Di hefteyên dawî de, MİT’ê li herêmên peravê yên Sûriyê, bi taybetî li parêzgeha Lazqiyê zêdebûneke balkêş a tevgerî nîşan da. Ev, di çarçoveya planeke berfireh de ye ku dewleta Tirk li qada Sûriyê li yek ji cihên herî hessas û stratejik, nufûza xwe ya demdirêj garantî bike, avahiya ewlehî û demografîk ji nû ve xêz bike.
JI ŞAMÊ BER BI LAZQİYÊ VE TEVGERA ÎSTIXBARATÊ
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer wergirtine, yekem tevgerîna li qadê di 25’ê Cotmeha 2025’an de dest pê kir, dema ku berpirsê îstixbaratê yê ku li Şamê operasyonên qadê dişopîne Yasin Tekin, bi talîmata rasterast a MİT’ê hate veguheztin Otela Rotana ya li Lazqiyê. Tekin, bi şandina komên çekdar ên girêdayî Enqereyê bi awayekî veşartî bo herêma peravê hate erkdarkirin.
Ev pêşketin, bi hemdemî bi erkdarkirina efserê îstixbarata Tirk Nuh Yılmaz ku Balyozxaneya Tirkiyê ya li Şamê bi rê ve bibe, pêk hat. Ev, aliyekî plana dewleta Tirk e ku avahiya îstixbarata xwe ya li qadê nûjen bike û xetên peravê yên ji Lazqiyê heta sînorê Lubnanê, bi guhertina demografiyê ve, di bin kontrola hişk de bigire.
Di heman rojê de (25 Cotmehê), hate zanîn ku Yasin Tekin li Şaxa Ewlehiya Siyasî ya li Lazqiyê dest bi operasyona berhevkirina nasnameyên ciwanan kir. Ev gav, wekî maskeyek ji bo kampanyaya girtinan a li dijî “bermayiyên rejîma Esed a kevn” hate bikaranîn û armanc ew bû ku komên ne girêdayî MİT’ê ji herêmê bên paqijkirin.
GUHERÎNA HÊZÊN EWLEHİYÊ BI HÊZÊN TIRKMEN
Nêzîkî hefteyek berî hatina Tekin, di 22’ê Cotmehê de, li herêmên Kesab û Ain el-Bayda hêzên ewlehiya giştî yên girêdayî desthilata Şamê, bi çeteyên Tirk û Tirkmen ên bi zimanê Erebî diaxivin û cilên yekgirtî yên ewlehiya giştî ya Sûriyeyê li xwe kirine, guherîneke berfireh pêk anîn.
Li gorî agahiyên ku me wergirtine, ev komên çeteyan bi malbatên xwe re li herêmê bi cih bûne û li navbera Lazqiyê û çiyê, bi taybetî li Pira Mezraa xalên kontrolê ava kirine. Ev, bû sedem ku rê û rêçikên jiyanî bi awayekî rasterast bikevin bin kontrola dewleta Tirk.
Di analîza nûçeyê ya ku di 12’ê Mijdarê de li ser malpera me Lekolin.org hate weşandin, çalakiyên MİT’ê yên li herêma peravê wiha hatine nirxandin: Peravê Sûriyê (Lazqiyê-Tertûs) ji ber ku bendergehên ava germ û bingehên leşkerî yên yekane yên Rûsyayê li Deryaya Spî lê hene, “xeta sor” a Moskowayê ye. Ji bo Îranê jî deriyê “Hilala Şîî” ya ku heta Lubnanê dirêj dibe ye ku ber bi Deryaya Spî ve vedibe. Hamleyên nerasterast ên dewleta Tirk ji Helebê ber bi peravê ve, armanc dike ku ittîfaqa Rûs-Îranî li vê herêmê qels bike û ji bo stratejiya xwe ya Deryaya Spî qadê veke. Ji ber vê yekê, tevgera MİT’ê li Helebê, bi rastî parçeyekî setrenceke jeopolîtîk a mezin e ku pêşeroja hemû Sûriyeyê diyar dike.
RAGEŞIYA MEZHEBÎ TÊ XURT KIRIN
Di heman çarçoveyê de, agahî gihîşt ku li Helebê civîneke di navbera berpirsên îstixbarata Tirk û serbazên çeteyên SMO’yê de hate lidarxistin. Di nav beşdaran de nûnerên komên Tirkmen ên li gundewarê Selmiyê yê Lazqiyê jî hebûn.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer wergirtine, berpirsên MİT’ê yên li qadê, talîmatên rasterast dan van koman ku li herêmên peravê, Misaf û Humusê pevçûnên mezhebî derxînin. Wekî tê zanîn, di mehên borî de revandinên ku jin û zarokan armanc dikin û êrîşên bi wesayîtên teqemenî têne kirin; di nav wan de teqîna li nêzî navenda polîsên Baniyasê ya ku wesayîteke Wezareta Karûbarên Hundir armanc kir jî heye. Armanca vê zêdebûnê, baweriya di navbera koman de xera bike, gelê herêmê koçber bike. Bi vî awayî, ji bo MİT’ê bigehekê guncav tê çêkirin ku avahiya nifûsê biguherîne.
JI BO DOSYA PERAVÊ TAYÎNEKE NÛ
Li gorî agahiyên ku me wergirtine, MİT’ê paşê erkê birêvebirina hemû dosya peravê ya Sûriyê da endamê xwe yê bi navê Ömer Önel. Tê zanîn ku Önel niha li Otela Odyssia ya li Lazqiyê dimîne û di navbera peravê û Şamê de diçe û tê, raporên xwe li ofîsa ku li Otela Four Seasons hatiye avakirin pêşkêşî MİT’ê dike. Berê malpera me ev ofîs wekî navenda hevrêzkirina sereke ya operasyonên îstixbarata Tirkiyeyê eşkere kiribû.
Herwiha di 4’ê Mijdarê de, hate zanîn ku Önel li Lazqiyê bi Fadi Sakr re civînek lidarxist. Piştî vê civînê rasterast, li gundewarê Ceblê, li gundên Metvor û Karfis pêla girtinan a li dijî efserên kevn û sivîlan dest pê kir. Li daristanên peravê bûyerên kuştin, revandin û şewitandin zêde bûn; tê fêmkirin ku ev şewitandin bi talîmata rasterast a Önel têne derxistin. Armanc, panîka kolektîf çêbike û nifûsê neçar bike ku ber bi bakur û rojava ve koçber bibe (piraniya herêmên koçberiyê herêmên di bin kontrola çeteyên girêdayî dewleta Tirk de ne) bi vî awayî dewleta Tirk bikaribe dosya mirovî wekî karta zexta siyasî bi kar bîne hêsantir dike.
FADİ SAKR KU ÖNEL PÊ RE CIVÎYE KÊ YE?

Kesê bi navê Fadi Sakr, ji bajarê Ceblê yê gundewarê Lazqiyê ye. Ew berê fermandarê leşkerî yê hêzên alîkar ên “Hêzên Parastina Neteweyî” yên rejîma Sûriyeyê ya berê bû. Çalakvanên şoreşa Sûriyê, ji ber ku milîsên wî li dijî sivîlên bêçek di gelek qirkirinan de rolek lîstine, lakabê “Qesabê Sûriyeyê” lê kirine; ya herî girîng qirkirina Tadamonê ya 2013’an bû.
Sakr, di sala 2012’an de li paytexta Sûriyeyê Şamê wekî serokê yek ji komên milîsên “Parastina Neteweyî” yên piştgiriya Îranê wekî derket holê û di wê demê de di nav endamên artêşa Sûriyeyê de bi lakabê “Saqr al-Difa’ al-Watani” (Şahînê Parastina Neteweyî) dihat nasîn.Sakr, di dorpêçkirina taxên di bin kontrola muxalefetê de yên li başûrê paytextê roleke sereke lîst û hêzên wî, ji ber kuştina sivîlan, îdamên kolektîf, hilweşandina berfireh a malan û talankirina malan berpirsiyar bûn.DY, di sala 2012’an de Sakr ji ber tevlîbûna binpêkirinên giran ên mafên mirovan xist lîsteya cezayan lê Sakr, di bin parastina rejîma hilweşiyayî de çalakiyên xwe berdewam kir.
NEXŞEYA NIFÛS Û ÎSTIXBARATÊ JI NÛ TÊ XÊZKIRIN
Ev hemû tevgerîn; armanc dike ku hebûna dewleta Tirk li Sûriyê ne tenê bi rêya komên çeteyên girêdayî xwe, lê bi vekirina kontrolê li herêmên hessas ên peravê û bi rêya vekîlên Tirkmen ên herêmî şopa mayînde çêbike.
Li gorî raporên ku dewleta Tirk, bi taybetî ji ber zêdebûna rola Rûsyayê li peravê bi pêwendiya bi efserên rejîma kevn re avahiya ewlehiyê saz dike, ditirse. Ji ber vê yekê Enqere, berî ku Rûsya an hêzên navneteweyî ji nû ve bi cih bibin, bi nexşeya îstixbarat û nifûsê ya ku ji nû ve xêz kiriye hewl dide li herêmê mayînde bibe. Ji aliyê din ve, MİT piştî “Konferansa Kêmnetewan” ya dawî a li Îsraîlê hewl dide ku pêşî li avabûna bloka Elewî ya herêmî ya ku dikare bibe hêzeke siyasî ya serbixwe bigire.
Yek ji fikarên herî mezin ên dewleta Tirk ev e ku mîna “Hêzên Suriya Demokratîk” ya li Bakur û rojhilatê Surî an jî “Dûrzî” yên li Sûwêdayê, hebûneke serbixwe ya ji hekimiyeta wê derve li herêmên peravê jî çêbibe.
Li gorî daneyên qadê û agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer gihîştine destê me, tiştên ku li peravê Sûriyê diqewimin ne tevgerên îstixbaratê yên rûtîn in, lê operasyoneke organîze ye ku armanc dike nifûsê biguherîne. Guherîna hêzên ewlehiyê yên otorîteya Şamê bi Tirkmenan, zêdebûna girtin û revandinan, germkirina atmosfera mezhebî; hemû amûrên projeya jeopolîtîk a guherîna avahiya demografîk in ku ji bo berjewendiyên ewlehiyê yên Enqereyê xizmetê dike.
Dema ku em li wêneya giştî dinêrin jî, di navbera Enqere û Şamê û Moskowayê de şerê îstixbaratê yê veşartî xuya dike. Her alî bi amûrên qadê armanc dike ku meşrûiyet û kontrola xwe xurt bike; lê gelê herêmê bedela vê kaosê dide. Zêdebûna çalakiyên MİT’ê yên ji Helebê ber bi herêmên peravê ve, nîşan dide ku di mehên pêş de herêm wê bibe şahidê kaosa ewlehiyê û guherîna demografîk. Ev rewş, rasterast wê bandorê li hevsengiya hêzan a li Sûriyeyê bike û belkî pêşeroja têkiliyên Sûriye-Rûsya-Tirkiye li qadê biguherîne.
Militan RÊHAT





