Careke din bi bûyereke gendelî û desteserkirinê ya di asta jor de îsbat bû ku hikûmeta Colanî ya ku piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê hat avakirin û bi piştgiriya dewleta Tirk li ser piyan dimîne, ne dezgeheke dewletê, lê wekî avabûneke malbatî û çetewarî kar dike. Bazara “teslîmiyet û paqijbûnê” ya bazirganê navdar Husam El-Qatircî ku ji ber têkiliyên xwe yên berê yên bi Îranê re wekî “xayîn” hatibû îlankirin û bi xetera desteserkirina hemû mal û milkê xwe re rû bi rû mabû, li Qesra Serokatiyê ya Şamê, tora têkiliyên qirêj û şerê desthilatdariyê yê di lûtkeya rejîmê de radixe ber çavan.
JI KESÊ GIRÊDAYÎ ÎRANÊ PAZARA TESLÎMIYETÊ YA JI “DEWLETÊ” RE
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatine girtin, bûyer hefteyek berê bi hevdîtina Husam El-Qatircî bi Colanî û yek ji navên pêşeng ên rejîmê, Ebû Musaîb Şîhel re li Qesra Serokatiyê ya Şamê dest pê kir. Qatircî ku di dema rejîma Esad de di bazirganiya petrol û genim de li ser navê Îranê roleke kilîdî dilîst, ragihand ku ew amade ye di serdema nû de bedela “xiyaneta” xwe bide û ji bo vegera Sûriyeyê her şert û mercî qebûl bike. Li ser pirsa Colanî û Ebû Musaîb a “Tu dikarî di berdêla vê de çi bidî?”, Qatircî di destpêkê de pêşniyara “Ez ê meaşê artêşê ji serweta xwe ji bo 2 salan bidim” kir. Lê belê, ev pêşniyar ji bo navên di lûtkeya rejîmê de têrker nehat dîtin.

Di berdewamiya bazaran de, Colanî û Ebû Musaîb ji Qatircî nîvê serweta wî ya giştî xwestin. Bi Qatircî re ku serweta wî 10 milyar dolar dihat texmînkirin, li ser dayîna nîvê wê, ango 5 milyar dolarî ji “dewleta Sûriyeyê” re, peymaneke pêşîn hat çêkirin. Ev peyman, wekî parçeyek ji konsepta tasfiyekirina aktorên aborî yên serdema kevin û veguhestina serwetên wan ji rejîma nû re dihat dîtin.
PERÊ DEWLETÊ JI ALIYÊ ÇETEYA MALBATÊ VE HAT DESTESERKIRIN
Piştî peymanê, Qatircî ji Libnanê derbasî Sûriyeyê bû û vê carê bi serokê ofîsa Colanî re hevdîtinek pêk anî. Lê belê, di vê hevdîtinê de, du birayên Colanî, Mahir û Hazem Colanî jî amade bûn. Li gorî çavkaniyan, rêça hevdîtinê di vê nuqteyê de bi temamî guherî. Birayên Colanî, ji Qatircî xwestin ku 5 milyar dolarên ku biryar hatibû dayîn ku ji dewletê re were dayîn, rasterast radestî wan bike.
Tê zanîn ku Qatircî di destpêkê de bi gotina “Me li ser dayîna pereyan ji dewletê re li hev kiribû” îtiraz kir, lê li hemberî zext û gefên Mahir û Hazem Colanî bêçare ma û ev daxwaz qebûl kir. Di encama vê bazara qirêj de, Qatircî nîvê serweta xwe, ango 5 milyar dolar ku di nav de 250 milyon dolar di şiklê zêrê kulçe de bû, radestî birayên Colanî kir. Bi vî awayî, serweteke mezin a ku diviyabû bibe ya gelê Sûriyeyê, derbasî kasaya şexsî ya çeteyeke malbatî bû.
QELIŞTINA LI QESRÊ: EBÛ MUSAÎB Û COLANÎ LI HEMBERÎ HEV
Ev talana mezin, hevsengiyên di nav rejîmê bi xwe de jî serûbin kir. Ebû Musaîb Şîhel ku di bazara yekem de cih girtibû û difikirî ku pere dê bikeve “bûdceya dewletê”, hîn bû ku 5 milyar dolar ji aliyê birayên Colanî ve hatiye desteserkirin. Vê rewşê, di navbera Ebû Musaîb Şîhel û komên girêdayî wî de û malbata Colanî de krîzeke cidî û şerekî desthilatdariyê da destpêkirin. Tê gotin ku Ebû Musaîb talankirina “perê dewletê” ji aliyê malbatekê ve qebûl nekiriye û li dijî Colanî enî girtiye. Tê nirxandin ku ev qeliştina di nav qesrê de, dikare di rojên pêş de ji bo paşeroja rejîmê encamên krîtîk bi xwe re bîne.
RONGENA “DEWLETA ÇETE”: TALAN Û ŞERÊ DESTHILATDARIYÊ
Ev bûyer, bi awayekî herî zelal radixe ber çavan ku rejîma Colanî ne “dewletek” e, lê “pergaleke talanê” ye ku li ser berjewendiyên şexsî, têkiliyên malbatî û çetetiyê ava bûye. Ev avabûn ku li şûna saziyên dewletê û bûdceyê, wekî amûra zêdekirina serweta şexsî ya malbatekê tê dîtin, nîşan dide ku çavkaniyên Sûriyeyê çawa tên talankirin. Pêvajoya desteserkirina serwetên aktorên kevin ên wekî Qatircî, ne pratîkeke dewleta hiqûqê ye, lê wekî desteserkirina malê dijminê xwe ji aliyê bavê mafyayê ve dimeşe.
Ev talan, di heman demê de îsbat dike ku rejîm çiqasî lawaz û ji pevçûnên navxweyî re vekirî ye. Helwestgirtina “şûrên kevin” ên wekî Ebû Musaîb li hemberî vê talana bêperwa ya malbata Colanî, nîşan dide ku bloka desthilatdariyê ne homojen e û bi pevçûnên berjewendiyan ên ku dikarin her kêlîkê parçe bibin, tije ye. Gava ku gelê Sûriyeyê di nav xizanî û belengaziyê de dijî, parvekirina serwetên bi milyaran dolarî ji aliyê destekî navên di lûtkeya rejîmê de, wekî delîla herî eşkere ya nedomdariya vê modela “dewleta çete” tê şîrovekirin.
Tê payîn ku Qatircî di demek nêz de vegere Sûriyeyê û wekî karsazekî paqijkirî bazirganiya xwe bidomîne, lê tê pêşbînîkirin ku krîza ku ji ber bedela vegera wî derketiye, dê şerê desthilatdariyê yê li Şamê hîn zêdetir gur bike.




