeyên
xelkê gundê Mêrgereş ên bi navê Xoşewî Mîkaîl, Muhacir Mîkaîl, Ezîz
Cavir birîndar bûn. Lingê pêşmergeyek jêbû. Piştî buyerê, hêza 80’em berê
xwe dan cihê bûyerê, lê li rexmê çuyîna pêşmergeyan jî topbaran berdewam kir.
Li gorî agahiyên ji xelkê deverê hatine
sitandin, dewleta Tirk bi balafirên bê mirov li gundê Xelîfan bi rêya sîstemek
deng, bi zimanê Kurdî bang li welatiyan kiriye daku gundên xwe vale bikin, eger
vale nekin bi gulebaranê hatine tehdît kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku di 4’ê Hezîranê
de li Zaxo ciwanê Êzidî bi navê Emîn Salih (22) dema ku di nava baxçe de di
xebitî ji aliyê leşkerên Tirk ve raste rast hat gulebaran kirin. Emîn Saleh penaberê
kampa Çem Mişko ya li navçeya Zaxo ya ser bi Dihokê bu.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Di
êrişan de 3 pêşmerge birîndar bûn