• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Ceyş El Îslam Bê Mertal Mane – NÛÇE TAYBET

ŞAM – Di nav hukûmeta Şamê de tevlîhevî û nakokî tên jiyîn. MÎT hewl dide ji vê rewşê sûd wergire û bi komployan hebûna xwe li herêmê xurt bike.

Yayınlayan Lekolin
19 June 2025
Kategori: Nûçe
255 2
A A
Ceyş El Îslam Bê Mertal Mane – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

ŞAM – Di nav hukûmeta Şamê de tevlîhevî û nakokî tên jiyîn. MÎT hewl dide ji vê rewşê sûd wergire û bi komployan hebûna xwe li herêmê xurt bike.

Demek berê, fermandarê Ceyş El Îslam Îsam Bûweydanî (Ebû Hemam) hat girtin. Li gorî agahiyên lêkolîn.org, çeteyên Ceyş El Îslam şertek danîne: eger Îsam Bûweydanî ji zindanê neyê berdan, ew ê li Şamê li ber Sefareta Îmaratê an li qada Umewî çalakiyan li dijî Hukûmeta Colanî li dar bixin. Ji bo vê yekê sê roj dem dane.

Di 24ê Nîsana 2025an de, Îsam Bûweydanî dema ku bi pasaporta Tirkî dixwest ji Balafirgeha Dubaî derkeve derveyî Sûriyê, hat binçavkirin. Tê gotin ku girtina wî biryara Hukûmeta Colanî bû, lê MÎTê ev komplo ji berê ve bi Îmaratê û Hey’et Tehrîr el-Şam (HTŞ) re amade kiribû.

TÊKILIYÊN CEYŞ EL ÎSLAM

Ceyş El Îslam di dawiya sala 2012an de li Xûtaya Şamê hat avakirin. Fermandarê wê yê ewil Zehran Elûş bû, ku di 23ê Kanûna Pêşîn a 2015an de di êrîşeke asmanî ya Rûsyayê de hat kuştin. Piştî wî, Îsam Bûweydanî, ku di sala 1975an de li Dûmayê ji dayik bûye, di 25-26ê Kanûna Pêşîn a 2015an de wekî Fermandarê Giştî hat tayînkirin. Kom piştgiriya aborî ji Îmarat û Erebistana Siûdî werdigire. Nakokiyên di navbera Ceyş El Îslam û HTŞê de di wê demê de pir tund bûn û di pevçûnan de herî kêm 700 çete hatin kuştin.

Rola MÎTê Piştî hilweşîna rejîma Esed û serdestbûna HTŞê, MÎTê bi awayekî nerasterast Ceyş El Îslam hel kir û Îsam Bûweydanî ber bi Îmaratê ve şand. Girtina Bûweydanî bi pasaporta Tirkî li Balafirgeha Dubaî, gumanan li ser rola MÎTê di komployan de xurt dike. Tê îdiakirin ku MÎT bi rêya HTŞê û Wezareta Parastinê ya nû hewl dide alîgirên Ceyş El Îslam pasîf bike, komên çete ji holê rake û wan di bin sîwana xwe de bike yek.

Di 7ê Hezîrana 2025an de, MÎTê ferman da Hukûmeta Colanî û HTŞê ku Ceyş El Îslam bêbandor bikin û Bûweydanî radestî Îmaratê bikin. Her wiha, tîmeke taybet a MÎTê ya ji 16 kesan pêk tê, derbasî Qesra Gel a li Şamê bû û çeteyên Ceyş El Îslam bi wezîfeyên “taybet” erkdar kirin. Van çeteyan ji bo misyonên bijarte yên MÎTê tên bikaranîn.

Navên Çeteyên Girtî:

-Ebd El Helîm Nûr El Dîn El Ehmed – Gundewarê Heleb

-Ayêd Tarîq Feham – Îdlîb, bajarokê Erîha

-Îbrahîm Mehmûd El Wehûb – Îdlîb, bajarokê El Mera

-Ebd El Qadêr Ehmed Safiya – Îdlîb, bajarokê Cisir El Şixor

-Suhêl Bedir El Dîn Sultan – Îdlîb, Kefer Nubil

-Mensûr Salîm El Helîb – Hema, herêma Xan Şêxon

Ev bûyer nîşan didin ku MÎT bi rêya komplo, revandin û qetilkirinan hewl dide bandora xwe li Sûriyê xurt bike û civakê di bin kontrola xwe de bihêle.

Etiketler: ceyiş el islamhtşkomloyên MITMITSURIYETürkiye
Önceki yazı

Heya Rastiya Rêbertî Neyê Fêmkirin Azadiya Kurd Nayê Nîqaşkirin

Sonraki Haber

Rastiya Şehîdan Rastiyeke Çanda Dîrokî û Gerdûnî Ye

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Rastiya Şehîdan Rastiyeke Çanda Dîrokî û Gerdûnî Ye

Rastiya Şehîdan Rastiyeke Çanda Dîrokî û Gerdûnî Ye

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist