Têkiliyên di navbera dewlet, mafya û bîrokrasiya ewlehiyê ya Tirkiyê de bi salan e mijara nîqaşê ye. Lê belê di heyama nû ya ku piştî berxwedana Kobanê ya sala 2015’an de pêk hat, xuya dike ku ev têkilî rengekî cuda bi dest xistine: Ciwanên Kurd bi awayekî bisazûman dikevin nava torên maddeyên hişbir, behîsên neqanûnî û çetebûyînê. Em ê di dosyaya xwe ya ku ji du beşan pêk tê de çawa hevkariya dewlet-çete tê organîzekirin, bi kîjan nav û koman tê meşandin û li ser civaka Kurd bandoriyek çawa dike, ragihînin.
MEKANÎZMAYÊN KAŞKIRINA CIWANÊN KURD BO NAV ÇETEYAN
1.Maddêyên Hişbir: Di belavkirina kokaîn û metamfetamînê de ji bo lingê kolanan, ciwanên Kurd hatin bikaranîn. Piraniya wan ji ber bêkariyê û xizaniyê bi hêsanî bûn hedef. Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi zanebûn ciwan hatin koçberkirin û bêçare kirin da ku bikevin nav van toran, her tişt ji bo vê yekê rewa hat dîtin.
2.Qumar û Behîsên Neqanûnî: Di nav de TRT jî, gelek kanalên televîzyonê yên di bin kontrola dewletê de, carinan bi reklama nerasterast carinan jî bi reklama rasterast, ramana bidestxistina pereyên hêsan di nav civakê de belav kirin. Dema ku civak bi giştî deyndar bû, ciwan di nav van toran de bûn qurbaniyên hişbirê. Ciwanên deyndar ketin nav tora çeteyan û ber bi tetîkçîtiyê ve hatin rêkirin.
3.Propagandaya Medyaya Civakî: Komên çeteyan ên wekî Baygaralar, Daltonlar, Redkîtler, Çirkinler, bi muzîka kurdî û marşên kurdî re vîdyoyên çekdarî parve kirin û hêşmendiya “berxwedanê” afirandin, bi vî awayî ciwan ber bi rêxistinên sûc û mafyayê ve kişandin. Bi karanîna stran, gotin û nirxên dîtbarî yên şoreşa Kurdistanê, nêzîkatiya çandî bi ciwanên Kurd re çêkirin û wan ber bi komên çeteyan ve kişandin. Yek ji rewşên herî girîng ku divê balê bikişîne, bêguman ev “bikaranîna nirxan” e ku ji bo têkbirina ciwanan tê bikaranîn.
4.Maskeyên Sosyokûlturel: Çete carinan bi tekezîna kurdbûnê, gotinên olî an jî bi çalakiyên alîkariyê hewl didin xwe rewa bikin. Ji bo avakirina kanalek têkiliyê ya hêsan, bi taybetî baweriya gelê kurd îstîsmar dikin û bi hevkariya hevkarên herêmî gotinên olî bi kar tînin. Hin komele û partiyên siyasî yên herêmî jî di nav vê hevkariyê de ne. (Rêxistina Hizbul Kontra ya bi navê “Hezkiriyên Pêxember” mînakeke herî eşkere ya vê yekê ye.)
RÊXISTINÊN ÇETEYAN Û NAVÊN DERDIKEVIN PÊŞ
Naci yê Sêrtî (Nacî Yilmaz): Nacî, ku niha li Hollandayê dijî, ji salên 2000’î û vir ve ciwanên kurd ber bi talan û torên sûc ve kişandiye, li Tirkiyê belavkirina kokaîn û metamfetamînê organîze kiriye. Piraniya çeteyên binî jê re girêdayî ne. Ew rasterast bi malbata Sarallar re têkildar e. Di salên 2000’î de jî bi komên çeteyan ên talan û diziyê dikirin hatibû rojevê. Di wê demê de Nacî ciwanên kurd bi kar dianî, îro jî wekî nûnerê fermî yê lingê mafyayê yê dewletê, bi malbata Sarallar re bi hev re ji belavkirina madeyên tiryakê berpirsiyar e. Niha jî li Tirkiyê, bi rêya komên çeteyan ên girêdayî wî, ciwanên kurd bi pereyan dixapîne, wan dixe nav bata madeyên hişbirê û li her taxê torên çeteyan ava dike. Li seranserê Tirkiyê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, ji aliyê malbata Sarallar ve bi awayê torên çeteyan têne organîzekirin.
Barış BOYUN: Barış, ku niha li Mîlanoyê girtî ye, di belavkirina kokaînê, firotina çekan û karên tetîkçîtiyê de bi Sedat Peker û Sedat Şahîn re xebitî. Di heman demê de gelek komên çeteyan ên li Tirkiyê girêdayî Barış Boyun bûn.
Barış bi eslê xwe kurdekî ji Meletiyê ye, lê belê di sala 2003’yan de di êrîşa El Qaîdeyê de li Stenbolê, li Qada Taksîmê, di êrîşa bombeyî ya li dijî konsolosxaneya Îngilîzî de xwişka wî ya 30 salî Gulcan Boyun miribû. Tevî ku di êrîşa çeteyên cîhadîst ên îslamî de endamekî malbata xwe winda kiribû, bi MÎT’ê re bi hev re çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Sûriyê gelê kurd qetil kirin anî Tirkiyê û wekî tetîkçî bi kar anî.
Di paşperdeyê de karên qirêj ên bi vî rengî dimeşîne, ji aliyekî ve ji bo ji dewletê re xwe bide qebulkirin li Tirkiyê nîşana ülkücûyan dike û wêneyan parve dike, ji aliyê din ve jî xwe wekî “aktîvîstekî kurd” dide nasîn û li Îtalyayê mafê penaberiya siyasî wergirtiye.

(Ji dosyaya guhdarîkirina dadgeha Îtalyayê ya Barış Boyun)
Li Îtalyayê, di tapeyên guhdarîkirinê yên dadgehê de gotinên Barış Boyun gelekî balkêş in: “Dewlet Tirkan diparêze, ji AKP’ê 8 endamên malbata Sarallar parlementer in, serokê daîreya ÎInterpolê ji malbata Sarallar e (serokê daîreya ÎInterpolê di heman demê de şêwirmendê Erdoğan, keça Oktay Saral e), yanî dema dewlet mafyaya Tirk diparêze, li ser me Kurdan de tê, me ji holê radike.” Ji ber vê yekê, wî gotiye ku ew wekî Kurdekî reviyaye Ewropayê.

Yek ji kesên herî nêzîk ên Barış Boyun, Fatih Çancin, ku bi MÎT’ê re têkildar e, li Rojava û bi taybetî li Efrînê di gelek êrîşên qetlîamê de cih girtiye. Ger em bala xwe bidin vê rastiyê, Barış Boyun her çend xwe wekî ülkücû nîşan bide û li Rojava bi destê çeteyan gelê xwe qetil kiribe jî, di çavê dewleta Tirk de Kurdek e. Di nav pevçûnên rantê yên di nav dewleta mafyayê de, kesên wekî Barış Boyun, ku nasnameya xwe ya resen înkar dikin, xiyanetê li gelê xwe dikin û xwe difiroşin, di rêza yekem de yên ku têne qurbanîkirin in.

Koma Çeteyan a Baygaralar: Ev kom, mîna Barış Boyun, rasterast karên qirêj ên Sedat Peker dimeşîne, belavkirina madeyên hişbirê, firotina çekan û tetîkçîtiyê dike. Li Edenê û Mêrsînê navendî ne û faaliyetan dimeşînin. Li Kurdistanê di belavkirina madeyên hişbirê û kişandina ciwanan ber bi tetîkçîtiyê de roleke girîng digirin. Berê di çapemeniyê de derketibû holê ku çeteyên Baygaralar ji depoya Navenda Operasyonên Taybet a Edenê 250 bombeyên destan û 270 hezar fîşek bi pere kirîne. Koma çeteyên Baygaralar, ku rasterast bi dewletê re bazirganiyê dike, piştgiriya çekan ji dewletê digire. Hemû ev yek di nav emniyetê de her karmendek jî dizane, lê kesek nikare dengekî cûda derxîne. Ji ber ku ew li ser medyaya civakî muzîkên kurdî û marşên Tevgera Azadiyê bi kar tînin, bi taybetî ciwanên Kurd dixapînin û di nav koma xwe de di karên qirêj de bi kar tînin. Ciwanên Kurd ên di navbera 15-25 salî de têne xapandin, piştî ku dikin qurbaniyên madeyên hişbirê, ber bi tetîkçîtiyê û sûcên kuştinê ve têne kirin.
Casperler, Çirkinler, Daltonlar, Redkitler: Ev komên çeteyan ên kolanan in ku ciwanên Kurd ber bi sûc, madeyên hişbirê û kuştinan ve dikişînin. Ev komên ku bi motorsîkletan tevdigerin, bi tetîkçîtiyê esnafên navîn û biçûk ditirsînin û xeracê ji wan distînin, di heman demê de madeyên hişbirê li kolanan belav dikin. Hin cihên kar bi komên çekdar ên motorsîkletan têne gulebarankirin û bi vî awayî navê xwe belav dikin. Ev çeteyên bi vî rengî li taxên şoreşger û welatparêz bi lez belav dibin, û em bi zelalî dizanin ku ev belavbûn bi hevkariya polîsan tê kirin. Derbarê vê yekê de belge û agahiyên me hene. Gelê me, ciwanên me yên welatparêz û fedakar divê li hember van komên çeteyan hişyar bin, xwe biparêzin û bi ti awayî di nav hawîrdorên van çeteyan de nebin.
Çete û Revîna Ewropayê: Ji çeteyan re ji bo revîna Ewropayê hêsanî têne kirin. Di serlêdanên penaberiyê de li Ewropayê nasnameya “Kurdbûnê” û “aktîvîzma siyasî” têne pêşxistin. Mînaka Barış Boyun nîşan dide ku serokên çeteyan çawa valahiyên dewletê û pergala Ewropayê bi kar tînin. Ev çete, ku êşên gelê me ji bo berjewendiyên xwe yên çeteyî û rantê bi kar tînin, bila nefikirin ku Tevgera Apoyî tiştekî nabîne û nebihîze. Edaleta gelê me, li hember hemû komên çeteyan ên ku êşên gelê me îstîsmar dikin, di wext û cihê xwe de wê bi awayê pêwîst tevbigere.
Girêdanên Çeteyan bi Dewletê re: Ne mimkun e ku mirov van komên çeteyan bêyî girêdana wan bi dewletê re bifikire. Di nav sepandinên Şerê Taybet de, hin kesên di nav dewletê de, ku di çavkaniyên vekirî de têne naskirin, ev in:
Arif Çetin (Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan): Bi serokên mafyayê re têkiliyên wî hene û di belavkirina madeyên hişbirê ji Kurdistanê ber bi Rojhilata Navîn de navê wî derbas dibe. Bi navê Kemal Ürün, ku bi Daltonan re têkildar e, li Nisêbînê û bi giştî li Bakurê Kurdistanê, bi navê alîkariya kırtasiyê ji bo dibistanan, sewkiyata madeyên hişbirê kiriye, ku ev yek di sala 2021’ê de ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hatibû eşkerekirin. Arif Çetin, ku bi hemû çeteyên mafyayê re têkildar e, gelek caran di çapemeniyê de derketiye holê.

Kemal Ürün: Bi eslê xwe ji Nisêbînê ye. Derbarê Ürün de biryara girtinê heye ji ber ku di bûyera kuştina Oktay Mungan de li Nisêbînê wekî teşwîkkarê sûcê tê sûcdarkirin. Ürün, ku bi Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê, Fermandariya Cendirmeyan û rêveberên AKP’ê re têkiliyên wî hene û wekî “karsazê xêrxwaz” tê nasandin, rasterast bi Arif Çetin re têkildar e û bi rêya Baygaran ciwanên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê ber bi madeyên hişbirê û çetegeriyê ve dikişîne.
Oktay Saral (Şêwirmendê Serokkomar): Têkiliyên wî bi malbata Sarallar re di raya giştî de eşkere bûne. Ev sazî ewqas têkiliyên kûr û qirêj in ku tê zanîn ku têkiliyên ÎInterpolê jî hatine avakirin û ev têkiliyê rasterast bi îmkanên dewletê hatine peydakirin. Tê zanîn ku hin kesên ji malbata Sarallar di saziyên ewlekariya navneteweyî de cih digirin.

ENCAM
Ciwanên Kurd, bi taybetî piştî sala 2015’an, bûne yek ji hedefên sereke yên polîtîkayên şerê taybet ên dewletê. Piştî berxwedana Kobanê û pêvajoyên Rêveberiya Xweser, ku tê de berxwedaneke civakî derket holê, dewletê ji bo ku ev enerjiya civakî dîsa siyasî nebe, bi awayên cuda ciwanan ber bi krimînalîzasyonê ve biriye. Madeyên hişbirê, behîsên neqanûnî, torên mafya-çeteyan û xebatên propagandayê yên li ser medyaya civakî, ne tenê amûrên hilberîna rantê ya aborî ne; di heman demê de ev xebatên endezyariya siyasî ne. Bi van rêbazan, tê xwestin ku ciwanên Kurd ji têkoşîna rêxistinî, hişmendiya neteweyî û yekîtiya civakî werin qutkirin.
Grubên çeteyan ku li bajarên Kurdan bi rehetî faaliyetan dimeşînin, nîşan dide ku têkiliyên dewlet-mafyayê çiqasî kûr bûne. Belavkirina madeyên hişbirê, bazirganiya çekan û kişandina ciwanan ber bi tetîkçîtiyê, ku di bin agahdariya saziyên ewlekarî û îstîxbaratê de pêk tê, ne tesadufî ye. Berevajî vê, ev pêvajo ji bo dûrxistina ciwanên Kurd ji siyasete, perçekirina civakê û afirandina atmosfereke tirsê, bi awayekî sîstematîk tê sepandin.
Di vê xalê de pirsgirêka herî krîtîk, ew e ku civaka Kurd, bi taybetî ciwanên xwe, ji van torên qirêj biparêze û îradeya vê yekê nîşan bide. Berpirsyariya hevpar a malbatan, civakên sivîl, derdorên welatparêz û hemû aktorên civakî ew e ku ciwanan ji xefika çeteyan, baronên madeyên hişbirê û rêxistinên mafyayê yên bi piştgiriya dewletê ne rizgar bikin. Wekî din, her ciwanekî windabûyî, ne tenê windabûna takekesekî ye, lê belê windabûna paşeroja tevahiya civakê ye. Kesên ku bi van çeteyan re têkiliyê datînin û kar dikin, xiyanetê li gelê xwe dikin. Em dixwazin bê zanîn ku têkiliyên çeteyan, ku bi ti awayî bêguneh nînin, wê di edaleta gelê me de bi dawî bibin.
Bi kurtasî; polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanên Kurd tên meşandin, ne tenê di çarçoveya ewlekariyê an aboriya sûc de, lê di heman demê de wekî hewildanekê endezyariya civakî jî divê bêne nirxandin. Têkoşîna li dijî vê yekê jî nikare tenê bi tedbîrên ewlekariyê sînordar bimîne. Hişmendiya neteweyî, yekbûna bi Partiyê re, ji nû ve xwedîderketina nirxên çandî, pêşxistina alternatîfên aborî û xurtkirina yekîtiya rêxistinî; rêyên herî bingehîn in ku ciwanên Kurd ji çerxa tarî ya çetegerî û mafyageriyê rizgar bikin.
Hebun MAWA





