• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Manifestoya Civaka Demokratîk Û Perspektîfa Serdema Nû-2

Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd bi erka dîrokî ya amadebûna hem ji bo çareseriya demokratîk hem jî ji bo xwe-parastinê re rû bi rû ne.

Yayınlayan Lekolin
30 July 2025
Kategori: Analîz Siyasî, Rêze Nivîs
257 3
A A
Manifestoya Civaka Demokratîk Û Perspektîfa Serdema Nû-2
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

ÇIQASÎ BI RÊXISTINÎ BIN, EWQASÎ EM Ê HEBIN!

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî serdemek ku nakokî bi dawî bûne û hemû pirsgirêk hatine çareserkirin fêmkirin rewşek pir xelet û xeternak e. Berevajî vê yekê, qada pevçûnên îdeolojîk berfirehtir dibe. Çek û tundî ji holê radibe, lê bi awayekî pir zêde têkoşîna îdeolojîk, siyasî, civakî, exlaqî, çandî û aborî hê berfirehtir dibe. Di awayê têkoşînê de kûrbûnek çêdibe. Di vê xalê de têgihîştina rast a entegrasyona demokratîk jî xwedî girîngiyek mezin e. Di entegrasyona demokratîk de têkoşîna felsefî, îdeolojîk, siyasî, civakî, aborî û çandî tûjtir dibe. Her du alî jî li gorî berjewendiyên xwe hewl didin bandora xwe misoger bikin. Têkoşîna vê serdemê bi şêwazek hîbrîd, pir alî û kûr dibe. Di rêxistinbûna civakî de kî bi hêz be ew ê bi ser bikeve. Desthilatî bi asta rêxistinbûna girseyan tê diyarkirin. Girse çiqasî rêxistinbûyî bin, ewqasî bi hêz dibin. Wekî ku Rêber Apo di Manifestoyê de diyar kiriye; “Çiqasî rêxistinbûyî yî, ewqasî tu hî” rewşek derdikeve holê.

Entegrasyona demokratîk bi lihevhatin û têkoşîna her du aliyan ve pêş dikeve. Em civaka exlaqî û siyasî esas digirin. Lê ji aliyê siyasî ve em ê hukûkê jî bi kar bînin. Lê belê em hukûkê ne bi awayekî îdeolojîk, lê wekî hêzeke hevsengker a siyasî digirin dest. Nirxandin û rexneyên berê yên Rêbertiyê li ser hukûkê hê jî derbasdar in. Di esasê xwe de em exlaqa civakî esas digirin. Çawa ku diyalektîka dewlet + demokrasî hebe, diyalektîka hukûk + exlaq jî wê hebe. Hukûka demokratîk, lihevhatina demokratîk an jî çareseriya bi netewdewletê re îfade dike. Dewletên ku xwe li hemberî hebûna Kurdî vedikin, temsîliyeta wê wekî hêmanekî bingehîn di dewletê de îfade dike. Kurd jî, li ser bingeha demokratîk bi nasname û xwe-rêveberiya xwe di qonaxa tevlîbûna Komara Demokratîk de ne. Li vir têgihîştina înkar û tunekirinê û ya serhildan û redkirinê ji holê radibe. Wekî din, entegrasyona demokratîk nabe. Ji ber vê yekê, tênegihîştina rast a têgeha entegrasyona demokratîk dibe sedema hin meylên xeternak. Dibe ku di têgehên dewlet-desthilatî û dijmin de nezelaliyan çêbike. Dibe ku bibe sedema pasîfîkasyonê, bi sîstemê re yekbûnê û teslîmiyetê.

BI DESTKEFTIYÊN RABIRDÛYÊ AVAKIRINA DAHATÛYÊ KAREKÎ ŞOREŞGERÎ YE

PKK, bi qasî hebûna gelê Kurd, pîvanên azadiyê yên mirovê nû jî derxist holê. Ew gihand asta gihîştîbûnê. Lê belê neçar ma ku vê yekê bi zorê şoreşgerî pêk bîne. Ev rastî nayê wê wateyê ku PKK her tim bi tundiya şoreşgerî wê pêş bikeve. Wekî ku dest pê kiriye berdewamkirin tê wateya ku ti pêşkeftin nehatiye qeydkirin, ev jî li dijî qanûna xweza û civakê ye. Her tişt wekî ku dest pê kiriye bi dawî nabe. Bi taybetî eger di çareseriya pirsgirêkê de û gihîştina encamê de zoriyek û astengiyek hebe, ya ku divê bê kirin derbasbûna qonaxeke cuda ye. Eger di armancê de esas neyê guhertin, strateji, taktîk, rêbaz û amûr diguherin û ber bi serdema nû ve diçin. Qanûna diyalektîk a ku jê re pêşketin tê gotin tam jî ev e. Stratejiya têkoşîna çekdarî ku rola xwe lîstiye, êdî divê derbasî qonaxeke nû bibe. Eger ev yek pêk neyê, dîsa berxwedan çêdibe lê qada pirsgirêkan berfireh dibe û windahî girantir dibin.

Sêyemîna tez, antî-tez û sentezê ya diyalektîkê bi giranî di xwezaya civakî de xwe dide der. Dewleta TC ya navendî ya înkar û tunekirina Kurdan bûye tez. Li hember vê yekê, PKK ya ku navenda berxwedanê ye bûye antî-tez. Encama dijberiya TC-PKK divê wekî sentez ber bi çareseriya Komara Demokratîk an jî bi têgeha nû ya Aştî û Civaka Demokratîk ve bibe. Rêya pêşkeftina rast û stratejiya “kazan-kazan” ev e. Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ji bo her du aliyan çareseriya herî maqûl pêşkêş dike. Eger ev pêş bikeve, ne înkar-tunekirinên klasîk û ne jî serhildan û berxwedanên ku ji vê yekê derketine wê hewce bimînin. Siyasetên ji bilî çareseriya demokratîk dubarekirin in, bêçareseriyê kûrtir dikin û di pêvajoya “windakirin-windakirin” de asê dimînin. Heta ku pirsgirêka azadî û wekheviyê hebe, bi pirsgirêka demokrasiyê ve girêdayî, pevçûn, tundî, serhildan, pêvajoyên şoreşgerî, şer, serhildan wê berdewam bikin.

BI AQILÊ KURDÊ AZAD YÊ PÊK HATÎ ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK AFIRANDIN

Rêber Apo, ontolojî û antropolojiya Kurdî di çar qonaxan de nirxandiye. Hakîkata Rêbertiya PKK jî wekî qonaxa dawî digire dest û li ser tênegihîştinê û bi temamî nehatina cîbicîkirinê rexneyên cidî dike. Rêberî, rastiya Kurdî; di Qonaxa Yekem de wekî “dîroka proto Kurd” ji Girê Miraza/Göbeklitepe dest pê dike. Qonaxa Duyem wekî çarçoveya “dîroka veşartî ya Kurdan” dema ku Kurd ji hêla şaristaniyên din ve hatine înkarkirin, veşartî mane û ji subjektiyê derketine digire dest. Qonaxa Sêyem jî bi Modernîteya Kapîtalîst re wekî “dîroka înkar û qirkirinê” tê pênasekirin. Qonaxa Çarem jî bi PKK re wekî dîroka vejandina Kurdbûnê û misogerkirina wê tê çareserkirin. Serdema Rêber Apo, serdema ku hebûn û aqilê Kurdî dîsa li ser bingeha komûnal tê afirandin e.

Di dîroka Kurdî de xeta xayintî û hevkariyê ya ku bi Enkidu dest pê kir û bi Harpagos re bûye xetek, bi Rêber Apo re hatiye aşkirin. Bi PKK’ê re serdema Kurdbûna veşartî bi dawî bûye, kesayetî û psîkolojiya xayin û hevkar a ku wekî “Sendroma Harpagos” hatiye pênasekirin derbas bûye. Li Kurdistanê sosyolojiya “înkar û mirinê” ya ku wekî qederê hatibû qebûlkirin, veguheriye sosyolojiya “vejîn û jiyana azad”. Hebûn bi awayekî teqez hatiye misogerkirin. Ji vê aliyê ve dîroka Rêber Apo û PKK’ê di heman demê de dîroka afirandina kesayetî û aqilê/îdeolojiya Kurdê Azad e. Rêber Apo, aqil û îdeolojiya Kurdî afirandiye. Ev rastiya ku Kurdbûna înkarker, xayin û Judenrat nikaribû biqewirîne, ev e. Kurdên ku nikaribûn tehemulî derketina Rêbertiyeke azadîxwaz a li ser bingeha sosyalîst bikin, ji destpêkê ve hewl dane PKK’ê bifetisînin. Tevî hemû êrîş û komployan, Rêber Apo bi têkoşîneke bêhempa bi rastî jî karîbû Kurdan ji her aliyî ve bike subje. Afirandina aqilê Kurdê Demokratîk li Kurdistanê bi serê xwe şoreşeke mezin e. Çawa ku Zerdüşt aqilê Med-Persî, Sokrates aqilê felsefeya Yewnanî, Hz. Muhemmed aqilê Erebî, Hegel aqilê îdealîst ê Almanî, Auguste Comte aqilê pozîtîvîst ê Fransî, Bacon aqilê zanistî, Îngilîzan aqilê siyasî û aborî yê lîberal, Marx-Engels aqilê materyalîst ê diyalektîk, Spinoza aqilê laîk pêş xistine, Rêber Apo jî aqilê Kurdî yê komûnal pêş xistiye û ev kiriye gerdûnî. Rêber Apo di nav Kurdan de rêxistinbûn û aqilekî kolektîf afirandiye. Rêberî, ji kesayetiyekê wêdetir avahiyek, sazî û sîstemeke civakî ye. Ji ber vê yekê tevlîbûna Rêberiyê, tevlîbûna sîstema Rêberiyê ye.

Kesayetîkirina Rêberiyê, tevlîbûna bi girêdana hestyarî sînordar kirin her tim ji hêla Rêberiyê ve hatiye rexnekirin. Ji ber ku şêwaza tevlîbûna hestyarî, ji aliyê wateyî û avahîsaziyê ve nikaribû hakîkata Rêber Apo temsîl bike.Armanca Rêber Apo, azadkirina gelê Kurdî li ser bingeha sosyalîzma demokratîk e. Ew dixwaze şêwazên jiyanê yên feodal, piçûkburjûwa û hevkar-xayin ên KDP’ê yên ku li ser kapîtalîzmê ne, û têgihîştinên çareseriyê yên sexte yên ku nirxên Îslamî bi kar tînin bişkîne. Bi aşkirina rastiya Judenrat a Kurdî ya xayin, çareseriya Neteweya Demokratîk ferz dike. Di navbera alternatîfên çareseriyê de cudahiyên mezin hene. Kurdbûna klasîk nikaribû bibe çareserî. Kurdbûna neteweperestiya kevneperest bi Barzanî/KDP’ê tê temsîlkirin û encam eşkere ye. Kurdbûna Judenrat, Kurdbûna xayin e ku özê xwe înkar dike û xizmeta dijmin dike. Bi rastî ev ne Kurdbûn e, înkar û kuştina Kurdbûnê ye. Çareseriya Rêber Apo, çareseriyeke ku hakîkata Kurdî bi nasnameya neteweyî û civakî li ser bingeha azadî, wekhevî û demokrasiyê temsîl dike. Ev çareseriya sosyalîst a demokratîk îfade dike. Ev ne tenê çareseriyeke bi Kurdistan û Tirkiyeyê sînordar e, lê çareseriyeke herêmî û gerdûnî ye. Azadiya rastîn a jinan, ciwanan, kedkaran û gelan tenê li ser vê bingehê dikare bê misogerkirin. Ji bo vê yekê, li gorî şertan, hewcedariya sazîbûna nû ya wateyî û avahîsaziyê bi awayekî şewatî xwe ferz dike.

MANIFESTOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK BI KADROYÊN XWEDÎ DONANIM WÊ BIJÎ

Serdema nû, ji kesayetiya şer ber bi kesayetiya aştiyê ve guherînê jî îfade dike. Li vir guherîna zihniyet, kesayetî, strateji û rêbazan heye. Kesayetiya aştiyê û pêvajoyên aştiyê, pêvajoyên ku hewldanên teorîk, siyasî, civakî, psîkolojîk û rêxistinî dixwazin, bi qasî sebreke mezin, hêza moral û manewî ya mezin jî hewce dikin. Kesayetiya aştiyê, kesayetiyeke îdeolojîk, siyasî, felsefî, civakî û rêxistinî ye. Kesayetiya aştiyê, kesayetiyeke temam e. Kadroyên ku ji aliyê îdeolojîk ve qels in, di ramanê de perçebûyî ne, yekalî hatine şekilkirin, xwedî ufqeke teng in, ferdperest in, li komûnalîteyê nayên, desthilatperest in, di azadbûna zayendî de paşde dimînin, nikarin bersiva serdemê bidin. Bi rastî jî, ji ber dûrbûna wan ji taybetmendiyên kadroyên ku pêvajoyê dixwaze, ew ê bibin pirsgirêka herî mezin. Ji ber ku armanca Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi kadroyên sosyalîst ên donanîm dikare bê avakirin.

Rêber Apo ji kadroyên ku wê Manifestoyê bi pratîkê bikin perspektîf pêşkêş kiriye û pîvanên kadroyan diyar kiriye. Wî wekî kadroya sosyalîst pênase kiriye. Ev kadro, di îdeolojî û şêwaza jiyanê de zelal bûyî ye. Sosyalîstbûna kadroyê tê wateya aşkirina şêwazên jiyan û têkiliyên kevneşopî yên sîstema feodal û kapîtalîst. Ji bo vê yekê, rastiya kadroya ku di raman û şêwaza jiyanê de zelaliyê peyda kiriye derdikeve pêş. Ji ber vê yekê, kadro divê di ramanê de zelal be, sosyalîst bijî, xwedî berpirsiyariyeke bilind be, di avakirina civakî de bi evîn û coş bixebite, xwedî taybetmendiyên afirîner be. Wekî ku Rêber Apo di Manifestoyê de tekez kiriye; “Eger serê kadroya avaker tevlihev be, îradeya wî bê şaşkirin, ev nabe.” Li gorî vê yekê, divê kadroyên ku zêde mîsyonê bi xwe re nabînin, berpirsiyariyeke bilind nagirin, hêza rêveberiyê nadin, li benda kesên din in, her tiştî li jor radigihînin, her tim hewceyî eleqeyê ne û pasîf in, bên aşkirin. Di sîstema rêxistinî ya nû de profîla kadroya ku berpirsiyariyê digire ser xwe û bûye subjekta demokratîk derdikeve pêş. Kadroya Aştî û Civaka Demokratîk di her qadê de xwe berpirsiyar dibîne. Pîvanên kadroya donanîm a ku di nav sîstema kapîtalîst de be jî li gorî pîvanên îdeolojîk azad û sosyalîst bijî û têbikoşe, esas tê girtin û pêşxistin taybetmendiya bingehîn a serdema nû ye.

JI BO ÇARESERIYA DEMOKRATÎK Û HERWISA JI BO XWE-PARASTINÊ AMADABÛN PÊWÎST E

PKK, bi rastî jî ne tenê bi dewletên dagirker ên ku TC û Kurdistanê dagir kirine re têkoşiya. Li hemberî paşverûtiya navxweyî û hêzên emperyalîst ên derve jî şerekî bêaman meşand. PKK’ê berxwedan da, qehremanî û destan afirandin. Hebûna Kurdî teqez kir. Lê çareseriyeke tam neafirand. Di nav dubarekirinê de berxwedan da. Ji ber vê yekê, Rêber Apo, di salên 90’î de piştî hilweşîna Sosyalîzma Rastîn, dixwest şêwaza çareseriya demokratîk pêş bixe. Wî dît ku prensîba mafê neteweyan a diyarkirina çarenûsa xwe êdî derbasdariya xwe winda kiriye, guherînên civakî yên ku ji pêşketina zanistî û teknîkî derketine û rastiya globalbûnê sîstema netewdewletê ya sedsalên borî hilweşandiye, û di nav sînorên heman dewletê de çareseriya demokratîk rastîtir e, ji ber vê yekê dest bi lêgerînan kir. Rêberî, PKK’ya ku di şertên cîhanî yên salên 70’î de hatibû damezrandin, têxist nav pêvajoya guherînê. Lê kêmasiyên her du aliyan û destwerdanên derve, pêvajoya guherînê dereng xistin. Ji bo çareseriya demokratîk amadebûna her du aliyan zêde nebû. Di nav PKK’ê de şêwaza serhildêr a klasîk û prensîba mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya ku ji Sosyalîzma Rastîn bandor girtibû serdest bû. Di zihniyeta dewleta Tirk de jî şêwaza înkar, tepisandin û qirkirinê serdest bû. Ji ber vê yekê, fersendên çareseriyê yên derketinê hatin windakirin. Di qonaxa ku hatî gihîştin de deriyê fersendeke nû vebûye. Konjonktura ku ji pêşketinan derketiye vê yekê bi awayekî şewatî ferz dike. Eger ev lêgerîna vê carê bi ser nekeve, eşkere ye ku her du alî wê têkevin nav pêvajoyeke şer a ji rabirdûyê pir wêranker. Kurd, ji bo Tirkiye û Tirkan fersendeke yekbûnê pêşkêş dikin. Ev ji bo Tirkiyeyê bûye xaçerêyek dîrokî. Eger ev fersend bê bikaranîn, ji bo Tirkiyeyê wekî zêrekî zêrîn e. Ev gaveke mezin e. Berevajî vê yekê wê bibe ketineke mezin û wêrankirin.

Ji ber vê yekê, amadebûna Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd li gorî van her du îhtîmalan mijareke jiyanî ye. Wekî gel, qebûlkirina çareseriyeke bê xwe-parastin ne mimkûn e. Di hawîrdoreke ku li tenişta me çeteyên wekî DAÎŞ-HTŞ yên di bin kontrola dewleta Tirk de wekî dewlet têne dîtin û her roj komkujiyan pêk tînin, yekane garantiya Kurdan hêza xwe-parastinê û tecrubeya bi dehan salan e. Di maseya gurên xwînxwar de xwe bêparastin hiştin tê wateya rûbirûbûna bi trajediyên mezin. Dawîanîna têkoşîna çekdarî û devjêberdana çekan a gerîla nayê wateya bêçekkirina Kurdan. Eger li Tirkiyeyê çareseriyek çêbibe jî, taybetmendiya perçeyên din hê jî heye. Ji ber vê yekê, ji aliyekî ve em xwe û girseyên xwe li gorî Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk amade dikin, guherîn-guherandin û ji nû ve avakirinê bi şêwazekî saxlem pêk tînin, ji aliyê din ve jî divê em li hemberî îhtîmala ku dewleta Tirk her kêlî dikare vegere polîtîkayên xwe yên klasîk ên înkar û tunekirinê, pozîsyona xwe-parastina xwe xurt bikin. Ji ber ku hê jî em di nav pêvajoyeke tijî nezelaliyan de ne. Aliyê Kurd biryara aştiyê bi zelalî diyar kiriye. PKK’ê bi betalkirina xwe, dawîanîna têkoşîna çekdarî û merasîma tunekirina çekan îspat kir ku ji bo çareseriya demokratîk amade ye. Lê di zihniyeta dewleta Tirk de guherîneke bingehîn çênebûye. Kadroyên siyasî, dadwerî û leşkerî yên di rêveberiya dewletê de xwedî zihniyeta qirker in. Ji ber rewşa konjonkturel bi awayekî ne stratejîk lê taktîkî nêzî çareseriyê dibin. Zimanê siyaseta Tirkiyeyê û çapemeniyê hê jî zimanê înkar û qirkeriyê ye. Bi çewtkirina rastiyê û pênasekirina pêvajoyê wekî “Tirkiyeya bê teror” jî diyar dike ku di niyeta wan de çareseriyeke demokratîk a rastîn tune ye. Ji ber vê yekê, dema ku li ser bingeha aştiyê çareseriya demokratîk tê ferzkirin, ji aliyekî din ve amadebûna ji bo rewşa şer nêzîkatiya herî rast e. Dema ku li pêşketinan bi vê paralelê tê nêrîn, Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd bi erka dîrokî ya amadebûna hem ji bo çareseriya demokratîk hem jî ji bo xwe-parastinê re rû bi rû ne.

Jİ BO BEŞA 1 BİTİKÎNE

Dijwar SASON

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AşitîExlaqHukûkKurdManîfestoya DemokratîkNetewa DemokratikRêber APORêxistinkirinŞoreşgerî
Önceki yazı

Lekolin.org Gav Bi Gav Êrîşên Sûwêyda Ji Aliyê Kî, Çawa Dê Were Kirin Nivisandibû-NÛÇE ANALÎZ

Sonraki Haber

Stratejiyên MÎT Û HTŞ Li Ser Eşîrên Ereban- DOSYA TAYBET

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Sonraki Haber
Stratejiyên MÎT Û HTŞ Li Ser Eşîrên Ereban- DOSYA TAYBET

Stratejiyên MÎT Û HTŞ Li Ser Eşîrên Ereban- DOSYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist