• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Giştî

Dagirkeriya li ser Xakûrkê û Tewanbariya Bê bingeh ….!

Yayınlayan Adnan Mustafa
5 May 2020
Kategori: Giştî
258 3
A A
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di ser dagirkeriya Xakûrêkê ya bi navê tevgera pençe ku ji aliyê artêşa faşîst û qirker ve tê meşandin re mehek derbas bû. Lê hîna jî li hember hovîtiya mêtingeriya Tirk ji rayedarên Başûrê Kurdistanê nerazîbûnek jî derneketiye. Ya rast ewe ku nerazîbûna rayedarên PDK’ê heye, lê gelo ev nerazîbûn li dijî kê ye û xizmeta kê dike? Divê ev yek were zanîn û bi qasî naskirina wê jî girînge.

Ji 15 meha Hizêranê ya îsal ve dengên cûda ji rêyedar û berpirsyarên PDK’ê û Berzaniyan di derbarê tevgera dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser axa Başûrê Kurdistanê derdikeve, lê helwest û nerazîbûnên PDK’ê ji çarçoveya şerê taybet û konsepta faşîzma Tirkiyê dernakeve û ji %100 zixmeta wê dike.

Her çawa ku di roja Nêçîrvan Berzanî weke serokê Herêma Kurdistanê hate destnîşan kirin tevegra dagirkeriya li ser Xakûrkê destpêkir, sekin û helwestên Berzanî û daxuyaniyên fermî yên PDK’ê jî konsepta dagirkeriya axa Başûrê temam kiriye. Lewra PDK’ê çawa xwest li ser xûna şehîdên Dêrelokê û Şêladizê ya Adara îsal de siyaset bike û vê vegerîne bertekek li dijî tevgera azadiyê ya PKK’ê, lê gelê welatparêz yê Şêladiz, Sîryê û Dêrelok rê neda evê, di roja îro de jî, her çendî bi riya amûrên ragihandina alîgir weke Rudaw TV, Kurdistan 24 û Ajansa Basnews dixweze rastiyên li herêma Xakûrkê û Biradost tên jiyan kirin berovajî bike û çewt nîşan dide, gelê başûr yê Kurd perwer wê rê nede siyaseta xapînok a PDK’ê.

Medya daholvan a PDK’ê bi qasî cih didin tevgera artêşa Tirk li ser Kurdistanê, cih nade kiryarên hovane ku ji aliyê artêşa faşîzma qirker a Tirk li dijî civakê tên meşandin. Ji şewitandina dar û bûstanan bigre, revandin û kuştina sivîlan li Kurdistanê jî rewa dibîne û di asteke bilind de porpiganda wê dike. Çawa ku siyaseta qirker a AKP’ê û artêşa wê li Bakurê Kurdistanê bê ku biçe cûdabûna Jin, Zarok, Dayîk û Ciwanan dikuje û înfazan pêk tîne. Li Başûrê Kurdistanê jî mêtingeriya Tirk vê yekê dike. Mînakên herî berbi çav di heftiya borî li herêma Gûşîne ya Biradost û li Kortek ya Qendîl hate jiyan kirin. Li van herdu herêmên navborî balafirên artêşa Tirk sivîl kirin armanc û di encamê de li Gûşîne 1 û li kortek jî 4 bi giştî 5 hemwelatiyên sivîl yên Başûrê Kurdistanê bûne Şehîd û 8 jî birîndar bûn. Lê mixabin ji rêyedarên PDK’ê li hember vê komkujiyê siyaseta berovajî kirina rastiyan hilbijart û bi awayekî sûsret, hem Rudaw TV û hem jî Kurdistan 24 derbasî qada Biradost bûn û nûçeyên meşru kirina dagirkeriya Tirk li ser herêmê dan weşandin. Kurdistan24 ku derbasî gundên derdora Lêlkanê û Sîdekan bû û raportên ku weke gelê herêmê li dijî girîllayên PKK’ê bertek nîşandidin da weşandin. Lê rêyedarên PDK’ê û pêşkêşvanê Kurdistan 24 Kamuran Hac Omer di wê Xafîlbûn debû ku dervehî axavtina gundên herêmê, dîmenên di ekranê de dihatin weşandin rastiya Berzanî û faşîzma Tirk radixsit ber çavan, xaniyên hilweşandî, camên şikestî û xirakirina bax û baxçan hevkariya PDK’ê bi mêtirngeriya Tirk re radixist ber çav û dibûn şahîdê xîyaneta PDK’ê.

Di heman mijarê de Rudaw Tv û Ajansa BasNews bi manşetên stûr û gotinê qelew yên endamê mekteba siyasî PDK’ê Elî Ewnî ku bi dijîtiya xwe ji PKK’ê û gelê Bakurê Kurdistanê tê naskirin, ji destpêkiran peyva xwe û heyanî dawî anîna axavtina xwe PKK’ê bi heqaretên neyên serziman tewanbar kir û bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê û kuştina sivîlan û valakirina gundan sûcdar kir. Lê Ewnî, li hebûna navendên artêşa Tirk û navendên Sîxûriyê yên li herêma Amediyê, Dêrelok, Şêladiz û Duhokê ker, lal û korbûye.

Siyasete sê meymûnî ku PDK’ê li hember siyaseta qirker a dewleta Tirk dilîze ku qaşo nabîne, Nabîse û Nizane, îro ji aliyê gelê welatparêz û niştman perwerên Başûrê Kurdistanê û civaka Kurdistanê ve tê zanîn. Ger îro PDK’ê hebûna PKK’ê weke sedema dagirkeriya Tirkiyê nîşan dide û ziyanên gundiyên herêmê û şehîdbûna hemwelatiyên sivîl yên li Kortek û Biradost ku ji aliyê balafirên artêşa faşist a Tirk dixe situyê PKK’ê û dibêje ji ber PKK’ê li ser axa Başûre, Tirk êrîşî sivîlan dike û gundên me vala dike, gelê Kurdistanê û azadxwezên gelê Kurd wisa difikirin ku: “Ger li Başûr Enfal û komkujiya Helebçe pêk hatiye, ew jî ji ber hebûna PDK’ê û tevgera siyasî ya Başûrê Kurdistanê ne ku rêjîma îraq pêk aniye.” Ango ger PDK’ê ne ba Enfal û komkujiya Helebçe û koçberiya Başûrê Kurdistanê ya sala 1991’an pêk ne dihat. Ger em weke PDK’ê û zihniyeta Elî Ewnî bifikirin. Yên Enfal pêk aniye û li Helebçe 5 hezar însanên sivîl şehîd xistin ne rêjîma faşîst a Baas û Sedam Huseyîn e, Partiya Demoratî Kurdistan PDK’ê û malbata Berzanî bi xwe ye, ger wan şoreşa Gulanê û şoreşa îlonê ne kirina li başûrê Kurdistanê hin de tirajîdî nedihat jiyan kirin. Di vê çarçoveyê de bi qasî gelê Kurd li benda helwestek rastekîn ya rayedarên başûre, bi qasî vê yekê jî dest danîna ser birînê û cihê êşê tespit kirin jî girînge.

Önceki yazı

Güzel Günler Sabır ve İrade İster

Sonraki Haber

Sömürgeci Kayyumlar ve Allende’yi Hatırlamak

Benzer Haberler

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe
Giştî

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe

20 May 2026
Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2
Giştî

Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2

5 October 2025
Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET
Giştî

Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET

29 August 2025
Sonraki Haber

Sömürgeci Kayyumlar ve Allende’yi Hatırlamak

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist