16 Ocak 2010 Cumartesi Saat 18:36
12.00
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
Hejmara malperên înternetê gihîşte 300 mîlyonî. Li gorî
lêkolîneke dawî derkete holê ku înterneta ku êdî di gelek warên jiyanê de di
ragihandin û medyayê de cihekî pir girîng digire êdî xwediyê 300 mîlyon
malperan e
Hate destnîşankirin ku di nava vê hejmarê de gelek malperên
amator jî hatine tespîtkirin.
Înternet di sala 1995’an de bi awayekî giştî kete jiyana
mirovan.
Di tîrmeha 1995’an de li ser webê 15 hezar malper hebûn. Li
ser înternetê niha herî zêde 5 welat xwediyên malperan in.
1. Dewletên Yekbûyî: 54,641,322
2. Almanya: 15,029,978
3. Brîtanya: 6,189,578
4. Kanada: 2,812,669
5. Fransa: 2,550,717
Li gorî van hejmaran ji zêdetirê ji %80’yî malperên
înternetê li wan 5 welatan in. Bihêzbûna wan di înternetê de bi awayekî xwezayî
bihêzbûna wan a giştî û medyaya wan jî nîşan dide.
Înternetê tîraja rojnameyan jî kêm kir. Bikaranîna înternetê
roj bi roj berfireh dibe û dikeve her malê. Tîraja rojnameyan kêm dike. Bi
ketina tîraja rojnameyan hatina reklama jî dadikeve û ev jî astengiyeke din
derdixe holê.
Ji ber înternetê hatina reklamên rojnameyan kêm dibe û
şîrketên otomobîlan û şîrketên ger û geştê ku ji bo reklaman budçeyek mezin vediqetînin
berê xwe didin înternetê. Şîrketa Ford aşkera kiribû ku ji sedî 80’yê firotinên
wan bi riya înternetê dibe..
Ji ber ku înternet cihekî azad e, erzan e û sînoran nas nake
gelê kurd jî bi hêsanî xwe bi înternetê gihand asteke baş. Em rewşa cîhanê jî
bidin ber çavan ku êdî medyaya elektronîk her roj girîngiya xwe zêdetir dike
pêwîstiya pêşketina medyaya kurdî ya elektronîk derdikeve holê. Ger înternet
hin zêdetir bi baldarî were bikaranîn hem sêra medyaya kurdî dê cudatir be hem
jî têkariya înternetî di jiyana civakî ya kurd de û di pêşketina rewşa polîtîk
a Kurdistanê de jî zêdetirîn bibe. Zimanê kurdî li gorî derfetan cihê xwe hêdî
hêdî di teknolojiyê de digire. Ji xeynî bi hezaran malperên kurdî, îro bername
û pergalên kompîterê jî li zimanê kurdî tên wergerandin. -www.rojaciwan.com
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info