• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Peymanên Îbrahîm, Stratejiya Sêyemîn a Dorpêçkirinê ya DYA’yê û Ji Nû Ve Avakirina Rojhilata Navîn

Êdî bêyî ku sînor biguherin rolên dewletan diguherin, dewlet-netewe ji navendên hêzê derdikevin û torên aborî-bazirganî û ewlehiyê bi siyaseta cografîk a klasîk re dikevin nakokiyê.

Yayınlayan Lekolin
21 November 2025
Kategori: Analîz Siyasî
249 13
A A
Peymanên Îbrahîm, Stratejiya Sêyemîn a Dorpêçkirinê ya DYA’yê û Ji Nû Ve Avakirina Rojhilata Navîn
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Veguherîna ku îro Rojhilata Navîn dijî, serdemeke wisa ye ku li ser rûerdê nexşe neguherîne, lê wateya siyasi ya dewlet û civakan bi awayekî kûr ji nû ve tê nivîsandin. Her çend ew pergala herêmî ya ku beriya sedsalekê bi Peymana Sykes-Picot hatibû avakirin di xuyanê de hîn li ser piyan be jî, mantiqa navendî ya dewlet-neteweyê ya ku ev pergal li ser hatibû avakirûn hilweşiyaye. Di vê tabloya nû de, DYA ji bo dagirtina valahiya ku pergala kevn derxistiye holê, stratejiya xwe ya sêyemîn a mezin a dorpêçkirinê bi navê Peymanên Îbrahîm xistiye dewrê. Fêmkirina vê stratejiyê, bi dîtina wê berdewamiya binesazî ya ku sê doktrînên DYA’yê di heştê salên dawî de meşandine -Plana Marshall, Kembera Kesk û Peymanên Îbrahîm- pêk tê. Modernîteya kapîtalîst; ji bo sekinandina belavbûna sosyalîzmê li Ewropayê Marshall, ji bo dorpêçkirina xeta başûr a Sovyetan Kembera Kesk û îro jî ji bo şikandina vebûna Avrasyayê ya Çînê û eksena Şîî ya Îranê, Peymanên Îbrahîm xistiye dewrê.

JI MARSHALL HETA KEMBERA KESK; ZÎNCÎRA DORPÊÇKIRINÊ YA KU SOSYALÎZM Û SOVYETAN DIDA SEKINANDIN

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Plana Marshall ne tenê projeyeke alîkariya aborî bû, di heman demê de dorpêçkirineke stratejîk bû ku ji bo Ewropayê ji cazîbeya sosyalîzmê dûr bixe hatibû pêşxistin. Egera şemitîna Ewropaya ku di nav xizanî û wêraniyê de bû ber bi sosyalîzmê ve, ji aliyê Washingtonê ve wekî gefeke mezin hat dîtin. Bi alîkariyên Marshall aboriya Ewropayê hat zindîkirin, pergala fînansê ya bi navenda dolar hat avakirin û bi NATO’yê re rêzkirineke siyasî-leşkerî hat tesîskirin. Ev plan, xeleka yekemîn a dorpêçkirinê bû ku pêşî li belavbûna sosyalîzmê ya ber bi rojava ve digirt.

Di salên 1970’î de xeta belavbûna sosyalîzmê ber bi Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr ve şemitîbû. Bihêzbûna tevgerên çep li cografyayên Tirkiye, Îran, Iraq, Filîstîn, Efxanistan, Misir û Kurdistanê, ji bo DYA’yê rîskeke nû derxist holê. Vê carê ji bo dorpêçkirina xeta başûr a Sovyetan, doktrîna Kembera Kesk xistin dewrê. Dema ku Îslama Siyasî dihat bilindkirin, tevgerên çep hatin tepisandin û li qadeke berfireh a ku ji Pakistanê heta Tirkiyeyê dirêj dibe tevgerên Îslamî hatin destekkirin. Vê kemberê hêza Sovyetê ji başûr ve dorpêç kir, lê di heman demê de li Rojhilata Navîn xetên şikestinê yên mezhebî kûrtir kirin, dewlet qels kirin û tevna civakî şikestok kir. Kurd di vê pêvajoyê de li her çar welatan jî wekî gel, hatin tepisandin, dema pêwîst bû hatin bikaranîn, lê qet statuyek ji wan re nehat dayîn û derveyî pergalê hatin hiştin.

Van her du doktrînan, Marshall û Kembera Kesk, bingehên îdeolojîk û jeopolîtîk ên stratejiya dorpêçkirina gerdûnî ya DYA’yê danîn. Îro xeleka sêyemîn ku Peymanên Îbrahîm e, ketiye dewrê.

JI SYKES-PICOT HETA PEYMANÊN ÎBRAHÎM; EKSENA ÇÎN-ÎRAN Û MODELA DEWLETÊ YA LI SER BINGEHÊ ERKÊ  

Peymanên Îbrahîm, xeleka sêyemîn a dorpêçkirinê ye ku ji bo dorpêçkirina stratejiya Çînê ya ber bi Asya-Ewropayê û korîdora jeopolîtîk a Şîî ya Îranê bi awayekî hevdem hatiye sêwirandin. Dema ku projeya Kember-Rê ya Çînê dixwest di eksena rojhilat-rojava de bi ser Rojhilata Navîn re bigihîje Behra Spî, Îranê jî di eksena bakur-başûr de xeta Tehran-Bexda-Şam-Beyrûdê xurt dikir. DYA’yê xwest van her du xetan hem di aliyê aborî hem jî mezhebî de di heman demê de qut bike. Ji ber vê yekê, her çend Peymanên Îbrahîm di xuyanê de wekî asayîbûna navbera Îsraîl û welatên Ereb, ewlehî û misogerkirina korîdorên enerjiyê xuya bike jî, di cewherê xwe de mîmariyeke jeopolîtîk e ku hevsengiyên hêzê yên li Avrasyayê ji nû ve teşe dike.

Ev pergala nû ji Sykes-Picot cûda ye; Sykes-Picot ax dabeş dikir, lê Peymanên Îbrahîm dewletan li gorî erk û fonksiyonan dabeş dike. Bêyî ku nexşe biguherin wateya dewletan diguhere. Ji bo xeta DYA-Îsraîlê, dewlet-neteweyên navendî û xurt ên li Rojhilata Navîn gefan hildiberînin; lê dewletên ku dikarin bên pêşbînîkirin, qels û rola wan diyarkirî ne, îstîqrarê tînin. Ji ber vê yekê armanc ne hilweşandina dewletan e, armanc ew e ku wan fonksiyonel, qels û di kapasîteyeke sînorkirî de bihêlin.

Rastiya mezhebî û siyasî ya vê stratejiyê kûrtir e. Nifûsa Sûnî ya li herêmê li Tirkiye û Sûriyeyê kom bûye, nifûsa Şîî li Îran û Iraqê; nifûsa Şîî û Sûnî wekî metirsiya potansiyel hêz girtine û her du blokên mezhebî di nav rekabeteke dîrokî de ne. Tevî rageşiyên di navbera van blokan de, şikestokiya herî binesazî ya dewletên herêmê ne mezheb, lê pirsgirêka Kurd e. Li gorî perspektîfa ewlehiyê ya dîrokî ya Îsraîlê, awayê herî mayînde yê qelskirin an kontrolkirina Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ew e ku van dewletan bi pirsgirêka Kurd ve mijûl bike, an jî li herêmên Kurdan modelên xweserî-federasyonê yên girêdayî û li gorî erka nû hatine sêwirandin pêş bixe da ku hêza dewletên navendî sînordar bike. Ev nêrîn tenê ji stratejiya DYA-Îsraîlê ibaret nîne, encama siyasî ya xwezayî ya dabeşbûna Sykes-Picot e ku li dijî rastiya dîrokî bû. Derketina holê ya statuyeke Kurdî li her çar parçeyan, nîşan dide ku ne nexşe, lê mantiqa siyasî ya herêmî diguhere.

Lêbelê, ev veguherîn li gorî têgihiştina xwendina siyasî ya civaknasiya dîrokî qadê ji gelan re venake; berovajî, gelan di nav yekpareyiya fonksiyonel de bi awayekî bê rêxistin entegre dike û wan ji kirdebûnê (bûyîna sûje) dûr dixe. Teknolojiyên çavdêriya dîjîtal, girêdana aborî, blokaja siyasî, gefa qirkirinê û endezyariya çandî, gelan vediguherîne girseyên ku li ser riza (qayîlbûnê) ne lê dikarin bên arastekirin. Dewlet-netewe tên rolkirin, li gorî erkên nû digihîjin pênaseyan, gel jî di heman astê de tên fonksiyonelkirin.

DI NAVA PERGALÊ DE ROLA STRATEJÎK A KURDISTANÊ

Di nav vê pergalê de rola stratejîk a Kurdistanê mezin e; Kurdistan ku li navenda xetên enerjî, av, lojîstîk, herêma tampon û ewlehiyê disekine, girêkeke wisa ye ku hem rêyên Çînê dibire, hem xeta Şîî ya Îranê dabeş dike, hem jî nûfûza herêmî ya Tirkiyeyê sînordar dike. Lêbelê ev rewşa navendî Kurdan nake kirde (ozne), berevajî vê yekê, wan dike hêmaneke jeopolîtîk a ku hîn zêdetir tê kontrolkirin.

Wateya gotina Rêber Apo ya “Peymanên Îbrahîm nêrîna min nîşan dide” li vir derdikeve holê. Ev gotin ne erêkirinek e, xwendina rast a wê rastiya dîrokî ye ku tê de pêkhateya navendî û yekperest a dewlet-neteweyê hildiweşe (çareser dibe). Rêbertî, qelsbûna dewlet-neteweyê ne wekî pêvajoyeke ku bixweber qada azadiyê ji gelan re vedike, lê wekî şikestineke dîrokî dixwîne ku eger rast were nirxandin ji bo rêxistiniya neteweya demokratîk derfetan hildiberîne. Ji ber vê yekê divê daxwaza Rêbertî ya ku di vê pêvajoyê de bi israr û biryardarî bikeve dewrê û pêngava wî ya bi gavên nerm lê di heman demê de radîkal, ji bo bi cih bûna li navenda çareseriyê, rast were xwendin. Gelên ku li Rojhilata Navîn projeyeke demokratîk a rêxistinkirî nikarin derxînin holê -ku bi 7’ê Cotmehê re di pratîkê de ye, Ereb, Tirk, Fars û Kurd jî tê de- di vê valahiyê de li entegrasyona dewletparêz tên zêdekirin. Ji ber vê yekê pêngava dawî ya Rêbertî armanc dike ku Kurdan wekî civakeke derveyî dewletê pênase bike û demokratîkbûna Rojhilata Navîn ne tenê li ser Kurdan, lê li ser kapasîteya Kurdan a hilberandina modernîteya demokratîk pêş bixe.

Xwendina civaka dîrokî ya Rêbertî di vê xalê de alternatîfeke stratejîk ava dike. Ev alternatîf armanc dike ku dewletên statukoparêz ên li Rojhilata Navîn ne tenê sînordar bike, lê bi xwerêxistiniya civaka demokratîk re dewletan veguherîne; bi vî awayî hem dewletan ji rewşa gefbûnê derxîne û hem jî statuya Kurdan li ser zemîneke mayînde û rewa bide rûniştandin. Ev nêzîkatî, li derveyî modela dewleta fonksiyonel a Peymanên Îbrahîm, rêyeke sêyemîn pêşkêş dike ku hem gelên herêmê xurt dike û hem jî li dijî eksena DYA û Îsraîlê vebijarkeke demokratîk diafirîne. Ya esas ne biçûkbûn an qelsbûna dewletan e, lê demokratîkbûn û entegrebûna wan a li pergala civakî ye. Bi vî awayî hem ewlehiya herêmê tê dabînkirin hem jî statuya Kurdistanê dibe hêmana avaker a aştiya herêmî.

Rastiya siyasî ya îro ev e; çareserbûna dewlet-neteweyê gelan azad nake, gelên bêrêxistin ber bi mekanîzmayên nû yên entegrasyonê ve tên kişandin û ev yek sedsaleke din dide windakirin. Perspektîfa neteweya demokratîk, tenê alternatîf e ku gel dikarin bibin kirde (ozne). Ji ber vê yekê siyaseta Kurd dikare xeta tifaqa stratejîk a bi gelan re û têkiliya taktîkî ya bi dewletan re, tenê li ser bingehê yekîtiya neteweyî û rêxistiniya demokratîk watedar bike. Heta ku ev yekîtî neyê avakirûn, Kurd dê wekî hêmanên fonksiyonel lê ne kirde bimînin. Her çend tevgerên Kurd li çar parçeyan hêza berxwedanê afirandibin jî, di asta neteweyî de aqilê stratejîk ê hevpar û saziybûna neteweya demokratîk hîn negihîştiye asteke domdar. Ev kêmasî, barê fonksiyonel ê hêzên derve hêsan dike û Kurdan ne wekî avantaj, lê wekî hêmaneke ku tê bikaranîn, bi cih dike. Kirdebûn ne tenê hilbera cografyayê ye, hilbera aqilê rêxistinî ye ku neteweya demokratîk pêşxistiye.

Peymanên Îbrahîm ne şiklê nûjenkirî yê Sykes-Picot e, modelek entegrasyonê ye ku li ser bingehê erkê (fonksiyonê) ava bûye û valahiya piştî hilweşîna wê (Sykes-Picot) dadigire. Di vê pergala nû de pirsa sereke ev e: Gelo Kurdistan dê bibe rêgeha derbasbûnê, an dê bibe kirdeyek ku bi rêxistiniya neteweya demokratîk rêya xwe vedike? Bersiva vê pirsê êdî ne li Washington, Tehran an Enqereyê ye; di aqilê hevpar, rêxistiniya demokratîk û yekîtiya stratejîk a gelê Kurd de ye.

Hakki TEKÎN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AmerikaIranİsrailPeymanên İbrahîmîPlana MarshallRojhilatanavînSykes PicotTIRKIYE
Önceki yazı

MİT Îbrahîm El-Hifil yê ku Ji Bo Hizbullah Sewqiyata Çekan Dike Da Berdan – NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Dîroka Paşvekişînê- 3

Benzer Haberler

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1
Analîz Siyasî

Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1

12 May 2026
Sonraki Haber
Dîroka Paşvekişînê- 3

Dîroka Paşvekişînê- 3

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist