• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Giştî

PDK û ENKS‘ê Li Hewlêrê Bi Coşeke Mezin Tecawizkarê Kurd Ehmed Osman Pêşwazî Kirin

Nûnerên PDK/Barzanî û ENKS’ê salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê ya ku li ser siyaseta qirkirina Kurdan hatiye avakirin, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi beşdariya 8 serçeteyên ku di dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de roleke mezin lîstin coşek mezin pîroz kirin. Bi taybetî ku di nav wan de yek ji serkirdeyên çeteyên Firqeya Sultan Murad a bi navê Ahmed Osman ku bi xwe destdirêjî du jinên Kurd X.R.M û Z.E yên li Efrînê hatibûn revandin heye, asta şermezariya PDK û ENKS‘ê radixe berçavan.

Yayınlayan Lekolin
2 November 2024
Kategori: Giştî
256 2
A A
PDK û ENKS‘ê Li Hewlêrê Bi Coşeke Mezin Tecawizkarê Kurd Ehmed Osman Pêşwazî Kirin
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî di 29‘ê Cotmehê de li ofîsa partiya xwe ya li Hewlêrê 8 serçeteyên girêdayên dewleta Tirk a dagirker ku di dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de roleke mezin lîstin, di bin navê Desteya Dan û Standina Muxalefeta Sûriyê de hevdîtin pêk anî. Piştre bi heman serçete, nûnerên partiya AKP-MHP’ê, ENKS, Eniya Tirkmenên Iraqê yên girêdayê MHP’ê ne, beşdarî merasîma pîrozbahiya 101’emîn salvegera Komara Tirkiyeyê ya ku li ser polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan hatiye avakirin bûn.

Ev wêne û dîmen ku bertekeke mezin di nav gelê Kurd de çêkir, bi taybetî jî hevdîtina serkirdeyên komên çete yên bi Barzanî re û xuyabûna wan bi van serkirdeyên çeteyan re di salvegera damezrandina komarê de ku 101 sal in li ser qirkirina Kurdan hatiye avakirin, çavên her kesî zivirand ser binpêkirinên mafan, revandin, talankirin, komkujî û destdirêjiya bi taybet a li Efrîn û Serêkaniyê tên kirin.

DI HEVDÎTINA BARZANÎ DE TECAWIZKAR Û ÎŞKENCEKAR EHMED OSMAN JÎ HEBÛ!

Yek ji wan kesên ku ji aliyê Barzanî û endamên ENKSê ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin yek ji damezrînerên koma çete ya Emşat û serkirdeyên koma Sultan Murat, Ehmed Osman ê ku di Efrînê de wek e tecawizkar û îşkencekar tên naskirin jî hebû. Piştî dagirkirina Efrînê Ehmed Osman yekser li ser navê koma çete ya Emşat talimat da çeteyan ku li navenda bajar, navçe û gundewarên Efrînê hemû malbat û kesên nêzî Tevgera Azadiya Kurd  werin tesbîtkirin. Di destpêka sala 2019’an de bi sedan kes ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn hatin revandin, hatin îşkencekirin û li beranberê berdana wan fidye hatin xwestin. Hate diyarkirin ku di nava van jinên ku di vê pêvajoyê de hatin revandin de, xwişkên X.R.M (24) û Z.E (27) bi hinceta ku birayên wan endamên YPG’ê ne, birine cihê taybet a Ehmed Osman û ji aliyê serçete Ehmed Osman bi xwe ve rastî tecawizê hatine.

Hate hînbûn ku Selah Xelîl Menle yê ku tê diyarkirin xizmê her du jinan e, ji vê rewşê agahdar bûne, daxwaza berdana jinan ji nûnerên MÎT’ê û komên çete kiriye. Piştî 3 rojan 2 jinên rastî tecawizê ya ji aliyê serçete Ehmed Osman ve hatine li ser riya navbera Efrîn û Cindirêsê de kûştî hatine dîtin. Di nava agahiyên ku hatine bidestxistin de rêveberê herêmê yê MÎT’ê yê wê demê bi navê Samî ji bo bûyera destavêtinê neyê bihîstin fermana qetilkirina du xwişkan daye.

Li şûna ku Ehmed Osman ji ber vê bûyerê bê cezakirin, bi hinceta ku dijminê herî hov ê Kurdan e, ji aliyê MÎT’ê ve ew xelat kirin û derxistin asta jor a heya weke berpirsyarê koma çete ya Lîwaya Sultan Murad.

Ehmed Osman û ekîba wî ya çete ne tenê li pişt revandin, kuştin, fîdyeyê, di heman demê de li pişt hemû talankirina Efrînê û piştre li Serêkaniyê, wêrankirin û rakirina berhemên dîrokî û firotina wan li derveyî welat û Sûriyê û projeyên guhertina demografîk e. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê; tenê di nava 5 salan de (2018-2023) 99 jin ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin û 74 jin jî rastî destavêtinê (tecawizê) hatin.

Ji bo kesên ku li ser bîlançoya hemû binpêkirinên mafên mirovan ên koma çete ya Firqeya Sultan Murad li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî meraq dikin, dikarin di motora lêgerînê de tenê navên rêxistinên wek e Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê û Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê binivsînin bes e.

Fırat ALİ

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

 

Etiketler: Ahmed OsmanDagirkeriya Dewleta TirkEfrinENKSGirêspîPDKSerekaniyeSultan MuradTecawiz
Önceki yazı

Dewleta Tirk a Dagirker Plan Dike Êrîşê Xeta Minbic û Kobanê Bike- NÛÇEYA TAYBET

Sonraki Haber

Encamên Hilbijartina Başûrê Kurdistanê û Avakirina Hikumeta Nû!

Benzer Haberler

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe
Giştî

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe

20 May 2026
Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2
Giştî

Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2

5 October 2025
Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET
Giştî

Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET

29 August 2025
Sonraki Haber
Encamên Hilbijartina Başûrê Kurdistanê û Avakirina Hikumeta Nû!

Encamên Hilbijartina Başûrê Kurdistanê û Avakirina Hikumeta Nû!

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist