• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

TİRKİYE Dİ WARÊ TEKNÎKÎ DE GİRÊDAYÎ DERVE YE!

Yayınlayan Siltan Rizgar
25 April 2021
Kategori: Analîz Siyasî
259 14
A A
TİRKİYE Dİ WARÊ TEKNÎKÎ DE GİRÊDAYÎ DERVE YE!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Tê zanîn ku li welatê Tirkiyê di nav saziyên leşkerî de saziya ku herî zêde tê pêşxistin û di heman demê de jî derfet û pereyên herî zêde jê re tê veqetandin saziya Hêzên Ezmanî û Firokeyên şere! Tirkiye ji bo ku hêza xwe yê ezmanî pêşbixe amadeye ku her şantaj û derfetê bide welatên hegemon û di nav de Dewletên Yekbuyî ê Amerîkayê.

Lê ruxmî ewqas derfet û îmkanên ku Dewleta Tirkiye dixe xizmeta saziya Hêzê Ezmanî û Firokevaniyê, hêj ev bixwe nebuye xwediyê wan firoke û teknolojiyan! Mirov dikare bi zimanek sade û zelal bêje welatê Tirkiye tenê firokewane (Pîlot) û tenê ji bo armancên diyarkirî tê xebitandin.

Niha ji bo ku ev mijar baş û zelal were fêmkirin emê hewil bidin hinek mînakan şênber danin holê. Mebest eve ku ji bo xebitandina her cure firokeyê pêşketî û di nav de bi taybetî jî Firokeyê F-16 , Dironên P.L.S pêwîste ku bi satelaytê ezmanî werin girêdan û pişt re jî li rêka pergala înternetê ya heman GPS’ê were xebitandin. Lewma ji ber ku Wilatê Tirkiye ji satelaytê ezmanê bê pare û ti girêdanek wê bi pergala GPS ve nîne. Nikare bê hebunê GPS û pergala satelaytê yek hedef jî çi li erdê û çi li ezmanê jî bi pêkê. Bi zimanek sade tê wê wateyê ku bê pergala satelayt û GPS firokeyên Tirkiye dibin mîna Bazek kor ku nikare kîsuyekê jî bi nêçîr bigre. Niha Tirkiye bi çav saxî û pêşengiya Amerîka û di nav de Wilatên Yêkbuyî yê bi nav NATO’yê tevahî ev çalakî û terorê bi şêwazê bomburduman û suîqestê pêk tîne.

Cîhê bîranînêye ku em wekî gelê Kurd ku di nav Tirkiye û tevahî herêma Rojhilata Navîn bi teknîk û balefirên şer ê Tirkiye tên hedefkirin û bomburdumankirin. Her roj şoreşgerên me Şehîd dibin. Niha mêzekirina me wekî gelê Kurd wisaye ku tevahî komkujî û genosaîdê ku bi dest Tirkiye li ser gelê me tê kirin ji %70 para Amerîka û welatên pê re ku bi nav NATO’yê tê de dibînîn. wan welatên yekbuyî yê ku qaşo ji bo parastina mafê Mirovahiyê yekîtiyê avakirine lê di heman demê de di nav piroseya Enfal, Komkujî û bi hedefkirina şoreşgerê Kurdistanê sucdarê yekemin.

Ev jî ne tenê îdea an jî teoriyeke. Bala xwe bidinê firokeyê F-16 ê Amerîkayê, pergala diron û firokeyê keşfê, ê NATO ye. Pergala satelayt û GPS ku Dewleta Tirk li her devera vê herêmê gel û şoreşgeran pê hedef dike yê NASA û Dewletên Yêkbuyî ê Amerîka (DYA)ye.

Bala xwe bidenê niha bi fermî 32 satelaytê saziya NASA di valatiya ezman de hene. Ew 32 satelayt li tevahî derdorê hesareya gilover yê zeviyê hatine bi cîhkirin û 24 demjimêr di rojê de ji bo armanckirin û hedefên diyarkirî li ser erdê tên bikaranîn.

Di esas de Amerîka ewqas teknîk û alavên leşkerî xistiye berdestê Tirkiye ku teknîk buye madeya hişbir a Dewleta Tirk.

Mînak firokeyê F-16 ku Tirkiye ewqas baweriya xwe pê tîne û herder pê kavil kiriye, şîfreya wê di dest Amerîkayê de ye û ji aliyê wê ve tê kontrolkirin. Tevahî pergala ku di dest Tirkiye de ye ji bankeyan heya Çapemeniyan, xulase her sazî û tiştê ku li Tirkiye bi pergala Satelayt û înternêtê girêdayî, di dest Amerîkayê de ye. Lewma ger her buyer û pilanek de  Amerîka çi dem bixwaze dikare Tirkiye li bin gohê hevdu bixîne û bixe nav lîtavê û çi dem jî bixwaze dikare ji aloziyên mezin rizgar bike.

Ji bo ku ev mijarên me di nivîsa xwe de bal kişand ser baştir were fêmkirin û rewşa siyasî û leşkerî ê Tirkiyê bi awayek zelal were fêmkirin emê hewl bidin mînakek zelaltir û di çarçoveya agahiyek îstixbaratî jî parve bikin.

Dema ku di 15 Tebaxa 2016’an de derbeya bi kontrol a leşkerî li welatê Tirkiye çê bu û tenê rojek domkir ku piştî rojek her tişt hat seknandin. Leşker û rêveberên ku beşdarî derbeyê kiribûn hinek ji wan ku eşkere bibûn xwe teslîm kirin û ya din jî veşartî man. Ew jî navber navber di operasyonan de tên girtin. Hat zanîn dema ku derbe hatkirin di heman rojê de saziya Hevalgirî ê Amerîkayê şîfreya tevahî firokeyên F-16 û tevahî alavên leşkerî yê bi aqil ku di dest fermandarên derbekaran de bûn û asteng dike û ji kar dixîne. Şîfreyê hesabên madî yê bankeya artêşa Tirkiye digûhere û  digre. Pergala pêwendiyê di navber derbekaran û fermandarê wan de qût dike û ti alternatîf û peywendiyê di navber wan de nahile. Tev derfetên leşkerî ku di dest wan deye tê sekinandin û nikarin bi kar bînin. Ji bo wêyêkê jî derbeya 2016’an yê li Tirkiye tenê rojek dom bû û ti encamek derneket holê. Ji ber ku hemû derfetên teknîkê leşkerî ji aliyê NATO yê û bi taybet jî Amerîka û Îsraîlê ve hat girtin. Lewma piştî guhertina şîfre û pergala leşkerî, teknîk û îstixbaratî ê Tirkiye ji aliyê welatên derve hat girtin û bê yetkî hiştin. Lewma jî derbekar neçar man ku wisa zû teslîm bibin. Ji ber ku ji çekên ji rêze pêve tû çek di dest wan de nemabu!      

Lewma jî derbe, wekî piroseyek siyasî û gûhertinek fîzyolojî ji bo pergala welatek ku hewsarê wî di dest welatek din deye ti carî encamgir nabe û iflasê tîne. Ji ber ku di dîrokê de di pêvajoyên cuda de li welatên derdor piroseyên wisa gelek qewimîne. Derbe li welatek ku hinek tişt aîdê wê ne encamgir dibe. Hinek serbixwe û xwedî îradeyek navxweyî be! Lê li welatek wekî Tirkiye ku nikare pergalek sade ê wekî telefonên civakê bi hêz û derfetê xwe qontirol û gohdar bike, ji welatê derdor hevkarî dixwaze çawa bibe?

Li tirkiye tenê bi dest şoreşger, ciwan û gel dikare gûhertinek were kirin û şoreşek encamgir were ava kirin.

Siltan RİZGAR

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Önceki yazı

FAŞİZMİN ÖZGÜR KADIN KORKUSU

Sonraki Haber

İttihatçılara Ermenileri, Torunlarına da Kürtleri mi Katlettireceksiniz?

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Sonraki Haber
İttihatçılara Ermenileri, Torunlarına da Kürtleri mi Katlettireceksiniz?

İttihatçılara Ermenileri, Torunlarına da Kürtleri mi Katlettireceksiniz?

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist