• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

MİT Îbrahîm El-Hifil yê ku Ji Bo Hizbullah Sewqiyata Çekan Dike Da Berdan – NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN – Îbrahîm El-Hifilê ku ji Iraqê ji bo Hizbullahê çek dişîne, ji aliyê îstixbarata HTŞ’ê ve hate girtin û piştre bi destwerdana MÎT’ê hate berdan. Ev, piştgiriya dewleta Tirk ya ji Hizbullahê re eşkere dike.

Yayınlayan Lekolin
21 November 2025
Kategori: Nûçe
252 5
A A
MİT Îbrahîm El-Hifil yê ku Ji Bo Hizbullah Sewqiyata Çekan Dike Da Berdan – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Kesê bi navê Îbrahîm El-Hifil, piştî ku îstixbarata Hukûmeta Demkî ya Sûriyê bi awayekî teqez tesbît kir ku ew ji Iraqê ji bo Hizbullaha li Lubnanê qaçaxçîtiya çekan dike, hate girtin. Hate zanîn ku îstixbarata Tirk û Qeterî ji bo berdana wî û girtina dosyayê ketine navberê.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer wergirtine, di 8’ê Mijdara 2025’an de, dewriyeke îstixbaratê ya girêdayî Hukûmeta Demkî ya Sûriyê Îbrahîm El-Hifil binçav kir. Ji aliyê Îstixbarata Ewlekariya Siyasî ya Şamê ve demekê hate ragirtin. Bi destwerdana rayedarên MÎT’ê yên li qadê, bi riya birayê wî Mûseb El-Hifil û Balyozê Qeterê yê Şamê, bi hinceta “ji bo hêzên eşîran serî nehildin” hate berdan.

Piştî girtina qaçaxçiyê çekan Ferhan El-Hemîd ji aliyê îstixbarata hukûmeta demkî ya Şamê ve, Îbrahîm El-Hifil jî hate girtin. Ferhan di lêpirsînê de li xwe mikur hat ku bi talîmata Îbrahîm El-Hifil konvoyên çekan ji sînorê Iraqê heta herêma Hermelê ya Lubnanê derbas kiriye.

Li gorî Ferhan El-Hemîd, Îbrahîm El-Hifil ferman daye ku çek bên şandin ji kesê bi navê “Zûheyr El-Rawî” an ku Zûheyr Cefer re. Ev kes di yekîneya îstixbaratê ya Hizbullahê ya Lubnanê de rêveberekî payebilind e.

Îstixbarata HTŞ’ê negihîştiye konvoya çekan, lê di lêpirsîna Ferhan de hate piştrastkirin ku di 2’yê Mijdara 2025’an de konvoy gihîştiye ba Zûheyr û Zûheyr bi awayekî rasterast bi Îbrahîm El-Hifil re têkildar bû. Herwiha Ferhan qebûl kir ku gelek caran bi riya Îbrahîm El-Hifil ji Haşdî Şabî ji bo Hizbullahê çek qaçax kiriye.

Li gorî agahiyên ku me wergirtine, konvoya çekan a ku radestî Hizbullahê hate kirin, bi wesayîtên leşkerî yên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyê hate veguhestin. Ferhan El-Hemîd ev wesayît bi pereyên mezin bi kar dianî.

Di lêpirsînê de Ferhan diyar kir ku çekên qaçax ne çekên asayî bûn, di nav de roketavêj, roketên Katyûşa, mûşekên antitank û mûşekên berevaniya hewayê yên omuzê (çêkirina Rûsî) hebûn.

Herwiha hate gotin ku piştî radestkirina çekan ji hêzên Hizbullahê yên li Lubnanê re tu pere nedane, pere ji aliyê rêberên Hizbullahê yên Iraqê (Ketaib Hizbullah) ve hatiye dayîn.

Çavkaniyên me yên pêbawer diyar kirin ku rayedarên MÎT’ê tevî ku ji mijara şandina çekan ji Hizbullahê agahdar bûn jî, bi destwerdana Balyozê Qeterê yê Şamê, bi hinceta “eşîran provokene” li îstixbarata HTŞ’ê zordarî kirin û bi vî awayî berdana Îbrahîm El-Hifil peyda kirin.

MÎT’Ê DOSYA GIRTIYE Û LEPIRSKERAN GIRTIYE

Piştî berdana Îbrahîm El-Hifil, rayedarên MÎT’ê yên li Şamê bi lez civîn lidar xistin, ji bo ku mijar bi temamî bê veşartin û dosya bi temamî bê girtin xebat kirin. Wekî din, lêpirsînerên ku Îbrahîm El-Hifil lêpirsîn kiribûn girtin: Hidir Abidîn, Mihemed Sellaha û Şamil Hacî Ehmed.

ÎBRAHÎM EL-HIFIL KÎ YE?

Îbrahîm Xelîl El-Hifil, ji eşîra Egedatê ye. Berê di nava eşîra Egedatê de tu rola wî tune bû. Yekem car navê wî li Dêrazorê derket holê. Beriya êrişa dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ya dewleta Tirk a di Tebaxa 2019’an de, serokatiya şandeyekê ji eşîra xwe kir û bi fermandarên ewlekariyê yên girêdayî rejîma berê ya Sûriyeyê re hevdîtin pêk anîbû.

Yek ji wan kesan e ku li rojhilatê Firatê û bi taybetî li Dêrazorê hewl dide fitneyê derxîne, di bin navê “Artêşa Eşîran” de beşdarî êrişên li dijî QSD’ê bûye û bi Sepahên Pasdaran ên Îranê û rejîma berê ya Sûriyê re têkiliyên xurt hene. Berê bi talîmatên rasterast ên Tugaya Qudsê ya girêdayî Sepahên Pasdaran li Dêrazorê komên eşîrî yên çekdar birêve biribû û êrişên li dijî QSD’ê pêk anîbûn.

Piştî hilweşîna rejîma Esed, dewleta Tirk bi riya Heyet Tehrîr eş-Şam (HTŞ) Îbrahîm El-Hifil devşîrî. Me gelek caran li malpera xwe eşkere kiribû ku MÎT dixwaze “Artêşa Eşîran” careke din organîze bike û wan ji bo planên xwe yên li Sûriyê bi kar bîne.

Bûyera Îbrahîm El-Hifil, di serdema ku di raporan ên Îsraîlê de tê gotin ku kapasîteya hilberîna mûşekan a Hizbullahê zêde bûye, careke din nîşan dide ku hêzên herêmî yên wek Îran û Tirkiye hewl didin Hizbullahê li Lubnanê û li herêmê dîsa bi hêz bikin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: HizbullahhtşÎbrahîm El HifilLubnanMITMusap El HifilQSDROJAVA
Önceki yazı

Dîroka Paşvekişînê – 2

Sonraki Haber

Peymanên Îbrahîm, Stratejiya Sêyemîn a Dorpêçkirinê ya DYA’yê û Ji Nû Ve Avakirina Rojhilata Navîn

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Peymanên Îbrahîm, Stratejiya Sêyemîn a Dorpêçkirinê ya DYA’yê û Ji Nû Ve Avakirina Rojhilata Navîn

Peymanên Îbrahîm, Stratejiya Sêyemîn a Dorpêçkirinê ya DYA’yê û Ji Nû Ve Avakirina Rojhilata Navîn

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist