Her çiqas MÎT çalakiyên xwe yên wekî piştgiriya rasterast û veguhestina çekan ji bo Hizbullahê didomîne jî, di şerê desthilatdariya herêmî de li dijî DYA û Îsraîlê helwesteke proaktîf diparêze. Ew Hizbullahê wekî tamponek stratejîk bikar tîne û pirsgirêkên sînor ji bo berjewendiya xwe manîpule dike.
OPERASYONÊN VEŞARTÎ YÊN MÎT’Ê LI LÛBNANÊ
Li gorî agahiyên me, MÎT’ê vê dawiyê bi şandina kesên cûrbecûr di bin sîwana dîplomatîk de bo Lubnanê têkiliyek rasterast bi Hizbullahê re danîye. Di nav kesên naskirî de Muhammed Ulusoy, Îbrahîm Tolga, Demet Saritaş û Ozan Emizralî hene. Ev kesan ku wekî xebatkarên qadê yên MÎT’ê têne nasîn, gihandina fonên Îranê bo Hizbullahê hevrêz dikin û endamên rêxistinê bi rêya Sûriyê, bi taybetî ji deverên di bin kontrola HTŞ’ê de derbas dibin, vediguhezînin Îran û Iraqê. Wesayîtên MÎT’ê lojîstîka Hizbullahê li dijî qedexeyên ku ji hêla hikûmeta demkî ya Şamê ve hatine ferzkirin, diparêzin.
Armanc ew e ku bi hevrêziya bi Îranê re çek, pere û piştgiriya pisporan ji Hizbullahê re were peyda kirin; mînak, pisporên Tirk-Îranî ji bo pêşxistina mûşekan bi dizî têne şandin Lubnanê. Ev gav dikarin wekî planeke ku ji bo pêşîgirtina li çekberdana Hizbullahê û bicihkirina Lubnanê wekî “xeta pêşîn” li dijî Îsraîlê, bi taybetî ji bo tolhildana êrîşên gengaz ên Îsraîlê li dijî hêmanên Hamasê li ser axa Tirkiyê hatiye çêkirin, werin binavkirin.
DI SER SÛRIYÊ DE PIŞTGIRIYA LOJÎSTÎK
Piştî desteserkirina desthilatdariyê li Sûriyê ji aliyê HTŞ ve, şiyana Hizbullahê ya veguhestina personelên xwe bo Îran û Iraqê her ku diçe dijwartir dibe. MÎT endamên Hizbullahê bi wesayîtên girêdayî îstîxbaratê bi rêya Sûriyê vediguhezîne Îran û Iraqê, bi şertê ku bê agahiya HTŞ’ê were kirin. Bi heman awayî, çekên ji Îranê bi rêya Sûriyê ber bi Lubnanê ve têne veguhastin. Ev çalakî nîşan didin ku MÎT rola “parastina” Hizbullahê girtiye ser xwe û Enqere di rastiya nû ya Sûriyê de bûye lojîstîkvanê Hizbullahê. Ev stratejî bandora Tirkiyê li Sûriyê berfireh dike, kapasîteya operasyonel a Hizbullahê diparêze û hevpeymaniyên herêmî xurt dike.
AFIRANDINA KAOSÊ LI LÛBNANÊ Û TEŞWÎQKIRINA HIZBULLAHÊ JI BO ÇEK DANEYINE
Karbidestên MÎT’ê yên ku serdana Lubnanê kirin diyar kirin ku ew xwedî agahî ne ku wezîrê parastinê û serokwezîrê Lubnanê rasterast bi Îsraîl û Mossadê re hevrêzî kirine, û veguhestina çekên Hizbullahê li ser daxwaza Mossad û îstîxbarata Amerîkî bûye, ne hikûmeta Lubnanê. MÎT’ê her wiha ji rayedarên Hizbullahê re ragihand ku ger Hizbullah çekên xwe radest bike dê were tasfiyekirin. Nêzîkatiya MÎT’ê hêrsa Hizbullahê gur dike û kaosa siyasî li Lubnanê kûrtir dike. Her çend MÎT dizane ku nezelaliya sînor qaçaxçîtî û çalakiyên Hizbullahê gur dike jî, ew vê yekê ji bo berjewendiya xwe bikar tîne. Di dawiyê de, hebûna çekdarî ya berdewam a Hizbullahê hevalbendiya Tirkiyê bi Îranê re xurt dike û bi avêtina Lubnanê nav bêîstîqrariya navxweyî, hewil dide bandora Amerîka-Îsraîlê sînordar dike.
HEVDÎTINÊN DYA-MÎT
Danûstandinên bi MÎT re, DYA ji nû ve xêzkirina sînorê bejahî yê Sûrî-Lubnanê (herêma 375 kîlometre ji Çewlikên Şeba heta Akkarê) wekî rêyek ji bo naskirina serweriya Lubnanê û qelskirina argumanên Hizbullahê pêşkêş kir. Wê tekez kir ku nezelaliya sînor qaçaxçîtî, tevgerên neqanûnî û nakokiyên av-erdî gur dike. Her wiha derfetên petrol û gazê û teknolojiyên çavdêriyê yên ji hêla Siûdî ve têne fînansekirin ji bo sînorên deryayî pêşniyar kir. Armanca dawîn ew e ku Hizbullah bi kontrolkirina hemî sînorên Lubnanê (Îsraîl li başûr, Sûriye li bakur-rojhilat) qels bibe û peymana ewlehiyê ya Şam-Tel Avîvê were destpêkirin. Şanda Tirkiyê li ser pêşniyara DYA’yê fikarên xwe nîşan da, Çewlikên Şeba wekî “xaka Sûriyê” bi nav kir û vê yekê wekî hewldanek ji bo dorpêçkirina Hizbullahê şîrove kir. Ev nakokî nîşan dide ku Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk (piştgiriya Hizbullahê û bandora Sûriyeyê) dosyaya sînor asteng dike. Li gorî agahiyan, her du aliyan li ser sînorê deryayî yê bakur ê di navbera Sûriye û Lubnanê de jî nîqaş kirin. Aliyê DYA’yê tekez kir ku destnîşankirina vî sînorî dê derfetên aborî yên nû li herêmên dewlemend ên petrol û gazê yên Deryaya Rojhilat biafirîne. Her wiha pêşniyar kir ku Erebistana Siûdî bi fînansekirina projeyên çavdêriyê û dabînkirina teknolojiya pêşkeftî ji bo derbasbûnên sînor roleke piştgir bilîze.
Dîyarkirina sînor li gorî berjewendiyên DYA û Îsraîlê tê kirin. Ev di heman demê de berdewamiya plana Îsraîlê li Rojhilata Navîn e; dewletên ku Peymana Îbrahîm bi Îsraîlê re îmze kirine jî di vê planê de beşdar in, di nav wan de Erebistana Siûdî jî heye. Wekî din, wekî ku li jor hate gotin, ev plan armanc dike ku Hizbullah li Lubnanê asteng bike û bihêle ku çekên xwe radest bike.
DI HEVSENGIYÊN HEREMÎ DE NAKOKIYÊN STRATEJÎK A TIRKIYÊ
Girîng e ku were zanîn ku Tirkiyê bi Îran û milîsên wê re hevkariyek girîng pêşxistiye da ku planên Îsraîlê asteng bike. Ev hîle pir xeternak e, ji ber ku Tirkiyê hem berjewendiyên xwe yên li Sûriyeyê bi rêya hikûmeta Şamê dişopîne û hem jî çalakiyên xwe yên li dijî Îsraîlê bi rêya milîsên Îranî didomîne. Wekî din, Tirkiye hewl dide ku dixwaze bi van pêkanînan berê Îsraîlê bide Lubnanê ser Hizbullahê da ku dor neyê wê. Ev yek dê Îsraîlê neçar bike ku di hin mijaran de, bi taybetî li Sûriyeyê, tawîzan bide Tirkiyê.
Ji aliyekî din ve, heke ev çalakiyên du alî pêşve biçin, Tirkiyê dikare şertên xwe pêşkêşî milîsên Îranî bike; di berdêla piştgiriya Tirkiyeyê de, ew dikare daxwaz bike ku milîsên Îranî, bi taybetî Heşdî Şehbî, li dijî PKK’ê li Iraq û Îranê bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin.
Wekî din, piştgiriya Tirkiyê ji bo Hizbullah bi têkbirina diyarkirina sînorê DYA planên Îsraîlê yên ji bo sînorê Lubnan-Sûriyê têk dibe; ev yek hevalbendiya Enqereyê bi Hizbullah re ji parastina zeviyên gazê yên Rojhilatê Deryaya Spî û Hamasê wêdetir berfireh dike. Her çiqas ev sînorkirin soza “îstîqrara hesabkirî” dide jî, dualîbûna dewleta Tirkiyeyê û piştgiriya wê ji bo Hizbullahê bi rêya Sûriyeyê kaosê dirêj dike.
Rageşiya zêde di nav sêgoşeya Îran-Tirkiyê-Amerîkayê de nakokiyên navxweyî yên li Lubnanê gur dike û metirsiya tolhildana tund a Îsraîlê zêde dike. Têkiliyên kûr ên Washingtonê bi Erebistana Siûdî re xwedî potansiyela veqetandina Tirkiyê ji hevpeymanên herêmî ne; di encamê de, Enqere bi bicihkirina Sûriyeyê wekî herêmeke tamponê balê dikişîne ser guherîna hevsengiya hêzê li gorî xwe. Ev senaryo sembola “şerê sar ê nû” li Rojhilata Navîn e: têkoşîneke bênavber a desthilatdariyê ku bi rêya şerê îstîxbaratê, aktorên wekîl (wek Hizbullah û HSD), û endezyariya sînor (wek diyarkirina sînorê Sûriye-Lubnanê) tê meşandin.
Arî TUFAN





