Di Dosyaya me ya Taybet de, em ê rastiyan û hûrgiliyên tevahî yên planên nû yên MÎT’ê yên li qadê derbarê Seraya el-Sunne de ku piştî hilweşîna rejîma Esed êrîşên xwînî li ser deverên peravê Sûriyeyê dest pê kir û Cund el-Eqsa û Huras el-Dîn ku ji aliyê MÎT’ê ve ji bo êrîşên nû li çolistana Sûriyeyê hatine bicihkirin, raxin berçavan.
KIRYARÊN ÊRÎŞÊN BIXWÎNÎ: SARAYA ENSAR EL-SUNNE

Her çend navê vê koma cîhadîst, Saraya Ensar el-Sunne, di êrîşa li ser bajarokê Arza li gundewarê Hemayê di 1ê Sibatê de derket holê ku tê de 15 sivîlên Elewî hatin qirkirin bibû rojev jî, lê dîroka wê ji serdema rejîma Esed a berî were hilweşandin e. Berê beşek ji HTŞ di bin fermandariya Colanî de bû, kom bi awayekî nepenî-bi dizî li Îdlibê di bin banê baregeha HTŞ’ê de bi rêxistinkirî bû. Piştre di Sibata 2025’an de ji nû ve derket holê û êrîşên xwînî li dijî kêmneteweyên olî yên Sûriyeyê, di nav de Elewî, Durzî û Şîe, dest pê kir.
Ev kom bi giranî fetwayan, daxuyaniyên îdeolojîk û gefan bi rêya platformên şîfrekirî yên wekî Telegramê dide. Kurd di nav komên ku ew gefê li wan dixwe de ne.
Serokê damezrîner ê komê Ebû Ayşe el-Şamî ye. Ew bi giranî berpirsiyarê êrîşên kujer ên li dijî Elewî, Xiristiyan û Şîeyan e.
Berpirsê giştî yê Şerîetê yê Saraya Ensar el-Sunne Ebû el-Feth el-Şamî ye, bi navê kod Xalîl ku tê îdiakirin ji HTŞ’ê veqetiyaye. Ew her wiha wekî yek ji rêberên herî navdar ên rêxistinê tê zanîn, di daxuyaniyên wê de li ser navê komê diaxive û wekî rayedarê rewa yê ku daxuyaniyên fermî yên rêxistinê çêdike tê hesibandin.

Li gorî agahiyên ku me wergirtine, Fermandarê Giştî yê çeteyê Ebû Zir el-Somalî ye, bi navê kod Ebid el-Qadir el-Mu’iteman ku serokê berê yê DAIŞê ye û bi eslê xwe ji Somaliyê ye. Çeteyên cîhadîst ên biyanî dihewîne û ji hêla welatên wekî Tirkiye, Lîbya, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî û Lubnanê ve tê fînansekirin.
Di navbêra 1000-2000 endamên wê hene, di nav de kesên ku ji HTŞ’ê û komên din ên çeteyan veqetiyane jî hene.
Ev koma çete ku berê hevalbendê HTŞ’ê bû, ya HTŞ’ê û alîgirên wê bi “derketina ji hînkirinên Îslamî û paşguhkirina sozên ku piştî hilweşandina rejîma Baas dane kesên ku tevlî wê bûne” tawanbar kir. Saraya Ensar El Sunne ku daxuyanî û fetwa li dijî hikûmeta HTŞ’ê û piştgirên wê daye, hîn êrîşek li dijî HTŞ’ê pêk neaniye.
ÎSTÎXBARATÊN DEWLETA TIRK Û HTŞ VAN KOMAN BIRÊVE DIBIN
Wekî ku li jor hate gotin, vê koma çeteyan hîn êrîşek rasterast li dijî HTŞ nekiriye. Wekî din, ew nêzîkî deverên ku komên çeteyên Tirkmen ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirî kirin, lê neketiye. Her çend HTŞ Koma Ensar El-Sunne ku di li gor xwe xwedî kiriye, wekî çeteyek serbixwe û bêkontrol nîşan dide jî, agahdariya ku me bi dest xistiye berevajî vê yekê nîşan dide.
Li gor agahiyên ku ji hêla Lekolin.org ve hatî bidestxistin, çeteya Ensar El-Sunne bi awayekî pir veşartî ji hêla berpirsên qadê yên MÎT û berpirsên di nav îstîxbarata HTŞ ve tê rêvebirin. Hat hînbûn ku êrîşên niha yên vê çeteyê hê berî heşt mehan hatine plankirin.
BAREGEHÊN WAN DI BIN KONTROLA HTŞ’Ê DE NE
Ev kom ên ku îdea dikin tu navendekê wan tuneye û xwe wek e “Hêzek serbûxwe, gurên bi tena serê xwe û bê navend” bi nav dikin, baregeha wan a sereke li deverên ku ji hêla HTŞ, hikûmeta Colanî ve têne kontrol kirin, digire.
Li gorî agahiyên ku ji hêla çavkaniyên pêbawer ve hatine piştrast kirin, navenda sereke ku hemî êrîşên xwînî ji wir têne kordînekirin Navenda Ewlekariya Siyasî ya girêdayî HTŞ li taxa Mezze ya Şamê ye. Navenda duyemîn li Sermada ya girêdayê Idlibê ye. Li van navendan, berpirsên îstîxbaratê yên HTŞ yên pilebilind û ji bo qetilkirina bi hezaran sivîl plansaziyan datînin.
KIRYARÊN JI SÛÎQASTAN BIGRE HEYA KOMKUJIYAN PLAN DIKIN
Seray Ensar el-Sunne ku li dijî ol û baweriyên cuda komkujî, şewitandin û êrîşên xwe yên talankirinê berdewam dike, hişmendiya kujer a DAIŞ’ê didomîne. Saraya el-Sunne wekî çeteyek dij-çeteyê tevdigere, operasyonên leşkerî yên hikûmeta Şamê ya mayî ya El-Qaîdeyê rewa dike û rê li ber zordariya ser mezhebên kêmneteweyan vedike, mîna ku çeteyên DAIŞ’ê berê ji hêla aktorên herêmî û navneteweyî ve, bi taybetî rejîma Baas û Tirkiyeyê ve wekî makîneyên kuştinê li dijî gelên herêmê dihatin bikar anîn.
Hejmara kiryarên komkujiya ku ji aliyê koma cîhadîst a radîkal Ensar el-Sunne ve hatine kirin wiha ye:
– Di 1’ê Sibata 2025’an de, Arzah li gundê Azra yê Hemayê 15 Elewî kuştin.
– Di 1’ê Sibata 2025’an de, li herêma Tell Dehab û li gundewarê Hemayê 15 Şîe hatin kuştin.
– Di 5’ê Adara 2025’an de, daristanên aîdî civaka Elewî li Qardehayê hatin şewitandin.
– Di 4’ê Nîsana 2025’an de, zilamekî Elewî û xizmekî wî li Safîta, parêzgeha Tartusê hatin kuştin.
– Di 5’ê Nîsana 2025’an de, kesek hat kuştin û sê Elewî li parêzgehên Hums û Lazkiyeyê hatin revandin.
– Di 8’ê Nîsana 2025’an de, sivîlekî Elewî li Wadî el-Dehab, Humsê bi îdiaya ku bi hikûmeta Baasê ve girêdayî ye, hate gulebarankirin.
– Di 9’ê Nîsana 2025’an de, 20 Elewî hatin kuştin.
-Di 9’ê Gulana 2025’an de, kesek ku bi tohmeta alîgirê rejîmê dihat tawanbarkirin li herêma El-Weer a parêzgeha Humsê hate kuştin.
-Di 9’ê Gulana 2025’an de, kesek Şîe li herêma El-Meşad a Helebê hate kuştin.
-Di 10’ê Hezîrana 2025’an de, kesek ku tê îdiakirin endamê berê yê rejîma Esed e li herêma Dîcabîcja ya parêzgeha Humsê hate kuştin. Di heman rojê de, heft Elewî li Tartûsê hatin kuştin.
-Di 22ê Hezîrana 2025an de, êrîşeke xwekujî ya bombeyî li ser Dêra Mar Elias bû sedema mirina 29 Xiristiyan û 63 sivîlan. Ev êrîşa herî xwînî ya di nava deh salên dawî de li ser Xiristiyanan li Şamê hatiye kirin bû.
Saraya El Sunne, ku bi eşkereyî îdia kir ku ew bi xwe beşdarî êrîşên li deverên peravê yên wekî Lazkiye, Baniyas û Tartûsê bûye ku Elewî û Xiristiyan bi hejmareke mezin lê dijîn û li gorî daneyên fermî, zêdetirî 2.000 sivîl lê hatine kuştin, eşkere dike ku koma çete ya Ensar el-Sunne çawa xizmetê ji hikûmeta Şamê re dike ku hewl dide kêmneteweyan tune bike.
KOMÊN KU BER BI ÇOLISTANA SÛRIYEYÊ VE HATINE VEGUHESTİN: CUND EL EQSA Û HURAS EL DÎN

Cund El-Eqsa komeke cîhadîst e ku di sala 2012’an de di dema Şerê Navxweyî yê Sûriyeyê de li Îdlibê hatiye damezrandin. Ev kom ku bi El-Qaîdeyê ve girêdayî ye, demek dirêj navçeya Sarmin a Îdlibê kontrol dikir û hem li navçeya Seraqib a Îdlibê û hem jî li herêma Murek a bakurê Hemayê hebûna xwe diparast. Hejmara leşkerên Cund El-Eqsa tê texmînkirin ku nêzîkî 1000 e, di heman demê de hin endamên wê ji aliyê demografîk ve ji derveyî Sûriyeyê, bi taybetî Erebistana Siûdî û welatên Bakurê Afrîkayê ne. Cund El-Eqsa her wiha têkiliyên baş bi koma Turkistanê re diparêze ku bi piranî ji çeteyên dewleta Tirk pêk tê û di gelek komkujiyan de li kêleka wê tevgeriyaye. Lêbelê, ji ber cûdahiyên îdeolojîk û pevçûnên bi komên din ên çete re, di sala 2017’an de bi HTŞ re ket nav pevçûnek cidî û her çiqas çû qels bû. Piraniya endamên wê yan tevlî HTŞ’ê bûn yan jî ji hev belav bûn. Ev kom carekê bi Eniya El-Nusra (ku niha beşek ji HTŞ’ê ye) re hevalbend bû, lê piştre xwest bi serbixwe bixebite.
Piştî hilweşîna rejîma Esed, hikûmeta HTŞ’ê daxwaz kir ku çeteyên Cund el-Eqsa tevlî artêşa giştî bibin. Lê belê, kom li dijî vê yekê derket û ber bi çola Sûriyeyê ve çû ku rasterast ket bin kontrola MÎT’ê.
ÇETEYÊN HURAS EL-DÎN JI EFRÎNÊ HEYA TÎŞRÎNÊ

Hurras el-Dîn (Hurras el-Dîn, “Parêzvanên Olê”) di sala 2018’an de wekî komeke cîhadîst a radîkal ku soza dilsoziya xwe dabû El-Qaîdeyê hate damezrandin. Ev kom ku gelek çeteyên biyanî di nav de bûn, wekî şaxê Sûrî yê El-Qaîdeyê tevdigeriya. Huras el-Dîn ku navenda wê li Îdlibê ye, li dijî polîtîkayên nermkirinê yên HTŞê helwesteke cîhadîst a tundtir girt. Her çend komê êrîşan li dijî hêzên rejîmê kir jî, ew gelek caran bi HTŞ’ê re rastî aloziyan hat. Di pevçûnên di navbera HTŞ’ê û çeteyên Artêşa Azad a Sûriyê ya girêdayê dewleta Tirk bû de li Efrîn di meha Hezîrana 2022’an de, çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam li eniyên şer ên bakurê rojhilatê Helebê hatin bicihkirin û ber bi herêmên Efrîn, Bab û Cerablusê yên dagirkirî ve pêşve çûn. Di heman demê de çeteya Horas el-Dîn li gundên Qebaşîd û Basûtê yên li başûrê Efrîn û li ser eniyên şer ên başûr hatin bicihkirin.
Çeteya Huras el-Dîn ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên din ve wekî rêxistineke terorîst hatiye binavkirin, qaşo di Çileya 2025’an de piştî hilweşîna rejîma Esed hilweşandina xwe ragihandiye, lê paşê bi fermanên dewleta dagirker a Tirkiyeyê li eniyên şer ên li ser xeta Minbic-Tişrînê hatiye bicihkirin.
Dewleta Tirk a dagirker ku di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Minbicê de serçeteyên berê yên DAIŞ’ê di astên herî bilind de bi cih kir, di êrîşên xwe yên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qerekozakê de çeteyên Huras el-Dîn ên biyanî yên bi taybetî hatine komkirin jî bi kar anî.
Di daxuyaniyekê de di Çileya 2025’an de derbarê êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê li ser gundewarên Minbicê û Bendava Tişrînê de, Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê wiha got: “500 çeteyên DAIŞ’ê ji koma çete ya Huras el-Dîn, welatiyên Ozbekistan, Tirkistan û Çeçenistanê (Şîşanî), ligel dewleta dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên din ên girêdayî wê, êrîşên dijwar li ser gundewarên başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û deverên gundewarî yên Bendava Tişrînê pêk anîn. Hêzên me bi tundî bersiva êrîşên çeteyan dan, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar bûn.” Mîna koma çete ya cîhadîst a Cund el-Eqsa, çeteyên Huras el-Dîn ku di bin fermanên MÎT’ê de tevdigerin, li Suxne, Tedmur û başûrê Reqqa ya Sûriyeyê hatine bicîkirin. Her du komên çete ku veqetandina xwe ji HTŞ’ê ragihandine, hîn jî li dijî HTŞ’ê tu êrîş nekirine û hejmara wan a giştî 3 hezar û 500 e. Ev jî komên çete yên ku herî dawî ji 444 lîwayên HTŞ’ê veqetiyane dihewîne. Ev her du komên çete yên cîhadîst li Sûriyeyê ku herî zêde çeteyên biyanî di nava xwe de dihewîne ne.
EW LI SÊ HERÊMÊN SEREKE BELAV BÛN
Li gorî talîmatên MÎT’ê, ew ber bi Tedmur û deverên derdora wê li rojavayê Sûriyeyê, Suxne û deverên derdora wê li navenda Sûriyeyê û Reqa û Dêra Zorê li rojhilatê Sûriyeyê ve berfireh bûn.
Piştî ku eşkere bû ku hêzên Koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê dê li çola Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê operasyonekê bidin destpêkirin, xuya ye ku MÎT di çarçoveya parastina komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê li ser erdê û pêşîgirtina li wan ji hedefgirtina Hevpeymaniya Navneteweyî de tevdigere. Di vê çarçoveyê de, MîT li ser çawaniya rêxistinkirina şaneyên DAIŞ’ê li çolên Reqa û Humsê disekine. Di encamê de, hatiye piştrast kirin ku ev şane dê heta ku operasyona Koalîsyonê bi dawî bibe, bi giranî di nav Lîwayên 86 û 66’an de werin bicihkirin. Wekî din, hatiye hînbûn ku bi piştgiriya MÎT’ê, di navbera komên radîkal ên ku vê dawiyê derbasî çola Sûriyeyê kiriye, DAIŞ’ê û komên çete yên ku di bin Firqeya 86 û 66’an de dixebitin de hevrêziyek xurt hatiye damezrandin. Koma ku ev hevrêzî pêk aniye, ew grûba taybet e ku ji aliyê MÎT’ê ve di nav Firqeya 86 û 66’an de hatiye damezrandin ku me di Nûçeya xwe ya taybet a 3’ê Hezîranê de eşkere kiribû.
PLANÊN ÊRÎŞÊ YÊN NÛ
Wekî ku tê zanîn, ji herêma Meyadîn a Dêra Zorê ku heya Reqayê dirêj dibe di bin kontrola Firqeya 86’an a di bin fermandariya serçeteyan Ebû Xetim Şeqra de ye ku bi MÎT’ê ve girêdayî ye. Bi heman awayî, xeta Ebû Kemal di bin fermandariya Ebû Îskender, serokê çeteyan ê Firqeya 66’an a MÎT’ê de ye. Ji ber vê yekê, MÎT’ê talîmat da Firqeyên 86 û 66’an ku tevgera komên çete yên Cund El Eqsa û Huras El Dîn li van herêman hêsan bikin. Di encamê de, hatiye destnîşankirin ku MÎT plan dike ku bi rêya van komên çete yên cîhadîst ên radîkal êrîşî herêmên Reqa û Dêra Zorê bike û dê van komên radîkal di bin navê Firqeyên 86 û 66’an de bikar bîne.
Ger danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava û hikûmeta Şamê de têk biçin, MîT planeke operasyoneke leşkerî ya pêşerojê dike ku herêmên Tebqa û Reqqayê hedef bigre. Dema ku em li çalakiyên qadê yên komên cîhadîst ên radîkal ên ku vê dawiyê tevlî DAIŞ’ê bûne dinêrin, em rêbaza êrîşê ya ku ew plan dikin wiha dibînin: Komên cîhadîst ên radîkal ên ku li jor hatine behs kirin û çeteyên DAIŞê yên li herêmê dê li herêmên Reqa û Tebqayê şaneyan ava bikin, êrîşên teqemenî pêk bînin û saziyan hedef bigirin, bi armanca têkbirina ewlehiya herêmî. Piştre, çeteyên Cund el-Eqsa û Huras el-Dîn ku di nav Tugaya 86’an de hatine bicihkirin, dê êrîşên xwe bidin destpêkirin.
DI XETA DÊR HAFIR DE FEYLEQA 76’EMÎN HATIYE ERKDARKIRIN
Çeteyên ku armanc dikin bi vê rêbazê Reqa û Tebqayê bigirin, plan dikin ku bi rêya Tumen-Feyleqa 76’emîn a MÎT’ê (çeteyên El-Hemzat) herêmên Dêr Hefîr û Meskenayê dagir bikin. Hatiye piştrastkirin ku planên MÎT’ê yên ji bo dagirkirina deverên rizgarkirî yên wekî Tebqa, Reqa û Dêrazor berdewam in û li benda aliyên siyasî û leşkerî ya guncaw in. Du hefte berê, hat hînbûn ku MÎT’ê planeke bi vî rengî ji bo dagirkirina rojhilatê Dêrazorê amade kiriye. Li gorî vê planê, hat ragihandin ku MÎT dê di bin maskeya çeteyên eşîrî de li dijî QSDê operasyonan bide destpêkirin û dû re Tûgayên-Lîwa 86’emîn û 66’emîn dê piştgiriyê bidin van koman û armanc bikin ku bikevin rojhilatê Dêrazorê.
Milîtan RÊHAT





