• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Gelo Hikûmeta Şamê Karîbû Daxwazên MIT’ê Bi DYE Re Bide Qebûlkirin?

Serdana Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şibanî ji bo Amerîkayê, ne tenê gavekê ber bi rakirina kiryarên li ser Sûriyê ye, herwiha wek pêngaveke ku li gorî perspektîfên MIT'ê hatiye şêwe girtin derdikeve pêş. Gelo, Esed Şibanî karîbû ku daxwazên serokê MİT'ê 'Îbrahîm Kalin ji DYE re bide qebûlkirin?

Yayınlayan Ari Tufan
2 October 2025
Kategori: Analîz Siyasî
238 18
A A
Gelo Hikûmeta Şamê Karîbû Daxwazên MIT’ê Bi DYE Re Bide Qebûlkirin?
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Weke ku tê zanîn, di 17ê Îlonê de, berî demeke kurt ji serdana yekem a fermî ya hikûmeta Şamê ji Amerîkayê re piştî 26 salan, Serokê Rêxistina Îstixbarata Niştimanî (MİT) Îbrahîm Kalin serdaneke fermî bo paytexta Sûriyê Şamê kir û bi Serokê Demkî Colanî û Wezîrê Derve yê Demkî yê Sûriyê Esed Şibanî re civiya. Di hevdîtinê de xalên rojevê yên wekî peywendiyên her du welatan, mijarên ewlekariya herêmê û pêşketina hevpeymana di 10ê Adara 2025’an de bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re hatiye kirin, hatin gotûbêjkirin. Aliyê sereke yê vê beşê ku di çapemeniya giştî de cih digire, planên qirêj ên ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya MÎT’ê pêk bîne jî yê li pişt perdê ne.

Îlham Ehmed ku yek ji berpirsên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava ku di ferqa van planên qirêj de ye, di hevpeyvînekê ya ligel kovara El Majalla de got, “Rola Tirkiyê di danûstandinên bi Şamê re ne erênî ye. Tirkiye hem di warê leşkerî û hem jî di warê siyasî de di nava pirsgirêkên Sûriyeyê de cih digire. Em dizanin ku asteke wî li ser biryarderên Şamê heye. Em hêvî dikin ku ew bêalî bimîne û rola navbeynkar bilîze, lê nikare bimîne”. Ehmed diyar kir ku wan bihîstine ku Şara “li dijî daxwaza Enqereyê” bi QSD’ê re hevpeyman îmze kiriye û got, “Tirkiye pirsgirêka Kurdên Sûriyeyê bi pirsgirêka Kurdan a Tirkiyeyê ve girêdide. Ev yek pêvajoya siyasî dereng dixe”. Dewleta Tirk, sond xwariye ku bi Şoreşa Rojava re destkeftiyên ku gelê Kurd bi destxistine tasfiye bike, ji ya ku Îlham Ehmed li jor gotibû wêdetir, zemîn û naveroka her civîna Şamê bi xwe amade dike. Dewleta Tirk ku berjewendiyên xwe yên li Sûriyeyê bingeh digre, hikûmeta Şamê weke amûreke xwe dibîne.

Serokê MÎT’ê Kalın bernameya serdana Şibanî ya DYE’yê bi rêxistin kir, hin talîmat da wî û dosyayên QSD’ê radest kir. Li gorî agahiyên me bi destxistî, ji mijarên ku MÎT daye Şîbanî û Şîbanî pêşkêşî heyeta DYE’yê kiriye ev in:

-Îsraîl, hemû gefên li Sûriyê ji holê rake û mayîna wan ya li hemû baregehan ku di nav de Cebel Şex jî heye qebûl bike.  Hevdîtinên siyasî û ewlekarî yên derbarê Başûrê Sûriyê (Quneytra, Dera, Suweyda) û herêma Cebel Şêx heta niha berdewam in. Di rojevê de jî pirsa ku van peymanan encam bi dest xistine yan na cihê xwe digre, di daxuyaniyên herî dawî yên Îsraîlê de tê gotin ku heta niha bi hikûmeta Şamê re lihevkirinek tam pêk nehatiye. Kontrolkirina Çiyayê Cebel Şêx û bejahiya wê ya ji aliyê Îsraîlê encamên cidî yên jeostratejîk dihilgire. Ji ber ku ev rewş rasterast bi ewlekariya paytext Şamê ve girêdayî ye û bandorê li Hewzeya Berada û çavkaniyên bingehîn ên avê yên bajêr dike. Çavkaniyên Îsraîlî gelek caran diyar kirin ku xalên Tel Avîv jiyanî dibînin û israr dike ku wan di destê xwe de bigre.

-Radestkirina dosyaya şerê li dijî DAIŞ’ê, ya QSD ku bi hevbeşiya ligel Koalîsyonê berdewam dike, ji hikûmeta Şamê re û bi rêvebirina vê pêvajoyê bi hemahengiya hêzên koalisyonê. Dewleta Tirk a ku xwest di hemû hevdîtinên dîplomatîk de bê îstîsna qerta têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ji xwe û HTŞ’ê re bê dayîn, xiste serê mijarên ku di serdana Şibanî ya bi DYA’yê.

-Hikûmeta Şamê bi garantiya Îsraîlê û li gor daxwazên Îsraîlê ket Suweydayê, lê di berdêla wê de Îsraîl bi awayekî nerasterast piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava û QSD’ê re rawestîne. Her wiha piştgiriya hikûmeta Şamê dike ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol bike.

-Amerîka zextê li Fransa bike ku piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê rawestîne, ji ber ku Kalın diyar dike ku Fransa rêkeftina di navbera rêveberiya Sûriyê û QSD’ê de asteng dike. Piştgiriya Fransa ku di nav hêzên koalîsyonê de, di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ya ji QSD’ê re tê zanîn. Ji perspektîfên Kalin bi zelalî tê fêmkirin ku, MÎT ne tenê di warê leşkerî, di warê siyasî de jî polîtîkaya tenê hiştina Rojava dimeşîne.

-Bi rêya DYE’yê, peymanek gûncaw bi İsraîl re çêbike, lê ev peyman gav bi gav pêşve biçe. Îsraîl piştgiriya xwe ji Durziyên li Suweyda re rawestand û zextê li wan kir ku bi rêveberiya Sûriyê re hevpeymanê çêbikin. Di heman demê de divê Îsraîl baregehên ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê ava bike neke hedef.

Hate zanîn ku Şîbanî ku ji serdana xwe ya DYE’yê vegeriyaye, rapora xwe ya hevpeyvînê pêşkêşî MÎT’ê kiriye. Eşkere tê fêmkirin ku ev daxwaz ji aliyê MÎT’ê ve hatiye şêwe girtin û HTŞ (Heyet Tehrîr el-Şam) ji bo bicihanîna van gotaran weke amûrekê hatiye bikaranîn. MÎT armanc dike ku bi rêya HTŞ’ê hemû axa Sûriyeyê kontrol bike. Di vê çarçoveyê de, HTS tê teşwîq kirin ku bi İsraîl re hevpeymanan çêbike tenê ji bo ewlehiya hin xalan û avakirina baregehan li hin xalan. Di berdêla vê yekê de, ji Îsraîlê tê xwestin ku piştgiriya xwe ya ji bo Durzî û Kurdan rawestîne. Her wiha bi wergirtina dosyaya DAIŞ’ê ji QSD’ê, hewl dide sedemên rawestandina piştgiriya DYE û welatên Ewropayê ji holê rake. Bi vê mebestê, HTŞ hewl dide xwe nîşan bide ku DAIŞ li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de ji nû ve zindî dibe, bi rêya DAIŞ’ê li biyabana Sûriyê û êrîşên bi xwîn li gelek herêmên Sûriyê pêk bîne. Ji ber vê yekê, armanc ew e ku koordînasyonek di navbera DYE û HTŞ de were çêkirin. Lêbelê, pêkhatina van planan ne diyar e, ji ber ku peymanên berê yên bi İsrîl’ê re hatî çêkirin têk çûn e. Weke were bibîranîn ku di Tîrmeha 2025’an de, “nexşeya rê ya hevbeş” a di navbera DYE, Urdun û Sûriyê de ji bo Suweydayê derbarê lêkolînên navneteweyî, tezmînat, tamîrkirina binesaziyê û karwanên alîkariyên mirovî (mînak, şandina alîkariyên asayî ji Şamê bo Suweyda) de hate îmzekirin.

Îsraîl di Tebaxa 2025’an de bi rêya hewayî alîkarî şandibû û destpêkê daxwaza xwe ya ji bo korîdoreke li Parîsê anîbû ziman.

Di vî warî de Tel Avîvê xwest ku “korîdoreke mirovî” ya ku ji Girên Golanê heta Suweyda dirêj dibe ava bike. Ev tê wateya rêya bejahî  ji bo gihandina alîkariyê û bandorek rasterast li herêmê dide Îsraîlê. Netanyahu li NY behsa hevpeymanekî kir ku “Suriye hurmetê dide serweriyê û parstina Durziyan”. Hikûmeta Şamê ev daxwaz wek “binpêkirina serweriyê” bi nav kir. Colanî got, “Sûriye dizane şer bike lê naxwaze; bûyerên Suweyda xefika sabotekirina peymanê ye.” Şam alîgirê vegerandina peymana agirbestê ya sala 1974’an e û bandora Îsraîlê di bin navê “alîkariya mirovî” de red dike. Bi vê daxuyaniyê re hevdîtin bi temamî dan rawestandin; Daxuyaniya Balyozê DYE yê Tom Barrack ya li ser “peymana kêmkirina rageşiyê” jî bêbandor bû. Her wiha li gel vê dema ku piştgiriya navneteweyî ya ji bo Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava û QSD’ê zêde dibe, xuya ye ku Şibanî di gelek waran de nekariye daxwazên MÎT’ê bi DYE re bide qebûl kirin. Her wiha li gorî agahiyên ku me bi dest xistî, hate diyarkirin ku polîtîkayên MÎT’ê yên li Sûriyeyê gihiştine xalekê xitimandinê; Ji bo derbaskirina vê astengiyê, Tirkiye yê plana operasyona leşkerî ya bisînor a li dijî Rêveberiya Xweser ji nû ve xist rojevê. Lê hat ragihandin ku heta niha ji bo vê operasyonê ji dewletên bibandor ên wekî DYE, Fransa, Brîtanya û Erebîstana Siûdî destûr nehatiye dayîn.

Arî TUFAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Durzîhtşİbrahim KalınMITQSDROJAVASamŞibanîSURIYESuweyda
Önceki yazı

Di bin çavdêriya MÎT De, Ji DAIŞ’ê heta HTŞ’ê Nexşeya Nû ya Îstixbaratî ya li Sûriyê – NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çetayan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 1

Benzer Haberler

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1
Analîz Siyasî

Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1

12 May 2026
Sonraki Haber
Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çetayan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 1

Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çetayan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 1

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist