Di ser fermana Şengalê de 11 sal derbas bûn. Di sibeha 3’ê Tebaxa 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê Şengalê yê girêdayî parêzgeha Nînova ya Iraqê kir. Ev fermana 74’an bû ku li ser civaka Êzidî dihat kirin. Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge yên girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê (PDK) demek kurt ji Şengalê vekişiyan û bi hezaran sivîl bê parastin hiştin.
Êrîşa DAIŞ’ê ne tenê leşkerî bû; ew operasyoneke tunekirinê ya bi motîvasyonên olî û etnîkî bû. Mêr hatin kuştin, jin û zarok hatin revandin û bi sadan kes hatin qetilkirin. Ji civaka Êzidî re hat gotin an wê hun bibin misliman an jî bên kuştin. Jin û keçên wan bi awayekî sîstematîk rastî tecawiz hatin, di bazaran de hatin firotin. Bi sedan sivîl li gundên wekî Koço, Hardan û Qiniye’yê hatin kuştin. Taybet li Koço, di 15’ê Tebaxê de, nêzîkî 80 mêr hatin îdamkirin, jin û zarok hatin revandin da ku li bazarên koleyan werin firotin.
ÇIYAYÊ ŞENGALÊ BÛ PAREZGEH
Bi hezaran Êzîdiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê bi rojan li ser çiya bê xwarin, av û alîkariya bijîşkî asê man. Birçîbûn, tîbûn û germahî bûn sedema mirina wan. Piştî alîkariya destpêkê yê şervanên azadiyê û zexta dawî ya civaka navneteweyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di 7-8’ê Tebaxa 2014’an de êrîşên hewayî dest pê kirin. Bi rêya helîkoptêran av û xwarin giha çiyayê Şengal’ê.
12 SÛWARİYÊN ŞENGALÊ YPG Û YPJ
Hêzên YPG, YPJ û HPG’ê yên ku ji Rojava hatin di paşxistina êrîşan de roleke girîng lîstin. Di navbera 9 û 13’ê Tebaxa 2014’an de, ew gihîştin Çiyayê Şengal û ji bo sivîlan korîdorek ava kirin. Derketina holê ya şervanên jin ne tenê di warê leşkerî de, di warê îdeolojîk de jî veguherînek anî. Jin êdî ne tenê li dû zindîmanê bûn, lê di heman demê de bûn damezrînerên xweparastinê û vê pêvajoyê rê li ber avakirina Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) vekir.
RIZGARKIRINA BAJAR
Di 13’ê Mijdara 2015’an de, navenda bajarê Şengal’ê bi tevahî ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Lê belê, piştî rizgarkirina fîzîkî, herêm hewce bû ku ji hêla psîkolojîk, civakî û çandî ve jî ji nû de were avakirin. Avahiya nû ya ku ji kavilan rabû ji hêla jinan ve hate rêvebirin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û YJŞ li ser erdê bi bandor bûn. Bi damezrandina fermî ya YJŞ di 2016’an de, parastina jinan hate sazûmankirin.
MECLÎSA XWESERIYA DEMOKRATÎK
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di sala 2017’an de hate ragihandin. Modela xwerêveberiyê ya Tevgera Azadiya Kurd li vir jî hate bicîhanîn. Bi hevserokatiyê, komun û meclîsên gel, Şengalê dest bi avakirina sîstema xwe kir.
Rojnamevan Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) ku ji bo şopandina pêşketinên piştî êrîşên DAIŞ’ê û belgekirina berxwedana civaka Êzidî çûbû Şengal’ê, di 3’ê Adara 2017’an de dema ku li Xanesorê nûçe dişopand, ji ber guleya “Pêşmergeyên Roj” ên girêdayî PDK’ê bi giranî ji serê xwe birîndar bû. Di vê serdemê de, dema ku aloziyên li herêmê bi serdema piştî DAIŞ’ê re hevdem bûn, xetereyên rojnamegeriyê careke din derketin holê.
Her çend avahiya fîzîkî ya DAIŞ’ê hilweşiya jî, şîkestinên ruhî yê nehatîye dîtin jî mane. Bi hezaran Êzîdî winda ne 2019’de welatên wekî Almanya, Fransa û Iraqê li dijî endamên DAIŞ’ê doz hatin vekirin. Bi saya şahidiya jinên Êzîdî, hin sûcdar cara yekem bi sûcê “qirkirinê” hatin mehkûmkirin. Lê belê rêxistinên jinan diyar kirin ku ev pêvajo di naskirina “qirkirina li dijî jinan” de têk çûn.
PEYMANA ŞENGALÊ Û GEFA ÊRÎŞÊN NÛ
Di 2020 de navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Peymana Şengalê hat îmzekirin, hilweşandina avahiyên parastina xwe şert dikir. Piştê wê êrîşên li ser Şengalê bi balafirên bêmirov yên çekdar ên Tirkiyeyê fermandarên YBŞ û çend deverên sivîl kirin hedef. Van êrîşan di raya giştî de şikestinek nû da çêkirin.
Di sala 2023’an de, di dozên ku li Almanya hatine vekirin de, hin endamên DAIŞ’ê li ser bingeha şahidiya rasterast a jinên Êzîdî bi sûcê qirkirinê hatin mehkûmkirin. Her çend ev pêşketinek girîng bû jî, jinan tekez kirin ku edalet tenê bi cezakirinê ve sînordar nabe, lê divê tazmînat û bîra kolektîf jî di nav xwe de bigire.
JI BINEVŞ AGALAN HETA BÊRÎVAN ŞENGALÊ
Jina Kurd, jina ku hatiye kolekirin, tune hesibandin, di demê ku azadiya wê tê gotin bi wateya rast a azadiyê re li hev hatiye. Jina Kurd hemû jinên cîhanê fêrî berxwedan û têkoşînê kir. Destana ku li Kobanê di pêşengtiya Arîn Mîrkan de ji Amerîkaya Latîn heta Afrîka bûye sembola hemû jinên berxwedêr.
Berxwedana jinên Şengalê bi Binevş Agalan re berdewam kir û bi Arîn’an, Bêrîvan re gihişt lutkeya herî bilind. Berxwedana Jina Azad çar parçeyên Kurdistanê dike yek û şehîdên jin yên berxwedanê Yekîtiya Netewa Kurd pêk tîne.
Asmîn SENAR





