• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Lekolin.org Gav Bi Gav Êrîşên Sûwêyda Ji Aliyê Kî, Çawa Dê Were Kirin Nivisandibû-NÛÇE ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera me lekolin.org piştî hatina HTŞ’ê ya ser desthiladariya Şamê, êrîşên ser Sûwêyda bi kîjan armancî, rola dewleta Tirk û hevpariya komên çete yên di bin navê eşiran de çawa hatî organîzekirin, gav bi gav nivisandibû.

Yayınlayan Lekolin
29 July 2025
Kategori: Analîz Siyasî, Nûçe
243 16
A A
Lekolin.org Gav Bi Gav Êrîşên Sûwêyda Ji Aliyê Kî, Çawa Dê Were Kirin Nivisandibû-NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Malpera me lekolin.org piştî hatina HTŞ’ê ya ser desthiladariya Şamê, êrîşên ser Sûwêyda bi kîjan armancî, rola dewleta Tirk û hevpariya komên çete yên di bin navê eşiran de çawa hatî organîzekirin, di civînên cur be cur ên di navbera îstîxbaratên dewleta Tirk û ya HTŞ’ê de biryar hatibûn girtin, bi nûçeyên taybet, analîz û dosyayan gav bi gav nivisandibû.

Jixwe dema em li van nûçe, analîz û dosyayên hatî çêkirin, bi taybet agahiyên derbarê civînên MÎT ên bi HTŞ’ê li Şamê ku li ser eşîrên Ereb plansaziyê danîne dinêrin, armancên êrîşên li ser Sûwêda yên ku piranî di bin navê komên eşîran de didin pêş, derdikeve holê. Lewra di hemû ragihandinên dewleta Tirk û HTŞ’ê de ji çeteyên girêdayê Wezareta Parastinê ya Hikumeta Şamê zêdetir, çeteyên ku di bin navê zarokên eşîran derdixistin pêş. Çend lingên van êrîşan hebûn. Ya yekemîn; ji bo di ser dijî Durzî an jî Îsraîliyan di bin navê olî de hêstên netewperestiya Ereb bilindtir bikin û vê hêstî di pêşerojê de dema plana xwe ya li ser hêzên QSD’ê yên heremên Rizgarkirî bixin meriyetê. Ji bo vê em dikarin bibêjin vê yekî wek e ceribandinê bikaranîn. Duyemîn; di paşerojê de li gor plansaziya ku MÎT û HTŞ’ê ya di civîna Şamê de li ser heremên Rizgarkirî ya Dêrazor, Reqa û Tebqa diyar kirine, eşîrên Ereb ên li heremê terafê-aliyên xwe diyar bikin (dê bi wan re bin an na). Ya sêyem jî; ji bo ser rojeva ku hikumeta demkî ya Şamê-Colanî ku di çerçoveya Hevpeymana Abraham’de li beramberê Girê Golan desthiladariya Şamê jî tevlî projeya Korîdora Dawut a Îsraîlê bike, bigire û di ser de jî piştgiriya dewletên Ereb ên ku tevlî Hevpeymana Abraham bûne bistîne.

PIŞTÎ MECLÎSA SUWEYDA AVA BÛ ODEYA OPERASYONA HEVBEŞ A MÎT Û HTŞ’Ê JÎ HAT AVAKIRIN 

Di nav guhertinên jeopolîtîk ên Rojhilata Navîn de li Suriyê ji dema hilweşîna rejîma Esed di 8ê Kanûn 2024an de pêvajoyên Nu bi xwere anîn. Li parêzgeha Suweydayê li başûrê Suriyê bertekên mezin yên civakî derketin holê.

Di 24’ê Sibatê 2025’an de Hevpeymaniyek leşkerî a Durzî li parêzgeha Sûweydayê / başûrê Sûriyeyê hat damezrandin. Hevpeymaniyê bi fermî Meclîsa Leşkerî ya Suweydayê îlan kirin. 4 hevgirtinên leşkerî ên din ku li Suweydayê tê de zêdetirî 160 komên çekdar ên li parêzgehê cih têde digrin hat ragihandin. Di nav de Hêzên Bayraq Silêman Bin Dawûd ên bi serokatiya Mecîd Najem Ebû Ras jî cihê xwe têde girtin.

Li hember vê yekê Odeya Operasyonên Taybet yên ser bi HTŞ ê û Odeya Operasyonên Hevbeş ku HTŞ bi fermanên MÎT’ê rêveberiya wê dike, Meclîs Leşkerî a Sûweydayê  bi pênaseyek “NE REWA“ hat bi pênase kirin.

Piştre Medya/Torên înternetê yên girêdayî MÎT û tîmên perwerdekirî yên girêdayî HTŞ ê, li pey îlan kirina Meclîsa Leşkerî ya Suweyda yê, bi fermana ji MÎT ê kete nava liv û tevgerê û bi daxuyaniyên çapemeniyê li ser giştî torên Internetê li hember Durzî û gelê Sweydayê êrîş dan destpêkirin.

Herwiha, MÎT û HTŞ’ê li dijî civaka Durzî planên qirêj dan destpêkirin û hewil dan wan neçar bikin ku dev ji daxwazên xwe yên Meclîsa Leşkerî û rêveberiya xweser berdin. Malpera me Lekolin.org di nûçeya xwe ya taybet a 7’ê Adara 2025’an de diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li bajarên peravê yên Sûriyeyê bi cih bûne da ku zemîna êrîşa li ser herêmên Suweyda û Cerema ku piraniya şêniyên Durzî lê dijîn amade bikin.

Li ser van xeteriyan malpera me lekolin.org, bê navber di dîrokên cuda de 8 agahiyên taybet li ser torên civakî, 5 nûçeyên taybet, 4 nûçe-analîz, dosyayek û 4 gotar ên ji hêla nivîskarên malperê ve hatin nivisandin û bal kişandin ser van êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirk ve di ser HTŞ’ê û komên çete yên girêdayên wan de çawa tê kirin.

Li ser vê esasî hin nûçe û analîzên sereke yên di malperê de ji 25’ê sibatê ve hatine weşandin wiha ne;

Li ser vê esasî malpera me bi analîzekî ku bi sernavê “Pergaka Suriya Nû Wek Berê Navendî Nabe” balkişandibû ser xeteriya pergala heyî û bertekên gelên Sûriyê. Bi kurtasî naveroka nivîsê wiha bû: “Bêguman pergala Sûriyeya nû wek berê navendî nabe! Heger wekî rejîma Baasê, HTŞ jî bibêje “tenê ez ê dewletê bi rê ve bibim û herkes lazim e li gor min bimeşe” dê rastî bertekên tund yê gelên Sûriyeyê were.”

Dîsa bi nûçe-analîzek a bi sernavê “Hespê Troya yê ku MÎT Ji Bo Ketina Suweydayê Bi Kar Anî: Mîxferên Spî”    plana MÎT û HTŞ’ê ya li ser civaka Durzî ya “Perçe bike-birêve bibe” aşkere kiribû. Piştî ku HTŞ’ê Şam bi dest xist, civaka Durzî li herêmên ku lê dijîn meclîseke leşkerî ava kir û daxwaza rêveberiya xweser kir.  Di vê çarçoveyê de malpera me nivîsandibû ku di bin navê peymaneke nû ya di navbera hikûmeta Şamê û Durzî de plana ‘Perçe bike-Birêve bibe’ hate kirin. Tevî van planên qirêj, MÎT û HTŞ’ê ku nekarîn ti encamekê bi dest bixin, niha di bin navê alîkariyê de rêxistina bi navê Mîxferên Spî (El Xuez El Beydaa) ku weke hespekî troyayê bi kar tînin, derbasî herêmê dikin.

Di heman nûçe-analîzê de ji bo hinceta êrîşê Sûwêda ava bikin, mijara di navbêra Deraa û Suwêda de kaçaxçitiya çek û mirovan tê kirin, sewqiyat û noqteyên leşkerî hatin danîn. Pêve girêdayê wek e koma Mîxferên Spî ku hêzek tarî ya girêdayê MÎT û HTŞ’ê ye, komek ê ji berê ve ji aliyê Colanî hatibû avakirin Tugaya Sor jî xistibûn dewrê deşifre dike.

ARMANCA DEWLETA TIRK A XWE BICIHKIRINA BAŞÛR Û BAKURÊ SÛRİYÊ

Jixwe wek e destpêkê malpera me bi analîzek giştî ya li ser armanca dewleta Tirk a xwe bicihkirina başûr û bakurê Sûriyê de di 13 Adara 2025’an de ku dê çima û bi kîjan komên çete re ji Suwêda bide destpêkirin raxistibû berçavan.

Piştre li pey hev;

–MÎT û HTŞ Komên Çete Yên Cîhadîst Wek e Kontrayê Bikar Tîne – DOSYA TAYBET

– Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şam: Golan Bide Sûwêda Bigre!- NÛÇE ANALÎZ

– Bi sernavê “Şaneyên Veşartî Di Bin Navê “Artêşa Eşîran” De Tên Aktîfkirin”

– MÎT Û HTŞ Ji Bo Êrîşê Durziyan Bike Bingeh Amade Dike – NÛÇE TAYBET

– Li Ser Durziyan Plana ‘Parçe Bike û Birêve Bibe’

–  HTŞ û MÎT’ê Fîtîla Êrîşê li ser Dûrziyan Pêxistin  

Rûxmê ewqas agahî û nûçeyên şênber ku diyare ji aliyê dewleta Tirk a bi komên cîhadîst ên tundraw bi riya HTŞ’ê ve tê kirin jî, ji hêla saziyên mafên mirovan ên navneteweyî ve bertek an jî hewildaneke xûrt derneket holê. Ji ber vê yekî jî niha dewleta Tirk û desthilatiya Şamê ku van komên çete di bin navê zarokên eşîran de daye êrîşkirin, hewil dide heman planî li ser heremên Rizgarkirî yên wek e Dêrazor, Raqa, Tebqa û qismek jî Hesekê bide meşandin.

Aras ŞAHO

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DAISDurzîElewihtşMITQSDROJAVASuweyda
Önceki yazı

Manîfestoya Civaka Demokratîk û Perspektîfa Serdema Nû-1

Sonraki Haber

Manifestoya Civaka Demokratîk Û Perspektîfa Serdema Nû-2

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
Sonraki Haber
Manifestoya Civaka Demokratîk Û Perspektîfa Serdema Nû-2

Manifestoya Civaka Demokratîk Û Perspektîfa Serdema Nû-2

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist