• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Şengal Çîroka Berxwedanê û Biryara Azadiyê Ye

Şengal, di navbera Qereçox, Rojava û Bakurê Kurdistanê de ye, herêmeke Stratêjîke ku li ser rêya berxwedan û nasnameya gelê Êzidî bi xeta sor hatiye nivîsandin.

Yayınlayan Lekolin
1 August 2025
Kategori: GOTAR
243 15
A A
Şengal Çîroka Berxwedanê û Biryara Azadiyê Ye
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di ser fermana Şengalê de 11 sal derbas bûn. Di sibeha 3’ê Tebaxa 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê Şengalê yê girêdayî parêzgeha Nînova ya Iraqê kir. Ev fermana 74’an bû ku li ser civaka Êzidî dihat kirin. Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge yên girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê  (PDK) demek kurt ji Şengalê vekişiyan û bi hezaran sivîl bê parastin hiştin.

Êrîşa DAIŞ’ê ne tenê leşkerî bû; ew operasyoneke tunekirinê ya bi motîvasyonên olî û etnîkî bû. Mêr hatin kuştin, jin û zarok hatin revandin û bi sadan kes hatin qetilkirin. Ji civaka Êzidî re hat gotin an wê hun bibin misliman an jî bên kuştin. Jin û keçên wan bi awayekî sîstematîk rastî tecawiz hatin, di bazaran de hatin firotin. Bi sedan sivîl li gundên wekî Koço, Hardan û Qiniye’yê hatin kuştin. Taybet li Koço, di 15’ê Tebaxê de, nêzîkî 80 mêr hatin îdamkirin, jin û zarok hatin revandin da ku li bazarên koleyan werin firotin.

ÇIYAYÊ ŞENGALÊ BÛ PAREZGEH

Bi hezaran Êzîdiyan  berê xwe dan Çiyayê Şengalê bi rojan li ser çiya bê xwarin, av û alîkariya bijîşkî asê man. Birçîbûn, tîbûn û germahî bûn sedema mirina wan. Piştî alîkariya destpêkê yê şervanên azadiyê û zexta dawî ya civaka navneteweyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di 7-8’ê Tebaxa 2014’an de êrîşên hewayî dest pê kirin. Bi rêya helîkoptêran av û xwarin giha çiyayê Şengal’ê.

12 SÛWARİYÊN ŞENGALÊ YPG Û YPJ

Hêzên YPG, YPJ û HPG’ê yên ku ji Rojava hatin di paşxistina êrîşan de roleke girîng lîstin. Di navbera 9 û 13’ê Tebaxa 2014’an de, ew gihîştin Çiyayê Şengal û ji bo sivîlan korîdorek ava kirin. Derketina holê ya şervanên jin ne tenê di warê leşkerî de, di warê îdeolojîk de jî veguherînek anî. Jin êdî ne tenê li dû zindîmanê bûn, lê di heman demê de bûn damezrînerên xweparastinê û vê pêvajoyê rê li ber avakirina Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) vekir.

RIZGARKIRINA BAJAR

Di 13’ê Mijdara 2015’an de, navenda bajarê Şengal’ê bi tevahî ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Lê belê, piştî rizgarkirina fîzîkî, herêm hewce bû ku ji hêla psîkolojîk, civakî û çandî ve jî  ji nû de were avakirin. Avahiya nû ya ku ji kavilan rabû ji hêla jinan ve hate rêvebirin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û YJŞ li ser erdê bi bandor bûn. Bi damezrandina fermî ya YJŞ di 2016’an de, parastina jinan hate sazûmankirin.

MECLÎSA XWESERIYA DEMOKRATÎK

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di sala 2017’an de hate ragihandin. Modela xwerêveberiyê ya Tevgera Azadiya Kurd li vir jî hate bicîhanîn. Bi hevserokatiyê, komun û meclîsên gel, Şengalê dest bi avakirina sîstema xwe kir.

Rojnamevan Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) ku ji bo şopandina pêşketinên piştî êrîşên DAIŞ’ê û belgekirina berxwedana civaka Êzidî çûbû Şengal’ê, di 3’ê Adara 2017’an de dema ku li Xanesorê nûçe dişopand, ji ber guleya “Pêşmergeyên Roj” ên girêdayî PDK’ê bi giranî ji serê xwe birîndar bû. Di vê serdemê de, dema ku aloziyên li herêmê bi serdema piştî DAIŞ’ê re hevdem bûn, xetereyên rojnamegeriyê careke din derketin holê.

Her çend avahiya fîzîkî ya DAIŞ’ê hilweşiya jî,  şîkestinên ruhî yê nehatîye dîtin jî mane. Bi hezaran Êzîdî winda ne 2019’de welatên wekî Almanya, Fransa û Iraqê li dijî endamên DAIŞ’ê doz hatin vekirin. Bi saya şahidiya jinên Êzîdî, hin sûcdar cara yekem bi sûcê “qirkirinê” hatin mehkûmkirin. Lê belê rêxistinên jinan diyar kirin ku ev pêvajo di naskirina “qirkirina li dijî jinan” de têk çûn.

PEYMANA ŞENGALÊ Û GEFA ÊRÎŞÊN NÛ

Di 2020 de navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Peymana Şengalê hat îmzekirin, hilweşandina avahiyên parastina xwe şert dikir.  Piştê wê êrîşên li ser Şengalê bi balafirên bêmirov yên çekdar ên Tirkiyeyê fermandarên YBŞ û çend deverên sivîl kirin hedef. Van êrîşan di raya giştî de şikestinek nû da çêkirin.

Di sala 2023’an de, di dozên ku li Almanya hatine vekirin de, hin endamên DAIŞ’ê li ser bingeha şahidiya rasterast a jinên Êzîdî bi sûcê qirkirinê hatin mehkûmkirin. Her çend ev pêşketinek girîng bû jî, jinan tekez kirin ku edalet tenê bi cezakirinê ve sînordar nabe, lê divê tazmînat û bîra kolektîf jî di nav xwe de bigire.

JI BINEVŞ AGALAN HETA BÊRÎVAN ŞENGALÊ

Jina Kurd, jina ku hatiye kolekirin, tune hesibandin, di demê ku azadiya wê tê gotin bi wateya rast a azadiyê re li hev hatiye. Jina Kurd hemû jinên cîhanê fêrî berxwedan û têkoşînê kir. Destana ku li Kobanê di pêşengtiya Arîn Mîrkan de ji Amerîkaya Latîn heta Afrîka bûye sembola hemû jinên berxwedêr.

Berxwedana jinên Şengalê bi Binevş Agalan re berdewam kir û bi Arîn’an, Bêrîvan re gihişt lutkeya herî bilind. Berxwedana Jina Azad çar parçeyên Kurdistanê dike yek û şehîdên jin yên berxwedanê Yekîtiya Netewa Kurd pêk tîne.

Asmîn SENAR

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: 12 SûwarîBerxwedanDAISEzidiHikûmeta IraqPDKQIRKIRINsengalybsYJŞ
Önceki yazı

Stratejiyên MÎT Û HTŞ Li Ser Eşîrên Ereban- DOSYA TAYBET

Sonraki Haber

MIT Beriya Hevdîtinên Parîsê Talîmat ji Şamê re Şand – NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê
GOTAR

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê

23 May 2026
Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê
GOTAR

Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê

21 May 2026
Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?
GOTAR

Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

17 May 2026
Sonraki Haber
MIT Beriya Hevdîtinên Parîsê Talîmat ji Şamê re Şand – NÛÇE TAYBET

MIT Beriya Hevdîtinên Parîsê Talîmat ji Şamê re Şand - NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist