Bi şerê Îranê re, hem bingeha destwerdanê li ser Tirkiyê û hem jî fersendên nû yên têkoşînê zêde bûne. Di vê dema derbasbûnê de Tirkiye hewl dide ku bi karanîna nakokî û fersendên heyî, pozîsyona xwe ya stratejkî xurt bike.
Li gorî polîtîkayên 20 salên dawî, carinan tê dîtin ku Tirkiye helwesteke dijberiya welatên Rojava nîşan dide. Balkişandina Tom Barac a li ser “serokatiya bihêz” û peyamên vegera Tirkiyê bo projeya F-35, dikare weke hewldana ragirtina Tirkiyê di xeta xwe de were nirxandin. Di heman demê de dema ku belgeya hevkariya stratejkî bi Brîtanya re hate îmzekirin, daxuyaniya Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen a “Divê em parzemîna Ewropayê temam bikin da ku nekeve bin bandora Rûsya, Tirkiye an jî Çînê” bala mirovan dikişîne.
GUHERTINA DI POLÎTÎKAYÊN KEVNEŞOPÎ yên TIRKIYÊ DE
Tevî Doktrîna “Welatê Şîn” a 100 salî ya Tirkiyê li Deryaya Spî, dev ji mafên serweriyê yên li ser avên Behra reş, Deryaya Spî û Egeyê berdana NATO’yê, pêşkeftineke girîng e. Di encama gotûbêjên dawî de, NATO li Behra reş bû xwediyê avahiyeke daîmî û sazûmanî. Ev rewş, li dijî prensîba “bêalîtiyê” ya dîplomasiya sed salî ya Tirkiyê ye. Di şertên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de hewldana bicihkirina Tirkiyê li hember Rûsyayê, bi vê avahiya nû ya li Karadenîzê ve hate cemidandin.
Her wiha avakirina baregeheke pirneteweyî ya NATO’yê ya di asta kolorduyê de li Edeneyê, nîşan dide ku çalakiyên astengkirinê yên li herêmê wê bi rêya Tirkiyê bên birêvebirin. Li Stenbolê jî di çarçoveya Koalîsyona Dilxwazên Ukraynayê de, hate gotin ku piştî şerê Ukrayna-Rûsyayê, fermandariyeke deryayî ji bo ewlehiya Karadenîzê wê were avakirin.
DIYALOGA KURDÎ: STRATEJÎK E AN TAKTÎKÎ YE?
Tirkiye ji ber ku hay ji rîskên gengaz ên pêvajoyê heye, polîtîkaya diyalogê bi Kurdan re pêş xistiye. Lê belê desthilatdarî ji ber ku vê pêvajoyê ne weke stratejkî lê weke taktîkî dibîne, polîtîkayên xwe li gorî geşedanên konjonkturel diguherîne. Pêvajoya ku carnan lez dike, di demek kurt de dicemide. Tirkiye hîn rêya ku wê bişopîne bi awayekî zelal diyar nekiriye.
Du vebijarkên bingehîn li ber Tirkiyê hene: Aştiya bi Kurdan re û entegresyona demokratîk li ser bingeha wê, û bibe hêza demokrasiyê ya li herêmê, an jî bi hêzên emperyalîst re tevlî bibe û polîtîkayên înkarkirinê bidomîne.
Ev zelalî hîn çênebûye. Ger li ser nêzîkatiyên kevneperest were israr kirin, metirsiya ketina kerta Kurd di destê hêzên hegemon ên din de zêde dibe. Stratejiya asîmîlekirin û paşguhkirina Kurdan di pratîkê de îflas kiriye, lê hewldana domandina vê meylê di nav saziyên dewletê de berdewam e. Dirêjkirina demê ya pêvajoyê û berxwedana li hember gavên pêwîst, nîşana vê zîhniyetê ye. Guhertinên kûr ên di dînamîka Kurd de jî serkeftina vê stratejiya kevin dijwar dike.
XETIMANDINA DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ Û CIVAKA DEMOKRATÎK DE
Di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de gavên hiqûqî û yasayî yên çaverêkirî nehatine avêtin û pêvajo dîsa bi awayekî cidî hate xetimandin. Desthilatdarî her ku digihîje qonaxa gavên şênber, ser hişkiyê dike û pêvajoyê dixe nav zehmetiyan. Tevî ku demeke kurt maye heta betlaneya havînê ya Parlamentoyê (li gorî nîvê Gulanê), ti pêşnûmeya qanûnê ya ku derketibe holê tune ye.
Zelalkirina statuya Rêber Apo ji demek dirêj ve di rojevê de ye. Rêveberiya Tevgerê gelek caran daxwaz kiriye ku serokên partiyan bicivin da ku rola ku ji Serkirdayetiyê re hatiye destnîşankirin zelal bikin. Bi heman awayî pêşniyara tayînkirina komîserekî siyasî jî ji bo pêşveçûna pêvajoyê hatiye kirin. Lê belê di van mijaran de ti pêşkeftineke berbiçav çênebûye.
Di meha Hezîranê de Encûmena Wezîran a Konseya Ewropayê “Mafê Hêviyê” wê dîsa bixe rojevê. Ji ber vê yekê, bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêber Apo, divê bibe armanca bingehîn a hemû gelê Kurd û dostên wan. Ji bo ku beşdariyeke bi bandor li civîna Hezîranê bikin, divê hemû qad beriya Hezîranê xebatên herî bi bandor bi rêxistin bikin.
ROLA JINAN DI AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK DE
Di pêvajoya aştî û civateke demokratîk de, avakirina diyalektîkek baş û hevsengiyek di navbera danûstandin û têkoşînê de pir girîng e. Aştiyeke dadmend û mayînde tenê bi avakirina civateke demokratîk mimkun e. Ji ber vê yekê, divê bal li ser tiştên ku Kurd û hevalbendên wan divê bikin be, ne li ser tiştên ku dewlet dike an nake.
Rêbertî di bangewaza “Aştî û Civaka Demokratîk” de jinan weke garantiya vê pêvajoyê pênase kiriye. Civaka demokratîk pêvajoyeke avakirinê ya bi hişmendî dixwaze. Ev avakirin ne bi şîdetê û ne jî bi sepandinê çêdibe; bi rêxistinkirina civakî ya piralî li ser zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqê pêk tê. Ji nû ve girtina civakbûn, aborî, çand, ziman û dîrokê li gorî esasên demokratîk, bingeha vê pêvajoyê pêk tîne.
Jin, çareserkirina pirsgirêka Kurd ji tenê hewcedariya Kurdan derdixin û bi rêxistinên berfireh ên jinan ve dikin xuya, di nav çalakiyeke wiha de ne. Polîtîkayên qirkirinê yên li ser Gulîstan Doku, Rojîn Qebayîş û bi sedan jinên din, berhema zîhniyeta yekperest, neteweperest û înkarker e. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk di heman demê de ji bo hemû gelên Tirkiyê jî xizmet dike.
ASTENGIYA BAŞÛR DI XEBATÊN YEKÎTIYA NETEWÎ DE
Xebata yekîtiya netewî, bi taybetî li hember êrîşên li ser Rojava, bi danîna aliyê partî li aliyekî, li hundir û derveyî welat bi awayekî xurt derketiye holê. Ev yek hêza hişmendiya yekîtiya netewî ya gelê Kurd nîşan dide. Li parçeyên din ji bilî Başûr, partiyên siyasî platformên netewî ava kirine û di warê pêşxistina helwesteke hevpar de gavên girîng avêtine. Rêxistinên jinan jî bi rêxistina kargehan di vê qadê de beşdariyên konkirêt kirine. Konferansa Yekîtiya Netewî ya li Bakur jî watedar e.
Lê belê atmosfêra siyasî ya Başûrê Kurdistan pozîsyoneke astengdar ji bo yekîtiya netewî ye. Nakokiyên desthilatdariyê yên di navbera PDK û YNK’ê de berdewam in, ev rewş hem pozîsyona Kurd li Iraqê lawaz dike û hem jî Herêma Kurdistanê ji îradeya siyasî bêpar dihêle. Xebatên yekîtiya netewî yên jinan di vê çarçoveyê de girîngiyeke krîtîk digirin. Jin dikarin di civakîkirina yekîtiya netewî de, di çêkirina zextê li ser aktorên siyasî de û di rêxistinkirina lingê civakî de roleke bi bandor bilîzin. Platformên Jinên Netewî yên di navbera parçeyan de divê planên ku van astengiyan derbas bikin amade bikin.
DI DEMA NÛ DE RAMANA AZAD Û ANALÎZA YÊKPARE
Pêwîst e ku em pêvajoya ku em tê re derbas dibin bi awayekî yêkpare binirxînin û analîz bikin. Di dema nû de divê em ji kalibên bandor- bersiv ên hêsan derkevin, bi gelek îhtîmalan bifikirin û hêza ramana azad bi kar bînin.
Şêwazê muxalefeta heyî yan bi bandora sosyalîzma reel her tiştî bi rêya dijberiyê dixwîne, yan jî bi bandora lîberalîzmê tiştên ku diqewimin nezelal dike û nikare hêza destwerdanê nîşan bide. Ev nêzîkatî li nakokiyên sedsala 19’an û 20’an asê maye û geriliya herêmî diparêze. Analîzkirina rast a karakterê pêvajoyê, pêşşerta tevlîbûnê ye. Di vê demê de bidestxistina yekîtiya Kurd û meşandina polîtîkayên bi kêrî gelên herêmê, pêwîstiyeke bêguman e.
Tirkiye di xalekê krîtîk de ye. Têkiliyên leşkerî û stratejkî yên kûr dibin bi NATO’yê re û biryarên derbarê pirsgirêka Kurd de, rê û çarenûsa salên pêşiya me diyar dikin. Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû herêmê jî fersenda çareseriyeke mayînde pêşkêş dike. Nirxandina vê fersendê, bi rola çalak a jinan û hemû hêzên demokratîk ve mumkin e.
Militan RÊHAT





