22 Haziran 2018 Cuma Saat 16:26
BEHDÎNAN – Îtîfaqa AKP-MHP ku ji hilbijartinan re
çend roj man careke din operasyona ser Qendîlê anî rojevê. Leşkerên tirk di
qadên pêşmergeyan de gelek baregeh û qereqolên seyar ava dikin beranberê vê
nûnerên PDK û YNK’ê bêdengiya xwe didomînin. Ji bo hem bêdengiya rayedarên
hikumeta başurê Kurdistanê û hem jî şermezarkirina êrîşê gelê başurê Kurdistanê
ber bi Qendîlê ve diherikin. Pêşmergeyên berê yên bibûn şahidê berxwedana Zapê
ya 2008’an diyar kirin ku ligel TSK bi êrîşên hewa û bejahiyê de bi hemû çekên
teknolojîk xwestin bikevin Zapê lê tenê karibûn 9 roj bimînin, ji ber vê yekê
wê tu şensê wan tunebe.
Ji aliyê îtîfaqa AKP-MHP ku çend roj ji hilbijartinan re
mayî “Operasyona Qendîlê anîn rojevê, ji hêla muxalefetê ve vê hewildanî wekî
tirsa windakirina hilbijartinê şîrove dikin. Pisporên ku heremê nas dikin tînin
ziman ku ji serkeftinê zêdetir wê têkçûyînê jiyan bikin. Her wiha derbarê pişt
perdeya operasyona îhtîmal de jî şîroveya her çiqas mudaxeleya Dewletên
Yekbûyiyên Amerîka (DYA) ya li ser Îranê heye ewqas jî Tirkiye ji vê sûd
werbigire ku ji bo di hilbijartinên 24’ê hezîranê de dengên nijatperestan bi
aliyê xwe ve bikşîne û hem jî xwe bigihijîne Nift (petrolên) Misul û
Kerkûkê.
Hat diyarkirin ku TSK’ê li ser girên Bradost û Berazgir a di
qada pêşmergeyên PDK’ê ya Herêma Başurê Kurdistanê de ava dikin, dîsa ji gundê
Mawa ya girêdayê navçeya Şemzînan a Culemergê bi bombeyên obus û hawanê heremên
Xakurk, Geliyê Reş, Lêlkan û Xinêrê hedef digirin. Di aliyê din de jî balafirên
şer û keşfê li ser heremê bênavber digerin. Li herêma Lêlikan û Xakurkê di
navbêra leşkerên tirk û HPG’yiyan de pêvçûn berdewam dikin, tê gotin ku gelek
leşker hatine kuştin û gelek jî birîndar hene.
PDK Û YNK BÊDENGIN, GEL JÎ BER BI QENDÎLÊ VE DIHERIKIN
Rayedarên PDK û YNK li dijî leşkerên tirk ên di qadên ku di
bin qontrola pêşmergeyan de qereqolên seyar ava kirine bêdengiya xwe didomînin.
Ji ber vê yekê jî tê gotin ku diyare PDK, YNK û hikumeta başurê Kurdistanê
piştgiriyê didin vê hewildana dagirkeriyê. Li aliyê din jî gelê başurê
Kurdistanê nerazîbûnên xwe bi çalakiyên meşa ber bi Qendîlê ve tînin ziman.
Gelê başurê Kurdistanê, di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Welatparêz ê Kurdistanê û
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, di çerçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ‘Serî
Hilde’ de ji 8’ê hezîranê û vir ve bi meşa Qendîlê û çalakiya mertalên zindî
didomin. Piştre jî bi dorê ji Silêmanî, Hewlêr û navçeyên wan bi kombûna
saziyên sivîl şande diçin Qendîlê û bi daxûyaniyan hewildana dagirkeriyê û
bêdengiya hikumeta başurê Kurdistanê şermezar dikin.
DEWLETA TIRK Jİ 1983’AN VE LI SER BAŞUR OPERASYONAN DIKE
ENCAM…
Tirkiye ji 25’ê gulana 1983’an ve li ser axa Herêma
Kurdistan a Federal operasyonan dimeşîne. Operasyonên salên 80’î de piranî bi
hevpeymanên ewlekariya sînor a di navbêra welatên Iraq û Tirkiyê ve tên
girêdan, operasyon di çerçoveya ‘şopandina germ’ de, di navbera 5 û 10
kîlometreyan ve sînor diman. Ev hevpeymanên ku di navbêra Seddam Huseyin û
Tirkiyê de her tim dihatin nû kirin, operasyona navê şopandina germ lê dihat
kirin bi erêkirina hêzên navneteweyî re di salên 90’î de zivirî bicihbûna
heremê. Pêşî hêzên xwe bi yekîneyên biçûk û veşartî bicih bûn, bi dawiya sala
1996’an de jî hêzên leşkerî yên mezin bi awayek vekirî hatin bicihkirin. Bi van
hêzan re bi taybetî li qesaba û bajarokên girêdayên Dûhok û Zaxoyê baregeh
hatin çêkirin. Di operasyonekê sala 1997’an de tang û seyarên zirxî yên tirk li
nêzî sînorê Îranê ketin heta herêma Soran a Hewlerê yanî qesabaya Çoman a
girêdayê navçeya Diyana hatin. Ev tang û seyarên zirxî ku piştre heta qesabaya
Haci Umran a Deriyê Sînor a Îranê hatin, xwestin di gundên wekî Pirdêşalê,
bergirkê yên Qendîlê mewziyan çêbikin. Lê tiştên ku difikirîn nikaribûn
pêkanîbûna û neçar man ku vegerin barêgehên xwe yên li Bamernê, Şeladizê, Amediyê,
Kanîmasî, Zaxo û Duhokê. Operasyona bejahiyê ya herî dawî hatibû kirin di
2008’an de “Operasyona Zapê ku jixwe ew jî encax 9 rojan karibûn xwe bigirin.
Têkçûyîna (fiyasko) vê operasyonî jixwe Serokê Giştî ya Artêşa Tirkiyê Yaşar
Buyukanit lixwe mikûr hatibû.
Piştî salên 2000’an çawanî û armanca operasyonan hineke din
cuda bûn. Lewra destpêka salên 2000’î serdema desthiladariya AKP dest pê dikir.
Ji sala 2007’an ve êdî havîn, zivistan, payîz, bihar bê navber bombardimana
hewayî dihat kirin. Şoreşa Rojava ku di sala 2012’an de pêk hat, armanca rastî
û veşartîbûna van operasyonan derxist holê. Armanca van operasyonên hatibûn
zêdekirin her çar perçeyên Kurdistanê careke din dagirkirin bû. Bi van
operasyonan ku -ji aliyê Serokê Giştî ya AKP’ê Tayîp Erdogan ve gelek caran
aciziya xwe tanî ziman- dixwestin Hevpeymana Lozanê nûjen bikin. Ango ew sînorê
Mîsak-i Millî ya ji holê hatibû rakirin di sedsala 21’emîn de careke din
Osmaniyeke nû biafirînin. Ev rewş çiqas ji bo kurdan ewqas jî ji bo Îran,
Sûriye û Iraqê jî xeteriyek mezin çêdikir. Hikumeta AKP û Tayîp Erdogan ku
bertekên wê werin hîs kir PKK’ê wek hincet nîşan da û xwest armanca xwe
veşêre.
TSK DI CIHÊ KETİYEYÊ JI ALIYÊ GERÎLAYAN VE HATIYE
DORPÊÇKIRIN
TSK, di hêla erdnigarî de ew jî ji aliyê sînorê Îranê ve di
navbêra 20-30 kîlometre ketiye hûndir, bi taybetî di gir û çiyayên Lêlikan,
xakurk, Bradost û Berazgir de ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatiye
dorpêçkirin.
Pisporên ku heremê nas dikin, diyar dikin ku PKK’yî li gor
awantaj û dezawantajên erdnigariyê hesaba xwe dikin û wisa têkoşînê didin û
derbarê tevgerîna şerên gerîlatiyê de ev agahî dan: “Gerîlayên Tupacamaro ya li
Uruguayê gerîlatiya deştê, yanî di deştê de şikeftên pir veşartî çêdikin û
têkoşînê didin. Gerîlayên Filîstînê bi bicihkirinek cuda, bi şêwaza dizî
têkoşînê didin. PKK’yî, daristanên pir girtî yên çiyayên kurdan de, geliyên kur
ji xwe re wek wargeh hildibijêrin û têkoşînê didin. Terzê şerê gerîlayê, tam
berovajê terzê şerê artêşa nîzamî ye. Ango qad nagire. Heremên rizgarkirî ava
dikin lê di wan herêman de jî tedbîrên ewlekariyê digire, girîngiyê dide
veşartiyê. Ji ber vê yekê PKK’yî hema bêje di hemû çiyayên her çar perçeyên
Kurdistanê de hakimiyeta wê heye. Lewra jibilê PKK’yiyan kes ne dikare di wan
çiyayan de bimîne, jiyan bike û ne jî dikarin cihwar bibin. Ew di ser
erdnigariya pir hişk, çiyayên asê de jî tevgerînê esas digirin. Ji bo vê jî hem
di ser her derî de hakimiyeta wê heye, hem jî tuneye. Ev jî ji taybetmendiya
terzê şer a gerîlatiyê tê.
Hat ragihandin ku TSK, di operasyonên berê de bi hêza bejahî
bi piştgiriya hewayî dixwest bikeve qadan, lê taqtîka vê carê ew jî serweriya
arazî ya gerîla, hostatiya bikaranîna çiyayê baş dizanin bi helîkoptêran
leşkeran datînin. Ji ber vê yekê jî neçar dimînin ku her du roj û carekê wan
leşkerên daxistine biguherînin. Hat gotin ku ligel Tirkiye cihên ku ketiyeyê ji
wateya cografîk zêdetir zagonên siyasî yên navneteweyî û heremî binpê dike jî,
pirsgirêka esasî ya ji bo hêzên hatine bicihkirin ew e ku hêza li hemberê wan
ne hêzekê artêşeke nîzamî ye, ji bo çûnûhatin, tevgerîna wê her derî dikare
bikar bîne ye. Ji bo vê yekê jî leşkerên bi helîkoptêran hatine danîne û bi cih
dikin di demek nêz de ji aliyê gerîlayan ve tên dorpêçkirin. Ligel bi
helîkoptêr, balafirên şer û keşfê bênavber piştgiriyê didin leşkeran jî lê her
tim yên darbe dixwûn jî leşkerên tirk bixwe ne.
REWŞA HÊZÊN HEREMÊ
Hat diyarkirin ku Tirkiye bi DYA re li dijî Îranê hin lihevkirinan
pêk aniye, DYA dixwaze ya Tirkiyeyê di mudaxelekirineke îhtîmal a li dijî Îranê
bide şixûlandin. Îran jî, destûr da Tirkiyeyê bi şertê ku zêde pêşve neçe hem
di Rojava û Bakurê Sûriyê de hin gavan bavêje, ew hewildana dagirkirina li ser
Herêma Kurdistana Federal heta astekî wek temaşeker dimîne. Lê tê nirxandin ku
Îran eger Tirkiye asta ku berjewendiyên wê ya Iraq û Kurdistanê dixe xeteriyê
derbas bike dê mudaxele bike. Lewra her çiqas di bin gotina ‘Em ê bikevin
Qendîlê’ razemeniya hilbijartinê ya îtîfaqa AKP-MHP’ê hebe jî, di aliyê din de
çav berdaye ax û petrolên Misûl û Kerkûkê. DYA,Neteweyê Yekbûyî (NY) û hemû
saziyên navneteweyî ji ber planên xwe yên ya Tirkiyeyê li dijî Îranê şixûlandin
ji hewildana dagirkirina Tirkiyeyê re bêdeng dimînin. Tirkiye ku di zanebûna vê
yekê de ye ji xwe re wek firsend dibîne û tevdigere di aliyê din de jî neçare
ku tawîzan bide. Îran jî di firqa plana DYA ku dixwaze ya Tirkiyeyê li dijî wê
bikar bîne lê heya dawî disekine dixwaze ya Tirkiyeyê ji DYA’yê qût bike.
Tê nirxandin ku Iraq di nava pirsgirêkên cidî de difetise.
Tê gotin pirsgirêkên bi kurdan re dijîn, dîsa pirsgirêkên bi pêkhateyan re
dij3i, di nava heman pêkhateyan de li dijî hev pirsgirêkên cur bi cur hene. Her
wiha destê veşartî ya Tirkiyeyê ku di Kerkûkê de Cebheya Tirkmen (ÎTC) rola
neyînî bilîze. Pirsgirêkekê din a ku Iraq pê ve mijûl dibe jî şerê wê ya bi
DAIŞ û El Qaîde ye. Ji ber têkiliya Tirkiye ya bi DAIŞ û El Qaîde û Serok
Komarê berê ya Iraqê Tarik Haşimî ya li Tirkiyeyê ye, nahêle ku Iraq li hemberê
Tirkiyê helwestek zelal nîşan bide. Lewra Tirkiye dikare ji nû ve van koman
bixe tevgerê û ya Iraqê bi şereke girantir re rû bi rû bihêle. Lê ligel vê yekê
jî Iraq çend roj berê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew vê dagirkirinî qebûl nake
û ji vê dagirkirinî neraziye. Li dijî vê tiştê pêşî hatî kirin ava ku dihate
Iraqê bi armanca tehdîdê hat qût kirin. Hat diyarkirin ku ev tehdîta vekirî hat
kirin, dibe ku li pişt perdeyê gelek tehdîdên din jî hebin.
Bêdengiya hikumeta Kurdistanê jî, çavkaniya xwe ji hin cure
pirsgirêkên li baş^ru dijî digire. Hemû partiyên li Başurê Kurdistanê, tê gotin
ku ji yekî zêdetir meyila wan heye, her wiha di her partiyê de jî pir zêde
dengên cuda hene. Tê gotin ku hikumeta başur niha ji du partiyan pêk tê û ev her
du partî jî di mijara pêşketin û tehdîdên ser heremê heman bertekî nîşan nadin
an jî eynî nafikirin. Di rojên bihorî de Sefîn Dizaî li ser navê hikumetê
daxuyanî dabû nûnerên YNK’ê red kiribûn. Sedema esasî ya bêdengiyê têkiliya
aborî ya serokwezîrê hikumetê bi Tirkiyeyê re heye, di heman demî de
razemeniyên hin kesên nêzî serokwezîr li Tirkiyeyê heyî ye. Ji ber vê yekî eger
nerazîbûn nîşanê operasyoneke îhtîmal a Tirkiyê bidin ditirsin ku ew têkiliyên
wan ên aborî zirarek mezin bibîne. Jixwe Tayîp Erdogan jî vê yekî baş bikar
tîne.
DI QADÊN ÊRÎŞ TÊN KIRIN DE BI SEDAN GUND HENE
Ji pêşmergeyên kevin Biryad Behremî ku li bajarokê Şilêdizê
ya herêma Bêhdînan dijî, diyar kir ku di qadên êrîşên tên kirin de bi sedan
gund, hezaran sivîl jiyan dikin û bi van êrîşan re gund û jiyana wan hemûyan di
xeteriyê de ye. Behremî, anî ziman ku ji sala 2007’an şunde di êrîşên hewayî de
sedî zêdetir jin, zarok, îxtiyar jiyana xwe ji dest dane û ev tişt gotin:
“Sivîlên heremê di dema Seddam Huseyîn de jî axa xwe bernedan. Dê ji ber van
êrîşan jî axa xwe bernedin. Malbatên li vir di dema Seddam de bi sedan şehîdan
dane lê ligel wê yekî jî axa xwe bernedane. Ji ber ku ev der axa wan e. Jibilê
wê debara xwe jî ji vir dikin. Ji ber vê yekî jî ji bo mirovên vir hem di hêla
erdnigarî, hem aborî û hem jî siyasî de ev der xwedî girîngî û wate ye.
Her wiha Behremî, ji rayedarên Tirkiyeyê yên dixwazin bi
operasyonekî bikevin Qendîlê, operasyona Zapê ya sala 2008’an bibîrxist û wiha
got: “Ez di wê demî de li heremê bûm, em bûn şahid. Em pêşmergeyên kevin di
nava xwe de diaxivî û digot ev qad tam li gor şer û jiyana gerîyan e. Leşker
qet nikarin di vir biser bikevin. Jixwe her kes bû şahid, TSK ligel hemû
propagandaya çek û teknîkên şer jî tenê 9 rojan karibûn bimînin. Ji bo wê em ji
niha ve dibînin ku leşker bê helîkoptêr, bê balafirên şer û keşfê nikarin gavek
jî bavêjin. Li gel êrîşên hewayî gerîla derbeyên cidî li leşkerên ku bi
helîkoptêran li Xakurkê bi cih kirine dixin.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,