Hikûmeta Iraqê û PDK’ê ku di sala 2014’an de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê ji bajêr reviyan, di 9’ê Cotmeha 2020’an de “Peymana Şengalê” îmze kirin. Tirkiye û DYA jî piştgiriya xwe ya ji bo peymanê ragihandin. Bi vê peymanê re dihat xwestin ku qeymeqamek ji Şengalê re bê tayînkirin û hêzên ku di dema komkujiyê de ji bajêr derketine, ewlekarî bê dayîn. Êzidiyên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ava kirin, li dijî peymanê derketin. Her çend hêzên ku peyman îmze kirine û welatên ku piştgiriyê didin wê xebatên xwe yên ji bo cîbicîkirina xalên peymanê didomînin jî, êzîdî li dijî peymana ku bê îradeya wan hatiye îmzekirin, li ber xwe didin.
Hate hînbûn ku dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ku bi taybetî ev 4 sal in her cure hîle û polîtîkayên qirkirinê bi armanca şikandina vîna Êzidiyan dimeşînin, niha jî xwe amade dikin ku bi destê MÎT û Parastinê planekî di asta fermana 75’emîn de bixin meriyetê.
JI MÎT Û PARASTINÊ RAPORA DAIŞ’Ê
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di rapora MÎT û Parastinê ya ji îstîxbarata Iraqê re şandine de, hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarê Holê yê girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê bi destê QSD’ê êrîşî hêzên Iraqî û Heşdî Şabî yên li Misul û derdora Şengalê bikin. Hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê ku demeke dirêj li Hawar Kilîsê û navçeya Riha (Riha) Serêkaniyê hatin perwerdekirin û biçekkirin, li Başûrê Kurdistanê û Baregeha Leşkerî ya Başîqa ya artêşa Tirk a dagirker weke şaneyên razayî bi cih bûne. Armanca vê yekê ew e ku bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser nuqteyên leşkerî û navendên hêzên Iraqê û noqteyên ku leşkerên Tirk lê bi cih bûne, ji bo ketina Şengalê hincetekê çêbikin. Di nava agahiyên ku di raporê de hatin bidestxistin ev e ku hemû çeteyên DAIŞ’ê yên mijara gotinê berê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li herêma Holê û Dêrazorê hatibûn bi cihkirin û weke çeteyên bi eslê xwe Iraqî hatine hilbijartin.
EV MIJAR DI HEVDÎTINÊN LI ENQEREYÊ JÎ HATINE NÎQAŞKIRIN
Çavkaniyek pêbawer li Bexdayê jî piştrast kir ku ew rapor û plana navborî hebûye. Li gorî çavkaniyên pêbawer ên Bexdayê, piştî ku rapora mijara gotinê ji aliyê MÎT û Parastîn ve radestî îstixbarata Iraqê hat kirin, di hevdîtinên 16’ê Cotmehê de Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û di 31’ê Cotmehê de Misteşarê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Kasim Araci li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk ê faşîst Hakan Fîdan û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin re hatibû kirin de jî hatiye axaftin.
Di rapor û civînên navborî de hate gotin ku divê hêzên hikûmeta Iraqê Şengalê dorpêç bikin, hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi DAIŞ’ê re ji raya giştî re were deşifrekirin û di heman demê de ji bo bi hev re tevbigerin, du baregehên nû yên girêdayê Baregeha Leşkerî ya Başîqa ya Artêşa Dewleta Tirk re ku tê werin avakirin ji aliyê hikumeta Iraqê ve destûr bê dayîn.
Balkêş e ku MÎT û Parastin di çarçoveya vê plansaziyê de xeta ku dê DAIŞ êrîşê ser Şengal, navend û noqteyên leşkerî yên hêzên Iraqê bikin jî diyar kirine û destnîşan kirine ku ew daxwaz dikin beriya dereng bimînin divê hêzên Iraqê li ser vê xetî leşkeran bi cih bikin û rê li ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku dê bi destê hêzên Rêveberiya Xweser a Rojava pêk werin bigirin. Bi vê awayî wê lingê leşkerî yê “Peymana Şengalê” ya di navbêra Hewlêr û Bexdayê de pêk were. Her wiha dê di raya giştî de têgihiştinek çêbibe ku QSD û çeteyên DAIŞ’ê bi hev re tevdigerin û bi vê hincetî rê li ber her cure êrîşên hovane ya li ser Rojava û Şengalê vekin. Pêve girêdayî bi van êrîşan weke çawa di sala 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn dîsa wê li dijî gelê Şengalê polîtîkaya tirs û hovitiyê bimeşînin.
Di çarçoveya vê plansaziya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê PDK’ê ve hatiye amadekirin de, divê hêzên navendî yên Iraqê ji bajarokê Sinûnî, di ser gundên Dehola, Borek, Berana, Til El Benat, Til Qeseb, El Qabosiya heta El Qehtaniyê, piştre gundê El Werdiya û bajarokê Xanê Sorê heya digihije sînorê Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin bicihkirin.
ÇETEYÊN DAIŞ’Ê YÊN ŞANDIBÛN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NAV BI NAV HATIBÛN DEŞIFREKIRIN
Beriya niha hem Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) û hem jî malpera Lekolin.org navên çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin û biçekkirin, tevî wêneyên wan ên ji bo li heman eniyê bi artêşa Tirk û pêşmergeyên PDK’ê re li dijî gerîlayên azadiyê şer bikin eşkere kiribûn. Hate ragihandin ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hêzên gerîlayên azadiyê ku nekarîn ti encamekê bi dest bixin, di çerçoveya vê plana MÎT û Parastin de di 18’ê Îlonê de cil û bergên pêşmergeyan li wan kirine û li gelek qadên girêdayê herêma Nînowa weke şaneyên razayî bi cih kirine.
Eger ev plana mijara gotinê pêk were, hem wê bandoreke li ser asta fermana 75’an ser Êzidiyan bike û hem jî stratejiya “bi kevirekî gelek çûkan bikuje” pêk were.
Firat ALÎ