Li başûrê Sûriyê, yanî li herêmên Dera û Quneytrayê, rabûna Ehmed El Ûde yê ku Rûsya piştgirî dide û li ser gelê herêmê xwedî bandoreke mezin e, dewleta Tirk hişyar kiriye, û hatiye fêhmkirin ku MÎT’ê ji rayedarên istihbarata HTŞ’ê re talimata tasfiyekirina Ûde daye.
Bandarbuyîna Ûde li Busra eş-Şamê gel ber bi daxwaza “Encumena Leşkerî ya Başûr” a bi piştgiriya Rûsyayê ve dibire, Tirkiye vê pêşveçûnê wekî beşek ji hevrêziya Rûs-Îsraîlê dibîne. Li ser vê yekê, hatiye agahdarkirin ku dewleta Tirk bi rêya MÎT’ê ji zexta dîplomatîk derbasî operasyonên istihbaratê bûye.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên me yên pêbawer hatine bidestxistin, di 28’ê Mijdara 2025’an de Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê ji MÎT’ê xwestiye ku hemleyekê ji bo têkbirina planên Rûsyayê li başûrê Sûriyê bide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, Serokatiya Îstihbaratê talimat şande yekîneya Odeya Operasyonên Hevbeş a bi HTŞ’ê re hatiye avakirin.
Di talimatê de hatiye fêhmkirin ku di nav istihbarata HTŞ’ê de Turkî el-Cemul, Ehmed el-Ûer û Abdulrahman el-Îd ên serçeteyan ji bo kuştina Ehmed El Ûde hatine erkdarkirin. Herwiha talimatê amadekariyên lezgîn ji bo tasfiyeya fizîkî ya Ehmed El Ûde yê ku li Busra el-Harîr û herêma başûrê Sûriyê bi bandor e, jî dihewîne. Di rapora ku MÎT’ê amade kiriye de hatiye gotin ku Ûde “zilamê Rûsan” e ku tenê nêrînên xwe ji Rûsan re ragihîne û ev operasyon wekî “tehdîda ewlekariyê” hatiye binavkirin.
ZEXTA LI SER ÎSRAÎLÊ BI RÊYA AMERÎKA
Di rapora nirxandinê ya ku MÎT’ê hefteyek berê talîmatê pêşkêşî Komîteya Ewlekariyê kiriye de hatiye fêhmkirin ku Amerîka Îsraîl hişyar kiriye ku li başûrê Sûriyê bi Rûsan re hevrêzî neke. Ev yek nîşan dide ku MÎT dixwaze bi rêya Amerîka zextê li Îsraîlê bike da ku Rûsan ji herêmê dûr bixe. Dewleta Tirk ku argumana hebûna Rûsan li başûrê Sûriyeyê wê mîlîsên Îranê dîsa zindî bike derdixîne pêş, armanc dike ku herêmê bi Îsraîlê re parve bike.
Lê li gorî agahiyên me, ev hewldana dîplomatîk bi ser neketiye. Bi ketina deviyeke Rûsî ya dawiyê li başûrê welêt, hevrêziya Rûs-Îsraîlê hatiye piştrastkirin û zexta ku dewleta Tirk dixwest bi rêya Amerîkayê bike bi ser neketiye. Li ser vê yekê tê fêhmkirin ku MÎT berê xwe daye operasyonên istihbaratê.
Wekî ku di Analîza Nûçeyan a malpera me Lekolin.org ya di 18’ê Mijdara 2025’an de hatiye destnîşankirin, Ehmed El Ûde ji Dera ye, mezûnê edebiyata Îngilîzî ye. Di sala 2011’an de vegeriyaye Sûriyê, tevlî ÖSO bûye û Şebbab es-Sunne ava kiriye û li dijî DAIŞ û rejîmê şer kiriye. Di sala 2018’an de bi navbeynkariya Rûsyayê çekên xwe yên giran radest kiriye û bûye fermandarê Tûgaya 8’emîn e. Ûde ku ji karsazên Sûrî yên li Körfezê piştgiriya darayî distîne, di eksena Rûsya-Kendavê de ji bandora Îran û Tirkiyê dûr disekine. Ev profîl wî di nav gelê başûr de dike kesekê gûncav.




