Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) pêvajoya heyî ya li Tirkiyeyê paşguh dike û li gelek deverên Sûriyeyê, bi taybetî li Dêra Zorê, ji bo tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan li Rojava, çalakiyên lobiyê yên Ereb dike.
Dewleta Tirkiyeyê bi piştgiriya komên çekdar û eşîrên dilsozê rejîma Esed û Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê, polîtîkayên xwe yên berfirehkirinê li Sûriyeyê, bi taybetî li Dêra Zorê, didomîne. Her wiha hewl dide ku van koman ji hêla lojîstîkî û leşkerî ve ji nû ve organîze bike û fînanse bike da ku êrîşên hevrêz li dijî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) bidin destpêkirin da ku peymana 10’ê Adarê têk bibe û destkeftiyên Kurdan tasfiye bike.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, şandeyeke AKP’ê ya ku rasterast ji hêla Erdogan ve hatiye destûrkirin hefteya borî serdana Dêra Zorê kiriye û bi şêxên Eşîra Êgêdat re civiyaye.
Di nav şandeya Tirkiyeyê de ji rayedarên AKP’ê Hasan Balcı, Süleyman Zahreddin Kadur û ji rêveberên weqfa alîkariyê ya dewleta Tirkiyê ya li Sûriyeyê Mert Serinkan, hebûn. Hat hînbûn ku Şêx Musab, Îbrahîm û Samî El-Hifil li ser navê Eşîra Egêdat beşdarî civînê bûne.
Armanca şandeya AKP’ê ji çûna Dêra Zorê bo hevdîtina bi şêxên eşîra Egedat re ew bû ku piştî soza Tirkiyeyê ya dabînkirina çek û piştgiriya lojîstîkî ji eşîrê re, eşîrê agahdar bike ku tevlî şerê plankirî yê li dijî QSD’ê bibin.
Dewleta Tirk planên xwe yên êrîşkirina dijî QSD’ê bi hevbeşî bi komên çete yên girêdayî MÎT’ê re didomîne ku bi rêya HTŞ’ê di bin navê “Artêşa Eşîran” de li herêmê bicîh kiriye, da ku raya giştî bixapîne û eşîrên Ereb wekî dijminên Rêveberiya Xweser û QSDê nîşan bide. Ev berdewamiya polîtîkayên wê yên afirandina nakokiyên mezhebî di navbera Ereb û Kurdan de, bêîstîqrarkirina van herêman û tecrîdkirina Kurdan e. Dewleta Tirk ku dixwaze ji kaosa çêbûyî sûd werbigire, armanc dike ku herêmên xwe yên dagirkirî bêtir berfireh bike.
Malpera me Lekolin.org, vê dawiyê ragihand ku şaneyên veşartî yên ku di bin navê “Artêşa Eşîran” de li herêmên Dêrazor, Reqqa û Tepqa li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dixebitin, zêde bûne. Bi heman awayî, me di Dosyaya Taybet a xwe ya 31’ê Tîrmehê de bi tevahî hûrgulî plana qirêj a ku MÎT û HTŞ di civînên bi perspektîfa Enqerê û baregeheke Şamê de bi rêya eşîran çêkirine eşkere kir. Ev plana qirêj niha veguheriye lobiya Ereban li dijî Kurdan û diyar e ku rayedarên AKP’ê bi xwe jî di vê planê de beşdar in.
CIVÎNEKE WEKHEV LI GUNDEWARÊN ŞAM’Ê
Di pêşketineke têkildar de, şandeyeke AKP’ê bi eşîrên Bedewî yên ji Siwêdayê û şêxên eşîrî yên ji parêzgehên din ên Sûriyeyê li gundewarên Şamê re, digel berpirsên ewlehiyê yên HTŞ’ê, civiya. Di civînê de rewşa heyî ya li Parêzgeha Siwêdayê hate nîqaşkirin û tekezî li ser pêwîstiya amadekariya êrîşên nû ji bo vegerandina wê bo desthilatdariya Şamê hate kirin. Aliyê Tirkiyeyê piştrast kir ku ew ê di her operasyonek li dijî civaka Durzî li başûrê Sûriyeyê de piştgiriya darayî û çekan bide eşîrên ku beşdarî civînê dibin. Wekî din, ji beşdaran hate xwestin ku çalakiyan bidin destpêkirin da ku nifûsa Durzî razî bikin ku piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser û QSDê vekişînin.
Ji dema destwerdana Tirkiyeyê li Sûriyeyê ve, hewl da ku hin eşîran qezenc bike û wan wekî amûrek li dijî gelê mayî yê Sûriyeyê bikar bîne da ku armancên xwe yên berfirehker û dagirker pêş bixe. Ev yek bi hilweşandina rejîma Esed û hewldanên wê yên ji bo berfirehkirina deverên dagirkirî hîn bêtir eşkere bû. Bi rastî, hate hînbûn ku MÎT vê dawiyê li Humsê bi eşîrên Hesna û li Helebê bi eşîrên Benî Xalid re civiyaye û soz daye ku li hember pêkanîna fermanên wê, dê piştgiriya madî û çekan bide wan.
ÎBRAHÎM EL-HIFÎL: VEGUHASTIN JI ESED Û ÎRANÊ BO TIRKIYÊ
Nêzîkî du sal berê, di 27’ê Tebaxa 2023’an de, QSD’ê, bi piştgiriya hêzên hevpeymaniyê, operasyoneke ewlehiyê bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin. Ev operasyon operasyoneke ewlehiyê ya navxweyî û derveyî bû li dijî şaneyên DAIŞ’ê, di nav de bazirganên narkotîkê û sûcdar jî hebûn.
QSD’ê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê ya berê Îbrahîm el-Hifîl (Ebû Xewla), bi tohmeta gelek sûcên li dijî sivîlan, bazirganiya narkotîkê û binpêkirina têkilî û hevrêziyê bi hêzên derve yên dijminê şoreşê re girt. Her wiha ew bi sûcê rêvebirina xirab a rewşa ewlehiyê, lîstina roleke neyînî di zêdekirina çalakiyên şaneyên DAIŞ’ê de û bikaranîna pozîsyona xwe ji bo berjewendiya kesane û malbatî bi binpêkirina rêziknameyên navxweyî yên QSD’ê hate sûcdarkirin.
Di vê heyamê de, eşkere bû ku Musab û Îbrahîm el-Hifîl bi rejîma berê ya Sûriyeyê û Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê re hevkariyê dikirin. Herwiha, eşîra El-Agedat, bi navê “Artêşa Eşîran”, di operasyonên tepeserkirinê û êrîşên ku hêzên QSD û malên sivîlan li Dêra Zorê hedef digirin de hevkarî kir.
Îstîxbarata Îranê di pêkanîna planê de piştgirî û şêwirmendiya eşîra El-Egedat kir, di heman demê de MÎT çeteyên xwe li gundewarên Dêra Zorê bi cih kirin, bi îdîaya ku ew xelkê herêmê ne û rasterast beşdarî êrîşên li dijî QSD’ê dibin.
Piştî hilweşandina rejîma Esed, Musab û Îbrahîm El-Hifil dilsoziya xwe ya tevahî ji hikûmeta Şamê re ku ji hêla Heyet Tehrîr El-Şam ve tê temsîlkirin, ragihandin û amadebûna xwe ji bo şerkirina li dijî hêzên QSD’ê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin.
Her çiqas Sûriye di navbera DYA, Keyaniya Yekbûyî, Fransa, Rûsya û Tirkiyeyê de qada têkoşîneke desthilatdariyê ya aloz be jî, Enqere ji aliyekî ve argumana “biratiya Kurd-Tirk” ji bo pêvajoya avakirina “Civaka Aştî û Demokratîk” a ku ji hêla Rêber Apo û Tevgera Apoyiyan ve hatiye destpêkirin, ronî dike, ji aliyê din ve çalakiyên xwe yên lobiyê li dijî Kurdên li Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, ku ev yek tenê dê DAIŞ û girêdayî wê bêtir gur bike.
Militan RÊHAT




