Ev êrîşên dijwar ên desthiladariya Şamê ya ser civaka Durzî yên Sûwêyda, balkêşe piştî daxuyaniya Balyozê DYA’yê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Sûriyeyê Thomas Barrack a ku gotibû Peymana Sykes Pîcot hatiye derbaskirin, pêk hatin. Erê rast e dibe ku Peymana Sykes Pîcot hatibe derbaskirin lê di cihê wê de Peymana Abraham a ku ji nûve li gor berjewendiyên hêzên hegemon û deh qat dijbertiya civakan dike hatiye sererastkirin, bixin meriyetê. Lewra dema li trafîqa dîplomasiyê yên dawî dinêrin, bi taybet hevdîtinên Colanî yên bi dewletên Ereb re xuyaye di çerçoveya Peymana Abraham de lihevkirinek heye.
Ji ber ku ji hilweşîna Rejîma Baas û heya niha êrîşên desthiladariya Şamê yên bi perspektîfên dewleta Tirk ên li ser Dûrziyan ên Sûweyda û Quneytrayê berdewam dike û Îsraîl jî di bin navê parastina civaka Durziyan gefa Girên Golanê li desthiladariya Şamê dixwar. Ev alozî di dema şerê navbêra Îran û Îsraîlê yê 12 roj dom kir de bi awayek xwezayî bêdengiyek hebû.
JI BO HINCET AVA BIKIN ÇETEYAN XISTIN TEVGERÊ
Di vê pêvajoya ku hemû rojev li ser şerê Îran-Îsraîlê bû, dewleta Tirk û HTŞ jî ji bo vê mijarî ya ku niha li Sûwêda diqewime amadekarî dikirin. Ji bo bingeha vê êrîşa mijara gotinê ya Sûwêda amade bikin, bi perspektîva MÎT’ê di ser Wezîrê Karê Hûndir a hikumeta demkî ya Şamê Enes Xetab de, nêzî 400 çeteyên ji Seraya El Sûnea, Cund El-Eqsa û Huras el-Dîn ku xwe wek e dijberê HTŞ’ê nîşan didin lê di esasê xwe de hêzên tarî ango kontraya dewleta Tirk û HTŞ’ê ne, li herema navbêra Dêraa û Sûwêyda de hatin bicihkirin. Ev çeteyên navborî hêdî hêdî bi bûyerên teqînê, revandin, sûîqastê û hwd pêkanî û hişt ku Wezareta Parastinê ya desthiladariya Şamê di navbêra Sûweyda û Deraa de di bin navê ewlekariya hemwelatiyan noqteyên lêgerînê dayine û ji rayagiştî re nîşan da ku pêwîste hêzên ewlekariya HTŞ’ê bikeve Sûweyda û Quneytrayê.
Ji bo vê jî berpirsiyarên MÎT’ê yên heremê, îstîxbarata HTŞ’ê û rayedarên desthiladariya Şamê, di bin navê pêşengê Civaka Durziyan bi Leys Belus ku ji aliyê Durziyan ve wek e xiyanetkar tê nasîn, rêzecivînan lidarxistin. Li ser vê mijarî her çiqas ji aliyê Îsraîlê ve bi daxuyaniyên hişk û gefxwarinê dabin jî, lê di bin de jî dibe ku lobiya Îsraîl û Tirkiye-HTŞ’ê li ser bihevguherandina (Taqasê) “Girên Golanê bide, bikeve Sûweyda”yê lihevkirinek çêbûbe. Ji ber bêyî ku tiştek li holê hebe ji nişka ve balafirên Îsraîlê li hin noqteyên leşkerî yên girêdayên Wezareta Parastinê ya Şamê dan û zemîna êrîşa ser civaka Durziyan a Sûweydayê ava kir. Dema em şer û pêvçûnên piştî êrîşên balafirên Îsraîlê dinêrin, hêzên xweparastinê yên Meclîsa Civaka Durziyan a Sûwêydayê pişta xwe bi hêzên Îsraîlê qewî kiribû, şikestin. Piştî ketin ferqê hatine lîstika Îsraîlê û tenê hatin hiştin, neçar man hêza xwe ya cewherî esas girtin û berxwedana xwe xûrt kirin.
Lewma ew îdeaya ku ev mijar encama lobiya Îsraîl û Tirkiye-HTŞ’ê ya “Girên Golanê bide, Bikeve Sûweydayê” ji rastiyê ne dûr e. Bêguman dema ev yek pêk were jî, ji ber stratejiya DYA, Îsraîl û Îngilistanê dê nehêlin civaka Durzî bi temamî ji holê rabikin lê dê tenê di asta ji taqetê bixin de bihêlin.
STRATEJİYA DYA ÎSRAÎL Û ÎNGILISTANÊ YA NÛ ÇI YE?
Çewa ku me di analîza xwe ya beriya vê de diyar kiribû stratejiya DYA, Îsraîl û Brîtanyayê ya nû wiha ye;
Stratejiya ku di 15 salên dawî de li Rojhilata Navînê hatiye bicîhkirin êdî ne serdemeke bêîstîqrariyê ya demkî ye, lê belê pergaleke kontrolê ye ku dixwaze berdewam bike. Ev pergala, ku bi hişê DYA, Îsraîl û Îngilistanê hatiye pêşxistin, rejîmeke serweriya herêmî temsîl dike ku li ser bingeha fonksiyon û pozîsyonan ji nû ve hatiye avakirin, ji nakokiyên klasîk ên navbera dewletan û ji sînorên sabît wêdetir e. Taybetmendiya bingehîn a vê rejîmê ev e ku ew êdî ne li ser sînoran, lê li ser rolan hatiye avakirin. Avahiyek li ser bingeha fonksiyonan li şûna nexşeyan, amûran li şûna serweriyê û hêzên wekîl li şûna gelan tê avakirin. Dewlet û gel êdî nikarin tenê li gorî rastiyên xwe, lê li gorî hewcedariyên vê plana sêwirana gerdûnî hebin.
Pergala nû ya Rojhilata Navînê dewletên bihêz û navendî yên ku xwedî kapasîteya biryardana serbixwe ne wekî gef dibîne. Ji ber vê yekê, armanc ne hilweşandina dewletên wekî Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û Lubnanê bi tevahî ye, lê belê hilweşandina wan ji hundir ve ye, wan bêfonksiyon dike û bi hêzên derve ve girêdide. Dewlet ji hundir ve bi rêya krîzên navxweyî, zehmetiyên aborî û pevçûnên mezhebî û etnîkî lawaz dibin, bi vî rengî wan vediguherînin aktorên ku rolên xwe yên hatine destnîşankirin pêk tînin, bêyî ku biryardana serbixwe bidin, lê dîsa jî pozîsyonek bikêr diparêzin. Nexşeyeke stratejîk hatiye afirandin ku tê de tu dewletek nikare rojeva xwe destnîşan bike, lê her yek wekî kartek di danûstandinên herêmî de tê bikaranîn.
ALOZIYA KONTROLKIRÎ
Daxuyaniyên Barrack ên wekî “yek dewlet, yek netewe, yek artêş” û li dijî federalîzmê bi polîtîkayên dewletên navendî re bi nakok nînin. Pêşî bi bêjar (dîskurs) û pratîka qelskirin û parçekirina dewletên neteweyî û niha jî hewldana xurtkirina wan, ne nakokî ne lê du qonaxên cuda yên senaryoyeke stratejîk a kontrolkirî ne. Mîhwera DYA-Îsraîlê di bin navê aramiyê de dewletên neteweyî li Rojhilata Navînê ji hundir ve wêran kiriye û dewletên lawaz, perçebûyî û nikaribin bi tena serê xwe biryar bidin afirandine. Bi vî rengî, gelek dewletên neteweyî qels bûn, perçe bûn û neçar man ku rolên girêdayî derve qebûl bikin. Bi vê re, ji bo gel nebin kirde û rêveberiyên alternatîf çênebin, avaniyên herêmî hatin biçekkirin, bikaranîn û bi sozên pûç pêşiya wan hat girtin û hatin kontrolkirin. Tam li vir teoriya aloziya kontrolkirî ket dewrê. Ne çareseriyên tam, ne hilweşandina tam, ne jî şoreşa tam, stratejiyeke krîzê ya bi berdewamî kontrolkirî hat pêkanîn.
Ev mijara ku divê civaka Dûrzî hewceyî an jî hêviya xwe bi temamî bi hêzên derve ve girênedin dinêre, dahûrandin û tesbîtên Rêber Apo yên derbarê xeta sêyemîn a di çerçoveya şerê gel ê şoreşgerî de xûrtkirina xweparastinê çiqas jiyanî ye radixe berçavan.
Fırat ALİ




