• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Rêveberiya Tevgerê: Em Hêzên Xwe Yên li Tirkiyeyê Vedikişînin

Rêveberiya Tevgerê ragihand ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîne qonaxa duyemîn, hemû hêzên xwe yên gerîla vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Yayınlayan Lekolin
26 October 2025
Kategori: Nûçe
242 16
A A
Rêveberiya Tevgerê: Em Hêzên Xwe Yên li Tirkiyeyê Vedikişînin
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Rêveberiya Tevgerê ragihand ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîne qonaxa duyemîn, hemû hêzên xwe yên gerîla vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Rêveberiya Tevgerê destnîşan kir ku divê nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî demildest bên nîşandan û bang li hemû gel kir ku di asta seferberiyê de têbikoşe.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo pêşî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk veke, gava xwe ya dîrokî li Binarê Qendîlê bi civîna çapemeniyê ragihand. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, Endama Fermandariya Eyaleta Serhed a YJA Starê Vejîn Dersim ku ji Bakurê Kurdistanê hate Herêmên Parastinê yên Medyayê, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu û 25 gerîlayên azadiyê tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya bi zimanê Tirkî ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok ve hate xwendin, ya Kurdî jî ji aliyê Endama Fermandariya Eyaleta Serhed a YJA Starê Vejîn Dersim ve hate xwendin.

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê bi vî rengî ye:

PÊVAJO DI QONAXEKE KRÎTÎK RE DERBAS DIBE

“Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ên tên jiyîn, ji ber ku bi awayekî pir cidî li ser pêşeroja Kurdan û Tirkiyê tehdit dikir; pêvajoya ku par bi daxuyaniyên Serokkomar, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” re bû xwediyê nasnameyekê, di qonaxeke pir girîng û krîtîk de derbas dibe.

ME HELWESTA XWE YA ZELAL Û BI BIRYAR NÎŞAN DA

Di nav 8 mehên borî de weke aliyê Kurd me, li ser bingehê banga Aştî û Civaka Demokratîk gavên mezin ên qasî dîrokî girîng in avêt. Ji bo dorhêleke aram û rehet ya nîqaşê bê avakirin, hema piştî bangê di roja 1’ê Adarê de me agirbest îlan kir. Li ser bingehê bi rêbazên guncav ên arastekirina Rêber Abdullah Ocalan, di nav dîroka 5-7’ê Gulanê de me Kongreya 12’emîn a PKK’ê kom kir, me biryarên hebûna rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî girt û li van biryaran me ev yek zêde kir; evana encax rastûrast bi birêvebirina Rêber Abdullah Ocalan dikare pratîze bibe. Piştî du mehan roja 11’ê Tîrmehê jî, li ser bingehê banga bi dîmen a Rêber Abdullah Ocalan, di rêveberiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat de Grûba Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat, ji bo biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî bi merasîmekê ku çekên xwe şewitandin, di pratîkê de helwesta me ya bi biryar û net nîşan da.

RÊBER APO RUH Û ÎRADEYEKE NÛ AVA KIR

Di bin pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê de ev gavên dîrokî yên aliyê Kurd avêtine, bi kûranî bandor li ser dorhêla siyasî û civakî ya Tirkiyê kir, li ser bingehê aştî û demokratîkbûnê ruh û îradeyeke nû derxist holê. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê, ev helwesta bi wêrek û fedekar a Kurdan li nava Tirkiyê û derveyî wê di plana giştî de timî bi ecibandinê hat pêşwazîkirin.

EM HEMÛ HÊZÊN XWE YÊN LI TIRKIYEYÊ VEDIKÎŞÎNIN

Rexmî hemû nêzîkatiyên nebes yên tên jiyîn Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo talûkeyên her ku diçe li ser Tirkiye û Kurdan giran dibe berteref bike û ji bo hîmê pêşerojeke bi sedan salan a jiyana azad, demokratîk, xwişk û biratiyê dayne, bi armanca pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihîne qonaxeke duyemîn hewl dide gavên pratîk ên nû yên pêşîlêveker bavêje. Li ser vî esasî, li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn ku plan kiriye, em hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan jî em pêk tînin. Beşek ji grûbên gihîştine Qadên Parastina Medyayê vê gavê li vê derê ne û bi xwe beşdarî vê daxuyaniyê dibin. Her weha li qadên sînor jî li cihên ku rîska pevçûnê lê heye û mewziyên ku ew ê rê li ber provokasyonên muhtemel veke jî tedbîrên sererastkirinê yên weke vê tên girtin.

ASTA BANDORÊ YA GAVÊN ME, WÊ PRATÎK NÎŞAN BIDE

Bêguman ev gavên ku em davêjin asta wê ya bandorê ew ê pratîk nîşan bide. Encax ev gavên pratîkî yên em davêjin jî di pêkanîna biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê de careke din helwesta me ya bi biryar û net nîşan dide.

DIVÊ NÊZÎKATIYÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ BÊYÎ KU DERENG BIKEVE, BÊN NÎŞANDAN

Pir eşkere ye ku em girêdayî biryarên Kongreya 12’emîn in û di pêkanîna wê de em bi biryar in. Lê ji bo evana bên pratîzekirin jî dîsa li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê girtine, nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajo ferz dikin bêyî ku bi derengî bikeve divê bên nîşandan. Di vê çarçoveyê de Hiqûqa Veguhêz a taybet ji bo PKK’ê divê esas bê girtin, ji bo beşdarî siyaseta demokratîk bibe qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê yên pêwîst bêyî ku bi derengî nekeve derkevin.

EM BANG LI HEMÛ GELÊ XWE DIKIN KU DI ASTA SEFERBERIYÊ DE TÊBIKOŞIN

Weke dawîn banga me, di serî de ji bo jin û ciwanan ji bo hemû gelên me ye. Pêvajo ne ew pêvajo ye ku ji hinekan hin tiştan hêvî bikin, pêvajo ew pêvajo ye ku bi têkoşîna rêxistinkirî avakirin û qezenckirina jiyana azad û demokratîk e. Wê wextê her kesên ku xwe di nava vê jiyanê de dibînin, ji bo serketina ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ di asta seferberiyê de divê têbikoşin.

Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk teqez ew ê bigihîje serkeftinê!

26’ê Cotmeha 2025’an

Rêveberiya Tevgerê”

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Kongra PKKRêber APOSiyaseta DemokratîkTevgera AzadîTIRKIYEVekişîn
Önceki yazı

Li Sûriyê Lobiya Ereb a AKP’ê Li Dijî Kurdan – NÛÇE ANALÎZ

Sonraki Haber

Dewleta Tirk Aboriya Sûriyê Desteser Dike- NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Dewleta Tirk Aboriya Sûriyê Desteser Dike- NÛÇE TAYBET

Dewleta Tirk Aboriya Sûriyê Desteser Dike- NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist