• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

Lîstika Qirêj a MÎT’ê li ser Elewiyan: Tora Ajanan di Nav Elewiyan de – NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - MÎT’ê, bi destê çeteyên girêdayî xwe, gelê Elewî qetil kir û niha ji bo parçekirina vî gelî di nav wan de tora ajanên xwe ava dike.

Yayınlayan Lekolin
15 September 2025
Kategori: Lêkolîn, Nûçe
255 8
A A
Lîstika Qirêj a MÎT’ê li ser Elewiyan: Tora Ajanan di Nav Elewiyan de – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di Adara 2025’ê de, dewleta Tirk bi rêya MÎT’ê, bi çeteyên girêdayî wê yên wekî El Emşat, El Hemzat û hwd., û herwiha bi çeteyên cîhadîst ên girêdayî HTŞ’ê re, bi hevkarî li dijî gelê Elewî qetlîam pêk anî. Wekî Lekolin.org, em tora sîxuriyê ya ku MÎT’ê bi hevkariya îstîxbarata HTŞ’ê li Sûriyê di nava Elewiyan de ava kiriye eşkere dikin.

Wekî tê zanîn, MÎT’ê, bi piştgiriya desthilatdariya Colanî, yekem car gelê Elewî qetil kir, dûre mal û zeviyên wan şewitand, paşê wan neçarî koçberiyê kir. Ji bo ku têkiliya di navbera gelê Elewî û Kurdan de asteng bike, MÎT’ê hemû îmkanên xwe seferber kir. Malpera me Lekolin.org di nûçe analîza xwe ya 8’ê Îlonê de diyar kiribû ku piştî serkeftina Konferansa Hesekê, MÎT ji yekitiya gelan a li Sûriyê aciz bûye. Li ser vê yekê, hate zanîn ku MÎT’ê dest bi xebatan kiriye da ku civaka Elewî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk dûr bixe û di çavên Elewiyan de wêneya Kurdan xirab bike.

MÎT ne tenê bi vê yekê sînordar ma, herwiha ji bo pêkanîna planên xwe yên stratejîk li Sûriyê, di nav gelê Elewî de tora ajanên xwe ava kir. Di çarçoveya van planên qirêj de, kesayetiyên herî balkêş ên di tora ajanên MÎT’ê de û erkên ku MÎT’ê dane wan ev in:

1.Fadî Seqr: Serokê berê yê parastina neteweyî ya Şamê û walîyê gundewarên wê; destê rastê yê general Besam Hasan, fermandarê parastina neteweyî ye; navê wî Fadi Malik Ehmed e; ji bajarê Ceble yê gundewarên Lazkiyê ye. Niha di komîteya bilind a aştiyê ya sivîl de ye ku ji aliyê Colanî ve hatiye avakirin; ji bo ku şeyx û kesayetiyên bi bandor ên Elewî tevlî bike û dilsoziya wan ji Colanî û HTŞ’ê re bi dest bixe, xebatan dimeşîne. Ji bo MÎT’ê berpirsiyarê berhevkirina personelê û xebatên îstîxbaratê yên bi çeteyên pereyî re ye.

2.Mihemed El Ehmed: Birayê Xalid El Ehmed e; ji parêzgeha Humsê ye, Elewî ye; diya wî Şerkesî ye, bavê wî Abdullah El Ehmed endamê berê yê Partiya El Baas a Komandoyê Herêmî ye; birayê wî Tariq El Ehmed serokê Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyê ye. Li taxa El Malkî ya Şamê dijî, lê piraniya wextê xwe bi Fadi Seqr re li Four Seasons derbas dike. Ajanê MÎT’ê ye, di tora ajanên bi îstîxbarata Tirk re têkildar de erkdar e.

3.Mihyedîn Selûm: Şêxekî Elewî yê ji taxa Zehra ya Humsê ye; li mizgefta Ali bin Ebî Talib a li taxa Zehra waiz e. Li bajarê Humsê konseya Elewiyan ava kir û ragihand ku ji konseya ku ji aliyê Hazal Hazal ve hatiye avakirin veqetiyaye. Li gel rayedarên bajarê Humsê, li hemberî endamên mezheba xwe bi pere hate kirîn. Di artêşa rejîma berê de subay bû; bi pileya yarbayî veqetiya û ligel Hasan Abdulkerim, kurê Şêx Necib, û çend şeyxên Humsê ji bo desthilatdariya Colanî muzakere kir. Ji bo HTŞ’ê leşkerên pereyî berhev dike. Xwe wekî serokê Konseya Elewî ya Îslamî dide nasîn û MÎT wî ji bo belavkirina daxuyaniyên olî yên armanckirî bi kar tîne.

4.Racî El Nasir: Şêxekî Elewî yê ji gundê El Zubar ê Lazkiyê ye; ji roja yekem a hilweşîna rejîma Esed ve yek ji wan kesên destpêkê bû ku piştgirî da Colanî. Di qetlîama gundê Birabşbo yê Lazkiyê de cih girt. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, wî bi hêzên ewlekariya giştî ya HTŞ’ê re têkilî danî û ji gel re got ku hêzên HTŞ’ê nêzî wan nabin û tenê ji gund derbas dibin, lê piştî ku hêzên girêdayî HTŞ’ê ketin gund, qetlîamek pêk anîn. Endezyarê çandiniyê ye; bavê wî şêxê herêmê ye û endamê aştiya sivîl a bajarê Lazkiyê ye. Di van demên dawî de ligel çend şeyxan ji konseya Elewiyan veqetiya. Malpera me Lekolin.org berê jî eşkere kiribû ku MÎT plan dike ku Konseya Dînî ya Elewî li Lazkiyê ava bike, û ew ji bo vê yekê xebatan dimeşîne. Herwiha bi rêya medyayê daxuyanî û peyamên ku normalîzebûna bi desthilatdariya Colanî re teşwîq dikin belav dike.

5.Yaser Eziz Abbas: Berê di peymanên aborî yên gumanbar de bi navê Esma El Exras cih girt, niha di nav komên girêdayî çeteyên cîhadîst ên Colanî de dixebite.

6.Mihammed El Xazem: Ji bajarê Direykişê ye, berê li qesra komarê kar kir û piştre tevlî komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê bû. Ji bo karsaz Nizar El Esed dixebite û girêdayî Fadi Seqr e.

7.Eli El Dektûk: Diya wî Rehab Iskender, bavê wî Hafiz El Dektûk e. Mamên wî Ali, Gazi û Ela ne. Ali yek ji dîzaynerên herî navdar ên Tartûsê ye. Piştî mirina bavê xwe, li bazara pezên Tartûsê dest bi kar kir. Ji aliyê Şêx Enes Iyrot ve rasterast tê piştgirîkirin; berpirsiyarê aştiya sivîl li Tartûsê ye, şaxekî Colanî ye û bi taybetî berpirsiyarê qetlîamên peravê li Banyasê ye. Tê zanîn ku Şêx Enes ji bo xebatê otomobîlek, çekek û kartek ewlekariyê daye wî. Niha ji bo HTŞ’ê wekî amûrek ji bo berhevkirina leşkeran tê bikaranîn.

8.Hişam (Hesham) Tayara: Xwediyê şaxê Tartûsê yê Şirketa Pereyan a El-Ehramê ye. Ji mezheba Îsmaîlî ye û yek ji pêşengên vê mezhebê ye. Di sala 2003’an de endamê Meclisa Gel bû. Li Tartûsê endamê aştiya sivîl e û alîkariya avakirina desthilatdariya Colanî kir. Ji hilweşîna rejîmê ve bi çeteyên cîhadîst ên girêdayî Colanî re dixebite. Di hesabê wî yê Facebookê de xebatên wî yên ji bo desthilatdariya Colanî bi zelalî têne dîtin.

9.Seid El Yûsif: Ji gundê Belin ê Hamayê ye, li gundewarên Mesyafê şaredar e. Yek ji wan kesan e ku ji bo desthilatdariya Colanî dixebite û li herêma xwe alîkariya girtina gelek efseran kiriye. Herwiha endamê aştiya sivîl a parêzgeha Hamayê ye; di hesabê wî yê Facebookê de hemû xebatên wî yên ji bo HTŞ’ê têne dîtin.

10.Mihemed Reda Hatem: Şêxekî ji mezheba Elewî ye; di van demên dawî de ligel nûnerên HTŞ’ê û walîyê Lazkiyê çend civîn pêk anîne. Ji bilî beşdarbûna wî ya di merasîma mezûniyetê ya kursa ewlekariya giştî de, beriya hilweşîna rejîma Esed li dibistana taybet a El Harib a li Lazkiyê mamostetiya dînî kiriye; li Lazkiyê hewl daye ku mirovan ber bi Şîîtiyê ve bikişîne.

11.Zû El Feqar Xezal: Şêxekî Elewî yê ji bajarê Lazkiyê ye; xwarzîyê Şêx Xezal Xezal û kurê Şêx Fidil Xezal e. Di gelek civînan de ligel rayedarên HTŞ’ê hate dîtin; di nav van de serdana walîyê Lazkiyê jî heye. Herwiha li gorî talîmatên MÎT’ê bi rêya medyaya civakî daxuyaniyên piştgiriya desthilatdariya Colanî belav dike.

12.Xalid Hesan Elî: Serbazekê Elewî yê ji gundê Qerdeha yê Lazkiyê ye; di muhafizên komarê de fermandarê tabûrê bû; bi Fadi Seqr û Xalid El Ehmed re têkiliyeke rasterast heye.

Herwiha, di lêkolînên çavkaniyên vekirî yên malpera me Lekolin.org de, hate tespîtkirin ku MÎT’ê di nav civaka Elewî de hin navên ku xuya dikin serbixwe ne, lê di rastiyê de desthilatdariya Colanî û HTŞ’ê pesn didin û bi rêya medyayê propagandayê dikin, bi kar tîne.Ev navên ku xuya dikin serbixwe ne, lê perspektîfên xwe rasterast ji MÎT’ê digirin ev in: Cafer Mihena, Neda Meşriki, Beşar Berhum, Ekrem Omran, Ezril Dib, Somer Hatim, Reyan El Dimeşki, Ebu Ömer El Tartusi, Enes Eyrut, Basil Yusuf.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: ColaniElewihtşHumusKurdLazkiyeMITROJAVASam
Önceki yazı

Sê Têgînên Sereke yê Pêvajoyê: Civaka Demokratîk, Aşîtî û Entegrasyona Demokratîk-2

Sonraki Haber

Di Lêgerîna Çareseriyê De; Şirovekirina Têgehî û Pirsgirêka Metodolojiyê Li Ser Zanistên Civakî-1

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Di Lêgerîna Çareseriyê De; Şirovekirina Têgehî û Pirsgirêka Metodolojiyê Li Ser Zanistên Civakî-1

Di Lêgerîna Çareseriyê De; Şirovekirina Têgehî û Pirsgirêka Metodolojiyê Li Ser Zanistên Civakî-1

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist