Dewleta Tirk a ku di navbera salên 2014-2017’an de li qampên bi navê koçberên Sûriyê yên li Hawar Kilîs, Riha û Dîlok’ê bi sedan çeteyên DAIŞ’ê rêxistin kir û êrîşî axa Rojava kir, di pêvajoyên pêş de jî dest bi şopandina stratejiyeke nû kir. Di çarçoveya vê stratejiyê de hat zanîn ku dewleta Tirk ku li ser xebatên îstixbaratê disekine, bi destê MÎT’ê taybetî qampên perwerdeya îstixbaratê ya li Riha hatî avakirin, armanc dikin ku ciwanên Sûriyê ji gelek herêmên Sûriyê bi taybetî jî herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava re rêkin.
Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistine, navenda perwerdeya ciwanan a ku Tirkiyê li Kampa Rihayê ava kiriye, bûye qada ku ciwanên Sûriyê ji malbatên xwe tên veqetandin û rastî perwerdeya leşkerî û îstixbaratê tên. Ev pêkhate beşek ji plana zêdekirina bandora dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê û berfirehkirina tora xwe ya îstîxbaratê ya ji herêmên Rêveberiya Xweser e.
BERNAMEYA PERWERDEYA HEVBEŞ A Bİ HTŞ RE
Li gorî agahiyên ku me bidestxistî, ciwanên ku anîne kampê ji malbatên xwe tên veqetandin, telefonên wan tên girtin û qeydên wan ên şexsî tên lêkolînkirin. Hesabên wan yên medya ya civakî û danûstandinên wan ên berê têne lêkolîn kirin. Destûr tê dayîn ku hefteyê carekê bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, lê ev hevdîtin di bin qontrolên tund de pêk tên.
Perwerdeya ku ji aliyê leşkerên Tirk ve tê dayîn, armanc dike ku bi HTŞ’ê re avahiyeke rêxistinkirî ava bike û li qadê kapasîteya îstîxbarata Tirkiyê zêde bike. Hat diyarkirin ku her kesê ku beşdarî pêvajoya perwerdeyê bûye, tevlî bernameya îstîxbarat û hizrînê bûne.
BEŞEK CÛDA JI BO JİNAN
Yek ji xalên balkêş jî di nava qampê de avakirina beşeke cuda ji bo jinan e. Li gorî agahiyên ku me girtî, ev rewş diyar dike ku jin wê di xebatên îstîxbaratê de jî bên bikaranîn. Tê pêşbînîkirin ku jin bi rêya têkiliyên civakî ji bo berhevkirina agahiyan bên nirxandin.
Dİ DERBASBÛNÊN SÎNOR DE QİLFA QAÇAXÇÎTİYÊ
Li gorî zanînên ku ji çavkaniyên pêbawer me bi dest xistî ji me re radigîne ku, kesên ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin, di bin navê “qaçaxçîtîyê” de ji sînor tên derbaskirin, bi vê awayî ku werin girtin, da ku peywendiyên wan ên istixbaratî veşartî bimînin. Bi vê rêbazê hat zanîn ku hin kesên li qampê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser hatine kirin û li gorî armancên MÎT’ê dixebitin.
PLANA Bİ RÊYA CİWANAN DERBASÎ HERÊMÊN RÊVEBERİYA XWESER BÛYÎN
Armanca sereke ya vê stratejiya Tirkiyê, piştgirîkirina hêzên leşkerî bi kapasîteya xwe ya istixbaratî û bidestxistina bandorê li herêmên cuda yên Sûriyê ye. Bi taybetî herêmên Rêveberiya Xweser di navenda vê planê de ne. Derdixe holê ku Qampa Rihayê ne tenê bûye qada stargehê, di heman demê de bûye navenda polîtîkayên îstîxbaratî û bandorî yên Tirkiyê.




