• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Desthilatdarî û Şerê Hegemoniyê Di Nava Sûniyan De

Ihtîmalek mezin ku şerek Sûnî-Sûnî di nava Sûrî de destpêbike. Heya niha HTŞ’ê bi rengekî hessas nêzî vê mijarê dibe, lê dema hêza xwe rêxistin bike, dibê ku gavek wisa bavêjê.

Yayınlayan Lekolin
20 December 2025
Kategori: GOTAR
266 2
A A
Desthilatdarî û Şerê Hegemoniyê Di Nava Sûniyan De
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Bi hilewşandina rêjîma Esad di Sûrî de, bi xwe re gelek guhertin anîn. Nexasim hêzên ku di Sûrî de bûne desthilatdar hêzên Sûnî ne. Ev yek ji bo hemû hêzên Sûnî ye radîkal û ye nerm bû cihe kêfxweşiyeke û di heman demê de jî qadek nû ya xebatê ji wan re hate vekirin. Lewma niha di Sûrî de hemû rêxistinên Îslamî Sûnî dixwazin xwe rêxistin bikin û xwe di Sûrî de mayinde bikin. Ev yek wisa bi rehetî wê newê kirin. Ji ber ku hemû rêxistinên Îslamî wê li ser beşek ji civaka Sûrî rêxistina xwe çêbikin. Ev yek jî dibe sedem ku di gelek aliyan de jî rastî hev werin. Dîsa jî hemû rêxistin di ware birdozî de, hem ye nêzî hev hene û hem jî ye dijber hene. Ev yek jî nakokiyan wê kurtir bike. Ji ber hemû alî bi navê xwedê diaxifin û tişte ku dibêjin neye nîqaşê ye. Nexasim ku kutek ji wan ku berê bi navê Cebhet El-Nûsra û niha jî bi nave Heyet Tehrîr El-Şam tê naskirin, ber bi hêzên hegemonîk ve diçe û dixwazê têkiliyan bi wan re pêş bixe.

PARTIYA TEHRÎR EL-ÎSLAMÎ

Yek ji partiyên Îslamî ye herî kevine. Di sala 1953`an de li ser destê Şêx Teqî EL-Dîn El-Nebihanî li Qudis hatiye damezrandin. Li piraniya welatên cîhanê û ye erebe xwe rêxistin kiriye, şaxên wê li zêdeyî 40 dewletê hene û li gelek welatan jî, qedxe avêtine li ser, lewma bi rengekî veşartî xwe rêxistin dike. Vegera li sistema Xilafetê weke çareseriya hemû pirsgirêkên Misilmana di cîhanê de dibîne. Li dijî demokrasiya, netew û dewletek ne laîk e û li ser pêkanîna Şeriyeta Îslamî tekez dike. Li dijî têkoşîna çekdariye û her tim rêbazê têkoşîna siyasî ye.

TEVGERA WÊ LI SÛRÎ

Tevgera wê li Sûrî berî salên 2011`an bi rengekî veşartî hebû û piranî li ser heremên weke Idlib, Reqa û Dera belav dibû. Lê ji ber ji aliye rêjima Esad ve qedexkirîbû û weke rêxistinek terrorist dihate naskirin. Di wê serdemê de zêde nikarî bû xwe belav bike, lê jêr zemîneke xurt li Sûriye çêkir. Piştî salên 2011’an û bi destpêka xwepêşandanê li dijî rêjîmê, xebatê xwe aktîf kir û piştgiriya xwepêşandanan girt.

NAKOKIYÊN WÊ BI HTŞ`Ê RE

Di aliye fikrî de nakokiyên wan hene, Partiya Tehrîr El-Îslamî HTŞ’ê û DAÎŞ weke rêxistinên Budih (tişte nû di ol de pêşxistine ku tu elaqa xwe bi Quran û Pêxember ve tune ne.) dibîne û rêxistinê dijî Îslamê wan pênase dike. Lewma ew jî rastî zextê hat. Di sala 2014 heya 2016’an hin cihê ku li Idlibe, di bin destê Partiya Tehrîr El-Islamî debûn û bi sîstema xwe ew herem bi rêve dibirin. HTŞ’ê bi zexta çekan ji destê wê derxistin. Wê demê de jî gelek rêveberê wê girtin û heya niha jî ye girtî hene. Girtina endamê wê ji aliye HTŞ’ê de heya niha jî dewam dike.

TEVGERA BIRAYE MISLIMAN

Tevgera Îslamî siyasî ya herî kevin di cîhanê de ye. Di sala 1928’an bi destê Hesen El-Bena li Misrê hatiye damezrandin. Armanca wan zindîkirina Emeta Îslamî bi riyên fêrkirin, Rêxistina civakî û hevkariya siyasî di nava dewletan de. Li gelek welatên cîhanê xwe belavkiriye û nêzî 70 dewletên cîhanê rêxistina xwe heye. Demokrasiye demkî be qebûl dikin, lê pêwîste sîstem li gorî Şeriyeta Islamî be. Di heman demê de lengê xwe ye çekdarî jî hene û vê yekê weke tedbîrekî ji bo parstinê dibînin û çalakiyên cîhanî di bin navê Cîhadê de napejirînin û dijî wê derdikevin.

TEVGERA WÊ LI SÛRÎ

Di salên 1930’î û vir ve rêxistina wê di Sûrî de heye. Di dema avabûna partiya Baas, koalisyonek bi hevre çêkirin û bi piştgiriya wê, Baas hate ser desthildariya Sûriye. Ev yek jî bingehekê xurt jêre çêkir û rêxistina wê di Sûrî de pir berferh bû. Bi taybet li Hema, Humus û Heleb e. Ev yek jî tirsek ji Baas re çêkir û bû sedem ku wê tesfiye bike. Li ser vî esasî di sala 1982’an de ev peyvajo gihişt asta herî jor û komkujiya Hema pêkanî, di encamê de û li gorî çavdêran nêzî 40 hezar kes ji wan hatin kuştin û ye mayî jî ji Sûriye derketin. Lêbelê ev yêk li pêşiya wan nebû asteng û rêxistina xwe bi rengekî veşartî di Sûrî de dewam kirin. Piştî sala 2011’an êdî bi rengekî eşkere cardin xwe rêxistin kirin û rêxistina xwe ya leşkerî jî bi navê Ehrar El-Şam îlan kirin. Ev rêxistin jî gelek heremên Idilbe xistin bi kontrola xwe de.

NAKOKIYÊN WÊ BI HTŞ`Ê RE

Di salên 2012-2015 di çarçova şerê li dijî rêjîmê de ew û HTŞ’ê di nava hevkariyekê de bûn. Lê piştî 2016’an nakokiyê wan çêbûn û li dijî hev şerkirin. Ji berk u HTŞ`ê wan weke rêxistinek Laîtîk dibîne û dervî Şeriyeta Islamî kar dike. Di encama vî şerî de ev rêxistin weke nav tesfiye kirin, beşek ji wan tevlî HTŞ`ê bû û beşek din ji wê heremê reviyan. Lê rêxistina xwe ya siyasî di nava civakê de ne rawestandin. Piştî hilweşandina rêjîma Esad, rêveberiya Biraye Mislman Elî Sedir El-Dîn Beyanûnî sardana Sûrî piştî 46 salan kir. Her alî ev serdan weke gevek ji nû ve rêxistinkirinê nirxandin. HTŞ’ê jî ev yek weke xeteriyek li ser xwe dît û dest bi girtina endamên wan ye çalak kir. Lê wan jî rêxistina xwe ne rawestan din û her ku diçê jî rêxistina wê di Sûrî de ferhtir dibê.

KOALISYONA HÊZAN LI DIJÎ HTŞ`Ê

Dema ku Cebhet El-Nusra navê xwe guherand û rêxistina HTŞ`ê avakir, wê demê jî di bername xwe ye siyasî de jî guhertin çêkirin. Wê deme hêzên radîkal yên dîtir vê weke ji rê derketineke pênasekirin. Bû sedema gelek nakokiyan bi hêzên din re. Ji ber ku HTŞ’ê di aliye leşkerî de li pêş bû. Bi hêza leşkerî karibû hemû hêzên din yên li Idlibê bê deng bike û serweriya xwe li ser wê ferz bike.

Piştî hilweşîna rêjma Esad û hatina HTŞ’ê li ser desthiladariya Sûriye ev yek kurtir bû. Ji ber ku yek mercê qebûlkirina wê li ser desthilatdariye ew bû ku dewletek qanûnî ava bike û tu fikrê Îslamî yên hişk ji aliye rêvebirinê de li pêş nexe. Ev hêzên radîkal yê din jî bi rengekî xwezayî bûne weke muxalefeta vê pergala nû. Hem di nava civakê bi rengekî veşartî de bi riya mizgeftan û hem jî bi rengekî aşkere di nava ragihandinê de daxuyaniyên reşkirina HTŞ’ê kirin.

Di ware birdozî de hin xalên hevpar di navbera Biraye Misliman û Partiya Tehrîr Îslamî de, weke ne pejirandina têkoşîna çekdarî û nakokiyên hevpar li dijî HTŞ’ê, ku bû sedema lewazkirina wan di Sûrî de hene. HTŞ’ê ji aliye her du rêxistina ve weke dijmin tê dîtin. Li ser vî esasî hin hewildanê wan çêbûn ku hin lihevhatina çêbikin da ku hêza xwe li dijî HTŞ’ê bi yek bikin. Di destpêka meha mijdarê civînek veşartî di navbera Biraye Misliman û Partiya Tehrîr Îslamî de li bajarê Heleb hate lidarxistin. Armanca civîne jî li ser vî esasî bû. HTŞ’ê jî ji aliye xwe de dest bi girtina hin kesên wan ye navdar kirin. Li gorî tê xuya kirin wê di demê pêşde ev nakokî di navbera wan de wê kurtir bibe.

Biraye Misliman û Partiya Tehrîr Îslamî hêza wan di aliye rêxistinkirina civakê ji ya HTŞ’ê xurtir e. Kadroyên wan yê ji bo vî karî bi tecrube hene. Lewma ewê vê yekê baş bikar bînin, nexasim rêxistinek ya HTŞ’ê ku karibê di aliye siyasî û rêxistinî civakê bikşîne aliye xwe heya niha tune ye. Ji ber berê di çerçoveya şerê dijî rêjîmê civak li derdora xwe kom dikir. Lewma ew jî di aliye xwe de, giranî bide avakirina kutla desthilatdariye, bi wateke din karmendên saziya û endamên hikûmetê. Kesên ku berê alîgiriya rêjîmê dikirin. Ji ber cuda yî wê tu çara wê tune ye. Ew baş dizanê ev kutla ku dixwazê rêxistin bike, armanca wê desthilatdariye û jêre ne girînge kî di wê desthilatdariye de bê. Ya girîng cihê wê werê parastin. Lewma hemû karmendên ku berê di saziyên dewletê de bûn hêjî li ser karê xwe ne û ew jî dixwazin xwe nêzî vê hikûmetê bikin. Ev yek jî wê di warê civakî de HTŞ’ê lewaztir bike û aliyên dîtir wê xurt bike. Ji ber ne çariya heyî HTŞ’ê wê zext û zorê li ser wan zêdetir bike. Eger wisa bû jî ihtîmalek mezin ku şerek Sûnî-Sûnî di nava Sûrî de destpêbike. Heya niha HTŞ’ê bi rengekî hessas nêzî vê mijarê dibe, lê dema hêza xwe rêxistin bike, dibê ku gavek wisa bavêjê.

Asîman SOZDAR

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Birayê MislîminColanihtşPartiya Tehrîr ÎslamîSûnîSURIYE
Önceki yazı

Li Sûriyê Îdeolojiya DAIŞ’ê Fêrî Zarokan Dikin-NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Ew Mal Maleke Sosyalîzmê Bû

Benzer Haberler

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê
GOTAR

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê

23 May 2026
Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê
GOTAR

Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê

21 May 2026
Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?
GOTAR

Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

17 May 2026
Sonraki Haber
Ew Mal Maleke Sosyalîzmê Bû

Ew Mal Maleke Sosyalîzmê Bû

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist