• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

Plana MÎT’ê ya ji bo Şerekî Bejahî li Herêma Dêr Hafir – NÛÇE TAYBET

DÊR HAFIR - Berî hevdîtinên ku li Parîsê bêne kirin, MÎT bi hevkariya HTŞ’ê ji bo êrîşeke bejahî li ser xeta Dêr Hafir planên xwe xistiye meriyetê.

Yayınlayan Lekolin
7 August 2025
Kategori: Lêkolîn, Nûçe
256 3
A A
Plana MÎT’ê ya ji bo Şerekî Bejahî li Herêma Dêr Hafir – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Hat zanin ku MÎT bi hevkariya HTŞ’ê ji bo destpêkirina êrîşeke bejahî li herêma Dêr Hafir, li ser sînorê di navbera gundên El-Kayariye, tepeya stratejîk Cebel El-Selma û gundê Rasm El-Ahmar de, komên çeteyan bi cih dike.

Piştî biryara lidarxistina hevdîtinên di navbera Şandeya Rêveberiya Xweser û Desthilatiya Şamê li Fransayê-Parisê, metirsiyên cidî ji bo dewleta Tirk çêbûn. Dewleta Tirk bi hemû saziyên xwe yên îstîxbaratî, leşkerî û dîplomatîk kete nav seferberiyê.

Wek lekolin.org li gor agahiyên ku me bi destxistine di diroka 28’ê Tîrmehê MİT’ê bi hevkariya HTŞê gelek çekên giran li gundên Cebel El-Selma û El-Kayariye yên girêdayî navçeya Dêr Hafir a di navbêra Tebqa û Minbicê de ye bicîhkirin. Çekên veguhestî ji çar cureyên fûze, doçka û hewanên xwedî kapasîteya bilind pêk tên.

Li gorî agahiyên li ser erdê yên piştrastkirî, di demên dawî de tevgera MÎT’ê li herêmên sînorî zêde bûye. Li ser vê yekê, civîn û perspektîvên MÎT’ê û Buroya Ewlekariya Neteweyî ya Dewleta Tirk bi Hikûmeta Demkî ya HTŞ’ê re pir zêde bûne.

Malpera me lekolin.org bi sernavê “Stratejiyên MÎT û HTŞ’ê li ser Eşîrên Ereb” diyar kiribû ku MÎT eşîrên herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên dagirkeriyê bi kar tîne. Hatiye piştrastkirin ku di demên dawî de MÎT’ê perspektîv ji Komîteya Îstîxbaratî ya Hevbeş re şandine da ku Odeyeke Operasyonê-Çalakiyê bi navê “Artêşa Eşîran” ava bike. Tevgera xebatên MÎT’ê ji bo êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye. Di dawiya meha Haziranê 2025’an de, MÎT’ê bi pilaneke nû ji bo êrîşeke bejahî komên cîhadîst kom kirine û bi piştgiriya leşkerî ya bilind amade kirine. 28’e Tîrmehê komên ku ji aliyê MİT’ê ve hatine hilbijartin û bi rêya HTŞ’ê li xeta Dêr Hafir hatine bicîhkirin di bin siwana Firqa 80’mîn de Feylaq El-Mecid û Firqet El Mutesim e.

FIRQEYA 80’YEMÎN KÎ YE?

Di navbera nîvê sala 2023’yan û dawiya 2024’an de, Tirkiyê li herêmên Bakurê Helebê û Idlibê li ser bingeha mezinkirina komên cîhadîst ên ku wekî “Opozîsyon-muxalif” tên nîşandan, Firqeya 80’yemîn ava kir. Lîwaya Suleyman Şah ku Tirkiye herî zêde piştgirî dide û bi navê “El Amşat” tê nasîn, bi awayekî şeklî di bin sîwana Wezareta Parastinê ya Tirkiyê de hatiye entegrekirin. Lê di rastiyê de, Tirkiye li bajarê Idlibê çeteyên xwe yên bijarte yên perwerdekirî bi xebatên veşartî tevger dike.

Her wiha Feylaq El-Mecid û Firqa El Mutesim jî berê di nav Artêşa Niştimanî ya girêdayî MÎT`ê bûn, tevlê hemû şerên dagirkirina herêmên kurdî bûn (Efrîn – Girê Spî – Serêkaniyê). Îspat dibe ku Firqeya 80’yemîn bi şêwirmendên leşkerî yên Tirkiyê û MÎTê re paralel tevdigere. Ji ber ku komên ku di nav Firqa 80’yemîn de yekser girêdayî MİTê ye bandora HTŞê li ser wan zêde tune ye.

Hat zanîn ku MÎT, di heman demî de endamên firqa 80’yemîn li deverên stratejîk ên wekî deriyê sînor ê Bab el-Hawa û Daret Îzzah bi kar tîne, da ku van herêman bi temamî bixe bin kontrola xwe.

Di destpêka Adara 2025’an de, Ehmed Rezaq ku berê di koma Nurredin El- Zenkî de bû, wekî fermandarê giştî yê Firqeya 80’yemîn hate tayînkirin. Her wiha ji aliyê MİT’ê ve Ebû El-Yeman wek fermadarê leşkerî hat tayînkirin.

EBU EL-YEMAN KÎ YE?

Ebu El-Yeman efserê ji rejîma Sûriyê yê bi pileya qeymeqam e ku ji rejîmê veqetiyaye. Ew berê fermandarê “Lîwayê Ensar El-Xîlafet”, “Ketîbeya Mucahidî Şam” û “Lîwayê Sêyem ya girêdayî Feylaq El-Mecid” bû.

Navê wî yê rast Xalid El-Omer e û bi nasnavê “Ebu El-Yeman” tê naskirin. Wî berê fermandariya “Lîwayê Biyareq El-Îslam” kiribû ku di Çileya 2018’an de tevlî “Nûreddîn Zenkî” bibû. Herwiha wî di sala 2015’an de “Tevgera Mucahidî Îslam” bi rê ve biribû ku ji sê grûpên çekdar (“Biyareq El-Îslam”, “Ketîbeyên Mucahidî Îbn Teymiye” û “Lîwayê Sefwe”) pêk dihat.

Di dawiya sala 2014’an de, wî wekî emîrê komeleyekê bi navê “Ensar El-Xîlafet” kar kiribû û li Helebê xebiti ye. Di meha Adara îsal de, ji aliyê Wezareta Parastinê-Berevaniyê ya Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ve wekî fermandarê Fermandariya Leşkerî ji bo Firqa 80’yemîn hate tayînkirin.

ÊRÎŞAN DESTPÊKİR

Komên çekdar piştî belavbûna xwe yekser li herema Dêr Hafir dest bi bombekirina dijwar a li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kirin. QSD’ê di daxuyaniyên xwe yên fermî yên di 2 rojên borî de ev yêk destnîşankirin. QSD’ê di daxuyaniyeke xwe ya 4’e Tirmehê de got ku komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê roja duşemê sibehê êrîşî çar deverên wan ên li gundê “El-Îmam” ê girêdayî Dêr Hafirê kirine.

QSD’ê diyar kir ku hêzên wan bi êrîşê re rûbirû bûne û di çerçoveya mafê xwe parastinê de bersiv dane ku di encamê de 20 deqeyan şer û pevçûn dom kir. QSD’ê tekez kir ku ev êrîş û destdirêjiyên dubare aloziyeke plankirî ne û aramiya herêmê dixe xeteriyê. QSDê berpirsyariya vê erîşe bi temamî da ser Hikûmeta Şamê û got ku hêzên wan îro ji her demê zêdetir amade ne ku bi hemû hêz û biryardariyê bersiva mafdar bidin.

Her wiha di 2’ê Tebaxê, QSD’ê ragihand ku komên “ne disîplînkirî” yên di nav hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de, bi zêdetirî 10 topan xetên têkiliyê li herêma Dêr Hafirê bombebaran kirine.

Bi vê plane û êrişan dewleta Tirk bi alozkirin û zêdekirina tengezarîyê, hewldanên Amerîkî-Fransî yên ji bo nûkirina danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de têk bibe.

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: 80th Divisionartêşa SuriyêBakur û Rojhilatê SurîDeyr HafirhtşMITROJAVASNATIRKIYE
Önceki yazı

Projeya Rojhilata Navîn A Mezin Biser Dikeve An Bin Dikeve? DOSYA-1

Sonraki Haber

Projeya Rojhilata Navîn A Mezin Biser Dikeve An Bin Dikeve? DOSYA-2

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Projeya Rojhilata Navîn A Mezin Biser Dikeve An Bin Dikeve? DOSYA-2

Projeya Rojhilata Navîn A Mezin Biser Dikeve An Bin Dikeve? DOSYA-2

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist