• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Giştî

Fesihkirina Konseya Eşîrên Kurd û Talîmata Tevlîbûna HTŞ’ê – NÛÇE ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk a ku bi sûcên şer ên li Efrînê hatîye eşkerekirin, niha jî bi rêya MÎT’ê biryara fesihkirina bi navê “Konseya Eşîrên Kurd” girtiye û talîmat daye ku li Efrînê yekîneya bi navê “Ewlekariya Giştî” ya girêdayî HTŞ’ê bê piştgirîkirin.

Yayınlayan Ari Tufan
22 August 2025
Kategori: Giştî
255 3
A A
Fesihkirina Konseya Eşîrên Kurd û Talîmata Tevlîbûna HTŞ’ê – NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Efrîn, ku li bakurê rojavayê Sûriyê ye û xwedî nifûseke kurdî ya zêde ye, ji demeke dirêj ve navenda pevçûnên jeopolîtîk û leşkerî ye. Ji sala 2018’an û vir ve sûcên şer û binpêkirinên mirovahiyê yên ku dewleta Tirk bi hevkariya çeteyên girêdayî xwe li dar xistine, hatine eşkerekirin. Niha jî hate zanîn ku dewleta Tirk bi rêya MÎT’ê û bi hevkariya ENKS’ê hewl dide dagirkeriya xwe ya li Efrînê daîmî bike.

Di vê çarçoveyê de, hate zanîn ku MÎT’ê li navçeya Cindirêsê bi ENKS’ê re civînek veşartî lidar xistiye. Hate ragihandin ku civîn bi serokatiya Mesud Betal hatiye kirin. Armanca vê civînê, teşwîqkirina ciwanên kurd ên Efrînî bû ku tevlî yekîneya bi navê “Ewlekariya Giştî” ya girêdayî HTŞ’ê bibin. Bi taybetî, hate diyarkirin ku hin ciwanên ji gundê Qasim ê girêdayî navçeya Racoyê tevlî vê yekîneyê bûne. Ev rewş bi zelalî nîşan dide ku ciwanên kurd bi awayekî organîze bi destê MÎT’ê tevlî HTŞ’ê dibin. Hebûna navên wekî Azad Şebo di vê civînê de, nîşan dide ku ev pêvajo ji aliyê ENKS’ê ve bi awayekî sîstematîk tê birêvebirin.

Polîtîkayên bi vî rengî, ji aliyê dewleta Tirk û hêzên hevkar ên wê ve wekî stratejiyek ji bo dabeşkirin û qelskirina civaka kurd têne bikaranîn. Bi taybetî, tê dîtin ku ENKS, ku bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re têkildar e, hewl dide ciwanên kurd ji bo berjewendiyên xwe mobilize bike. Di vê çarçoveyê de, yekîneyên wekî Ewlekariya Giştî ya girêdayî HTŞ’ê, ji bo ku ciwanên kurd li dijî YPG, YPJ û QSD’ê werin bikaranîn, wekî amûrek têne xebitandin. Di vê pêvajoya krîtîk de, ev hewldan ji bo têkbirina yekîtiya neteweyî ya kurdan in.

Di 8’ê Tebaxa 2025’an de, dîsa bi talîmatên MÎT’ê, li navenda bi navê Meclisa Herêmî ya Efrînê civînek bi Eşîrên Kurd re hatiye lidarxistin. Navên kesên ku beşdarî civînê bûne wiha ne:

Mesud Betal: Berpirsê herêma Efrînê, girêdayî HTŞ’ê, kurd e, ji gundewarên Qamişloyê ye.

Suraqa Emurî: Berpirsê Ewlekariya Giştî ya HTŞ’ê li bajarê Helebê.

Ehmed Hesen: Berpirsê Ofîsa ENKS’ê ya Efrînê.

Azad Osman: Ji gundê Maratê, endamê ENKS’ê.

Zana Xelîl: Berpirsê propagandayê yê girêdayî HTŞ’ê li herêma Efrînê, kurd e, ji gundê Basûtê ye.

Herwiha, muxtarên gundan û hin kesên berê yên girêdayî meclisa herêmî ya Efrînê jî di civînê de amade bûn.

Di civînê de, bi daxwaza îstîxbarata Tirk, biryara fesihkirina bi navê “Eşîrên Kurd ên Efrînê” hate girtin û piştgirîkirina yekîneya Ewlekariya Giştî ya girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam’ê û alîkarîkirina tevlîbûna vê yekîneyê hate xwestin. Ev biryar ne tenê bi teşwîqkirina tevlîbûna ciwanên kurd re sînordar ma, herwiha nîşan dide ku hewl tê dayîn serokên eşîran jî bi awayekî çalak di vê pêvajoyê de cih bigirin.

QEYDÊN GIRTINA LEŞKERKIRIYÊ DEST PÊ KIRIN

Berî çend rojan, li navenda Ewlehiya Giştî ya girêdayî HTŞ’ê, ragihand ku qeydên ji bo leşkerkirinê dest pê kirine. Ev qeyd bi destê MÎT’ê bixwe têne birêvebirin. Ger em li ser armancên vê planê bisekinin:

Ya yekem, armanc ew e ku bi afirandina wêneyekî ku gelê Kurd xwe bi xwe îdare dike, raya giştî were manîpulekirin û peymana ku tê armanckirin di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û Şamê de were kirin, ku Efrîn ji aliyê gelê wê yê xwecihî ve were birêvebirin, bêwate were nîşandan. Ev peyman dişibe modela ku li taxa Şêx Meqsud û Eşrefiyê ya Helebê tê meşandin, ku li wir Kurd di warên ewlehî, perwerde, xizmet û civakî de xwe bi xwe îdare dikin. Li van taxan, hêzên ewlehiyê yên rêveberiya Şamê an saziyên ku ji aliyê Kurdan ve têne rêvebirin, ti hebûna wan tune.

Armanca duyem, barkirina berpirsiyariya sûc û binpêkirinên ku li dijî gelê Kurd li Efrînê hatine kirin li ser milê Kurdan e, û nîşandana van binpêkirinan wekî ku Kurdan bi xwe di navbera xwe de kirine.

Ya sêyem, ciwanên Kurd ên ku rastî gef û zordariyê tên, ber bi pevçûnên ku tu têkiliya wan bi wan re tune, bikişînin û bi zorê bi birayên wan ên li Şêx Meqsud û Eşrefiyê ya Helebê an jî gelê wan ê li herêmên din ên Sûriyê re şer bikin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hin ciwanên Kurd rastî gef û zordariyê hatine da ku tevlî yekîneya Ewlehiya Giştî bibin. Van ciwanan bi zorê peymanek îmze kirine ku qebûl dikin werin veguhestin bajarên din ên Sûriyê. Ev yek nîşan dide ku ciwanên Kurd dê di pevçûnên nû yên li herêmê de werin bikaranîn.

PIŞTPERDEYA KONSÊYA EŞÎRÊN KURD

Di 20’ê Adara 2022’yan de, li Efrînê komek bi fermana MÎT’ê “Konsêya Eşîrên Kurd ên Efrînê” ragihand. Eşîrên ku di vê konsêyê de cih digirin ev in: Şikak, Hevîdî, Reşwan, Piya, Şêxan, Omoka. Ev konsê wekî dewama Konsêya Rizgarkirina Efrînê, Meclîsa Sivîl a Efrînê, Konsêya Bilind a Kurdên Efrînê û KKS’ê ye.

Kesê ku vê avakirinê bi rê ve dibe, Elî Sîno ye, ku ji gundê Mosika yê navçeya Racoyê ye. Elî Sîno bi eslê xwe Kurd e, li parêzgeha Helebê mezin bûye, derbarê Efrînê de zanyariyên wî nînin û bi awayekî baş jî bi Kurdî nizane. Têkiliyên wî yên xurt bi dewleta Tirk, Birayên Misilman û çeteyên bi navê El-Emşat re hene.

Ev konsê, wekî parçeyek ji planekê ku armanca wê tirkîzekirina herêmê û tunekirina nasnameya Kurdî li Efrînê ye, li dijî berjewendiyên gelê Kurd ê Efrînê kar dike.

MÎT’ê, bi armanca hedefgirtina nasnameya Kurdî li Efrînê û meşrûkirina hebûna çeteyên girêdayî dewleta Tirk li herêmê, bi awayekî veşartî vê “Konsêya Eşîrên Kurd” ava kir. MÎT’ê bi rêya vê konsêyê, hem agahiyên derbarê sivîlên Kurd de kom kir û hem jî hewl da hebûna dewleta Tirk li Efrînê meşrû bike. Herwiha, sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li herêmê kirine û binpêkirinên mafên mirovan ên ku di raporên Neteweyên Yekbûyî de jî hatine destnîşankirin, hewl da veşêre û li ber çavê raya giştî ya navneteweyî xwe paqij nîşan bide. MÎT’ê, bi avakirina vê konsêyê, hewl da wêneyekê biafirîne ku Kurdan wekî dijmin nabîne. Lê belê Efrîn, ji dîrokê ve herêmek e ku tê de sîstema eşîrtî ya hişk an ramana eşîrtî tune ye û ji herêmên din ên Sûriyê cuda ye, avahiya civaka eşîrtî ne zelal e.

Arî TUFAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: EfrinEl EmşatENKSHalebhtşKonseya Eşirên KurdMITQSDROJAVA
Önceki yazı

HTŞ û Parastin Di Bin Siya İstîxbarata Tirkiyê De Bi Rûsya Re Civîyan – NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Piyonê MÎT’ê Yê Xeta Dêrazorê: Ebu Hatim El Şeqra- NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe
Giştî

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe

20 May 2026
Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2
Giştî

Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2

5 October 2025
Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET
Giştî

Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET

29 August 2025
Sonraki Haber
Piyonê MÎT’ê Yê Xeta Dêrazorê: Ebu Hatim El Şeqra- NÛÇE TAYBET

Piyonê MÎT’ê Yê Xeta Dêrazorê: Ebu Hatim El Şeqra- NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist