Têkiliyên di navbera dewlet, mafya û bîrokrasiya ewlehiyê ya Tirkiyê de bi salan e mijara nîqaşê ye. Lê belê di heyama nû ya ku piştî berxwedana Kobanê ya sala 2015’an de pêk hat, xuya dike ku ev têkilî rengekî cuda bi dest xistine: Ciwanên Kurd bi awayekî bisazûman dikevin nava torên maddeyên hişbir, behîsên neqanûnî û çetebûyînê. Em ê di dosyaya xwe ya ku ji du beşan pêk tê de çawa hevkariya dewlet-çete tê organîzekirin, bi kîjan nav û koman tê meşandin û li ser civaka Kurd bandoriyek çawa dike, ragihînin.
PAŞXANEYA DÎROKÎ YA HEVBENDIYA DEWLET-MAFYA
Ger em mafyabûyîna dewleta Tirk û hevbendiya dewlet-mafyayê bi giştî rave bikin, wê dîmenek bi vê awayî derkeve pêşiya me; Tê zanîn ku bi pêşketina tevgera çep û Kurd a salên 1970’î re, dewletê rêxistina kontr-gerîlla bi gotina navdar a şerê sar a ‘di hindir de raperînek komûnîst û parveker çêbibe, divê çi bê kirin’ pêşxist. MHP jî wek rûyê siyasî yê vê rêxistinê hat avakirin. Hin ji wan, ku dihat gotin berê li çend cihan bûne kûjerê qetilkirina Ermeniyan, bi nasnameya xwe ya MHP’yî di bin navê “welatparêzên leheng” de hatin belavkirin. Dewlet di navbera salên 1970-1980’yan de, van yekîneyan bi navê ‘hêzên welatparêz û oldar’ li dijî çep, Kurd û Elewiyan bi kar anî. Di destpêkê de dewlet van yekîneyên kontr-gerîlla yên di bin qontrola xwe de, li gor cih û demê ku hatiba xwestin bikardianî.
Ji sala 1990’an û pê de, dema ku dewlet di şerê li Kurdistanê de zehmetî kişand, van koman rasterast û biberfirehî li dijî Kurdan bikaranî. Bi vî awayî sêbare yê Çîler-Güreş-Ağar derket holê. Alparslan Türkeş jî di berdêla fermîkirina yekîneyên kontr-gerîlla yên bi çêkerên wekî polîsên tevgera normal û taybet de tevlî vê tîmê bû. Û bi vî awayî rêxistina kontr-gerîlla bi rêya saziyên wekî leşker û polîsan, cil û bergên fermî yên dewletê li xwe kirin. Ji ber ku ev hêz ku ji kirina tiştên ne qanûnî hem dizanibûn û jê hez dikirin bi gotina, ‘karsazên Kurd’an alîkariya PKK’ dikin’, bi qirkirina gelek karsazên Kurd, bi Kurdan re dest bi gav avêtina qada şer kirin. Di heman demê de li Kurdistanê komkujîyên ku kiryarê wan diyar pêk anîn. Bi tevahî qaçaxçîtiya çekan, eroîn û bazirganiya jinan a ku bi rêya Tirkiyê dihat kirin, bi dest xistin. Em pirsgirêka çekên winda yên li Êlih’ê û avahiyên wekî çeteyên Gever’ê bi bîr bînin. Ew bi van rêbazan bûne xwediyê sermayê. Tê zanîn ku kesên ku li Tirkiyê bi wateya rast dewlet in, vê avahîyê bi awayê ‘dewlet ji rê derketiye’ vedibêjin. Tevgera Azadiya Kurdistanê ev avahî weke ‘çetebûyîna dewletê, xweseriya şer’ pênase kiribû. Ji bo ku devletbûyîna vê avahîya ku xwe ji siyaseta MHP û DYP’ê birêxistin dike baştir were fêmkirin, pêwîst e li pişt perde ya bûyerên kuştina Özal, kirina serokkomar a Demîrel û di şevekê de tayînkirina Çîller wek serokê DYP, were zanîn. Ev avahî xwe wek ‘Tirkperest, neteweperest, welatparêz û yekbûna olî’ dide nasîn. Şerê bi Kurdan re sermaya wan a bingehîn e.
Doğan Güreş ew kes e ku dewleta mafyayê bi dewleta maqûl re dike yek û li hev dike. Çiller û Türkeş bi peywendiyên xwe yên CIA’yê re şaxa navneteweyî ya vî karî kirin û Ağar jî fermandariya şaxa kontr-gerîlla ya Tirk a di bin kontrola Güreş û Türkeşê de kir. Ev avahîya ku piştî sala 1994’an dewletê bi dest xist, îdia dike ku ew hêzeke ku dewlet û Tirkiyê bi komkujiya gelê Kurd rizgar kiriye. Ew, ji zanîngehan heta çapemeniyê, ji çapemeniyê heta dadgehê hemû sazî li gorî rêzikên xwe gûhertin.
Berxwedana Kobanê: Berxwedana gelê Kurd a li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yên sala 2014’an, li ser sînorên Tirkiyê pêleke mezin a hevgirtina civakî çêkir. Li bajarên mezin çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û gel sînoran derbaskir. Ev rewş ji hêla dewletê ve wekî gefek “ku dê tu carî destûr neyê dayîn ku dubare bibe” hat tomarkirin. Piştî van daxuyaniyên gefxwarinê yên dewletê, Berxwedanên Rêveberiya Xweser pêş ket.
Berxwedanên Rêveberiya Xweser: Pevçûnên li bajarên Bakurê Kurdistanê rastî tundiya giran a dewletê hatibû. Bi komkujiyên Suruç û Gar a Enqereyê re bi hezaran ciwanên Kurd hatin girtin û li taxan tevnên civakî perçebûn.
Krîza Aborî û Rêbaza Nû (piştî-2016): Dewlet di bin lêçûnên şer ên giran de ket tengasiyek aborî. Dîsa ji bo ku rê li ber pereyên germ bê vekirin, di vê heyamê de MÎT û komên wê yên taybet ên di nava dewletê de ketin nava tevgerê û konseptek “şerê taybet” a nû pejirand. Bi mafyaya navneteweyî re li ser masê rûniştin û rêyên maddeyên hişbir ber bi Tirkiyê ve vekirin, behîsên neqanûnî hatin fermîkirin û ev beşane bi rêya çeteyan hat bi rêvebirin. Konsepta şerê taybet bi rêya ciwanên Kurd, bi taybetî li Kurdistana Bakur hat meşandin. Dewleta ku dest bi hêrsa girtinê kiribû, beriya niha bi Komkujiyên Suruç û Gar ên bi destê DAIŞ’ê ve hatibûn kirin, hin kes tirsandibû. Bi vê awayî dest bi belavkirina çeteyan li qadê kir. Mixabin îro gelek bajar û taxên welatparêz di bin kontrola çeteyên girêdayî dewleta mafyayê de ne.
Pêşketinên xeternak ên piştî 2016’an: MHP’ê piştî 2016’an di bin serokatiya Bahçelî de Erdogan û AKP’ê bi temamî xist bin kontrola xwe. Beriya vê jî dewleta mafya ya herêmî û neteweyî, dest bi danîna kadroyên xwe yên çepgir di nava AKP’ê de kiribû. Ji bo saziyên dewletê jî vesazîbûn kiribû. Mînak Soylu ku êdî weke endamekî girîng ê dewleta mafya ya herêmî û neteweyî tê naskirin, di sala 2011’an de ji AKP’ê re hatibû vesazkirin. Bi giranî piştî 2016’an endamên vê dewletê dest bi wezîfedarên siyasî kirin.
Bi îtîrafên Peker re, piştgirî û parastin û ji siyasetê gav bi gav ber bi qonaxa tevlîbûna AKP’ê ve bilindkirina Soylu ya ji aliyê pêkhateyên dewleta mafya ya herêmî û neteweyî, hat belgekirin. Dema ku Soylu di AKP’ê de heya wezaretê hat tayînkirin, kesên ku di bin fermandariya Peker de xuya dikirin lê endamên herêmî yên dewletê bûn girt AKP’ê. Ji bo nîşan bide ku ev karekî rast û pêwîst e, polîtîkaya ku di dewleta Tirk de neguherbar e, ket meriyetê. Çek ji bo çeteyên ku li Rojava bi Peker re li dijî Kurdan şer dikin, hat şandin û çiqas wek nîşandanê be jî hat xwestin ku çend zilamên wî ji bo şerê li dijî Kurdan û dewleta Sûriyê bên şandin. Bi vî awayî Peker ku nedihat zanîn û naskirin, nasnameya xwe ya welatparêz ê Tirk bi dest xist.
Ya herî girîng jî bi mafyaya cîhanî re ji bo rêyên nû yên kokaînê yên bi rêya Şenkal Atasagun (serokê berê yê MÎT’ê) û Mehmet Ağar re lihevkirinek hat kirin. Navên wekî Sedat Şahîn, Alaattin Çakici, Kürşat Yilmaz hatin berdan û derketin qadan. Ev serkirdeyên çeteyan ên ji bazirganî û trafîka maddeyên hişbir a li Tirkiyê berpirsyar bûn. Wan Sedat Pekerê ku berê vî karî dikir, dîskalîfiye kirin. Weke ku tê bîra we Sedat Peker di îtîrafên xwe yên çapemeniyê de diyar kir ku kurê Binali Yıldırım piştî ku rêya maddeyên hişbir guherî, ji Kolombiyayê çenteyên kokaînê aniye. Her çiqas Sedat Peker reviya derveyê welat jî, bi rêya torên xwe yên çeteyan bazirganiya kokaîn û çekan li Tirkiyê domand. Meclisa ku nû hatibû avakirin jî Sarallar bû û dema koma Sarallar hewl da pêşî li çalakiyên Sedat Peker bigire, şerên rantê li qadê dest pê kirin. Şerên çeteyan ên îro li Tirkiyê tên dîtin, di bingeha xwe şerê rantê ya di nav dewleta mafyayê de ye. Li aliyekî mafyayên wek Sarallar, Allattin Çakici, Kürşat Yilmaz û li aliyê din jî serokên çeteyan ên wekî Sedat Peker û Sedat Şahîn ku kolanan dizivirandin gola xwînê, serokê çeteyên bazirganiya maddeyên hişbirin.
BEHÎS Û QUMARÊ NEQANÛNÎ
Tevî ku hejmara dahatên behîs û qumarê yên neqanûnî yên li Qibris û li derveyî welêt ne diyar e jî, tê zanîn ku bi qasî deh mîlyar dolar e. Reklamên behîsên neqanûnî heta li ser ekranên TRT’ê dest bi weşanê kirin.

Piştî kuştina Halîl Falyalı, aboriya behîsê ya navenda wê Qibris e ket bin kontrola Sarallar. Xala balkêş ew e ku ev çêker ne tenê ji bo hilberandinê rantê, ji bo tawanbarkirina ciwanên Kurd û şikandina hêza wan a siyasî û civakî jî tên bikaranîn.
(BEŞA 2: Mekanîzmayên Kişandina Ciwanên Kurd Berbi Çetebûyînê û Navên Derketî Pêş)
Hebun MAWA





