Krîza ku li ser kontrolkirina aborî û ewlehiya bazirganan li parêzgehên Sûriyê derketiye, careke din siya MÎT’ê li herêmê eşkere kir. Piştî hilweşîna rêveberiya Esed, dewleta Tirk bi rêya HTŞ’ê li Şam û Helebê di serî de saziyên îstîxbaratî û îdarî, ragihandin (posta, telefon û banke) û hemû sazî bi dest xistin. Niha jî, bi taybetî li Helebê û li gelek herêmên Sûriyê, di bin navê têkiliyên aborî û bazirganiyê de, hewl dide ku bi temamî aboriya Sûriyê bi dest bixe.
PÊNGAVA MÎT’Ê YA KONTROLKIRINA ABORÎ
Li gorî agahiyên ku me wekî Lekolin.org bi dest xistine, di 23ê Cotmeha 2025’an de, MÎT’ê bi rêya Odeya Operasyonên Hevpar talîmateke balkêş ji waliyên parêzgehên Sûriyê re şandiye. Di talîmatê de, MÎT’ê ji waliyan xwestiye ku %40’ê dahatên parêzgehan radestî leşkerên Tirk bikin û ev pere rasterast bişînin Enqereyê.
Navên kesên ku ji aliyê MÎT’ê ve ji bo birêvebirina dosyayên darayî û komkirina pereyan li parêzgehên Sûriyê hatine peywirdarkirin wiha ne:
Muhammed Darsun (1970) – Parêzgeha Lazqiyê
Bahtiyar Şimşir (1963) – Parêzgeha Helebê
Sağlam Babacan (1965) – Parêzgeha Şamê
Hamid Kökçu (1971) – Parêzgeha Rîfa Dîmeşqê
Ujar Özyakub (1963) – Parêzgeha Hemayê
İbrahim Pakdemir (1970) – Parêzgeha Humusê
Sarwat Yalçın (1961) – Parêzgeha Tartûsê
Tahir Bilir (1969) – Parêzgeha Derayê
Hasan Serkan (1960) – Parêzgeha Îdlibê
Ev gavên MÎT’ê beşek ji stratejiya kontrolkirina çavkaniyên aborî yên Sûriyê û rêvebirina bazirganan ber bi Tirkiyê ve ye. Ev talîmat, serxwebûna darayî ya parêzgehan dixe metirsiyê û armanca MÎT’ê ew e ku aboriya herêmî ya Sûriyê bi temamî girêdayî Enqereyê bike.
SERHILDANA BAZIRGANÊN ŞAM Û HELEBÊ
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatine bidestxistin, du roj beriya talîmata darayî ya MÎT’ê, di 21ê Cotmehê de, bazirganên navdar ên Şam û Helebê bi rêveberên ewlekariya giştî yên girêdayî HTŞ’ê, nûnerên Wezareta Parastinê û îstîxbarata HTŞ’ê re civiyan. Tê zanîn ku karmendekî girêdayî MÎT’ê jî beşdarî civînê bûye. Bazirganan daxwaz kirin ku li dijî dizî, kuştin û revandinê werin parastin, û diyar kirin ku eger rewş bi vî rengî bidome, ew ê Sûriyê terk bikin. Yek ji bazirganên navdar ên Helebê, xwediyê keştiyan Muhammed Elbiye, di civînê de îdîayên balkêş aniye ziman. Elbiye diyar kir ku rêveberên ewlekariya giştî û îstîxbarata HTŞ’ê bi pereyên zêde bazirganan tehdît dikin, û bûyerên dizî û revandinê ji aliyê van koman ve têne organîzekirin. Her çend rêveberên ewlekariya giştî ev tawanbarî red kirin jî, tê gotin ku hêrsa bazirganan bandoreke mezin li civînê kiriye.
PÊŞNIYARA ŞOPANDINÊ YA HTŞ’Ê YA BI NAKOK
Xala herî krîtîk a civînê, pêşniyara îstîxbarata HTŞ’ê bû ku ji bazirganan xwest di bûyera revandinê de cihê wan were tespîtkirin, di telefonên wan de karta SÎM’ê ya şopandinê were danîn. Ev pêşniyar ji aliyê bazirganan ve wekî heqareteke mezin hate dîtin û bû sedema bertekeke tund. Bazirganan diyar kirin ku ji bilî baweriya bi HTŞ’ê, ew ê bi saziyên mirovahî û rêxistinên mafên mirovan re hevkariyê bikin da ku xwe biparêzin. Hewldanên îstîxbarata HTŞ’ê yên ji bo kontrolkirina civînê û qayîlkirina bazirganan bi ser neketin, û bazirganan civîn terk kirin.
Navên rêveberên ku ji hikûmeta demkî ya Şamê beşdarî civînê bûne ev in:
Ebid Rehman Debax – Midûrê Ewlekariya Giştî ya Şamê
Ehmed Dalatî – Midûrê Ewlekariya Giştî ya Gunda Şamê
Lîwa Ebid Qadir Tehan – Misteşarê Ewlekariyê yê Wezareta Karên Hundir
Mihemed Beraq – Midûrê Îstîxbaratê
Navên bazirganên ku nûnertiya bazirganan kirine jî ev in:
Muhammed Helaq, Ebidllah Nesir, Nîzar Hefar, Mazin Hesen, Enes Teles, Lûeyî Eşqer, Besam Qetan, Muhammed Xetab, Muhammed Samir Qutib, Zahir Şerbatî, Muhammed Elbî, Ehmed Ferûtî, Nîdal Qeleçî, Mihemde Hac Şerbeçî, Muhammed Bêg, Fayiz Bêg, Zekwan Derwîş.




