• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

Projeya Rojhilata Navîn A Mezin Biser Dikeve An Bin Dikeve? DOSYA-1

Rojhilata Navîn hertim rastî êrîşên Modernîteya Kapîtalîst hatiye. Lewra modernîteya Rojavayî karibû xwe di piraniya welatên dinyayê de ferz bike û xwe bide qebulkirin. Lêbelê di Rojhilata Navîn de rastî gelek zahmetiyan hat û tê.

Yayınlayan Lekolin
6 August 2025
Kategori: Lêkolîn, Rêze Nivîs
252 11
A A
Projeya Rojhilata Navîn A Mezin Biser Dikeve An Bin Dikeve? DOSYA-1
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Rojhilata Navîn berî avabûna dewletê, heremeke kevnar a çandiniyê ye. Dîsa jî zemîna desthilata navendî ya bi hezarên salan ku hatibû rêxistinkirin, hewil dan di heremê de ava bikin. Li ser vê esasî jî her tim rastî êrîşên Modernîteya Kapîtalîst ango Rojava (Ewropayî) hatiye. Lewra modernîteya Rojavayî karibû xwe di piraniya welatên dinyayê de ferz bike û xwe bide qebulkirin. Lêbelê di Rojhilata Navîn de rastî gelek zahmetiyan hat û tê.

Rojhilata navîn heremek gevnar ya Çandiye berî ku bibê dewlet. Disa jî zemîna desthilata navendî ya bi hezarên salan ku hatibû rêxistin kirinin, di heremê de ye. Her tim jî rastî êrîşên modernîta Rojava hatiye. Modernîta Rojava yî di piraniya welatên dunaye de karîbû xwe ferzbike û xwe bide qebûl kirin. Ema di Rojhilata Navîn de rastî gelek zehmetiya hat û tê. Ji ber ku ev çanda kevnar ya Rojhilata Navîn bi hêsanî naye guhertin. Ev yek jî dihêlê ku welatên Rojavayî her tim di nava hewildan û planan de bin da ku Rojhilata Navîn bi îdîolojiya xwe dagirbikin û bi xwe ve girêbidin.

BAŞE PROJEYA ROJHILATA NAVÎN A MEZIN ÇIYE?  

Piştî êrîşên 11 îlonê 2001 a avahiya cêwî ya DYA pêşketin, ev proje di bin navê şerê li dijî terorê hate rêxistinkirin. Têde jî hate diyarkirin ku Rojhilata Navîn çavkaniya terror, gendelî û feqîrtiyê ye û lewma divê ev mijar werin çareserkirin. Armancên vê projeyî pir aliyên wek e siyasî, aborî, civakî, perwerde, ewlekarî û hwd di nava xwe de dihewîne. Rêbazên vê yên pêkanînê jî mudaxeleya leşkerî, lîstîkên di bin navê piştgiriya pere û aboriyê, zexta dîplomasî û her cure rêbazên nerm ku jêre tê gotin “Şerê Taybet” in. Di vê çerçoveyî de gelek pêngav hatin meşandin. Ji van wek e mînakên sereke şerê Afxanîstanê ya 2001, pêşxistina Îslama nerm a di pêşengtiya avakirina AKP’ê ya sala 2002’an, şerê Iraqê ya 2003. Dîsa di sala 2010’an de bikaranîna valatiyên di “Bihara Ereban“ de hatin jiyîn in. Van pêngavan di heremê de gelek guhertin çêkirin. Bi taybet jî di asta îdeolojî û çandî de guhertina sîsteman bû.

BINKETINA PROJEYA ROJHILATA NAVÎN A MEZIN

Di van qadên mijara gotinê yên hemle lê hatin meşandin de encamên ku dihat xwestin nehat girtin. Di Afxanîstanê de nikaribûn bi rêbazê şer dawî li El Qaîde-Talîban bînin. Di Iraqê de jî şûna hikumeta BAAS hatî hilweşandin nikaribûn hikumetek bi rêkûpêk ava bikin. Modela Îslama nerm jî bi ser neket, ji ber ku dewleta Tirk nikaribû bi vê rolî rabe, lewra di nava welatên Ereb de giraniyekê wê çênebû. Ev yek jî dide nîşandan ku hemû çandên li Rojhilata Navîn çandên resenin. Lewma çandeke derve nexasim bi zorê were ferzkirin zû bi zû qebul nakin. Modela ku li Tirkiyê jî pêşket ji Rojhilata Navîn zêdetir nêzî modela Rojavayî-Ewropayî bû. Ji bo vê yekî jî nikaribû baweriya civakan bi xwe bîne. Ji ber vê jî nikaribû sînorê xwe derbas bike û li tevahî Rojhilata Navîn belav bibe. Li aliyekê din jî dewleta Tirk piştî ku hêza Îslama siyasî dît, êdî hewil da vê hêzî ji bo plansaziya xwe bikar bîne. Di van mînakên ku me anîn ziman diyarbû ku di hemû gavên hatin avêtin de, encamên dihatin xwestin nehatin girtin. Lêbelê tecrubeyek û rêbazekî nêzîkatiyê ya nû derxist holê. Bi wateyekê din şûna ku projeyê paşde vekşînin rêbaz û lêstikvanan guherandin û têne guhertin.

NÛJENKIRINA PROJEYA ROJHILATA NAVÎN A MEZIN

Li ser esasê şaşitî û kêmasiyên ku di vê projeyî de hat jiyankirin, piranî di qada pêkanîn ango pratîkî de bûn. Ev yek bûne sedema binkeftina projeyê û bi xwe re jî guhertina rêbaz û lîstîkvanan. Yek ji van guhertinan di cihêla Tirkiyê de rola temsîla Îslama nerm a heremê dane Erebîstana Siûdiyê.

Li gor ev guhertinên rêbaz û lîstikvan;

a-Rola Erebîstana Siûdiyê (Rûyê Nû yê Îslama Nerm)

Di sala 2016’an de bi pêşengtiya Mihemed Bîn Selman projeyek nû yê bi navê “Saudî Vision 2030” hat pêşxistin. Ev proje di bingiha xwe de projeyek aborî ye. Armanc jê ew e ku xurtkirina aboriya Siudiya Erbîstanê ye. Ev proje jî xwe dispêrê guhertinên aborî, civakî û perwerdehiyê. Taybet jî guhertin pir mezin ji nêzîkatiyên li hemberî jin de (Yanî li gor S. Erebîstanê guhertinên mezin) di vê projêyê de hatine pêkanîn. Gelek maf dane jin weke serbest gerandina bi tenê, zêdekirina rêjeya temsîla jin ên di saziyan de, mafê ajotina seyaran û hwd. Ev yek li gor hin çavdêran weke şoreşeke hat binavkirin. Bi wateyeke din çanda Siudiye bi giştî nûjen dike û gavekî din ber bi modernîteyi ve dibe. Armanc ji vê yekê ye ew e ku ruyekî nû bidin Siudiya Erebîstanê. Misyona ku dabûn dewleta Tirkiye ku ji ber sedemên me anîbûn ziman bi serneket, bi riya Siudiye temam bikin û bi cih bînin. Ji ber ku cihekî taybet a Siudiya Erebîstanê di nava welatên Ereban û heremê de heye. Her tim jî çavekî weke qibleya Îslamê tê naskirin. Lewma bandora wê dê pir zêde hebe. Hem wê bibe dewletek Îslamî Nerm û hem jî wê bibe modêla wê.

b-Polîtîka Vegirtinê An Jî Entegrekirinê 

Piştî êrîşa Talîban a 11 îlona 2001 li ser avahiyên cêwî ya Amerîkayê, hêzên Amerîkayê di 7’ê cotmehê de şer li hember hêzên Talîban îlan kir. Ev şer û pevçûn heya 2021`an bi vekişîna Amerîka ji Afxanistanê bi dawî bû. Sedema vekişandine ya sereke ew bû ku nikarîbûn bi riya leşkerî wê tune bikin. Di aliyekî din de jî û li gorî hin analîzvanan ev şer her ku dirêj dibe hêza leşkerî ya Talîban zêdetir dibê. Lewma li hin polîtîkayên cuda geriyan. Di encamê de polîtîka Vegirtine an jî entegrekirinê dane meşandin. Yanî bi riya desthiladariye tevlî sîstemê bikin da ku ew bi xwe, xwe biguherin û nerm bikin. Sedemek xwe guhertinê xistin rojeva wan, her tim siyaseta “Em dewletin û divê em xwe bidin qebûlkirin“ weke ku çawa Serokê Amerîkayê ya demê Joe Biden derbarê vekişîna ji Afxanistanê de jî anî ziman  “Erkê me ne ew bû ku em miletekî ava bikin, karê me pêşîlêgirtina terorê bû.“

c-Korîdora Aborî Ya Xeta Hindistanê-Rojhilata Navîn-Ewrupa (IMEC)

Di Civîna G20 a di sala 2023’an li Hindîstanê de projeya IMEC hate ragihandin. Ev korîdor ji Hindistanê despêdike, derbasî Imarat piştre Siudiya Erebîstanê û ji wir jî di Urdin re derbasî Îsraîl dibê û bi riya Derya Sipî jî ser Qibris de derbasî Yunanîstan dibê û ji wir li ser Awupa belav dibê. Ev korîdor hem bejahî û hem bi riya avê hatiye rêxistinkirin. Bi vê projeyî leza bazirganiyê ji sedî 40 zêdetir dibe û mesrûfa rê ji sedî 30 kêmtir dibe. Her wiha guhertinên cidî di rewşa hêzan de di hêla siyasî, aborî de çêdike.

d-Itîfaqa Abraham û Korîdora Dawud

Di aliyekî din de jî projeya Itîfaqa Abraham di sala 2020‘an de pêşxistin. Armanc jê ew e ku aşitî di navbera Îsraîl û welatên di heremê de were çêkirin. Dîsa jî bazirganî di navbera wan de pêşkeve. Her wiha bi lihevhatina Îsraîl û welatên heremê jî pozisyona wan li hemberî Îran û Tirkiye xûrt dike. Rol û bandora wan jî xurtir dike. Dîsa jî girêdayî Xeta Enerjî ya IMEC ve, nîqaş li ser Korîdora Dawud tê kirin. Ev korîdor jî ji Îsraîl Destpêdike û di Sûriyê de derbas dibê û heya ava Firatê diçê ji wir jî derbasî başûrê Kurdistanê dibe. Armnaca vê korîdorê jî firehkirina xaka Îsraîl e, firehkirina Korîdora IMEC û avakirina xetek parastinê ji bo Îsraîl û korîdorê ye. Niha li ser erdê hin nîşanê wên têne xuyakirin weke, buyerên Suwêda. Ev yek hişt ku Hukumeta Demkî Ya Şamê bi Îsraîlê re itifaq bike ku başûrê Sûrî bê çek bibe û rêveberiyek heremî ji bo Suwêda werê avakirin û qebûl kirin. Dîsa jî hebûna barageha Tenefê ku ew jî heman rolê dilîzê, bê parastin.

Her çiqasî lîstikvan anjî rêbaz hatibin guhertin lêbelê di cewhera xwe de proje weke xwe ma û di armancên wê de tu guhertin çênebûn.

DOSYA DUYEMÎN: Tunekirina Projeyên Heremî, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin û Rewşa Welatan

Asîman SOZDAR

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: EfxanîstanEmerikaErebîstana SuudîİsrailProjeya MezinROJAVARojhilata NavinTIRKIYE
Önceki yazı

Dewleta Tirk Dixwaze Li Şirnex Çi Bike? -DOSYA TAYBET

Sonraki Haber

Plana MÎT’ê ya ji bo Şerekî Bejahî li Herêma Dêr Hafir – NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET
Lêkolîn

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

31 May 2026
Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

29 May 2026
HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET
Lêkolîn

HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET

14 May 2026
Sonraki Haber
Plana MÎT’ê ya ji bo Şerekî Bejahî li Herêma Dêr Hafir – NÛÇE TAYBET

Plana MÎT’ê ya ji bo Şerekî Bejahî li Herêma Dêr Hafir – NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist