Piştî bi serkeftî bidawîbûna “Konferansa Helwesta Hevbeş” li Hesekê ku hemû pêkhateyên civakî yên Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) anî cem hev, MÎT ji ber yekîtiya di navbera gelê Sûriyeyê de aciz bu. Li ser vê yekê hat zanîn ku, MÎT ji bo ku civaka Elewî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji piştgiriya Rêveberiya Xweser a Demokratîk dûr bixe û li ber çavê derdorên Elewiyan îmaja Kurdan berovajî bike, ket tevgerê.
MÎT bi planên qirêj, beşek ji planeke demdirêj e ku armanca wê lawazkirina hêzên Kurd li Sûriyê û gihandina armancên siyasî li ser bingeha berjewendiya Tirkiyê.
BÎRNAMEYA ÎSTÎXBARATÊ: TÊKILÎ BI KESAYETIYÊN ELEWÎ RE
Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistî, MÎT’ê rapora nirxandina îstîxbaratê ya ku pêşbînîya têkiliya rêberên Elewî yên Rojhilata Navîn û derve dike ji Odeya Ewlekariya Hevbeş a Şamê re şandiye.
Hate zanîn ku di bîrnameyê de li ser danûstandina rasterast û nerasterast bi van navan re hatiye kirin û razîkirina Kurdên Sûriyê û Rêveberiya Xweser ku ew bi komên cîhadî û DAIŞ’ê re tifaqê dikin. Her wiha hat zanîn ku MÎT û Îstîxbarata HTŞ’ê ji bo avakirina Konseya Diyanetê ya Elewiyan ku tenê li ser navê Elewiyan biaxive, ji bo ku pêbawerî û hevkariya Şêx Xezal Xezal a bi Kurdan re têk bibe, perspektîf pêşkêş kirine. Piştî ku ev konseya olî hat avakirin, wê Konseyek Siyasî ya Elewiyan wê bê avakirin.
KONSEYA OLÎ-SIYASÎ YA ELEWÎ WÊ BÊ AVAKIRIN
Konsey a Diyanetê wê ji van şêxan pêk were: Şêx Zulfîkar Xezal, Şêx Mihemed Riza Hatim, Şêx Racî Nasir û Şêx Fîras Mikena. Erka van şêxan ew e ku daxuyaniyên ku ji aliyê Şêx Xezal Xezal ve tê kirin pûç bikin û hemû daxuyaniyên wî wek daxuyaniyênn li dijî baweriyên mezheba Elewî û xizmeta berjewendiyên cudaxwaz dikin, bi nav bikin.
Armanca dewleta Tirk ew e ku Şêx Xezal Xezal li herêmê û cîhanê bêqîmet bike, da ku kes guh nede wî û şêxên ku navê wan derbazbûyî wekî nûnerên civaka Elewî bi nav bike. Erka Konseya Siyasî ya Elewiyan betalkirina daxuyaniyên her kesayetekî Elewî yê ku li dijî hikûmeta niha ye. Ev konsey, wê li ser navê Elewiyan biaxive, pêwîstî û daxwazên xwe diyar bike û li dijî hikûmeta niha bibe nûnerê siyasî û berdevkê Elewiyan.
ŞÊXÊN KU Jİ ALIYÊ MÎT’Ê VE HATİNE HİLBİJARTİN
Ger em li qadên bandor û şêniya şêxan, ku MÎT armanc kiriye ku ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne, binêrin;
Zulfikar Fadil Xezal: Di sala 1962’an de li gundê Til ê girêdayî Laziqiyê ji dayîk bûye. Di nav civaka Elewî de wek kesayetekî olî tê naskirin û navekî rêzdar e. Li Laziqiyê kar dike. Bi bavê xwe Şêx Vahîp Xezal re di malbateke olî de mezin bûye. Di hemû axaftinên xwe de balê dikişîne ser yekitiya neteweyî û hezkirina di navbera gelan de. Di heman demê de bi zimanekî netewî diaxive û gotara mezhebî bi kar nayîne. Têkiliyên wî bi gelek kesayetên olî yên li Sûriyê re hene.
Şêx Racî Nasir: Yek ji rûspiyên civaka Elewî ye. Di medya û civaka olî de roleke girîng dilîze. Ew bi helwesta xwe ya alîgirê yekitiya Niştimanî û diyaloga di navbera pêkhateyên cuda yên Sûriyê de tê naskirin. Ew li dijî hêzên biyanî û hewldanên ku di navbera civakan de nakokiyan çêdike ye. Di hevpeyvînekê xwe ya ji rojnameya Kûdus ya bi zimanê erebî dabû, diyar kir ku Fransa, di banga xwe ya parastina navneteweyî ya civaka elewî de tenê nûnertiya xwe dike û ya Elewiyan nake.
Mihemed Riza Hatim: Ew yek ji rûspiyên civaka Elewî yên li Laziqiyê ye. Di hevpeyvînekê xwe ya ligel Televîzyona Sûriyê de, got ku nêrîna civaka elewî ew e ku serdema nû bibe ya aramiyê. Her wiha diyar kir ku Elewî di civakê de pêkhateyeke girîng e, ne kêmnetewe ne.
STRATEJIYA PARÇEKIRINA CIVAKA SÛRIYÊ
Eşkere tê dîtin ku dewleta Tirk, wek di mijara “Leyis el-Belus” ya civaka Dûrzîyan de çêbûyî, wek ku ji mezheb û civakên din re kirî, hewl dide ku “eniyek Elewî” ya di bin bandora wî de avabike. Dewleta Tirk bi vê stratejiyê ji bo ku pêşî li avakirina sîstemek nenavendî bigre, armanc dike ku komên Sûriyeyê li hemberî hev derxîne.
Dewleta Tirk, armanca parastina mezheba Elewî û piştgiriya berjewendiyên wê nake; Berevajî vê, armanc dike ku wê weke “eniya navxweyî” ya ku xizmeta berjewendiyên xwe yên siyasî bike, bi kar bîne. Armanca berfireh a dewleta Tirk ew e ku projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, ku bûye modelek demokratîk û referansa kêmneteweyên herêmê. Dewleta Tirk herwiha hewl ku hêzên siyasî yên Kurd ku ji şêniya herêmê re wek metirsîyek dibîne, lewaz bike. Ev tevger, di çarçoveya daxwaza dewleta Tirk ya ji bo pêşîgirtina li her modêlekê alternatîf a demokratîk ku dikare li ser rojeva wê ya li Sûriyê pêk tê bibe metirsî, pêkhatiye.
Li gorî agahiyên ku li jor hatine diyarkirin, tê fêmkirin ku dewleta Tirk hewl dide pêşî li hewldanên avakirina sîstemeke demokratîk a ku xizmeta berjewendiyên hemû mezheb û civakên li Sûriyeyê dike bigire û xebatên xwe yên ji bo xapandina Elewiyan û kişandina wan ber bi aliyê xwe ve didomîne.
Arî TUFAN




