• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Efsaneya Sîmûrg Û Sî Gerîla

Tevgera Azadiya Kurdistanê hêza xwe ji dîroka berxwedanê digire. Dema Sî gerîlayên azadiya kurdistanê xwe ji çiyayên zagrosê berdan nav geliyê Casena û çekên di destê xwe de avêtin nav agir, wek teyrê Sîmûrg, ewê ku xwe ji xweliya xwe diafirîne hat ber çavên me.

Yayınlayan Lekolin
16 July 2025
Kategori: GOTAR
241 18
A A
Efsaneya Sîmûrg Û Sî Gerîla
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Her lêgerîn heqiete, delalê min

Hemû gihiştin derew in.

Hebûn pêşbaziyek li dijî demê ye, an jî revek bêdawî

Li pişt wî rêwiyê ku her tim bi bîranînên dûr tê yadkirin

Dizanim, hesta nêzîkbûnê li ser rêya ku lê dimeşiyam tenê kêfxweşiyek bû

An jî dibe ku hêviyek, ji bo pêwendiyek nêzîk û hew…

Heval Fuat (Alî Haydar Kaytan)

Sîmûrg di mîtolojiyê de navê teyrekî zana, xweşik, bi hêz û bi heybet e. Tîmsala xwe nûkirin, xwe afirandin û xwe gihandina heqîqetê ye. Li gor mîtolojiyê ev teyr, li bilindahiya çiyayên zagrosan li ser şaxên dara zanistê jiyan dike. Hemû huner, pisporiyên jiyanê, zanistên cîhanê li gel wî hene. Li gor efsaneyê dibêjin temenê wî ewqas dirêje ku sîmurg sê caran xirabûn û avabûna cîhanê dîtiye. Ev teyr wek zûmrûdê anka jî tê naskirin. Teyrê sîmir (sîmûrg) dema ku tê dawiya temenê xwe, diçe cihekî bilind, hêlîna xwe çêdike, dişewite û xwe ji xweliya xwe ji nû ve diafirîne.

Dîrok, çîrok û mîtolojî bi hişmendiya mirovahiyê ya hevpar, bi serpêhatiyên gelan, bi ezmûnên jiyanî tijîne. Hemû şîretên ku hatine gotin, her kiryar, her biryar, ji parzûnên zanînê derbas bûne û bi rewşa xwe ya herî watedar ji siberojê re mane. Mîtolojî û çîrok di zihnîyeta civakî ya hevpar de wek kevneşopî, bîranînên pîroz û kêrhatî tên dîtin, dimînin. Ew her tim zindîne, bi qasî pêwîstî û watedayinê ji nû ve, careke din zindî dibin û dibin hêza afirandina jiyana nû. Bûyerên ku di hişmendiya civakê de cîh girtine, li pêy xwe şop hîştine tên îhmalkirin lê nayên jibîrkirin. Hişmendiya civakî ya hevpar bûyerên ku bandor li ser watedayina jiyanê û hebûna wî dikin jibîr nakin. Tenê di quncikên tarî yên hişê xwe de wek bîranîn vedişêrin. Ji bo parastina hebûn û azadiya xwe dema pêwîstiya wan bi alîkariyê tecrubê dibe, hawara xwe digînin hêza wate û hişmendiya pîroz, wî ji quncikên tarî derdixînin û dikin bingeha têkoşîna azadî û hebûna xwe.

Mirov û civak tenê berhemên dema ku di nav de jiyan dikin nînin. Ne rojane ne. Ew berhemên dîrokê ne. Ava jiyanê ji kaniya hişmendiya dîrokî ya civaka xwe vedixwin. Kes nikare xwe, çêbûna xwe, ji dîroka hişmendiya civakî cûda bigre dest. Ji ber van sedeman mirov nikare bê civak û bê wate jiyan bike.

Dema sî gerîlayên azadiya kurdistanê di encama rêwîtiyekî dûr û dirêj, di encama şerê çil salan de, ji bo xwe gihandina azadî û aşitiyê çekên di destê xwe de avêtin nav agir û şewitandin yekser çîroka rêwîtiya Sî-mûrg li ber çavê me zîndî bûn. Ew çîroka ku di quncika hişê me de jiyan dikir ji bo careke din zindî bibe li benda watedayin û rêwîtiya azadiyê ya wek xwe bû. Ji quntarên zagrosan, ji warên sîmûrg, dema sî gerîla derketin rewîtiya aşitî û azadiyê yekser sîmûrgên li heqîqetê digerin hatin ber çavên me. Ev xwe dubarekirina serpêhatiya lêgerînvanên rastiyê bûn. Dema me şahidî ji van kêliyên rewitiyê re dikir, kesên li ser vî rêwitiya pîroz diaxivin guhdar dikir “Dejavu” bi me re çêbûn. Hemû serpêhatiyên rêwitiya gerîla berê di rêwitiya teyrê sîmûrg re çêbibûn.

Rewîtiya sî gerîla û rêwîtiya sîmûrg pir dişibin hev. Gerîla ji bo xwe bigîne heqîqeta azadî û aşitiyê, Sîmûrg ji bo xwe bigîne heqîqeta jiyanê ketin nav rêwîtiyên zahmet û giran. Sîmûrg û sî gerîla ji bo xwe bigîhînin heqîqetê ji ezmûnên wek; newala xwestekê, newala evînê, newala cehaletê, newala bêbaweriyê, newala tenêtiyê, newala gotegotê, newala ezeziyê re derbas bûn.

Yên ku di van newalan re derbas bibin dikarin xwe bigîhînin heqîqetê.

Teyrên ku li wateya jiyanê digerin û dixwazin xwe bigîhînin sirra azadiyê dibêjin em biçin li sîmûrg bigerin, wî bibînin, sirra hebûn, jiyan û zanîstê jê fêr bibin. Yên ku baweriya wan bi hebûna sîmûrg heye li hev dicivin, biryar didin ku biçin sîmûrg bibînin û alîkariyê jê bixwazin. Lê ji bo ku xwe bigihînin çiyayê Kafê divê heft newalên dijwar derbas bikin. Derbaskirina heft newalan û astengiyan ne tiştek hêsane, dest bi rêwîtiyekî ewqas zehmet dikin ku gelek teyr di rê de winda dibin, dev ji rêwitiyê berdidin, poşman dibin, birçî dibin, bîra rehetiya xwe dikin, bîra jiyana ji rêzê dikin, ji biryarê dikevin. Rêwîtiya lêgerîna azadiyê û xwe gihandina heqîqetê eşq, wêrekî, fedakarî, bawerî, xwestek û îradeya ji pola dixwaze.

Ji bo sîmûrg xwe bîgihîne heqîqetê lazime ji heft newalên dijwar derbas bibe.

1-Newala xwestekê: li vir gelek teyr di nav hebûna bidestxistina derfetên bê sînor de winda dibin. Li pê xwestekên madî dikevin. Ev der bihuşta çûkan e. Her tiştê ku lê digerin di geliyê xwestekê de dibînin. Ji nişkê ve fêm dikin ku ew li vir dikarin her tiştî bixwazin. Sînor ji xwestekên wan re tune ye. Ew dikarin bêyi ku zehmetiyê bikşînin an jî têbikoşin pozîsyonekê bi dest bixin. Gelek teyr bi efsûna newalê dibin hêsîrê xwestekên xwe, gelek ji wan di vê geliyê de winda dibin!

2-Newala evînê: teyr dema ji nav mijê derdikevin aşiqê xweşikbûna teyrûturên nav xwezayê dibin dev ji rêwitiyê berdidin û li wir dimînin.

3-Newala cehaletê: dema ku hinek teyr ji vir derbas dibin, fikra xema tu tiştî naxwin. Bi tiştekî re eleqedar nabin û li ser nafikirin. Her tişt li vê newalê li ber çavê wan baş xuya dike. Sîmûrg ji bîr dikin. Nizanin diçin ku derê, ezman dibînin, tiştên balkêş dibînin, lê pirsyar nakin ka ew çi ne, nafikirin û bêxem dibin. Gelek tiştan ji bîr dikin. Her ku ji bîr dikin, barê wan siviktir dibe û bê armanc tevdigerin.

4-Newala bêbaweriyê: dema ku ew dikevin vî geliyê, ji nişkê ve her tişt wateya xwe winda dike. Wisa bawer dikin ku dîtina sîmûrg tiştekî naguherîne. Hinek ji wan dibêjin ewê teqez bimirin, hinek dibêjin sîmûrg dê nikaribe ji pirsgirêkên wan re çareseriyek bibîne. Hinek ji wan difikirin hewldanên wan bêsûd û bêwateye. Diqîrin dibêjin; eger teyrek ji baskê xwe birîndar bibe, heman tişt dê bi serê hemûyan de were. Piştî van hemû dudiliyan gelek teyr dibêjin, ew nikarin rê temam bikin, eger ew bikin jî ewê bêkêr be û paşve dizivirin.

5-Newala tenêtiyê: dema ku teyr di vê geliyê re derbas dibin, tenê li xwe difikirin. Hinek tena serê xwe tevdigerin û rêya xwe winda dikin. Ev tirsê dixe nav hemû teyrên ku dikevin newalê. Mîna ku ew bi tenêne hest bi fikaran dikin. Teyrên birçî tenê li ser têrkirina zikê xwe difikirin, ji ber ku bi tena serê xwe nêçîrê dikin bi ser nakevin û dibin nêçîra ajalên mezintir. Her yek ji wan hewl didin rêya xwe bi tena serê xwe bibînin. Xwe bi tenê hîs dikin, mîna ku kes li wir tune be. Qet nayê hişê wan ku bi mîlyonan teyr ji bo heman armancê difirin.

6-Newala gotegotan: dema teyr dikevin newalê, li her derê gotegot dest pê dikin. Teyrên li paş dibêjin; baskên sîmûrg dema jidayikbûnê de şewitîne. Teyrên li pêş vê yekê dibihîzin û dibêjin; perrên şewitî dîsa şîn nabin! Teyrek li pêş vê yekê dibihîze û dibêje; ji ber ku perrên wî yên şewitî dernakevin sîmûrg xwe vedişêre. Teyrek li pêş vê yekê dibihîze û ji ber ku rewşa wî xirabe sîmûrg xwe vedişêre. Dema teyrê li pêşiyê vê yekê dibihîze, dibêje; sîmûrg ji ber zirarê dida her kesî, nikarîbû tehemûl bikira û xwe kuşt. Dawiyê de dibêjin ne hewce ye herin, sîmûrg bûye ax. Gelek teyr baweriya xwe bi gotegotan tînin û vedigerin.

7-Newala ezeziyê: dema ku teyr dikevin newala “ezeziyê”, hestek cûda di hundirê wan de çêdibe. Yek dest bi rexnekirina baskê teyrên din dikin, ewê din dibêje “ez her tiştî dizanim”, ji ber ku rêya xelet tê şopandin kaos çêdibe. Ji her serî dengek derdikeve. Her kes xwedî nêrîneke û nêrîna herkesî ji bo wî maqûl e. Mîna ku bi mîlyonan rêyên cûda hebin… Hemû dixwazin bibin rêber, ji bo pêşde biçin hevdu dişkînin. Dema ku ji newala ezeziyê derkevin, ji “ezeziyê”jî dûr dikevin.

Teyrên  ku îradeya xwe kontrol dikin, bi korî li pey tiştan naçin, difikirin, xwe baştir dikin, baweriya xwe bi xwe û serkeftina xwe tînin, dizanin ku divê ew bi hev re tevbigerin, tercîh nakin ku tenê bimînin, gotegotan nakin û ya herî girîng, egoya xwe perwerde dikin. Dema gihîştin çiyayê kafê, tenê sî teyr mabûn. Sî teyrên ku karîbûn ji van newalên dijwar derbas bibin.

“Sî” di kurdî  de tê wateya sî û “murg” tê wateya teyr. Ji ber vê yekê sî teyrên ku lêgerîna xwe temam kirin, dîtin ku rastiya ku ew lêdigerin ew bixwe ne. Xwenaskirin û xwezanîn e. Rêya ku berbi zanatiyê diçû bi rastî rêyek bû ku wan ji xwe re çêkiribû.

Di dawiyê de, lêgerîna efsûnî eşkere dibe ku sî teyr, sîmûrg bî xwe ne. “sî-mûrg…Her yek ji wan sîmûrg bû. Sî teyr têgihiştin ku pêşengê lê digerin ew bi xwe ne.

Sî gerîlayên azadiya kurdistanê ji bo rêya aşitiyê vekin bi wêrekî û fedakariyeke mezin, ji bo jiyaneka wekhev û azad avabikin çekên di destê xwe de şewitandin. Bi vî awayî nîşanê hemû cîhanê dan ku ji bo aşitî û jiyana azad amadene dawî li şer bînin. Xwestin ji xweliya çekên di nav agir de helandin welatekî bi aşitî û azadiyê biafirînin.

Hereketa azadiya kurdistanê hêza xwe ji dîroka berxwedanê digire. Dema Sî gerîlayên azadiya kurdistanê xwe ji çiyayên zagrosê berdan nav geliyê Casena û çekên di destê xwe de avêtin nav agir, wek teyrê Sîmûrg, ewê ku xwe ji xweliya xwe diafirîne hat ber çavên me. Efsane li pêş çavên me careke din zîndî dibû. Ruhê sîmûrg, ruhê demê, xwe ji nav rûpelên dîrokê bera nav dilê me dida. Sî gerîlayên azadiya kurdistanê li ser navê hemû gerîlayan û li ser navê azadiya gelê kurd bi heybeteke mezin nêzîkî agir bûn û yek bi yek çekên xwe avêtin nav agir. Hemû cîhanê dît, çawa di nava şer de şêr bûn wisa ji bo aşitiyê jî şêr bûn.

Çekên deste gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo aşitî û azadiyê bi agir hatin şûştin. Agirê baskê Sîmûrg ya ku çekan dihelîne, aşitî û azadiyê di nav xweliyê xwe de nebîne ewê bi xezebeke mezintir polayên nû biafirînê. Ji ber ku gerîla û Sîmûrg bê azadî nikarin jiyan bikin. Ewê ji xweliya xwe ji nû ve xwe ji bo azadî û aşitiyê biafirînin. Dema baskên ji agir werin hejandin jiyana azad wê misoger bibe…

“Dibêjin; Sîmûrg ji baskê xwe perikekî daye bavê Rustem Zal û jêre gotiye; dema tu ketî tengasiyê vê perrikê bişewitîne, ez ê di cih de werim hawara te…”

Hîwa AZAD

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Banga DîrokîEfsunîkurdistanPKKSî GerillaSîmurg
Önceki yazı

Doktrîna Tom Barrack

Sonraki Haber

Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şam: Golan Bide Sûwêda Bigre!- NÛÇE ANALÎZ

Benzer Haberler

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê
GOTAR

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê

23 May 2026
Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê
GOTAR

Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê

21 May 2026
Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?
GOTAR

Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

17 May 2026
Sonraki Haber
Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şam: Golan Bide Sûwêda Bigre!- NÛÇE ANALÎZ

Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şam: Golan Bide Sûwêda Bigre!- NÛÇE ANALÎZ

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist