• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

Stratejiyên MÎT Û HTŞ Li Ser Eşîrên Ereban- DOSYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN- MÎT ku dixwaze destkeftiyên Rojava ji holê rake, li Şam'ê bi HTŞ'ê re hevdîtinan pêk anî û plan û stratejiyên xwe yên qirêj bi rêya eşîrên Ereb xist meriyetê.

Yayınlayan Militan Rêhat
31 July 2025
Kategori: Lêkolîn
249 13
A A
Stratejiyên MÎT Û HTŞ Li Ser Eşîrên Ereban- DOSYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di 18’ê Tîrmehê de li Şamê di navbera MÎT, îstîxbarata HTŞ’ê û nûnerên artêşa Tirk de civînek hate lidarxistin û piştre bi talîmatên ku ji aliyê MÎT’ê ya 19’ê Tîrmehê şandin odeya Operasyonên Hevbeş a Şam’ê; li ser rojhilatê Firat’ê û Herêmên Rizgarkirî (Reqqa, Dêrazor, Tebqa) bi bikaranîna eşîrên Ereban, plan û stratejiyeke berfireh li dijî QSD’ê bikar anî. Di dema ku êrîşên li dijî Suweyda de Rêveberiya Xweser avakirina meclîsa xwe ya leşkerî ragihand, bûn beşek ji vê stratejiyê, tê fêmkirin ku planek herêmî ya berfireh li seranserê Sûriyê tê armanc kirin. Di analîza dosyaya me de, li gorî naveroka civînan, biryarên hatine girtin û li ser bingehê raporan, em ê armanc, stratejî û encamên gengaz ên hevkariya MÎT-HTŞ ya bi eşîrên Ereb re lêkolîn bikin.

Bİ RÊYA EŞÎRAN PLANÊN Lİ DİJÎ QSD’Ê

Di demên dawî de malpera me, li Bakur û Rojhilatê Sûriye yê herêmên Dêrazor, Reqqa û Tebqa, qaşo di bin navê “Artêşa Eşîran” de zêdebûna tevgera hûcreyên razayî ragihandibû. Di civînên ku bi perspektîfa Enqere û navenda Şam’ê de hatî kirin, em gihiştin hûrgiliyên planên MÎT û HTŞ’ê ya li ser Eşîran hatî kirin.

Li gorî agahiyên ku wek lekolin.org me bi dest xistî, di dîroka 18’ê Tîrmeh’a 2025’an de li Şam’ê civînek çar demjimêran di navbera rayedarên MÎT û erkdarên îstîxbaratê yên HTŞ’ê de pêk hatiye.

Ji aliyê şandeya Tirk ve, li ser navê MÎT’ê İbrahîm Kayaci, Mustafa Karal, Hakan Kalkavan, Aydin Düşman; li ser navê wezareta Parastinê ya Tirk jî, Mehmet Îlker, Mümtaz Yildirim tevlî civînê bûn.

Hat zanîn ku, ji îstîxbarata HTŞ’ê jî Şêx Ebû Seyîd, Şêx Muhammed El Musenna, girêdayî Fermandariya Leşkerî Şêx Ebû Beraa, Şêx Xelîl El Ebud Ebu Turab tevlî bûn.

Armanca sereke ya civînê, li rojhilata Firatê ji bo desthilatdariyê eşîrên Erebî û xaneyên veşartî yên DAIŞ organîze kirin û li dijî QSD planek pêşve xistin bû, lê di civînê de biryarên hatine girtin ev in:

-Çalakkirina Eşîran:

Di rewşa ku QSD çek neavêje an jî tevlî artêşa Şamê nebe de, eşîrên Ereb yên li Reqa û Tebqayê li dijî QSD rakin.

Eşîrên ku ji aliyê MÎTê ve hatine diyarkirin: El Bû Şaban, El Bû Xemîs, El Igêdat, El Begara, Benî Seyîd, Dilêm, El Iniza, El Cibûr û Benî Xalid.

Navên şêxên eşîran ku ji aliyê MÎTê ve hatine diyarkirin ku seroktiya van serhildanan bikin ev in: Şêx Hakim El Şayiş ji eşîra Mîê El Mewalî, Şêx Xelîl El Riêgo ji eşîra Şerabî, Şêx Hüseyin Ebid El Qadir El Hiso ji eşîra El Raşîd, Şêx Mahmud Casim El Halef ji eşîra Şemer, Şêx Ridvan Tamir El Seyid û Ferec El Selame ji eşîra El Reqa.

-Plana Propagandaya Reş:

Rêjîma taybet a şerê Tirkiyeyê, siyasetên propagandaya reş yên ku sedsalan e têne bikar anîn, îro jî bi awayekî herî bilind dom dike. Bi tora xwe ya ajanên herêmî ku li Sûriyê û bi taybetî li herêmên ku gelê Ereb dijîn, fitne û tevliheviyê çêdike, di heman demê de, bi rêya  medyaya taybet a şerê, propagandaya reş a li dijî QSD didomîne. Di vê çarçoveyê de biryarên hatine girtin ev in:

Hûcreyên ku ji aliyê MÎT û HTŞ’ê ve hatine bi rêxistin kirin, dê bi cil û bergên QSD yê li herêmên Reqa, Tebqa û Hesekê kesayetiyên Ereban bikujin û laşên wan parçe bikin, da ku propagandaya reş li dijî QSD bikin. Bi van êrîşan, armanca wan e ku meşruiyeta QSD ya li herêmê bişkînin û eşîran li dijî QSD rêxistin bikin.

-Zext Li Dewletên Yekbûyî û Fransa:

Di civînê de hat zanîn, rayedarên MÎT’ê gotin ku ew ê ji Dewletên Yekbûyî û Fransayê re bibêjin ku QSD nikare li herêmê aramî saz bike, ku ev “pirsgirêka eşîran” e û divê destûr were ku hikûmeta HTŞ’ê bikeve herêmê. Bi vê yekê, armanca wan e ku QSD îzole bikin û ketina HTŞ’ê ya herêmê hêsan bikin.

-Koordînasyona Bi Aktorên Derve Re:

Yek ji rojevên herî germ ên hemû kesî ku, ji bo ku planên xwe yên qirêj li Sûriyeyê bigihînin serkeftinê, di civînê de hate zanîn ku MÎT dê bi tîmên ewlehiyê yên Suudî û Qeterê re li Enqereyê koordînasyonê bike û daxwaza piştgiriya medyayê ji bo planê bike.

-Girêdana Sûweydayê

Hin şêxên eşîran ên Suweydayê (Miseeb El Hifil, Efnes Hires El Milhim, Ehmed El Esead, Şaiş El Milhim, Nevaf El Mislit, Îbrahîm El Hifil) beşdarî civînê nebûn, lê hate zanîn ku eşîrên vê herêmê jî hewl dan ku tevlî vê planê bibin.

Ev civîn, nîşaneyek eşkere ye ji bo stratejiya MÎT’ê ya ku eşîrên Ereb wekî hêzek navendî li dijî QSD bi kar tîne. Propagandaya reş û sûîqestên hedefgirtî, armanc dikin ku kontrola QSD ya li herêmê bişkînin û rageşî ya etnîkî bilind bikin. Her wiha, zexta dîplomatîk li ser Dewletên Yekbûyî û Fransa, armanc dike ku meşruiyeta HTŞ’ê li herêmê zêde bike, û bi piştgiriya medyayê, aktorên herêmî wekî Suudî Erebîstan û Qeterê, dixwazin bandora planê zêde bikin.

TALÎMATÊN NÛ Jİ MÎT’Ê Jİ BO ODE YA ÎSTÎXBARATÊ YA HEVPAR A ŞAM’Ê

Di roja duyemîn a civîna navbera MÎT û HTŞê de, ku di dîroka 19’ê Tîrmeh’a 2025’an de pêk hat, hate zanîn ku MÎT talîmatên nû ji Ode ya Îstîxbaratê ya Hevpar a Şamê re (Ode ji rayedarên MÎT’ê yên Şam’ê, Ofîsa Parastina Serokkomar, Komîteya Îstîxbaratê ya Hikûmeta Demkî ya Şamê û Îstîxbaratên HTŞ’ê pêk tê) şand.

Naveroka talîmatan stratejiyên li ser tevgerên Rêveberiya Xweser, QSD û eşîrên Ereb vedihewîne, talîmatên ku em gihiştin hûrgilîyên wê xalên wê yê sereke ev in:

-MÎT daxwaz kir ku tevgerên çekdarî yên QSD û hûrgiliyên çalakiyên siyasî û civakî yên Rêveberiya Xweser (çi ne, çawa tên pêkanîn) bên eşkerekirin.

-Di talîmatê de hate diyarkirin ku Rêveberiya  Xweser eşîrên Erebî bi awayekî siyasî, dîplomatîk û îdeolojîk rêxistin dike û ji bo vê armancê civînan li dardixe. MÎT daxwaz kir ku agahiyên li ser dem, cih û naveroka van civînan bên berhevkirin û ev rêxistin bi bahaneya gefê bi  sînorên Tirkiyeyê re li Dewletên Yekbûyî pêktîne, bê vala derxistin.

-MÎT daxwaz kir ku lîsteya eşîrên li dijî QSD li Reqa û Dêrazorê bên amadekirin, û ji van eşîran re eşîrên girêdayî QSD’ê bên rêxistinkirin. Her wiha, eşîr di qadên leşkerî, siyasî û medyayê de li dijî QSD’ê bên rêxistinkirin. Ji bo vê armancê, MÎT daxwaz kir ku Odeyeke Operasyonê ya taybet ji bo koordînasyon, ragihandin û medyayê were avakirin.

-Di talîmatê de hate diyarkirin ku QSD eşîrên ku ji wê dûr ketine bi rêbazên siyasî ve carek din bi xwe ve girêdide û ev yek planên MÎT’ê bê bandor dike, MÎT daxwaz kir ku ev rêbazên siyasî bên diyarkirin û vala bê derxistin.

-Di talîmatê de, eşkere ye ku MÎT stratejiyeke pir-alî li dijî QSD û Rêveberiya Xweser pêşdixe. Ji eşîran veqetandin, rêxistinkirin û bi awayekî propagandayê bi kar anîn, yek ji armancên sereke yên MÎT’ê ne. Gavên siyasî û rêxistinkirina civakî ya QSD, planên MÎT’ê zehmet dike. Ji ber vê yekê, diyar e ku MÎT planên xwe yên berhevkirina agahiyan û avakirina ode yên koordînasyonê xistiye tevgerê.

PROVAYA PLANÊ Lİ SÛWÊDA HAT PÊKANÎN

Wekî ku me li jor jî behs kir, MÎT û HTŞ, ku ji bo gelê Durzî, Meclîsa Leşkerî ava kiriye û daxwaza Xweseriyê kiriye, planên qirêj dimeşînin, îdia kir ku di navbera Durzî û eşîrên Bedewî yên Sunî de şer derketiye û êrîşên qirêjî li ser gelê Durzî dest pê kir. Lê plan bi dîwara berxwedana gelê Durzî rast hat û bi destwerdana Îsraîl’ê hate şikandin. MÎT û HTŞ, ku vê plana qirêj li Suweydayê ceribandiye, niha bi çarçoveyeke firehtir hewl didin ku heman rêbaz û polîtîkayên qirêj li Dêrazor, Reqa û Tebqa’yê bi cih bînin.

MÎT û HTŞ, bi gotinên olî hestên netewperestî ya Ereban bilind dikin, hem li dijî Durzî û Îsraîl’ê, hem jî li dijî QSD li Dêrazor, Reqa û Tebqa’yê vê rêbazê bikartînin.

Êrîşên Suweydayê wekî beşek ji stratejiya firehtir a MÎT û HTŞ’ê têne dîtin. Armanc ew e ku eşîr li dijî QSD werin rêxistinkirin. Bi manipûlasyonên olî û neteweyî, rageşiya etnîk li herêmê tên bilindkirin, da ku qontrola QSD lewaz bikin.

RÎSK Û XETERÎ

-Bi unîformên QSD, suîqest û êrîşên wekî parçekirina cesedan, dikarin şerê Kurd-Ereb zêde bikin û xeteriya şerekî mezin li herêmê biafirînin.

-Rêxistina eşîretan ji aliyê MÎT û HTŞ, dikare li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê aramiyê zêde bike. Dîsa planên qirêj yên MÎT’ê dikare eşîran li hember hev bişkîne. Tevgera aktîf a MÎT’ê ya li Sûweyda û serdanên Şam’ê nîşan dide ku ev rêxistinkirin bi awayek veşartî tê pêşxistin.

-Zextên ku li Emerîka û Fransa’yê tê kirin, dikare alîkariya van welatan ji QSD re zêde bike, an jî bibe sedemê li hember ketina HTŞ’ê ya herêmê re bêdeng bimînin.

Civîn û raporên HTŞ û MÎT’ê yên li Şam’ê nîşan dide ku planek berfireh li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li dijî QSD stratejiyek wekalet tê pêşxistin. Bi manîpulekirina eşîrên Ereban armanca sereke, bilindkirina rageşiyên etnîkî, lewazkirina QSD’ê û desthilatdariya HTŞ’ê li herêmê zêde bike. Lê belê pêkanîna van planan, di herêmê de bê aramî û xeteriya êrîşan dihilgire. Bi taybetî rêbazên wek sûîqast û propaganda, dikare êrîşên etnîk kûrbike. Hewildanên MÎT’ê yê komkirina îstîxbarat û avakirina ode yên koordînasyonê, derdixe holê ku ev stratejiyek demdirêj û sîstematîk e. Êrîşên Siwêda yê, pîvanek herêmî ya planê pêk tîne, planên qirêj ên ku li dijî Rojava bi piştgirîya MÎT-HTŞ û dewletên din hatine çêkirin eşkere dikin ku têgehek berfireh heye.

Militan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: EmerikaEşirên ErebanFransahtşKurdQSDReqqaROJAVASamSuweydaTebqaTIRKIYE
Önceki yazı

Manifestoya Civaka Demokratîk Û Perspektîfa Serdema Nû-2

Sonraki Haber

Şengal Çîroka Berxwedanê û Biryara Azadiyê Ye

Benzer Haberler

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET
Lêkolîn

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

31 May 2026
Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

29 May 2026
HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET
Lêkolîn

HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET

14 May 2026
Sonraki Haber
Şengal Çîroka Berxwedanê û Biryara Azadiyê Ye

Şengal Çîroka Berxwedanê û Biryara Azadiyê Ye

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist