• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Giştî

Heleb Bi Tevahî Dikeve Bin Kontrola MÎT’ê – NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî hilweşîna rejîma Şamê, dewleta Tirk ku bi her awayî dest bi tevgerê kiriye, Helebê ku di nav sînorên Misak-i Millî de dibîne, bi temamî dikeve bin kontrola xwe.

Yayınlayan Lekolin
16 June 2025
Kategori: Giştî
251 8
A A
Heleb Bi Tevahî Dikeve Bin Kontrola MÎT’ê – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Piştî hilweşîna rejîma Şamê, dewleta Tirk ji aliyekî ve xwe wekî xwediyê HTŞ’ê nîşan dide, ji aliyê din ve tê zanîn ku hewl dide Helebê, ku di nav sînorên Misak-i Millî de dibîne, bi temamî bixe bin kontrola xwe.

Malpera me di dosyaya taybet a 13’ê Gulanê de ragihandibû ku dewleta Tirk di salên destpêkê yên krîza Sûriyê de tesîsên pîşesaziyê û kargehan talan kiribû û dizîbû, û bi navê nûavakirina Sûriyê hewl dide aboriya wê bi temamî bigire destê xwe û dest bi sîxuriya tesîsên ragihandinê kiriye.

Dewleta Tirk ku dixwaze parêzgeha Helebê bi temamî bixe bin kontrola xwe û tevlî nav sînorên Misak-i Millî bike, gavekdin din ber bi jor ve avêtiye û hewl dide beşa ragihandina leşkerî ya li herêmê bi temamî bigire destê xwe.

Li gorî agahiyên ku me wekî Lekolin.org bi dest xistine, di 8’ê Hezîranê de, heyete ji rêveberên payebilind ên MÎT’ê, li gel rêveberên Ewlehiya Neteweyî ya hikûmeta demkî, derbasî Beşa Ragihandina Leşkerî (Ewlehiya Ragihandinê) bûn, ku nêzî qereqola parêzgeha Helebê ye. Piştî civîneke kurt, ji bo tamîrkirin û veguherîna hin amûrên çavdêriyê, komîteyeke taybet hate avakirin.

Berî ku endamên saziya ragihandina leşkerî ya rejîma Baas birevin, wan hin amûr xera kiribûn. Tê zanîn ku MÎT’ê ji vê komîteyê re talîmat daye ku di demeke kurt de hemû amûr amade bikin, paşê wan li taxên Helebê belav bikin û ji bo guhdarîkirin û şopandina telefonên gumanbar talîmat dane.

Herwiha li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, piştî civînê, rêveberên MÎT’ê û rayedarên HTŞ’ê serdana birca ragihandinê (telekomunîkasyon) ya li taxa Hemdaniyê kirine. Ev cih berê navenda polîsê leşkerî ya hêzên Rûs bû û amûrên li hundirê wê ji xizmetê derketibûn. Tê gotin ku MÎT’ê ji bo ji nû ve çalakirina vê navendê ji rayedarên HTŞ’ê re planeke xebatê pêşkêş kiriye.

Ya herî girîng jî, rayedarên MÎT’ê di civînê de ji rayedarên HTŞ’ê re ragihandine ku pêwîst e li derdora Şêx Meqsud û Eşrefiyê li ser gelek avahiyan bircên çavdêriyê werin danîn.

Dewleta Tirk, dema ku hewl dide li Helebê cihê Rûsya û Îranê bigire, bi armanca ku hemû binesaziya teknîkî bigire destê xwe, dixwaze bi temamî Helebê bixe bin kontrola xwe.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: EşrefiyeHELEBhtşIranMITRusyaŞex MeqsudTIRKIYE
Önceki yazı

Pevçûnên Îsraîl-Îran û Perspektîfa Çareseriya Demokratîk – DOSYA TAYBET

Sonraki Haber

Heya Rastiya Rêbertî Neyê Fêmkirin Azadiya Kurd Nayê Nîqaşkirin

Benzer Haberler

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe
Giştî

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe

20 May 2026
Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2
Giştî

Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2

5 October 2025
Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET
Giştî

Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET

29 August 2025
Sonraki Haber
Heya Rastiya Rêbertî Neyê Fêmkirin Azadiya Kurd Nayê Nîqaşkirin

Heya Rastiya Rêbertî Neyê Fêmkirin Azadiya Kurd Nayê Nîqaşkirin

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist